|
Çima NAVDARÊN KURD?!
Kakþar
Oremar, Kakshar_oremar@yahoo.de
vê
gotinê mafê me zarokên malê tunebû ku bi dengekî bilind biaxivîn.
Dayik û bav heya saniyên dawiyê li ber radioyê ranedibûn. Carna jî ji
mere digotin:” Ha werin guhdar biken ka dengê Hesen Cizîrî, Nesrîn
Þêrwan, Aslîka Qadir xweþtire an dengê Hayêdê, Googooþ û Cemal
Wefayî?(1) Li wira bû ku min dengbêj, rewþenbîr û hunermendên
Kurd naskirin. Bi rêya þanoyên radioyê çîroka serhildanên: Kela
Dim-Dim, Simkoyê Þikak, Þêx Seîdê Pîran, Êhsan Nûrîpaþa û yên
din rêya jiyana me hemû endamên malbatê ber bi aliyekî din ve vegûhazt.
Carna di kilasên dersxwîndinê da yek radibû û digot:” Em Fars
xwediyê Hafizê Þîrazî, Xeyam, Ebulqasim Firdusî…ne”. Min mîna
Kurdekî hiss dikir ku di vê hêlê da me Kurda kî heye ku mîna Hafizê
Þîrazî mezin be?... belê hingî min nedizanî, lê piþtre dema Kurd bêtir
hatin naskirin min jî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê
Koyî naskirin ku ji mêjda bû tovê evîna Kurdayetiyê li ser axa dilê
hemû evîndarên doza Kurdistanê reþandibûn. Çiqas
ku sal derbas dibûn min bi rêya xwîndina jiyannameya kesayetî û bihîstina
dengê hunermend û kesayetiyên Kurd zêdetir welatê xwe jî nas dikir.
Gelê ku bêdewlet, bêstar û bêxwedî bû, lê navdarên wan her yekî bi
rêyekî bi dengekî bilind diqêriyan ku:” Em hene, çimkî bav û kalên
me serê xwe li ber dagirkeran netewandiye…” Dema
ku min dest bikarê rojnamevaniyê kir, armanca min ya herî mezin ew bû ku
bi rêya naskirin û nasandina kesayetiyên Kurd nivþê nû jî baþtir bi
rastiyekê bihesînim: Di vê sedsalê da êdî cîhan pir biçûk bûye.
Netewa ku ji nasnama xwe xwedî dernekeve bi fenabûnê re rû bi rû dimîne.
Lê ger kesek bigehe wê pileya baweriyê ku xwedî esaleteke dîrokîye û
ji gelên din jî ne kêmtire, hingî dikare zindî bimîne. Carna
ez li ser kesayetiyên ku xizmeteke mezin kirine û di halê jiyanê da nînin
tiþtekî dinivîsim an jî di TVyê da progaramekê jêre durist dikim.
Gelek kes pêþwaziyek germ, lê mixabin hinek kesên ku ji xwe re rewþenbîr!!
jî dibêjin bi van gotinan bersivê didin:”… yaw çiye tu ketî pey
miriyên goristanên Kurdistanê?!!...ma ewê carene din zindî bibin?”
û bêhurmetiyê bi nav û keda wan kesan dikin yên ku ger ked û xebata
wan nebûya îro wan jî zimandirêjî nedikirin. Ji hêlekê evîna Seyîd Riza Dêrsimî, Mazlum Dogan, Mistefa Barzanî, Xalidê Cibrî, Qedemxêra Lek, Pêþewa Qazî Mihemed, Dr. Fûad, Simkoyê Þikak, Þêx Mehmûdê Berzencî, Dr. Nûrî Dêrsimî, Silêman Moînî, Egîd û hwd…ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê û ji hêla din jî deng û awazên Þeroyê Biro, Arifê Cizîrî, Eyþe Þan, Meryem Xan, Nesrîn Þêrwan, Merziye Rezazî, Mihemed Mamlê, Hesen Cizîrî, Eyaz Zaxoyî, Gulbihar, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek û bi sedan kesên din ji bo ziman û strana Kurdî ew rêya paqij li pêþberî min vekirîtir kir ku bi çavekî vekirîtir li ser bimeþim. Ji ber wê jî dibêjim: Navdarên Kurd yanî nasnameya Kurd. (1)
Stranbêjên Îranî ku bi zimanê Farsî distrin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org