Ji Azadiya Welat re(1)

 

Kakþar Oremar

Email: kakshar_oremar@yahoo.de

Di civakê da çend tiþt hene ku wek sembolên pêþkeftinê tên hesibandin. Ger „þoreþ û serhildanên siyasî“ di diyarkirina qedera netewekê da xwedî bandoreke mezin bin, „ragehandin“ jî germahiya herî mezin dide hêza þoreþgeran. Di cîhana ragehanidê da jî „Rojname“ yek ji wan amrazane ku di dirêjahiya jiyana xwe ya çend sedsalî da bûye sedema gelek guherandinên bingehîn. Dîktator û hikûmetên totalîter dijminên derce yek yên rojname û azadiya beyanê bûne. Heya roja îro jî kesên ku li dijî demokrasî û þoreþên giþtîne, nikarin rûpelên wê rojnamê temaþa biken ya ku li ser bihayê demokrasî û ramana azad dinivîse.

Di nava me Kurdan da, di wê Kurdistana bindest û birîndar da dema ku rojnama „Azadiya Welat“ dest bi weþana xwe kir, weke serkefineke mezin hat ber çavê min. Serkeftina ku her pîteke wê berhemê xwîna çend sed kesan bû. Þoreþgerên ku dest ji mal û jiyanê berdan, xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û weke fabrîkeke hilbirînê, her salê berhemekî nû ji Kurdên bêkes û bindest ra afirandin.

Di wan salan da kesên ku dest bi weþandina „Azadiya Welat“ kirin, çavên xwe ji jiyanê miçandin û pêngavek hilanîn ku pêngavên mezintir li pey xwe anîn. Hilanîna pêngaveke wiha Kurdên tirsinok bi cesaret xistin. Kurdên ku weke nexwende û cahêl hatibûn binavkirin, bi dîrok û bajarvaniya wan hesandin. Ew ber bi fêmkirina rastiyên wan yên veþartî teþwîqkirin ku hem xwe bêtir nas biken û hem jî ji doza xwe ya netewî xwedî derkevin. Doza ku jiyana Kurdên Kurdistana mezin derbasî qonaxeke geþtir kir.

Di vê rêya bi êþ û jan da gelek ciwanên Kurda serî danîn, þehîd bûn û hatin wenda kirin, lê dema yek çû, du ciwanên qehreman cihê wî/ê tejî kirin. Ev dihate wê wateyê ku evîna þoreþê bi wateya xwe ya rast û durist ketiye serê Kurdên bindest û bêkes. Bêkesên ku bi sedsalan li benda xêra biyaniyan bûn, êdî dizanîn ku tenê dikarin bi hêza xwe serkefinê bidest bêxin. Zarokên vê þoreþê sal bi sal afirandinên xwe yên nû û nûtir zêde û zêdetir kirin. Þoreþê dabû ber xwe ku di hemû waran da pêþ bikeve. Bihayê ragehandinê li cem birêveberên þoreþê pir zêde bû. Ragehandina ku Kemalîstan bi rêya wê xwe wek „miletekî xwedî þaristanî(medeniyet) “ û Kurd jî weke „ netewek hov û wehþên dinyanedîtî“ didan nasandin.

Bi rêya rûpelên A. Welat gelek kesa xwe naskirin, hînî zimanê xwe yê zikmakî bûn û dîroka Kurdistanê jî baþtir naskirin. Bi rêya wê baþtir zanîn ka kîne û divê çi biken. Ev tê wateya guherandinên di zêhniyeta gelê civakê da. Gelo ma þoreþ ji vê mezintir çiye û dikare çawa be?

Herwiha Kurda bi rêya vê rojnamê xiyanet û xiyanetkarên doza xwe jî baþtir naskirin. Xiyanetkarên weke: „Rêber“ê Dêrsimê, „Issmet Înönü“ yê Meletî, „Ziya Gökalp“ê Amedî, „Qaso“yê Pîranê û rûçikê cehþikên belaþ û xwefiroþ ên sedsalê tev bi rêya rûpelên Azadiya Welat bêtir hatin naskirin.

Azadiya Welat ji gelek nivîskar û rojnamevanên hêja ra bû zanîngeha xwe baþtir naskirinê. Wan di merc û þertên herî dijwar da rûpelên A. Welat bi kedeke mezin xemilandin. Ew ked bi qîmeta xwîna gelek ji wan ciwanên qehreman bidawî dibû, lê ew netirsiyan û bi cesareteke mezin rêyeke nû li ber paþeroja rojnamegeriya Kurdî li bakurê Kurdistanê vekirin. Bi van nûkariyên hemdemî ra mirov diukare bêje ku birastî Azadiya Welat hemen rojnama „Kurdistan“ ya sala 1898an bû. Piþtî nêzî sed salan Azadiya Welat di nava dilê dijiminê hebûna Kurd û Kurdistanê da dabû ser rêya „Miqdad Mîdhet Bedirxan“ê mêrxas û evîndarê peyva resena Kurdî.

Her kirineke baþ li gor dem û mercên xwe tê nirxandin. Ji ber wê jî A. Welat bi pîvana salên 1990an ku Kurda serê xwe li hemberî dagîrkerekî herî xedarê Kurdistanê bilind dikirin û êdî rêbaza Kemalîsimê nedipejirandin, weke þoreþeke nû tê hesibandin. Dema þahidên salên 1960 heya 1990an li ser faþîzim û nifþparêziya Kemalîstan li bakurê Kurdistanê diaxivin, hingî hûn xwîndevanên hêja werin û rewþa wan sal û salên 1990an û pêda bidin ber hev, ez bawerim ku girîngiya karê xebatkarên A.Welat yê baþtir ji wera eþkera bibe.

Xebatkarên rojnamê biqasî ku ez dizanin heya niha jî tev ciwanên hêjane. Ew weke „eshabên pêxemberê Îslam“ê bêçaveranîkirina ji tiþtekî dixebitin. Xwedî armanceke mezin û pîroz in û bi îmkanên herî kêm wan heya roja îro karê xwe yê mezin û dîrokî berdewam kiriye. Elbete ev îmkanên ku wiha hêsan gehiþtine ber destê me bedelên mezin jî hebûne. Lê karwanê þehîdên çapemeniyê bi pênûs û xebata xwe di dawiya dawî da Kemalîst xistin ser çoka. TRT 6 jî li rex gelek kovar û rojnameyên din(Tirkî û Kurdî) bedela xwîna wan þehîdên rêya azadiyê ne. Em tev deyndarên wan þehîdên mezinin ku bi qîmeta xwîna xwe A. Welat heya roja îro li ser piya hiþtine.

Hevalno dest û çavên we xweþ bin. Vê rêya bi þan û þeref heya serfiraziyê bidomînin.

1. Roja 22ê sibata sala 1992an rojnama „Welat“ li Istembolê û 21ê çileya sala 1996an jî rojnama „Azadiya Welat“ li Istembolê dest b i weþana xwe kirin. Ev nivîs tenê wek qedirgirtinekê ye ji hemû xebatkar û xwîndevanên rojnamegeriya Kurdî ra.

01. 02. 2009 Alman

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org