Çend Têbînî li ser Zimanê Stranê

Rexne Li Ser Berhemê Dawiyê Yê Stranbêj Diyar "Oxir Be Oður"

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

Di van 20-30 salên dawiyê de piþtî ku Kurdan bi ked û xwînek zêde, rastiya doza xwe bi dost û neyaran dan selmandin, popoleriya Kurdan jî di nava cîranên Kurda û gelên cîhanê de zêdetir bûye. Di qada hunerê da stranbêj Diyar bi dengê xwe yê þilik û nerim berhemekî vê xebata dûr û dirêja gelê Kurd e. Bi qasî ku ez ji nêzve wî nas dikim ew bi îrade û evînek mezin ya ji bo huner û doza welatê xwe, roj bi roj pêngavên pêþdaçûnê avêtine. Him bi helwesta xwe ya Kurdane û him jî bi heza bêdawî ya ji bo strana Kurdî, zû ket nava dilê guhdarên xwe. Dema Diyar stranên folklorî distire tama dengê wî hezar cara zêdetire. Xweziya herkesî rêya xwe ji berê da peyda bikira û bêpîvanî wiha di nava me da geþ nebûna. Ji dengê Diyar êþq û evîneke bi soz dibare. Belkî xala herî balkêþ jî ku ciwan bêtir jê hez dikin ev be.

Lê ger pîvanek jî ji berhemên hunerî re bê xuyanîkirin an jî bi gotinek din berhemên hunerî bên nirxandin û rexnekirin, yê baþtir be. Heya roja îro di nava medya Kurdî da kêmasiyeke wiha rê li ber bazarek pir ziyanbexþ vekiriye. Þêwandineke tevlîhev di mejiyê guhdaranên Kurd da bi giþtî û ciwanan da bi taybetî çêbûye. Herkes bûye hozan, hunermend, mamosta û stranbêj!! Katagorî di kar û bisporiyê da nehatine diyar kirin. Vane tev bûne sedem ku bikir an jî dilxwazên ziman û hunera Kurdî jî di meþa xwe da rastî asetengiyên mezin bên. Ka ew zimanê þirînê dengbêjên dîwanxaneyên beg, mîr, paþa û dîwanxaneyên gundên Kurdistanê? Li kûne hunermendên ku di derya hunerê da mend û hostayên peyva Kurdî ya orjînal bûn?!! Û….

Diyar yek ji wan stranbêjaye ku xwedî çend taybetmendiyên cudaye: Dengê wî nerm û tama dengekî tam þerqî têdeye. Di gotina stranên rîtmîk da serkeftîtire. Þirîniya dengê Diyar bi meqamên Beyat û meqam Kurd xweþtire. Di strîna hinek stranên folklorî da xweþiya dengê wî mîna wê merhemêye ya ku birînên xedar dikewîne. Ew di nava cewherê stranên xwe de evîn, hez û hestên ciwanan dilivîne. Heya niha ji mere eyan bûye ku piraniya guhdarên dengê Diyar nifþê ciwan pêktînin.

Li rex tevaya van taybetmendiyên han ji roja ku ez û Diyar hev nas dikîn rexneya ku min hertim jê kiriye pirsgirêkên wî yên zimanê Kurdî û hilbijartina helbestên stranê ne. Ji stranbêjekî mîna kekê Diyar re ku di dilê sedhezar kesan da cih girtiye, elbete kêmasiyên wiha dûr ji çaveraniyê ne.

Diyar di berhemê nû “Oxir Be Oður” de zêdetir ji berê xwe westandiye. Çend kêmasiyên berçav di berhemê dawiyê da yê armanca min ji vê nivîsê baþtir bide kifþkirin. Min çend cara CDya nû gûhdar kir û kêmasî têda pir bûn, lê þaþyên herî ber çav ji min re evên jêr bûn.

Têbînî: Peyvên ku xet li jêr wan hatiye kiþandin ji aliyê rêzimanî ve þaþin ku Diyar bi awayekî sade bi ser de derbas bûye û guhê xwe nedayê an jî rastîyên giramêra ziman fîdayê awaza stranê kirine. Giramêr û estetîka risteyên helbestan bêhêze.

Di strana “Oxir Be Oður” da Diyar wiha distire:

1. (Ugur bibexþînin wî hûn gelek tirsand ),Lê (tirsandin) raste.

2. (Ew dewlet hilweþanda,) lê ( Ewî yê dewlet hilweþanda (an jî) (hildiweþand) raste.

3. Di strana Mere de: (Me dabû hev sozên dilan) lê ( Me dabû hev soza dilan (an jî) me dabûn hev sozên dilan) rastin.

4. Di strana Elefterîa da:( Atehn þerm dike Atehn diqîre( hevok raste lê Diyar digîre distire).

5. Di strana Heval dimeþin da: (Min nedine gotin( Bi min nedin gotin (an jî) min nedin axaftin) raste.

Elbete dema ku kekê Diyar di dawiya strana „Heval Dimeþin“ da dibêje:”… min nedine gotin oðlan…“ êdî tenê dimîne ku mirov bi gotineke wiha komîk bikene û bes. Çimkî stran di dawiyê da êdî bi van peyvên wiha ew qîmeta xwe ya watedar jî ji dest dide. Zimanê Kurdî ji yê Tirkî dewlemdntire, êdî çima peyva oðlan bi rêya stranekê bikeve nava diyaloga me ya rojane kuro!! Weke din jî peyvên sivik giraniya Diyar û strana wî ya xwedî peyamên dîrokî ji hole radike.

6. Di nasnameya strana „Ez koçerim“ da wiha hatiye nivîsandin: Herêm: Herkî?!!

Lê pêwîste bê zanîn ku Herkî ne navê herêmeke Kurdistanê, belkî navê eþîreteke mezine ku li Rojhilat, baþûr û bakurê Kurdistanê dijîn. Ez hê jî nizanim herêma Herkî li kûye!!

7. Di strana „Jin Jiyan û Maf“ da Diyar wiha distire:“ Ez keçikekî sêwî bûm(lê ya rast) „Ez keçikeke sêwî bûm)e. Çimkî keçik bi cinsê xwe mêne, ne nêrin.

Di roja îro da teknolojî û ragehandinê sinorên meinewî ji holê rakirine. Kurd di azmoneke mezin da ne. Ji bona wê jî divê kekê Diyar û stranbêjên din vê rastiyê ji bîra nekin ku: Berhemekî baþ û hunerî dikare ji ciwan û nivþên paþerojê re ku nû dikevin nava derya hunera Kurdî, bibe nimune ku bi xebateke hêjatir dakevin qada xebatê. Bi taybetî jî ji nivþên nû re ku hîn teze çavên xwe vedikin û piþtî derbasbûna bayê reþê asîmîlasyona Kemalîzimê dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî bistirin û biaxivin. Rûçikê reþê siyaseta asîmîlasyona komara Tirkiyê bi xwîna hizaran mirovên Kurd hatiye eþkere kirin. Di roja îro da bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê Kurd û Tirk di rikeberatiyeke dijwar da ne. Ziman, dîrok, huner û hemû taybetmendiyên me yên millî li ber wendabûnê an jî jiyaneke dijwar da ne. Êca tenê kar û xebata me ya hemû alî dikare 100% serfiraziyê bixwe re bîne.

Di rewþeke wiha da hemû hunermend, stranbêj û rewþenbîrên Kurd rolê pêxemberekî dilîzin. Yanî pêxemberê anîn û þirînkirina peyva resena zimanê Kurdî. Hîvîdarim ku axaftina jiyana rojane û malbatî bibe pareke jiyana stranbêj û rewþenbîrên Kurd. Êdî li bakurê Kurdistanê li rex asîmîlasyonê, mixabin otoasîmîlasiyonê jî dest pêkiriye. Ger partî, siyasetmedar, hunermend, stranbêj û rewþenbîrên Kurd ji bo çaresrkirina derdekî wiha li pey peydakirina dermanekî negerin, sibe yê gelek dereng be.

Kekê Diyar: Li rex van rexne an jî serrastkirinên jor ez xebata te û hemû stranbêjên din teqdîr dikim. Di berhemê dawiyê da miks û harmoniya muzîkê pir baþ û ji berhemên te yên berê cûdaye. Stranên gelêrî jî te pir bi hostatî gotine. Dema ez dengê te guhdar dikim li ser hissên min bi bandore û zewqeke taybetî jê dibim. Riha min ya liv û lebatê dikeve coþeke germ. Di berhemê dawiyê da strana te ya Mere ku di meqama Beyat da hatiye gotin, hissên herkesî dikelîne. Berhemên te yên berê jî( Qederê, Hewar Pîro, Qismet, Sewê, Erdalê Min, Newroze û…) tev bi germî ji aliyê gelve hatin pêþwazkirin. Rexneyên min yên duristkirinêne, ne ji bo xerakirinê. Çimkî serfiraziya te bi awayekî xwezî û hîvîyên minin jî. Hîvîdarim baþtir rêya xwe peyda bikî û bi îsrartir xebatên xwe yên hunerî bimeþînî.

 

Têbînî: Elbete di vê nivîsê da rexne û nêrînên li ser naveroka nasname û istîla hunerîya kak Diyar bila bimîne ji bisporekî vê qadê re. Min tenê xwest aliyê ziman rexne bikim.

 

12.09.06 Almaniya

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org