|
Zulfa
Talê: Dayika Hunermend Dilovan wefat kir Kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Zulfa
Talê hevsera dengbêjê navdarê Reþîd Baso: (1. Agust 1926_ 12. Nîsan
04.2006 Almaniya) û dayika hunemedend Dilovan roja þeva yekþemiyê 8ê
Sibatê di temenê 81 saliyê da wefat kir. Sala 1946an bi dengbêj Reþîdê
Baso re zawicî û bûn xwediyê 2 kur û 5 keçan. Zulfa
Talê ji gundê Keleþbegê yê girêdayî navça Talînê li Ermenistanê
bû û bi esila xwe ji bakurê Kurdistanê ne. Zulfa Talê sala
1928an li gundê Keleþbegê di nava malbateke Kurdên Êzidî da hatibû
dinê. Di
van salên dawiyê da ew bi malbata xwe ra hatin Ewropa û li welatê
Almaniya akincî bûn.
Piþtî
wefata dengbêj Reþîdê Baso ew li cem kurê xwe hunemend Dilovan dima.
Hesreta wê ew bû ku careke din vegere cem xizim û kesên xwe û li xerîbiyê
nemîne. Êþa wê jî weke gelek dayikên Kurd dûrîketina ji zarên xwe
û ji miroivên xwe bû. Tevî ku nexwende bû lê pir li ser aþitî û
civakeke tejî tenahî bi îsrar bû. Ev taybetmendiyên wê di danûstandinên
wê yên bi gundî, cîran, bûk û endamên din yên malbatê ra jî hebûn. Wê
di temenê xwe yê tejî zehmetî û jiyana dûrî Kurdistanê 6 zarok
perwerde kirin û dayikeke pir dilovan, xwedî çandeke kudewarî, bi rehim
û pir jî milethez bû. Bi taybetî jî bi insanên derdora xwe ra baþ
derbas dikir. Roja
înê 13ê sibatê demjimêr 12 bi çaxê navenda Ewropa ewê li gorsitana
Êzdiya li bajarê Bielefeldê bi merasimekê li kêleka hevserê xwe Reþîdê
Baso û Kurê xwe David Baso bê veþartin. Bela
serê hemû endamên malbata dayika me Zulfa Talê û bi taybetî jî
hunermendê me yê hezkirî Dilovan sax be. 10.
02. 2009 Almaniya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org