Di mercên Herî Dijwar da, Li serê Çiyayê Kurdistanê, Li Ser Tehtên Sar Edebiyata Þoreþê Hate Afirandin...

 

(Hevpeyvîn Bi Siyasetmedar û Rewþenbîrê Kurd: Ebdulrehman Çadircî Re)

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

Pêþgotin:

Li wira, li çiya û newalên Kurdistanê dengek heye ku belkî kêm tê bihîstin, lê ew deng, dengê dozeke hezar salî ye… dengê dîrokeke înkarkirî. Tev mirovên xwedî sozin, soza ku dane þehîdên Kurdistanê, lê ne tenê pareke welat, belkî ew heta xwe deyndarên bav û kalên me Medan û hemû serokên doza azadiyê jî dihesibînin: Emîrxanê Biradostî, Mîrê Botan, Mîrê Rewandiz, Seyîd Rizayê Dêrsimê, Dr. Fûad, Simkoyê Þikak, Þêx Ebdulqadir, Qazî Mihemed, Mazlum Dogan, Mistefa Barzanî û bi giþtî ew sefîrên bîr û ramanên hemû þehîdên doza Kurd û Kurdistanê ne.

Li wan çiyayên bilind mirovên zana, helbestvan, nivîskar û siyasetvan pirin. Çiqas xweþe ku di etmosfêrekî wiha da mirov piþtî çend salan bigehe xweziyeke xwe.

Li wira min hevalekî xwe yên salên berî dît. Demeke dirêj em baþ bi hevre xebitîn. Di qada karê rojnamevanîyê de ger min karek kiribe, ez xwe heya radeyekê jî deyndarê wî dihesibînim. Heval Esed Feraþîn an jî Ebdulrehman Çadircî xwedî îde û ramanên taybetîye. Siyasetmedarîkî jîr e. Li her derê di karê xwe de hem afirandkare û hem jî bêrawestan bi liv û lebate. Rewþenbîrekî hemdem e. Lêv bi ken, evîneke kûr di liv û lebatên wî de xuyaye, ji çavên wî agirê evîneke dîrokî dibare, mirovekî pir þiyar û rih sivik e. Helbestên wî di nava gerîla de dest bi dest digerin. Di çax û mercên herî dijwar de afirandina berhemên wiha karekî hêsan nîne. Lê nivîskar, helbestvan an jî rewþenbîrên rastîn û girêdayî derd û elemên gelê civakê jî ew kesin yên ku di dijwartirîn þertên jiyanê de ramanên xwe derbasî ser kaxezê biken. Esed Feraþîn mirovekî wihaye. Çiqas ku zehmetî zêde bin hêza pênûsa wî jî zêdetir e. Heval Esed: Xuziya bi van hissên kûr ne bi Tirkî lê te bi zimanê xwe yê zikmakî binivîsanda.

Navê wî Ebdulrehman Çadircî ye. Ew û heval di nava dilê çiyayên bilind de jî xwedî bîr û ramanên demkorasiyeke modêrnin. Çimkî tev kur û keçên cihwarê herî kevnarê cîhanê ne ku serûkaniya jiyanê ji wira belavî deverên din yên cîhanê bûye. Ew Gerîlan e, þervanên ku hemû dem û çaxê wan, hemû hizr û ramanên wan mirovayetî, jiyana rastîn û Kurd û Kurdistanin. Sîya wan li her derê di jiyana gelên herêmê de xuyaye. Ew þervanên aþtiyê ne, mêimarên pêkanîna civakeke saxlemin. Bidestxistina xweziyên çend hezar salî armanca wan ya herî pîroz e.

Nivîs û berhemên wan pêvajoyekeke jiyana me Kurda didin eþkere kirin. Pêvajoya ji dayikbûneke nû, jiyana ku ji sifirê destpêdike û ber bi avakirina welatekî azad ve dimeþe.

E. Feraþîn þahidê dîrokeke zindîye, þervan û mamostayê perwerdekirina þervanên mezine, gerîlaye, rewþenbîre, lê rewþenbîrekî rastîn û ji çir û çîvên sextekariya rewþenbîran dûr e. Ew dibêjin û dipêjin jî.

Ji min re bexteweriya herî mezin bû ku çend rojan çûm nava wan û di etmosfêrekî tejî semîmiyet de hevpeyvîna jêr hat amadekirin:

 

_ Piþtî çend salan ez keyfxweþim ku me dîsa hev dît. Dixwazim ji vira destpêbikim: Gelo te çawa û ji kû destpêkir?

Ebdulrehman Çadircî: Pir sipas bo we jî ku ji rêyeke dûr hatin dîtina me.

Min berê pirtûka „daglarin þarikilari(stranên çiya) nivîsand. Ev pirtûk ji zûda di destê min daye. Em dikarin bêjin ku ev pirtûk tarîx, þer û têkoþan di naveroka wê de heye. Çimkî ji sala 1982an de dema ku ez li Libnan bûm, serok jî li wira bû, hevalên min tev li wira bûn… yanî demek bû ku em tev 250 kes bûn. Ji bo perwerdê em ketibûn kampên Filistînîyan, perwerde di warê siyasî, eskerî û hwd bi berfirehî dihat meþandin. Tabê hingî serok di serê çalakiyan deye, bi þev û roj perwerda me bi rengekî giran û berfireh berdewam bû. Di wê rûhiyetê de min karê nivîsandinê destpêkir.

 

_ Elbete xuyaye ku ji berê de bingeheke we jî ji bo vî karî hebûye…

E. Çadircî: Belê… hê berê li welat dema ez di xwîndingeha navendî û lîsê de bûm, heza min ya ji bo nivîsandinê hebû. Lê wexta em derbasî jiyana þoreþgeriyê bûn, êdî min nivîsandin ji xwere kire karekî bêrawestan û bingehîn. Heya salên 2003an û roja îro dem bi dem min biryar da ku li gor hiss û zanebûnên xwe ez wek þaêrekî azadîxwaz helbestê binivîsim. Hezkirina min ji bo helbestê ji berê de heye. Ji ber wê jî min dem-dem nivîsand û heya niha nêzî 120 rûpel helbestên min hene. Elbete ew helbest gelek jî li serê çiya hatine nivîsandin. Yanî êþ û þer û zehmetî ne, jiyana gerîla ye, piranî bîranînên hevala ne. Yanî dikarim bêjim naveroka wê bi piranî li ser hevaltiyê û awayê jiyana þoreþgeriyê û þehîdan e. wexta ku min ev helbestane nivîsandin, di kovarên me de( Pêþmerge û kovarên din yên partiyê) dihatin weþandin. Hinek helbest jî di albûmên þehîdan de gelek caran derketin… evane tev bûn sedem ku ji aliyê gerîla ve helbest pir hatin hezkirin. Hinek helbest hebûn ku bi Tirkî jêre dibêjin: Benavok Çîçekleri(Gulên Benavokê) (1). Ew li ser komeke gerîlayên þehîd hatine nivîsandin. Yanî helbestên min hem ji aliyê hevalên þervan ve pir hatine hezkirin û hem jî zû li her derê belavbûn. „Benavok Çiçekleri“ piþtî ku ez ji Ewropa vegeriyam çiyê û nava gerîla, min zanî ku hatine hezkirin. Heta navê Benavok hevala danîne ser çîçekê jî. Bi Tirkî jêre dibêjin:“ Ters Lale“, navekî wiha lêkirine, hinek heval jî belkî navê wê nizanin, lê hinek jî di wê baweriyê da ne ku navê wê yê rastîn jî Benavok e.

 

_ Elbete ev jî ji were serkeftineke mezin bû. Çimkî dema gerîla tiþtekî di nava dilê xwe de bi cih bikin, hingî mirov pêdihese ku karekî nûye, mesajên cewherdar têda ne…

E. Çadircî: (Bi ken)… belê birastî jî dema piþtre min tiþtekî wiha ji hevala bihîst, bandora xwe ya pozîtîv li ser min jî danî. Çimkî hingî 70-80 hevalên gerîla li Benavokê þehîd bibûn û min li ser wan nivîsandibû. Ew hemî hevalên nas bûn, em bihevre bûn, di xweþî û nexweþiyê de me rojên xwe bi hevre derbas kiribûn. Dema ew bo welat þehîd bûn, bandoreke gelekî kûr li ser hissên min çêkir. Çimkî em þev û roj bi hevre bûn. Yanî min helbestên xwe bi wê hissiyetê nivîsandin. Ji bona wê jî di nava gerîla da hatin pejirandin û hezkirin. Hiss þêir û þaêrane bûn, yanî jiyana gerîla, þerê gerîla û bîr û ramanên gerîla têda xuyabûn. Ji ber wê jî bi texmîna min gerîla xwe di nava wan helbestan de didî û jê hezkirin.

 

_ Ew helbest bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin?

E. Çadirçî: Belê… hingî mîna niha zimanê Kurdî li bakur hinekî pêþ neketibû. Siyaseta asîmîlasiyona li dijî Kurda di nava sinorên Tirkiyê de pir dijwar bû. PKKê hêdî-hêdî dest bi çalakiyên siasî kiribû. Rewþeke cûda bû. Min hingî dikarî bi zimanê Tirkî baþtir hissên xwe bînim ser kaxezê…

 

_ Helbesteke wan rojan tê bîra we?

E. Çadircî: Belê…(bi ken û piþtre bi dengekî tejî hiss û hêz helbesta xwe dixwîne):

Gitiler,

Güneþi avuçlarýnda eritenler

Güneþe giden yolu yürekleriyle döþemeye

Ve geride bekleyen hazin bir ulusu

Güneþe taþýrmaya gýttýler…

(Çûn...

yên roj di mista xwe de helandin

ku rêçika ber bi rojê ve diçe

bi dilê xwe raxînin

û neteweyek xemgîn ku li pey wa mayî

ber bi rojê biherikînin...)

 

Weke din jî “Stranên Bestler”(2) hebûn ku min di 1991-92an de amadekiribûn. Wê demê helîkopterên Kûbra nû derketibûn û teknîka dujimin ya þer derbasî qûnaxeke din bibû. Me jî kesî nizanîbû ku tiþtekî wa nû çêbûye û heye. Amadekariyên me li çiyayên Kurdistanê li gor helîkopterên berê bûn, bes wana ruket diavêtin, helikopterên þer bûn. Yanî gerîla ji vê teknîka nû bêxeber bûn, lê helîkopterên berê di þerê li dijî me de zêde serketî nebûn û me jî li hemberî wan amadekariyên xweparastinê hebûn. Bi her awayî teyare û helîkopter di demsala zivistanê de bi yekcarî hêriþ anîn ser hevalan. Ez jî hingî li wira bûm. Ev cara yekemîn bû ku Tirka þerekî wiha li dijî me hevalên gerîla dida meþandin. Yanî sala 91-92an operasiyonek li erd û esmanan li dijî me dabûn destpêkirin. Wê salê berfeke pir giran jî ketibû. Zivisatnek tund û nexweþ bû. Zaten di helbestê de jî min gotiye ku li herderê berf tejî ye, qe tiþtek tune û bi van hemû êþ û zehmetiyan re ew hissiyeta þehîd çêbû, ew lêdanên helîkopterê, teyarê û dîsa renî jî hat ku pêre 15-16 heval þehîd bûn. Yanî di etmosfêrekî wiha de tu dinêrî li her derê heval þehîd dibin, her derê operasyion, li her derê em di nava þer dene… zanî û li ciyên din jî zivistane, erdê reþ tune û her derê berfe. Wê zivistanê birastî jî gelek zirar da me û gel. Dîsa jî li hemberî van tiþtane me hem berxwedaneke mezin kir û hem jî bedelên mezin. Yanî hem li hemberî xwezayê û hem jî li hemberî lêdanên helîkopter û teyara û operyasiyonên dujimin me gelek zorî û zehmetî kiþandin. Mixabin gelek hevalên leheng þehîd bûn. Di wê hissyetê de min ew helbets nivîsandin.

 

_ Hê wek pirtûk nehatine weþandin?

E. Çadirçî: Ne… ez niha li ser dixebitim. Piþtre min ji hevala bihîst ku ji mire gotin: Heval ev helbest di nava gerîla de gelek hatine hezkirin. Wexta ez li Ewropa bûm, hingî xeberekî wiha gehiþt min. Çimkî gerîla di nava cewherê van þêiran de xwe dibîne. Helbestên din jî hebûn, mesela min li ser rantçîyan jî nivîsand (bi ken dibêje)…. Yanî hinke kes çawa nêzî rantê þoreþa me dibin, rantê þerê me dixwazin bixûn û jiyana xwe ya gemar bidomînin, bi awayekî bêexlaqî û ji pirensîpên exlaqê mirovahiyê dûr nêzî kar û xebata me dibûn. Çimkî dema mirov di nava þer de be, di nava mirinê û berxwedanê de be, tiþtên wiha jî pir li zora mirov diçin… zanî… derdekî gelek girane dema min mirovên wiha jî didîtin.

Xwestekên me yekin, em bi hevre gerîlane û tev jî gencin, tev hevalê hevin, ciwanin, keçin, xurtin, jinin, mêrin, birîndarîye, þehîdbûne, zor û zehmetî û hinek kes jî li ser van tevan dixwazin teseruf bikin, rantê têde bikin û tabê ev jî gelek zora mirov diçe. Pir zehmete mirov li rûçikê gemarê mirovên wiha binêre û bêhelwest be. An jî ji bo armancekê heta mirov bikarîbe bi wan re jiyanê derbas bike. Êca min got gere ev jî bê zanîn ku hevalên emekdar þiyar bin û nekevin bin bandora karê wan rantçîyan û jiyana wan tune bibe.

 

_ Ecayêbe ku li serê çiyan jî hûn þerê berjewendîparêzan dikin. Yanî helwesta li dijî rantçiyan þerê çînan jî tîne bîra me…

E. Çadirçî: Belê…. Zaten þoreþeke hemû alî jî gere xwedî cewherekî wiha be. Ger wisa nebe, êdî mirov nikare di zêhniyeta mirovên civakê de gûherandinên esasî pêk bîne. Yanî ew helbesta min hinekî dirêje û li gor texmîna min helbestek pir watedar e. Þerê sinfî têdaye. Aliyekî hinek canê xwe didin û aliyê din jî hinek kes berjewendiyên xwe bi xwîna wan diparêzin. Ev bêexlaqiyek gelek mezin û pîse ku nayê bexþîn. Çawa mirov ji xwe re bêje insan û here bi xwîna hevalên xwe ticaretê bike!!?. Min di wê helbesta xwe de tabluyekî wiha kiþand. Yanî min qiyasek wiha jî kiriye:” Di qadekê de hinek kes þer dikin û bi giranî li dijî neyarin û hinek jî li dora wê meydanê zehmetiyê nabînin û wî þerî temaþe dikin û tabê piþtre jî rantê wî kom dikin”. Yanî ew helbest bi naveroka xwe hinek cuda bû û dema kes bixwînin herkes yê li gor nêrîna xwe binirxîne.

Tê bîra te dema salên 1996 heya 2000 ez li Ewropa bûm, hinek helbestên xwe min derxistin holê û weþandin. Hinek rewþenbîrên Kurda xwendin û gelekî ecêbgirtî man. Mesela digotin:” Ev çi kare…Me tenê dizanî ku gerîla bêhissin, tenê kuþtin û þer dizanin, lê ev hissên çawane, çi hunere ku tiþtekî wiha dinivîsin…”.

Min bihîst rewþenbîrên ku ew helbest xwendine, hingî di nava wan de munaqiþe jî çêbûne. Yanî bi destpêkeke wiha re helbestên ku dihatin weþandin, bala kesan kiþand ser xwe.

 

_ Elbete ev karê we yê yekê nebû…

E. Çadirçî: Raste… karê yekê nebû. Nizanim tê bîra we an ne ku pirtûka min ya binavê “Zagroslar da bir Ceylan”( Xezalek li Zagrosan ) pirtûkeke din bû ku min dîsa derxistibû ku li ser wê jî hinek nêrînên erênî û neyînî hebûn û di rojnamê de munaqiþe li ser hat çêkirin. Çima tiþtekî wiha çêdibû? Çimkî hingî nû edebiyata çîrok di nava gerîla da destpêbibû. Elbete berê jî pirtûkên wiha hebûn, lê zêde nebûn. Di wê demê de me dest pêkir û li pey wê pirtûkên din jî hatin ku bala hinek rewþenbîran kiþand ser xwe û herkesî dîtinên xwe nivîsandin û ev di nava wêjevanên Kurd de bû qadeke nû ya munaqiþeyên li ser edebiyata gerîla. Di kovar û rojnameyan de gelek tiþt hatin nivîsandin û weþandin. Lê çima? Çimkî di nava gerîla de jî hêdî-hêdî helbest, çîrok û hikayet derdiketin holê û nirxandin çêbûn.

 

_ Yanî çi cûre munaqiþe û axaftin di vê derbarê de çêdibûn?

E. Çadircî: Munqiþa nû û pirsên ku hingî dihatin kirin ev bûn: Gelo gerîla dikare tiþtekî binivîse?! an jî tenê rewþenbîrên ku di odeyên xwe de li piþta masa rûniþtine dikarin binivîsin û bes? Li ser vê xalê hinek munaqiþe derketin ku bala min jî kiþand. Lê ez nabêjim ku ew munaqiþe ewqas dirêj kiþand, lê bala hinek kesên hêja û rewþenbîr kiþandibû. Herkesî tiþtek digot: yekî digot ew baþ bû nivîsandin (ew nivîs niha jî li ba min hene), û gotin:” ew baþ bû hinek kesên ku xwe nas nakin û xwe mîna Tolstoy û Maksîm Gorkî dibînin û xwe mîna nivîskarên herî mezin yên cîhanê dibînin, niha dema bibînin ku êdî gerîla bixwe têkoþîn û þerê xwe dinivîse û bi hiss û heza xwe û bihêz jî babetên xwe dinivîse, pêngaveke nû û baþe.”, di vê xalê de hinekî munaqiþe derketin.

Tabê hingî hevala pir îsrar kirin û heta sê konferansên me li Ewropa çêbûn û têde biryar hat standin ku wê pirtûkê biweþînin, lê piþtre min got ku hîna wexta wê nehatiye, bila carê bisekine, emê piþtre biweþînin. Û heya niha ma û ez careke din jî yê li ber çavan derbas bikem û bo cara herî dawiyê careke din hemû nivîsên xwe kontrol bikem û di demeke nêz de biçe jêr çapê.

 

_ Ji xeynî wê pirtûkên din jî di destê we de hene? Xuyaye ev evîna nivîsandinê di mejiyê we de kevine…

E. Çadircî: Elbete… belê pirtûkên din jî hene. Helbest û nivîsên mîna roman an jî çîrokên jiyanê yên rastîn. Hinek pêþnûma(taslak) di destê min de hene û min got ez wan jî serrast bikem û binivîsim.

(Bi ken…): Nivîsandin ji berê de li ba min weke eþqekê ye. Hîna dema ez diçûm dibistanê û xwîndina navîn, di wucuda min da elaqeyek çêbû ji bo vî karê han. Heta di çaxê dersgotina mamostayan de min gelek caran notên baþ hildigirtin. Derca herî baþ jî( di navbera 9 û 10 de) min distand. Yanî tim kompozisyonê min yên dersê baþ bû. Çima? Çimkî evîn û hezeke mezin hebû.

 

_ Yanî evîna ku di nava xwîna we de hebûye?

E. Çadirçî: …yanî nizanim… lê min digot ezê bibim nivîskarek û ev ji min re bû mîna armanceke berdewam ku þev û rojan bi min re bû. Lê piþtre rêya jiyan ket aliyekî din. Siyaset ket pêþberî me û em ketin ser rêya doza Kurdistanê û karekî wiha ji mere wezîfeyek dîrokî û pîroztir bû. Karê herî bi nirx û qîmet jî li ba me þoreþ û þoreþgerî bû. Yanî ji kar û xebata sade û kadrotiyê bigire heya serkêþiya partiyê me wezîfeyên mezin li ber xwe didîtin. Gelek erkên mezin û biçûk me standin, lê tabê dîsa jî ew evîn di dilê min de venemirî. Hertim germ ma û riha min ji cîhana nivîsandinê nemumkin bû ku bê cûda kirin. Wî wextî min di nava hereketê de jî þêir û karê nivîsandinê berdewam kir. Elbete di dîroka partiya me de min gelek nivîsand: Zagroslarda Bir Ceylan, çîrok, bîranîn an jî bîranîn þehîda û hevalên ku hê dijîn jî hebûn. Yên min jî du-du bûn. Di pirtûka min ya yêkê de du çîrokên esasî yên minin ku yek ji wan navê xwe daye pirtûkê( Zagroslarda Bir Ceylan).

 

_ Hingî we bi kîjan nasnavî berhemên xwe didan weþandin?

E. Çadirçî: Min li jêr nave Esed Feraþîn dinivîsand. Baþ bû ku te îþare bi xaleke girîng kir. Çimkî du navên min hene: navê siyasî Ebdulrehman Çadircî ye ku navê esilîye û navê hunerî Esed Feraþîn e. Sedem jî ewe ku þexsiyetê siyasî û hunerî hinek cûdaye. Yanî huner û nivîsakarî hinek ji siyasetê cudane. Ji ber wê jî di nivîskarî û hunerê da min navê Aset Feraþîn bikar anîye.

 

_ Ev Feraþîn we ji kû peydakir? Herêmeke herî xweþe li bakurê Kurdistanê. Gelo hûn li wira jî jiyane?

E. Çadircî: Ez demekê li Bestler bûm, di nava þer û zehmetiyên giran û mixabin min Feraþîn jî nedîtiye. Lê hingî her hevalê ku dihat behsa Feraþîn û wesfa bedewî û sirûþta wira ya xweþ dikirin, kevir bi kevir, gir bi gir, deþt bi deþt û heta behsa gul û giyayên wira jî dihat kirin. Evqas wesf û pêhelgotina Ferþaîn ji aliyê hevalan li min wisa kir mîna ku ez hertim li wira jiyame û min wira dîtiye!!. Piþtre min ji xwe re got cihekî ewqasî xweþ û navê devereke Kurdistanê ya mîna cenetê bila nasnavê min yê nivîsandinê be. Yanî nav pir li xweþa min hat û min navê Esed Feraþîn ji xwe re hilbijart. Ew pirtûka min li sala 1996an bi wî navî derket. Weke din jî sala 1995an em li qada serokatiyê bûn, em gelek kes di komîsyonekê de bûn ku serok Apo bi taybetî bixwe li ser disekinî û got komekê çêbikin. Serokê wê komisyonê ez bûm, me komeke hevalan ew komisyon çêkir. Ji wan hevalan çend kesên pir hêja hebûn, þehîd bûn ku nav û keda wan qet ji bîra min naçe.

 

_ Ew komisyon xwedî bername û pilanên çawa bû?

E. Çadircî: Hingî li gor pêwîstiyên têkoþînê pilanên me pir hebûn. Me pirtûkek bi navê «Savaþ ve Ordu Kilawze» çêkir. Pirtûkek li ser þer, li ser organîzasiyon û artêþ û tiþtên wiha bû. Ji bo hingî xebateke baþ bû, çimkî di nava gerîla de baþ hat nirxandin û pêþwazîkirin. Yanî ji 95an heya niha jî di nava gerîla da ew pirtûk mîna serokaniyek perwerdê, xwedî cihekî esasî ye û gerîla ji bo bilindkirina agahiyên xwe yên li ser þer ew bikar anîn. Hîna jî ez dibînim ku li ba hinke kesan tê dîtin û xwîndin. Çimkî ew hem karekî kolektîv bû û hem jî keda komek hevalên þehîd bû. Serok jî bi taybetî li ser karekî wiha girîng disekinî. Me jî birastî þev û rojên xwe danê heya ku xebata me bi awayê pirtûk gehiþt encamekê. Heta rojên dawî bûn ku serok hat û got:” Çibû… ew karê we bidawî nebû…?!” min jî jêre got:” Carê bidawî nabe…” wî jî got:” Eger bidawî nebe gropa hevala diçe û berî çûyînê ez dixwazim herkes wê pirtûkê bi xwe re bibe û pêre hebe û li ser wê esasê perwerdê bistînin…”

Hingî elbete hevalên þervan û komên gerîla ref bi ref piþtî perwerdê diçûne hundirî welat û dest bi þerê li dijî dewletê dikirin. Hinek jî diçûne çiya û ji bona wê jî serok got:” Ger hûn heta sê rojên din temam neken, heval yê herin û karê we jî yê bimîne…”

Ê… me jî dît nabe, derengî jî bû, lê tê bîra min sê roja bi þev û roj û bêrawestan em li ser sekinîn û razane me komeke hevalan tunebû. Tev bi awayekî temamî ji nûve hat kontrolkirin, kêmasî û þaþî çi bûn û çawa bûn tev hatin serrastkirin. Rastî di saetên dawî da me ew kitab gehanede destê hevalên gerîla. Hema pirtûk derket û hevalên þervan her yekî libek dan destê xwe û bi rûyekî geþ xatir ji me xwestin. “Savaþ ve ordu kilawze “ behsa þer û dîroka partiyê, þerê partîzanî çiye, taktîkên þer çine û çawane, li ser stratêjî û taktîk û bi giþtî lêkolîneke teorîk, berfireh û hemû alî bû li ser þêweyên þerkirinê. Yanî ji xeynî hêla xwe ya teorîk pirtûkeke dîrokê jî bû.

Li ser wê pirtûkê jî gelek kesan nivîsandin û nirxandinên balkêþ li ser hatin kirin. Di nava partiyê de êdî ji belavok û daxuyanî bigire heya nivîsên din min pir tiþt nivîsandin. Niha jî di destê min de gelek not û berhemên neçapkirî hene. Êca bi vê re xwesteka min çiye, dixwazim çi bêjim: di nava herekltê de jî û beriya wê jî elaqa nivîsandin û edebiyatê min di hundirî xwe de parast. Ger derfetê bibînim ezê wan berhem û helbestên din jî di nava gel û gerîla de bi awayê pirtûk belav bikem.

 

_ Birastî dema ez ji nêzve hevalên gerîla dibînim, pêdihesim ku di civaka me de þoreþeke zêhniyetê jî çêbûye. Lê ji aliyekî jî di vê serdema me de ku teknolojiyê xwe gehandiye her derê, ji ber wê tewazua hevala bûye sebeb ku dengê we zêde bilind nîne, an jî di medya Kurda de kêmrenge. Armanceke min jî ya hatina vira ev bû. Min xwest bêtir bizanim ka li vira, di nava van çiyayên asê û bilind de çiqas evîna ziman û edebiyatê di nava gerîla de heye…

E. Çadircî: Belê… deriyê me ji hemû kesên ku dixwazin bên û jiyana me bibînîn vekiriye. Cihê te jî di nava me de heye, çimkî ez dizanim ku xizmetekê dikî û karê te jî li ber çavaye. Çiqas jî em bikarîbin piþtgîriyê bidin vê xebata kesên mîna we, ewqas em jî yê keyfxweþ bibin. Em dixwazin deng û awayê jiyana me baþtir bê dîtin û bihîstin. Yanî gere her peyvek di cihê xwe de bê bikar anîn û bihîstin. Qet ji bîra nakem, carekê Qadir Dîlan wiha got:” Yek nota mîna gûleyekê bi bandore ger di wext û cihê xwe de bê bikaranîn.” Birastî jî peyveke cewherdar, noteke xweþ û bi cewher ji gûleyên deh tank û topan jî bi bandortire. Ev rastiyeke û me bi çavê xwe dîtiye. Yanî di roja îro de elbete ger yek peyv di cihê xwe de were qada jiyanê, dikare cihê sed gûleyan tejî bike. Edebiyat xwedî rolekî wisa mezin û pozîtîve ku dikare bi bandortir be ji hezar gûleyan. Mesela hevalê Dr. Egîd hebû ku di salên 90an de ji zanîngehê hat û netenê ew belkî pir kes hingî ji zanko û zanîngehan dihatin nava me. Êca ew hevalê Egîd hat û çû dewreke siyasî-leþkerî dît. Dema vegerî herêma Serhedê li wira þehîd bû. Di nava gel de jî pir dihat hezkirin û bi þehîdbûna wî re gel jî rabî ser piyan. Hezkirina wî bi dayîna mêtîngekê dan îspatkirin û dujimin jî hingî baþtir pêhesiya ku bihayê gerîla di nava Kurda de pir bilind e. Êca ez qet ji bîra nakem: Rojekê ew hevalê Egîd di çaxê perwerdê de hat cem min û got:” hevalê Esed ev þêirê tene?...” Min jî got:” belê. Got:” Wilah li zanîngehê dema me di kovarê de ditîn û dixwenidn bandore xwe li ser me çêdikir û ew teisîrê xwe jî bû sedem ku em biryareke girîng bidin ku ew jî tevlîbûna nava partiyê bû û em ber bi bizava xwe ya netewî ve hatin.”

Dîsa hevaleke din hebû binavê Rojbîn ku di çaxê revandina serok Ocalan de emelyata fîdayî çêkir û þehîd bû ku bi esilê xwe jî Ereb bû. Dema em li akademiyê bûn, min þêirên xwe durist dikirin ku bikim pirtûk, Rojbîn jî di perwerdê de bû, di koma me de bû. Rojekê min dît hat û li helbestên min dinêrî. Got:” ha… heval ev helbesta teye?!

Min jî got: belê

Rojbîn bi ken li min nêrî û got:” Tu zanî meseleke vê helbestê heye ku dixwazim ji tere bêjim. Heval Esed dema min ev helbesta te xwend, bandore xwe li ser min pir hebû.“

 

_ Ew kîjan helbest bû?

E. Çadircî: Ew helbest wiha dibêje:

Sadece bir yudum çay degil,

Ölum de paylaþilir daglar da…”.

 

Tenê ne qurtek çayê ye

Mirin jî di çiyan de tê parvekirin… » Êca hevala Rojbîn digot:« Min her roj ew helbest dixwend û heta di nava jiyana gerîla de jî min jê hêz disatand ku jiyaneke watedartir derbas bikem. Rojekê ez pir ji xwe qehirîm û min ew helbesta te avêt û got:» Ey þaêr tu rast nabêjî… ev derewe…». lê ez demekê bêdeng mam û min dîsa ew þêir hilda û got:» Ne… þaêir tu rast dibêjî û gereke ez liberxwe bidim…».

Elbete ev nimune bûn û ew heval li pey revandina serok çû û bi emeliyata fîdayîyê canê xwe da doza Kurdistanê.

Êca çima ez nimuneyên wiha didim?... yanî yek peyv, yek îde, yek nivîs ger di cihê xwe de were bikaranînin, ji hezar çekan bêtir bandora xwe çêdike.

 

_ Di edebiyata Farsan de jî gotineke xweþ di vê derbarê de heye. Ew dibêjin:» Tiþtê ji dil tê, li ser dila jî rûdine”. Ji ber wê jî ez bawerim ku ew helbestên we jî ji dil û can, ji kûrahiya hissên we hatine û wiha jî bi wan mînakên balkêþ ku we dan, bandora xwe li ser mirovan pêkanîne… yanî dixwazim bêjim ku dema kesek gotinekê ji dil bêje, teisîra xwe jî baþ çêdike… yanî di kar û xebateke rast û durist da sextekarî jî nameþe…

E. Çadircî: Ew helbest, hikaye û bîranînên min, çawa min nivîsandin, di çi rewþê de … gotina wê jî elbete girînge. Li ser çiyan, di zor û zehmetiyê de, operasyonên dujimin, helikopter, teyare û hêriþ û bombarankirinên ku deqeykê eman nadin tu hema hinek vehesî, lê hêz û evîna ramanê wisa mezin bû ku pênûs carna bi awayê otomat li ser kaxezê diherikî. Wekî din jî kom bi kom hevalên gerîla li serê çiyayên Kurdistanê þer û berxwedanê dikin. Rastî ew roj baþ tên bîra min, me li serê çiyê agir pêdixist, di dilê þevên tarî de û li ber ronahiya wî agirê þevên tarî min ew helbest nivîsandin. Þer, bomberan, operasyon û vana tev li aliyekî û ji aliyekî din jî dûkela agir û ji aliyekî jî kêmbûna ronahiyê nedibûn sedem ku evîneke wiha mezin di dil de bimire. Li ser texte kevirên sar ew hissiyet, ew heycan, ew duniya û mercên wiha ew nivîs, çîrok, bîranîn û helbest afirîn. Di destpêkê de min nivîsandin û gelek not girtin û bîranînên rojane jî hebûn ku niha jî carna heval dibêjin di arþîvên berê de derdikevin ber çavan. Berê di karê çapemeniyê de jî min cih girtibû. Yanî di van þertan de ew nivîs û helbest hatin nivîsandin. Ji ber wê jî ewane ji min re berhemên pir bi qîmet û bihagiranin. Gelek bi nirxin… gelek… çiqas ji aliyê xwe yê hunerî û cewher de xurtin, ne xurtin… ev tiþtekî cudaye, ev nirxandinê dixwaze, lê ji min bi xwe re pir bi qîmetin, çimkî dema ez bixwe jî bêmoral dibim, bi þêirên xwe re mijûl dibim, wan dixwînim, difikirim, jiyana salên berê tê bîra min, hevalên þehîd…, hingî mirov hê zêde hêz û moralê distîne. Ji ber wê jî ez çime û ji kû hatime, bi xwîndina van helbestan her tiþt tê bîra min: Bîranînên bi þehîda re, bîranînên þer, bi hevalan re, bi wam mirovên ku mirovhezî di nava me Kurdan de dan belavkirin û hezkirin û… tev di wan rûpelan de dibînim. Dema tiþtekî wiha bîranînên wiha bînin bîra min, elbete li ba min pir-pir bi qîmetin. Nirxê van nivîsên wiha li cem min nayê pîvandin.

 

_ Min dixwest hinek jî hûn li ser jiyana xwe ya malbatî biaxivin. Ji kûne, ji malbateke çawa û…

E. Çadircî: Ez ji Rihayê û eþîreta Þedadî me. Tu dizanî di dîroka Kurdistanê de eþîreta Þedadî eþîrteke mezin e, dewletek jî çêkirine. Malbata me jî esas di hêlekê de malbateke arîstokrat û eþîrin. Min bixwe jî di rapora xwerexnekirinê de jî nivîsand. Dema hatim nava partiyê xweperwerdekirin jî elbete li ser min bixwe bû ka çawa xwe pêbigehînim û perwede bikem. Di malê de jî ew kultura arîstokrat li ser jiyana malbatê hakim bû. Em jî bi wê kulturê re mezin bûn, perwerde bûn, di malê de em pêre perwede bûn. Elbete hemû aliyên vê jiyanê ne zelalin, gelek feyde jî têda hebûn û di warê exlaqî de me di nav sîstemeke wiha de xwe perwede jî kir. Di warê þexsiyeta mirovan de jî gelek hêlên wê yên bihêz hene. Belkî ji hêlekê di bin bandora nirxandinên çandî yên teng de mirov bi hertiþtî re bi awayê înkarçî nêzîk dibe, lê bi ya min ev ne duriste. Elbete hinek hêlên jiyana feodalîzim û eþîrtiyê em qebûl nakin, ne duriste, lê ji hêla din da aliyê insanî, qazanckirina þexsiyet û bihêzkirin jî têde heye. Di wê hêlê de me ji aliyê kesayetiyê de xwe baþ perwerde kir. Yanî di hêla insanî da hinek bidestxistina kesayetiyê jî di nava sîstema eþîretiyê de hebû. Ez jî wiha gehiþtim. Di nava eþîretê de jî em malbatekin ku cihê xwe eþkereye. Malbat tê naskirin û hesabek jêre heye. Ew eþîr jî ji Serhedê bigire heya Kobanê li rojavayê Kurdistanê bi cihwarin. Yanî malbata me ne serok eþîret an jî mezinên eþîretê yên bilindin, bes xizmên serok eþîrê yên nêzîkin. Elbete niha eþîretî jî zêde nemaye û ew rolê wan yê berê ji holê rabûye, belav bûne. Ew kulturê arîstukirat, çanda perwerdekirin an jî xwepêgehandinê di mala me de û hema bêje çandeke wiha di nava Kurdên Urfayê de bi piranî tê dîtin. Mesela di nava xizmên me yên nêzîk da bi taybetî jî di hêla dayik da hinek reîs eþîretin. Yanî dikarim bêjim xizmên derce yek û du-du serok eþîretin. Em di malbateke nîvhal xweþ lê bi dîspilîneke arîstokrat mezin bûn.

 

_ Tevlîbûna we ya di nava hereketeke siyasî de di malbat an jî eþîreteke wiha da piþre zehmezî ji were çênekirin?

E. Çadircî: Baþ nayê bîra min lê gelek caran heval dibêjin ku dema ez tevlî bûm di nava eþîreta me da reaksiyonek tund çêbû. Yanî gotin çawa yê di nava eþîreta me de yek here û bibe komunîst!!, bikeve nava karê Kurtçîtiyê de, çimkî di nava eþîrtê de jî hêdî-hêdî turkleþme çêdibe. Wekî din jî serokên eþîretê çîna serdestin(egemen sinif) û ez jî bi derca nêzîk endamekî nêzî serok eþîretê me ku serokatiya eþîretê jî dikin. Derketina min weke endamekî serokatiya eþîretê di nava malbat û serokatiya eþîretê de þokek çêkir. Elbete mixabin bandoreke nigatîv di destpêkê de di nava wan de çêkir. Çimkî eþîret bi rêya serok eþîretê girêdayî demokrat partiyê bûn. Bi salan bi wan re man û piþtre jî bi partiya Edalet re bûn. Dawiya sala 1978-79an eþîret di rewþeke wiha de bû. Xizmên me yên nêzîk û yekemîn, serokê eþîretê an jî serokê malbatêne û rewþa wan ya aborî hinekî baþe, di bajar de tên nasandin. Þedadî, Þelê, Çadircî, Aybar û… tev malbatên eþîretê ne û tevaya malbatan jî girêdayî hevin. Berjewendiyên wan yên eþîretiyê bi hevere girêdayî ne. Êca di rewþeke wiha de tev li dijî vê pêngava min derketin. Gelek zorî û zehmetî çêkirin. Heta di dawiyê de xwestin ku careke din min ji nava partiyê vegerînin nava malbatê. Lê min biryara xwe dabû, biryara min jî çandî, sinif û siyasî bû. Biryareke îdolojîk û netewî bû ku ez tevlî partiyê bûm û heya roja îro jî li ser wê biryara xwe bi îsrarim û xebata xwe didomînim û heya vira hatime. Çimkî min di vê rê da mesela çi dît, ez hîna di xwîndina xwe de bûm, hîn ciwan bûm û ez xwîndevanekî baþ bûm di hêla dersxwîndinê da. Yanî di xwîndingehê da em çend kes xwîndevanên ber çav û eþkera bûn. Hinek hevalên mîna Xelîl Çavgun jî di xwîndingeha me de bûn, birê wî Fûad Çavgun jî hebû. Êca em çend hevalên wiha hebûn ku di karê xwe yê dersxwîndinê de gelek çalak bûn. Yanî di xwîndingehê da em komeke aktîv bûn. Mamostayek jî hebû ku herkes dihat ewî îmtihanek jê distand û di wê azmonê de kî yekemîn derkeve ew di nava xwîndingehên Urfayê de dibû mirovekî binav û deng. Hem di nava gel de û hem jî di nava çîna xwîndevanên bajar de. Piþtre ew îmtihan bo me jî hat çêkirin. Baþ tê bîra min ku hingî herkesî nefesa xwe girtiye ku bibînin ka kî yê yekemîn derkeve! Herkes ji xwe dipirse ka kîyê pileya yekê bi dest bêxe. Hingî pileya herî zêde di xwîndingehan de 10 bû û yekî heft stand û yekî þeþ û…hwd. Piþtre min dît ku mamosta hat cem min û pirsî:” Tu ji kûyî, kurê kêyî? Û… ez ecêbgirtî mam ku çima pirsên wiha ji min dipirse. Min jêre got ez ji Urfayê û kurê filan kesim. Wî jî bi dengekî bilind got Ebdulrehman 8 standiye ku di mektebê de ew dereca yekemîn bû. Çima behsa vê meselê dikim? Çimkî piþtre wexta ku þoreþgerî bû, hevalên Xelîl Çavgon û birayê wê Fûad jî hebûn, me tevda nû-nû dest bi karê Kurdatî û þoreþgeriyê kiribû. Piþtre bi destpêka karekî wiha re me hinekî dersxwendin sisit kir an jî bêjim me dest jê berda. Me tam berê xwe da kar û çalakiyên þoreþgerî. Ew mamostayê me tev, yanî mamostayên dîrokê û yên din jî herkes dizane ku pileyên min yên hemû dersan baþin, bes digotin:” Em dizanin ku tu xwîndevanekî baþî, lê xuya dike ku tu bi tiþtekî din re mijûlî û te dest ji dersxwîndinê kiþandiye, ji ber wê jî em te ji îmtihanan derbas dikin...” mesela hingî li ser noterekê min sê sala xwîndin derbas kir. Piþtre jî hevalên nû dihatin û di xwîndingehan de li pey wan kesan digerîn yên ku çalak, diyar û zîrek bûn û xwe nêzî wan dikirin û gelek hevalên me wisa tevlî hereketê bûn. Dema heval tên xwîndingeha me jî dipirsin ka kî hene, kî çalakin û kî baþ dixwînin. Bi vî awayî têkelîya me çêbû û li ser meselên netewî, çandî û çînî bi min re pir axivîn. Bi taybetî jî li ser pirsgirêkên ciwanan pir bi mere diaxivîn. Munqiþe û gengeþeyên me hingî dûr û dirêj bûn û di nava karê partiyê de em çûn Amedê û li wira sê salan min xwîndina bilind ji bo mamostatiya zimanê Elamanî xwend. Du sala min li wira xwend. Elbete heval li wira jî hebûn û çalakî berfireh bûn û têkeliyên me berdewam bûn. Piþtre hevalên partiyê teklîfa kadrotiya bi awayê profesyonel ji min kirin. Li pey vê daxwazê di sinfa dawiyê da min dest ji xwîndinê berda û bi yekcarî tevlî hereketa partiyê bûm.

 

_ Eþîret û serokên eþîretê bi te nekarîn?

E. Çadircî: ( Bi ken)… ne nekarîn. Êdî mejiyê me ketibû ser rêyeke rast. Eþîret bi hemû hêza xwe û serokên xwe ve nekarî min paþda bikiþîne. Çimkî ez bi biryar û îrada xwe ya þexsî tevlî nava hereketa partiyê bûm. Elbete di nava eþîretê da cara yekemîne ku tiþtekî wiha diqewime. Ji Ûrfayê heya Sûricê tev eþîreta mene. Piþtre me zanî ku bi hevkariya hinek komandan û berpirsên payebilndên Tirk civîn li ser karê me çêbûye ku:” Apoçî hene, dixwazin bikevin nava bajar û nehêlin karekî wiha bikin...” Hinek welatparêz hatin ji mere jî gotin û min jî ji serok re got. Wî jî got:” taqîb biken ka çi biryar standine, li hemberî me dixwain çi bikin, armanca wan çiye? “ me piþtre zanî ku ew civîn rastî jî di nava eþîreta me da çêbûye û dujimin bixwe û di bin serokatiya komandanên wan de çêbûn. Belkî li Hilwan û Urfayê eþîretê çek û silehên dewletê nestandin, lê xwestin tedbîr bistînin ku li pêþberî hereketa me, li dîjî doza Kurdistanê astengiyan çêbikin. Hevalê rêzan heye(Yilmaz Dagilî) ku bi mere dixebite, hîn baþ tê bîra wî. Wê gavê min ji wî re gotibû û ew jî çûbû li ser vê meselê bi serok re munaqiþe kiribû. Wî digot:” Ew cara yekemîne di hereketa me de tiþtekî wisa çêbûye…” lê tabî piþtre hêdî-hêdî li Sêwerek, Hîlwanê û deverên din eþîret komî ser hev kirin û xwestin li dijî me derxin. Hingî hinek þer û pevçûn jî di navbera me da û eþîretên Kurd de çêbûn, lê hinek ji hêla siyasî li dijî vî karê wan derketin û wiha çêbû ku li vira di navera partiyê û hinek eþîretan de þerê sinifî jî destpêkir.

Êca dixwazim çi bêjim, eþîretê nedixwest em ew kesên ji malbatên naskirî û xwîndevanên berçav derkevin nava bizava Kurdistanê. ATP, AP û demokrat partiyê jî eþîret bikar dianîn û nedixwestin ku eþîreteke berçav tevlî karê Kurdayetiyê bibe. Çimkî eþîretek mezin û xwedî hêzeke mezin e û ji ber wê jî dujimin bitaybetî xwest bi van re civînan çêbike ku avbendekê li hemeberî hereketa me û mixabin bi dest û hêza me Kurda bixwe çêbike. Belkî eþîretê hinekî di destpêkê de xwe ji partiyê dûr xitin lê weke eþîretên din li dijî me neketin þerê çekdarî û hevkariya neyar nekirin.

 

_ Yanî wisa texmîn dikirin ku siyaseta wan ya asîmîlasiyonê bi karên wiha re disekine…

E. Çadircî: Ha… raste. Li vira dixwazim di hêla netewî da tiþtekî bêjim: Li ber çavên min de weke filmekê derbas bû, rêze filmeke bû, ew çiye? Kurdînî çawa hêdî-hêdî çû, tesfiye bû, bidawî bû… ev li ber çavê min weke þerîteke filmê derbas bû. Min di gelek reportajên din de jî gotiye û bandoreke wiha li ser min çêbû ku êdî ger em karekî nekin, Kurdînî jî tê dawiya xwe. Em her tiþtekî wenda dikin. Hîn jî di bîra min daye û teisîra wê li ser min heye dema ku em li mal bûn, zarok bûn, bab û dayik Kurdî diaxivîn, em zarok bûn û diçûn mektebê û li derve û di hundirî malê de em Kurdî naaxivin, belkî Tirkî diaxivîn. Di malê de tenê dayik û bab Kurdî diaxivin û em zarok jî tev bi Tirkî…!! wey ev çi sûsrete gelo? Min hertim ji xwe dipirsî… ev çi rewþe? piþtre bavê min çû rehemetê, dayik tenê ma, ê bi kêre bi Kurdî biaxive, nikare bi Tirkî jî biaxive û me tevan jî di mektebê de herçiqas ku diçû Tirkiya xwe pêþda dibir. Min bi çavên xwe dît ku Kurdînî û Kurdî axaftin jî di mala me de mîna filmekê ku bi dawî bibe, hat… hat û li wira bidawî bû!!! Hertiþt tesfiye bû û ev karê han bandorek li ser me çêkiribû. Tabê li ser vê meselê jî evînek an jî hejandinek di mejî û bizava min da çêbû ku tevlî nava partiyê bûm.

 

_ Ev jî nîþaneke din ya þîyarbûna te bûye ku tu pêhesiyayî. Lê gelo bandoreke wiha li ser xwîþik û birayên te an jî kesên derdora te jî çêdikir?

E. Çadircî: Belê di nava eþîretê de jî, di malbatê de jî, li derdorê jî teisîra xwe gelek çêkir. Li taxa me, li derdora me û li herêma me bandoreke wiha jî çêbû ku em jî li dijî vê meselê komekê ji xwe re pêkbînin. Tax bi tax me komên xwe çêkiribûn ji bo karên þoreþgerî. Di nava eþîreta me de jî nêzîkbûna ji partiyê hinekî baþtir bibû. Yanî hêdî-hêdî di nava eþîretê de jî þiyarbûnekê destpêkiribû û dizanîn ku Kurdînî eve, wihaye û meselek esasîye. Hinekan jî behsa min dikirin, dogotin:” filankes kurê filankes çawa tevîlî vê hereketê bûye, wiqasa xwend, ji malbateke halxweþ û…? Xuyaye ku tiþtek heye ku ew çû nava PKKê.!!... “

Yanî em ji malbat û eþîreteke nas bûn û halxweþ. Derketina me jî ji ber vê rewþê bandora xwe di nava gel da çêkiribû, lê bandoreke erênî. Tê bîra min hingî li derdora me hinek dewat çêdibûn di nava eþîretê da, li tax û kulanên bajar de êdî me dît ciwan derdiketin û stranên þoreþgerî digotin. Elbete weke min berê jî got di nava eþîreta me de hinek kevneperestî jî heye, tevahî di nava partiyên Tirkan dene, ji ber wê jî zêde tevlîbûn di nava partiyê de çênedibû. Di herêmê de eþîreteke sereke û arîstokratin, di nava bajar de bi nav û dengin. Bi partiyên weke edalet û yên din re jî hevkarî kirine. Ji ber wê jî zû bi zû tevlîbîna nava partiyê çênebû. Tabê tevlîbûna min û çend hevalên din jî di pêvajoyeke wiha re derbas bû.

 

_ Heval Esed xuyaye ku we di nava hereketê de gelek berpirsyartî standine, lê dema hûn hatin Ewropa ez bi rastiyekê hesiyam: Li gor min di rewþ û mercên ku îro Kurd li Ewropa û bakurê Kurdistanê têda ne, ger hûn di qada çand û ragehandinê de xebatê bimeþînin, feydekê zêdetir yê hebe. Çimkî baþ tê bîra min salên 98 heya 2000an dema hûn li Ewropa bûn bi îde, raman û berpirsyartiya we liv û lebateke mezin ket nava saziyên me yên Ewropa. Ez di vê rêbaza ku min girt ber xwe jî hinek xwe deyndarê we dibînim. Çima di nava hereketê de biryareke wiha nayê girtin ku kesekî mîna we di berpirsyartiya saziyên ku di karê ragehandinê de bi bandorin, naspêrin we? Yanî niha ragehandin di cihanê de xwedî rolekî mezine ji bo her karekî. Niha þerê teknîk û ragehandinê ye. Di nava van çiyayên ku Kurd motiveke mezin ji îde û xebata we digirin, elbete hûn jî karekî mezin dikin, lê hinek cih û kar hene ku feydê wan zêdetire. Yanî ez bawerim ku teisîra kar û xebata we hingî yê çar qat zêdetir be ji karê niha...

E. Çadircî: Elbete ew biryara partiyê ye ka em kî li kû bixebitîn û çi bikin. Li hemberî van biryarên partiyê jî hurmeta me tevan heye. Bes partî jî li gor êhtiyacê difikire û qirara dide. Herkes li kû zêde pêwîste, heval wî/wê diþînin wira û ev jî li gor pirensîpên hereketa me normal e. Mesela ez niha li vira di karê peywendiyên sîyasî de cih digirim. Di nava PKKê de komîta herî girîng e an jî dikarim bêjim gelek girîng e. Ez di vê komîta siyasî da wek endamê dayîmî cih digirim. Ev jî ne karekî kême û çalakiyên mezin têde tên meþandin. Ji ber wê jî elbete bo me serbilindiye û li hemebrî biryarên partiyê jî hurmeta me mezin e. Ji roja yekê heya mirinê ezê bi hemû awayan bixebitim ku ne hevalên xwe yên þehîd ji bîra bikem û ne jî li hemberî biryarên partiya xwe serpêçiyê bikim. Ev sonda me tevaye ku hurmeta rêbaza partiya xwe bigirin.

Bes eger tu bizxwazî bêjî ji bo çalakiyên hunerî û xebatên din hinekî hevkarî bikim an jî xebat di çaxê xwe de çêbûne, ew jî raste. …

 

_ Belê… yanî tu nivîskarî û karê ragehandinê jî dikî. Yanî dixwazim bêjim ku ji van tiþtan re bêtir þehrezayî…

E. Çadircî: (Bi ken): Eger pêwîst be em dikarin, ne zêde meseleye, di wî karî de jî mirov dikare barekî rake. Li gor êhtiyaca partiyê çi xizmeta ku hebe ez û hevalên din tev amadene. Êca li Ewropa an jî li her devereke din ya Kurdistan an jî cîhanê, ferq nake.

 

_ Belê… raste lê hinek cih hene ku dengê mirov li wir bilinditire, doza Kurda pir pêdivîdarê wan kesaye yên ku di karê xwe de bisporin û dikarin xebatên baþ bimeþînin. Di roja îro de Ewropa bi wan saziyên ku me Kurda hene, qadeke wihaye…

E. Çadircî: Demekê ez berpirsyarê Ewropa bûm, piþtre çalakiyên dîplomasî, PKDW, KNK û gelek karên din. Tu bixwe jî dizanî di pêkanîna KNKê de ji serî heya dawiyê ez bixwe li ser sekinîm û me ew ava kir.

 

_ Pêngaveke pir mezin û dîrokî bû…

E.Çadircî: Belê… elbete hingî avêtina pêngaveke wiha mezin jî ji bo doza Kurda pêwîst bû. Hîna jî ew cih tê bîra min ku ewqas gel, siysetmedar, nivîskar û mirovên mezin li wira amade bibûn. Birastî jî tam rojeke dîrokî bû. Hîna jî di bîra min deye heya ku me ew kar bire serî û hat çêkirin, kêm mabû serê min biteqe. Mejî êdî ji kar disekinî. Karekî pir bi zehmet bû, lê ji bo hevgirtina Kurda mîna karekî netewî pir-pir pêwîst bû. Di wan du-sê rojan de gelek bûyerên ecayêb derbas bûn, gelek kurîs û pirsgirêk. Ez bixwe jî di navenda wê da bûm û serkêþê çalakiyan ez bûm. Bi hemû astengiyan re dîsa jî min got gereke vî tiþtê dîrokî em pêkbînin. Ji bona wê jî demeke dirêj beriya wê me gelek munaqiþe û hevdîtin çêkirin. Heta di roja civîna kongirê de jî rewþeke wiha berdewam bû û kêm mabû ku hertiþtek ji hev belav bibe, lê me biryara serkeftinê ji bo karekî wiha dabû. Yanî hinek alî hebûn ku dixwestin kongire belav bibe. Lê dawî karê me cihê xwe girt û me bi xweþî kongire îlankir.

Elbete ew rojên dîrokî ji me tevan re rojên dîrokî ne, nayên ji bîr kirin. Ger ji bo hevgirtina hemû Kurdên cîhan û Kurdistanê jî mirov bikarîbe di bin banê KNKê de karekî wiha bike, elbete nayê ji bîr kirin.

 

_ Belê birastî jî wê roja dîrokî di nava medya cîhanê de jî cihê xwe girt… ew roj baþ tên bîra min.

E. Çadircî: Raste… gelek cihekî taybetî dane vê çalakiya Kurda. Heya niha jî çalakiyên kongera netewî piþtî çend salan berdewamin û cihekî dîrokî û girîng digire. Ne tenê karên wiha hingî ez weke cîgirê endamê desteya bilind ya KNKê wezîfedar bûm. Serokê KNK rêzdar Ismet Þêrîf Wanlî bû û ez jî cîgirê wî.

 

_ Hingî çalakiyên hunerî û çandî jî we pir baþ didan meþandin…

E. Çadircî: Rastî jî di çalakiyên hunerî de ez bixwe jî tatmîi(têr) bûm. Yanî ew karên ku pêwîst bû bên kirin, têhnatiya min þikandin. Elbete nikarim bêjim tam jî tatmîi bûm, ne… lê di derecekê de têr bûm, çawa? Yanî min dixwest ji hunerê re tiþtekî bikim, di hêla rewþnbîrî da xebatekê bikim. Ji bona wê jî min heya dawiyê ji bo armanceke wiha têkoþan dikir. Tu bixwe jî þahid bûy ku me hingî orkêstra semfonîk çêkir, orkêstra gelêrî, li her bajarekî Ewropa em xebetîn ku þûibekê(þaxekê) vekin. Di piraniya eyaletên welatekî mîna Elman de me got bila ciwan di warê naskirina çand û zimanê xwe de pêþbikevin. Ji doza welatê xwe dûr nemînin. Yanî hertim daxwaz ew bû ku motîvek bihêz di mejî û jiyana mirovê Kurd de bê afirandin. Hingî ji bo peyakirina van projên wiha elbete bargiraniyek mezin jî li ser milên me hebû. Xebat û îmkanên pir mezin jerê gerek bûn. Karekî din jî ku hertim ez li ser pêkanîna wê bi îsrarbûm çêkirina kasêta bû. Yanî her hunermend an jî stranbêj kasêtekê derxe. Ger orkêstra semfonîk heye bila bi bername pêþda biçin, karê wan wek berhem bibe CD an jî kasêt. Herwiha çalakiyên wan di istdioyên Tvyê da bên tomar kirin û gel jî bibîne, an jî ya herî girîng ew kar di dîroka hunera Kurda de bimîne. Hingî çêkirina orkêstra semfonîk xebateke bilind û dîrokî bû. Ji bo neteweke bêdewlet karekî wiha mîna projek dewletîye.

 

_ Belê… birastî jî dewleteke weke Îranê niha jî nikare salê du car an jî heta carna carekê jî îmkanên pêkanîna konsêrtekê ji orkêstra semfonîka welatê xwe re çêbike…

E. Çadircî: Belê… wisaye… karekî zehmete, hêsan kes nikare ewqas mamostayên bispor bîne cem hev. Ji aliyekî din jî tê bîra te jî ku me karekî wiha li Ewropa pêkanî ne li Kurdistanê… li Ewropa pêkanîna pilanên wiha pir bi zehmete. Orkêstra semfonî çiqas bername û karên baþ pêkanîn. Bi rêya hunerê dengê Kurd jî di cîhana rewþenbîran de baþtir dihat xuyanê. Dîsa bi dengê hunermend Diyana Wekîl çend konsertên opêrayê jî çêbûn. Me bi Diyana re li ser karekî wiha girîng pir munaqþe kir û ew jî bi rûyekî xweþ hat û derket pêþberî gel. Yanî evane di nava Kurdan de çalakiyên nû bûn. Konsertên opêrayê bi dengê Diyana Wekîl ji xelkê re balkêþ bûn. Di ruhê min da hertim tiþtek hebû ku em jî dikarin karên hêja û bilind bikin. Hunera bilind û dîrokî ku di astê cîhanê de jî bê dîtin. Ji bo nasandina pirsgirêka Kurd jî çalakiyên wiha baþ bûn. Yanî xebatên profesyonel ji netewên din re jî înteresantin. Ji ber wê jî di karekî wiha de me îmkan dan wan hunermendên bispor. Armanc jî tenê ew bû ku hunera Kurda jî pêþ bikeve.

 

_ Orkêtra Gelêrî jî di dema we de çêbû…Bernama Þevbêrka Dengbêjan jî pêþniyara we bû. Hunermend Þemdîn bi rêya vê bernamê çend hezar stranên me yên gelêrî ji mirinê rizgar kirin. Çimkî ew evîndarê wî karî bû û jê hez dike…

E. Çadircî: Ratse… orkêstra gelêrî jî pêwîstiyek bû. Çimkî hunera Kurda ya otantîk mîna deryayekêye, bêbinîye… çiqas dikevî nava vê behrê kûrahiya wê zêdetir dibe.

Þemdîn jî min dît ku hunermendekî hêjaye. Ji stranên gelêrî gelek baþ fam dike. Li ser nasnama wan stranên gelêrî mirovekî pir hostaye. Ji ber wê jî me teva dît ku di karê xwe de mirovekî serketiye.

Li rex karên wiha gelek stranbêj û hunermend jî hebûn ku li vira naxwazim navê wan bînim, lê ez xebitîm ku ji wan re kasêt bên çêkirin. Yanî bi rêya sazî û keda me û wan niha gelek ji wan li hemû Kurdistanê tên nanskirin. Yanî bi rêya wan berhemên hingî niha jî mîna stêrkekê ne.

Wê demê di qada rewþenbîriyê de jî me xwest em gelek pêngavên mezin bavêjin. Baþ tê bîra min hingî tu jî nû ji Kurdistanê hatibû û me li akademiyê hev naskir. Lê me hemû hevala dît ku tu dixwazî karekî bikî, bixebitî an jî bo Kurdîniyê tiþtekî bikî, dema wiha bû me got çî îmkan hebin, emê rê bidin kesekî wiha. Berê li akademî, piþtre tu çûy Med TV û li wira jî dest bi xebatên din kir. Ê… ez niha dibêjim û netîce jî di meydanê da ye: te ewqas berhem derxistin, millet ewqasî îstifade dike, wiqas arþîv û komkirina mîrasê gel… elbete evane tev tiþtên baþin, bo paþerojê tiþtên wiha amadekariyên baþin. Di dîrokê da dimînin, wenda nabin…

 

_ Elbete ez di vê rê de û ger min karek jî kiribe, xwe deyndarê te dibînim. Li her derê û beriya em li vira jî hev bibînin, min ev rastî neveþartiye… di hevpeyvîn û bernamên TVyan de jî min hertim ev rastî gotiye. Yanî li her dera dinê dema sazî hebin û îmkan jî bên dayîn, mirov dikare xwe pêþ bêxe. Lê heval Esed tiþtekî te ji min re pir balkêþ bû : Tu dema du saetan bi kesekî re diaxivî te diazanî ji bo çi karekî dikare bi feydetir be. Ew hêza te ya teþxîsê ka kî ji bo çi û çawa dikare pêþ bikeve, ji min re balkêþ bû. Ji ber wê jî hingî an jî di wan salên ku hûn berpirsyar bûn kar û xebat pir pêþda çûn.

E. Çadircî: ( bi ken bersivê dide): Elbete evîna mirova ji bo karekî hema di hêz û çavên wan de jî tê xuyanê. Te bixwe jî pir hewil da ku karên baþ bikî. Îmkan jî îmkanên gelê Kurdin û keda me teva ne…

 

_ Kovara Huner û ew êdîtoriya wê ku bi pêþniyara we ez jêre hatim hilbijartin, boy min mîdaleke îftixarê bû. Ez wan roja qet ji bîr nakem. Ew îmkan bûn sedem ku ez rêyeke baþ li ber piyên xwe bibînin û pêþde biçim.

E.Çadircî: Raste … lê me xwest em karekî nû bikin û di kovara Huner de jî piþtre hat dîtin ku arþîveke dewlemend ji jiyan û fotoyên hunermendên mîna Kawîs Axa, Meryem Xan, Mihemed Arifê Cizîrî, Elî Merdan, Qadir Dîlan û… gelek kesên din hebû. Ev bitaybetî jî ji me Kurdên bakur re tiþtên nû bûn. Ji ber wê jî zû ji aliyê gel ve karên wiha dihatin þopandin. Gelek cara min li televzoyonê temaþe dikir û ew bernama Navdarên Kurd didît, tev bernamên xweþ bûn. Di halekî wiha de min di dilê xwe de digot:” welahî xuyaye ku me karekî baþ kir û hevalê Kakþar çûye TVyê û ewqasa berhem derxist, ewqasî bername çêkirin ku tev jî dimînin ji dîroka me re…”

 

_ Elbete ger piþtgîrî û îdeyên we nebûna, tehmûlkirin hingî hinekî ji min re zehmet bû…

E. Çadircî: … min rewþenbîrî û siyaseta partiyê zanîbû, Kurdînî tenê di bin sîya partîtiyê de nameþe, gerek em tiþtekî netewî bikin. Min ev rastî baþ dizanî. Ji bo vê meselê jî min xwest em hinek pêngavên nû hilînin. Nimune: Hingî hunermend Þivan Perwer hinekî aciz bû, lê ez bixwe çûm û pêre axivîm. Em bi dirêjî pêre axivîn û min jêre got:” Kek Þivan were nava vê hereketê jî, tu hunermendekî netewîyî, were cihê xwe bigire û qe nebe bila ev sarbûna di navbera me de ji holê rabe.” Elbete li derdora me jî, hinek hevalên me jî digotin: yaw… heval ev çiye, çawa dibe?”, lê me jî digot:” Hevalno ev insan insanên mene, inasnên Kurdin, em ji wan re bêjin dûr bikevin ji me, dujimin yê feydê bistîne û ev jî zirarê, çima karekî wiha çêbibe?... yanî feydê dostaniyê ji feydê dûrketina heta Kurdekî jî pir zêdetir e.” Ji mere di þert û mercên wiha de hesûdî û reqabeta ku li dijî berjewendiyên netewîye, zirarê tîne, feydê nade me. Lê hinek kes hebûn ku li dijî çalakiyên wiha bûn.

Weke din jî li ewropa çiqas rewþenbîr hebûn ez bixwe bi taybetî bi wan re eleqedar dibûm, diaxivîm, munaqþe û axaftinên dûr û dirêj di navbera me de çêdibûn. Çi îmkanên ku pêwîst jî bûn, diketin xizmeta wan. Lê tev ji ber evîna Kurdayetiyê bûn, mesela navê min an jî navê hevalekî din nebû, wezîfeyên me ew bûn ku di hemû waran de em yekîtiyekê di navbera hemû çînên civaka xwe de durist bikin. Daxwaza me tenê ew bû ku ji Kurdînyê re feydek hebe. Ew rewþenbîr bên û bi hevre bibin dengê gelê xwe. Xebatên kolektîv biken. Elbete bi van bîr û ramanên wiha re hingî li Ewropa gelek tiþtên baþ jî derketin holê. Di qadên hunerî, rewþenbîrî, nivîskarî û þêwekarî, yekîtiya ebûqat û mamostayan û gelek sazî hatin durist kirin. Rewþenbîra cihê xwe girtin û gelek kesan keda xwe jî dan, berhemên xurt derketin… rastî jî demeke serkeftî bû. Mesela romannivîsê Kurd birêz Mehmet Uzun jî hingî ji me dûr bû. Min bitaybetî du-sê rojên xwe dan û em bi hevre rûniþtin û pir axivîn. Me got ew insan nivîsakarekî baþ e, pênûsa xwe pir bihêze û di nava Kurd û biyanîyan de binav û deng jî bûye. Lê ger wisaye ev mirov çima ji me dûr bikeve?!! Me biryar da ku em pêre biaxivin û ew jî di nava bizava gelê xwe de cihekî bigire. Gel dixwaze wî jî di TVya xwe de bibîne, qet nebe sarbûn ji holê rabe. Berê ji me dûr bû, sar bû û hevalên me jî hinekî bi giranî diçûne ser û gelek tiþt li dijî wî digotin, lê me got:” wisa nabe, M.Uzun nivîsakarekî baþe, ewqas jî nav û dengê wî mezin bûye, çima sarbûn di navbera hereketa me û wî de çêbibe?! çima em ewqas li dijî herin ku bandora xwe li ser wî çêbike?” Belkî ji Kurdînyê re hinek tiþtên din yên hê baþtir bike, lê ew engel pêþberî wî digirin. Rastî jî bi van hîvî û daxwazan em hatin ba hev û ew sarbûna di navbera me de rabû. Mêrik di qada nivîskariyê de xwe îspat kiriye û karê xwe dizane. Ji bona wê jî du-sê roja em bihevre rabûn û rûniþtin û me munaqiþên dûr û dirêj kirin. Bes bo zanîna we: hingî jî hem ji derdora me û hem jî rewþenbîrên din jî ji bo karên wiha gelek li dijî min derketin. Elbete ew welatparêz û mirovên hêjane, lê kirin qêrîn û gotin:” tiþtekî wiha qet û ticarî nabe, eger tiþtekî wiha bibe em diçin mala xwe, tu tiþtekî gelek xerab dikî, nebaþe bo te jî bo partiyê jî…”. Baþ tê bîra min gelek zexta rûhî û derûnî hat ser min, lê min got:“ Ez tiþtekî guhdar nakem, çimkî tiþtekî baþe û emê ji hereketa xwe re bikin.” Rastî jî min bi van hemû astengiyan re xebateke wiha da meþandin û berhem jî piþtre xuyabû. Dema em bi rêzdar M. Uzun re axivîn ew jî gelek bi têgihîþtinî nêzîk bû. Di dawî de ew sarbûn ji holê rabû, dostanî gelekî pêþ ket, hat Med Tv û di çendîn programên baþ de beþdarî kir. Ji bo diyaloga aþtiya ya di navbera Kurd û Tirkan de gelek hewil dan û ji çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aþtiyane pir têkoþan kir. Ji bo hereketa me jî çi ji destê wî hat xwest bike û hewldanên wî netîce jî da. Di dawiyê da ji van dostanî û diyaloga di navebera me û wan de tiþên baþ ji gelê Kurd re derketin.

Ti bixwe jî dizanî hingî gelek hunermend jî hebûn ku li vira naxwazim navê wan bînim, me digot bila werin û wek hunermend xwe îfade biken, ew îmkanên partiyê ne îmkanên babê kesîne, îmanên gelê mene, îmkanên þehîdên mene û ger hunera wan heye bila werin bi îmkanên partiyê û gel xwe pêþ bêxin. Birastî jî me hinek îmkan dan û ew jî hatin û pir jî pêþde çûn. Ger ne wisa bûya niha ew li dûrî hereketê diman û kî dizane belkî di kuþekê de diman û kî dizane li kû dimirin û xelas dibûn. Lê niha bûne navdar û qimetê wan li her çar perçên Kurdistanê tê zanîn. Yanî çima ez dixwazim vê bêjim, çimkî birastî nêzîkbûneke fireh lazime, dema ku nêzîkbûn teng be mirov nikare hem ji hereketê û hem jî ji Kurdîniyê re karekî bike. Jiyan jî bi nêrînên teng nikare dewama xwe bike. Min li bakur di nava partiyekê da karên wiha kirin û li Ewropa jî di nava parçên din de bû, kongira netewî ji her çar perça bû û nunertiya hemû Kurda îfade dikir. Yanî me xwest armancên netewî di çarçova KNKê de bi dest bêxîn, lê ne ji bo partiyeke taybet belkî ji hemû gelê Kurdistanê re. Elbete niha jî gere hemû tiþt û ji her hêlê ve netewî be. Ne tenê di qadên hunerî, siyasî û rewþenbîrî de, belkî di qadên leþkerî û siyasî û hema di her hêlê de gereke armanc û karên me netewî û çarperçeyî bin. Yanî her tiþtê ku di berjewendiya gelê Kurd de be, gereke em bêxin piratîkê û piraktîze bikin û li ser vê bingehê em van armancên han bêxîn pêþ. Elbete ji destpêka hereketê heya niha serok Öcalan xwedî nêrîn û nêzîkbûneke wiha ye. Yanî yekîtiyeke netewî li pêþiya hemû tiþtekî ye. Ji destpêkê gav bi gav ev îdeyên wiha di hereketê de kirin hakim û meþandin. Yên ku ji van armancên serok baþ fam kirin, ev tiþt ji xwe re kirin kar û li gor vê siyasetê gavên baþ avêtin, netîce jî standin. Lê hinek jî elbete hebûn ku ev armancên serok tehemûl nedikirin, hêriþ dianîn, bi awayekî berfireh nêzîkî ramanên wî nedibûn an jî perçetî dikirin. Elbete kesên wiha netîce jî negirtin.

Li ser vê esasê ez pir xebtîm ku ramanên serokatiyê û partiyê di piratîkê de jî cî bi cî bikim.

 

_ Di kar û xebata we de ez hertim serkeftinê dixwazim…

E. Çadircî: Sipas bo we jî. Hîvîdarim ku em tev di xizmeta doza gelê xwe de bin. Serkeftin ji were jî.

 

1.    Benavok gundekî qeza Þemzînan li wilayeta Colemêrgê. Dikeve herêma ku eþîrtea Gerdî têda dijîn.

2.    Bestler an jî Besta: Herêmek li Botanê û herwiha navê gundekî li nêzî Silopî.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org