|
Bîranîna
Cejina 2ê Rêbendan (61`mîn Salroja Damezrandina Komara Kurdistan) Kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de Roja
22. çileya sala 1946an bû. Komeke ciwanên Kurd di qada Çar Çira da bi
marþ û awazek xweþ bala hezaran kesên amade kiþandin ser xwe:
Le
Mûsîlîþ da hemane Kangam
heye le Zaxo Her
wek newtekey Þino Bo
dujiminan bûte swê Her
xoþ bê ew zemane….(1) Hêza pêþmergeyan ji aliyekî û hêza rêkûpêka artêþa Kurdistanê jî ji aliyekî din bi îradeyek puladîn gav hiltanîn û piþtî silaveke germ û bilind li hemberê Pêþewa, Mistefa Barzanî, Mihemed Husênxanê Sêyfê Qazî, Hacî Baba Þêx, Seyîd Ebdulah Efendî û gelek kesayetiyên din yên navdar derbas dibûn.
60
kes ji bo xwîndina bilind ber bi Sovyetistanê hatin þandin. Di
erdnigariya sinordara Komara Kurdistanê da( Ji Mako heya nêzî Seqizê) kêmnetewên
Cihû û Ermenîyên Kurdistanê xwedî hemû mafên xwe yên millî bûn. Demokrasiya
di komara Kurdistanê da di ti welatekî Rojhilata Navîn da nedihat dîtin.
Pêþewa hertim wiha digot:” Divê ez ji herkesî re bidim îspat kirin
ku bi zor û zordariyê desthilatdarî
nadome. Hakimyeta berdewam ewe ya ku gel bi dil û can bipejirîne….”
Pêþwa
Qazî Mihemed mirovekî rewþenbîr, zimanzan, siyasetvan, werziþkar, bi îrade,
dûrbîn û fîdakar bû. Di roja ragehnadina komara Kurdistanê da wî bi
dengekî bilind sondeke wiha xwaribû: ’’
Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niþtiman, bi þerafeta
netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya
nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya herî dawiyê,
bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê
bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê Kurd û
Azerbayicanê, muti’i û wefadar biminim.’’ Gotina
wî ya:“ Divê ez bi herksî bidim selmandin ku Kurd jî dikarin bijîn
û layîqî jiyanê ne…“ Pêþewa
heya deqeyên dawiya jiyanê bi vê sonda xwe wefada ma û heta canê xwe jî
di rêya berjewendî û serbilindiya netewa Kurd da fîda kir. Mirov ger
hezar salan jî di vê cîhanê da bijîn dawiya dawiyê mirine û navekî
baþ an jî xerab li pey dimîne. Xûzila bi wan kesên ku mîna Pêþewa
Qazî Mihemed, Mistefa Barzanî, Mezlûm Dogan, Simkoyê Þikak, Êhsan Nûrî
Paþa, Dr. Qasimlo, Leyla Qasim… hwd navekî baþ li pey xwe hiþtin. Cejina
2ê Rêbendan Li Hemû Gelê Kurdistanê Pîroz Be. 1. Helbesta mamosta Hejar Þerefkendî ya li jêr navê:“ Xudaya weten awake“.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org