|
Çend Dîmenên Newrozê û Demokrasiya T.C…
Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de Ger ew dest û milên me biþkênin,
emê rojekê piþta wan biþkênin. Çimkî bi hovtiyên ku vê carê Tirka
di pîrozbahiyên Newrozê da li hemberî Kurda pêkanîn, êdî kûrahiya
xeta cudatiya xwe û Kurda jî zêdetir kirin. Êdî bihevre jiyan nemumkine
hevalno… ew bi sedan sale xwîna me dirijînin, malê me talan dikin,
cinayet li pey cinayetê bûye karekî sîstema wan totalîter. Lê ji bîr
kirine ku:“ xwîn nabe av!...“ Ka xîret û þeref, ka mêranî û
fîdakariyên dîroka tejî serfiraziya bav û kalên me?... birastî êdî
bese evqas sivkatî û zordarî Kurdino. Herkes piþtî dîtina wan dîmenên
tejî wehþet wiha dibêje:“ Ji ber ezaba wijdanê ez þevê din qet
nerazame. We heqaret û bêþerefiya wan dît ka çawa li nûciwan û jinên
Kurd dixistin…“
Dîmenê Sê û Çarê: Bajarê
Colemêrgê Li Colemêrgê du dîmenên tejî
wehþet qet ji bîra mirovên bi wijdan naçin: Cuneyt Ertuþê 15 salî mîna
berxekê ketiye ber devê sêr gorên Tirk. Wan devê wî girêdane ku qêrîna
wî negehije ti kesekî. Li ber çavê sedan kesan destê wî diþkênin û
bi xirûreke tejî hissên faþîstî dikenin jî. Destê ku kevir avêtibûn
tank û panzerên wan, wiha rihet þikandin û piþtre jî ew girtin. Hîvîdarim
ku ji vê kiryara hovane û pêda eþîreta Ertuþ û mezinên wan baþtir
dijimin nas kiribin. Dîmenê dawiyê: ciwanekî Kurd dîsa
li Colemêrgê ketiye nava reva gor û çeqelên xwînxwar. Ji her alîve hêriþî
wî dikin, ew kûda diçe du kes tên pêþberî wî û bi hemû hêza xwe
bi jop û daran li wî dixin. Cinayeteke wiha li çavê kameraya
rojnamevanekî nareve, lê ciwan dixwaze xwe rizgar bike. Carekê
dikeve erdê, li erdê jî li wî dixin. Ma rehma gor û çeqelan kengî hebûye
hevalno? Ev
ew dîmenên yên ku me dîtin, lê ez bawerim hovtiyên Tirka yên piþt
perdan jî sed beranber zêdetirin. Xweziya zimanê der û dîwarên þikencexane
û girtîgehên Kurdistanê biaxftana û behsa hotiyên wan þevên tarî
bikirana!!.
Dîmenê
Pêncê: Bajarê Qamîþlo Qamîþlo
di dirêjahiya salên dûr û dirêj da serê xwe li ber Baasiyên Efleqî
netewandiye. Hertim dilê Kurdîniyê têda bihêz bûye. Qamîþlo nasnama
Kurdên di bin desthilatdariya rejîma Sûriyê da ji mirinê parastiye. Ger
Qamîþlo nebûya belkî heya niha Baasî jî gehiþtibûn armancên xwe yên
þovenîstî. 21ê adarê dîsa Kurda xwestin bi ronahiya agirê Newrozê
Baasîyên korbîn bi siyaseta wan ya çewt bihesinîn, lê bersiva wan jî
weke ya birayên wan yên Tirk bû. Sê ciwanên Kurd jî tevlî kerwanê þehîdên
12ê adara sala 2004an bûn. Li dijî Kurda ji mêjdaye ku Sûriye, Tirkiye
û Îranê li hev kirine. Gelî
Kurdên hemû Kurdistanê: Eve edaleta AKP ya ku dixwaze bi navê Îslamê
Kurdên di xew da mayî careke din bixapîne. Mistefa Kemal kî bû, li Dêrsim
û Amedê çawa fermana Kurda rakir, Teyip Erdoganê qatil jî di sedsala
21an da ji wî jî xerabtir kir. Çimkî ew jî xwîndevanekî ekola Kemalê
neviyê gorên har e. Tirka
vi van karên wiha mesata xwe gehandin hemû Kurdan, lê hîvîdarim êdî
em Kurd jî ji dîmenên wiha ibretê bistînin. 29.03.08
Beljîka
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org