Bîranînek Tal Ji Rêvîngiya Bakurê Kurdistanê

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

Havîna îsal(2006) ez ji bo 6mîn festîvala çandî ya Amedê hatibûm vexwendin. Derfetek çêbû ku ez herim Bitlîs, Wan, Sêwerek û çend bajar û deverên din yên bakurê Kurdistanê jî bibînim. Dîtina Bitlîsê ji ber taybetmendiyên wê yên dîrokî û navê çend navdar û þoreþgerên Kurd li wira heyecanek mezin di dilê min da afirandibû. Li ser kela Bitlîsê ew kela ku rojekê Xan Evdalxan li wira xwedî kuþk û sera, xwedî pirtûkxaneyek mezin û tejî pirtûkên giranbiha bû min sê zarokên Kurd dîtin ku li ber 7-8 biznên xwe bûn. Sed heyf û mixabin di nêrîna yekê da min dît ku cihekî wiha pîroz(yanî cihê mîrekdarî û þûnewarên Kurda yên dîrokî) tev bi ser hev da herifîne. Cihên wiha dîrokî û kevnar wêran û di dawiya dawiyê da jî bûne cihê çerîna biznên gundiyên bajarê Bitlîsê!!!. Dema min ji wan zaroka pirsî:“ Merheba, hûn çawanin…“ bêbersiv hac û wac li min nêrîn û carna jî li hev dinêrîn û bihevre dikenîn.

Dîmenekî kela Bitlîsê yê xerabûyî

Sê zarokên ku li ser kela Bitlîsê ez bi wan re axivîm

_ Ma hûn ne ji Bitlîsê ne, çima naaxivin? qey Kurdî nizanin?

Yek ji wan ku ji yên din mezintir bû li min nêrî û bi Tirkiyeke gundiyane wiha got:“ Biz köylü deðiliz ki… þehir de yaþýyoruz abi …, lütfen Turkçe konuþun…“(1)

Min jî Tirkîyek dest û pêþikestî jê pirsî:

_ Lê hûn Kurdin… ma di malê da hûn bi çi zimanî diaxivin?

_ “ biz Turkçe, ane ve babamiz de Zazaca konuþyurlar….!!”(2)

_ ê… hingî hûn jî Kurdin…

_ „ hayýr biz deðil, ane ve babalarimiz Kürtçe konuþyor…“(3)

û ... em gelek axivîn.

Bersivek wiha ez di cihê xwe da hiþk kirim!!, hezar pirsên ecêb û xerîb hêriþî mejiyê min kirin: Gelo piþtî ewqas malwêranî û xwîna sedhezar kesan siyaseta asîmîlasiyona Kemalîstan gehiþtiye encama xwe!!?, aya Kurdî di zêhniyeta nifþê nû da zimanê nezan, cahêl û gundiyane? Ger wisa here yê paþeroja zimanê Kurdî bibe çi? yê çi bi serê qedera me ya siyasî were?!! Û…hwd.

Vira rojekê cihê mîr û mezinên Kurd bû. Îro jî bûye wêranxane û cihê pezçerandinê

Dîmenekî bajarê Bitlîsê

Ez ji wira ber bi nava bazara bajar ve çûm. Hinek bi Kurdî diaxivîn, lê yên ku bi kirawat, ciwan an jî xwîndevan bûn bi zimanê Tirkî diaxivîn, lê ger bi fonîtîka ku pêdiaxivin herin ser banê heyvê jî herkes yê bizanîbe ku ew Kurdên kurên Kurdane. Ez li her derê bi zimanê Kurdî diaxivîm, lê gelek kesan bi Tirkî bersiv didan. Ev bû sedem ku çend cara munaqiþeyên tund jî di navbera me da derketin. Hinekan jî xuyabû ku bi henek wiha digotin:” abi ben Kurdî nizanî(bira ez Kurdî nizanim). Hinek kesan jî xuyabû ku Kurdîaxaftin ji xwe re eybek mezin didîtin. Ji ber wê jî dema ku ez bi dengekî bilind diaxivîm rûyê xwe li min werdigerandin û belkî jî di dilê xwe da wiha digotin:” Ev gundiyê cahêl ji kû hatiye ku bi zimanê medeniyeta pêþvero(Tirkî) nizane..?”….

Gelo heya niha me wek: dayik û bav, partî û rêxistinên siyasî, mirovên xwedî þiûrek insanî-netewî, rewþenbîr, hunermend, stranbêj, rojnamevan, welatparêz û þoreþger ji xwe pirsiye ku li hemberî tirajêdiyek wiha erkên li pêþberî me çine?

Min wê rojê zanî ku sazî û rewþenbîrên Kurda çiqas jî kar bikin, biaxivin û dirûþmên berraq bavêjin lê di dawiya dawiyê da encam eve ya ku em di bajarekî Kurdistanê da ji zimanê zorokekî Kurd dibihîsîn. Çare çiye? Aya rojek yê bê ku em Kurdên ku zimanê me ji her hêla xwe ve ji Zimanê Tirkî dewlemenditire bi serfirazî ji vê astengiyê jî derbas bibin?.

Kurda bi ked û xwîna xwe, bi malwêranî û fîdakariyên xwe yên mezin karîn ji înkarger û hemû cîhanê re bidin selmandin ku navê Kurd û Kurdistan bi ti hêzekê ji holê ranabin.

 

Gotina min ya dawiyê eve: Gelî himwelatiyên birûmet, rewþenbîr, siyasetmedar, parêzer, hiqûqzan û herkesê ku bêje ez mirovekî demokratim: werin heya nebûye dereng em li rêyeke çareseriyê bigerin. Li bakurê Kurdistanê asîmîlasyona Tirka bi çar gava ber bi pê+ve diçe.

 

Jêrnivîs:

(1). Em ne gundî ne… li bajar dijîn…, tikaye bi Tirkî biaxivin…

(2). Em bi Tirkî, dayik û babê me jî bi Zazakî diaxivin…

(3). Em ne, dayik û babê me bi Kurdî diaxivin…

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org