|
Dema
Wêne Dipeyvin, ….
Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de Her
fotoyek xwedî çîrokekê ye. Fotoyên me Kurda bi piranî xwedî çîrokeke
xemgîn û etmosfêrekî tirajêdîkin. Rojekê wêne li Sine, Urmiye, Helebçe
û Mehabadê dipeyvin û rojekê jî li Batman, Gever, Agirî, Amûdê, Cizîr
û Wanê rezaleta Kurdan ya ji destê dagirkerên Kurdistanê radixin ber çavan. Rojnameya
Wall Street Journal roja 2ê Decemberê xeberekî pir balkêþ di
nava cîhanê da belav kir ku tîraja firotina wê jî bire serî. Xeber bi
zimanê Ingilîzî wiha bû: “A
Chilling Photograph's Hidden History Twenty-six
years ago, a picture of an execution in Iran won the Pulitzer Prize. But the
man who took it remained anonymous. Until now. Rojek
ji rojên dawiya bihara sala 1979an(27. Augostê) bajarê Senendec(Sine) li
Rojhilatê Kurdistanê þahidê cinayeteke dîrokî bû. Yazde kes ji têkoþerên
Kurd piþtî mehkemekirinê di bin çavdêriya Qesabê Kurdistanê(Sadiq
Xelxalî) hatin gulebarankirin. Foto xweþ û þefaf diaxivin. Ji ber wê jî
ez zêde li ser hovîtiya karê rayedarên komara îslamî nasekinim ka çawa
li dijî azadîxwazan xwedî helwestek nemirovane bûne.
”
Piþtî destpêka serhildan û þerê li Kurdistana Îranê weke wênegirê
rojnama Îtlaat bi “ Xelîl Behramî” re çûme herêmê. Wisa xuya bû
ku Xelîl Behramî li cem Sadiq Xelxalî xwedî cihê baweriyê bû. Di
rastiya xwe da em bi izina Sadiq Xelxalî çûne wê deþta ku destûra îdamê
li wira dihat cî bi cîkirin…”. Cihangîr
Rezmî di wê roja bixwîn da bi ser hev da 70 fotoyan digire ku piþtre
tevan li beyin dibe lê tenê kantekta wan li cem xwe dihêle ku niha 27 ji
wan di malpera Wall Street Journal da hatine weþandin. Li
fotoyan binêrin: http://online.wsj.com/public/resources/documents/info-iranpics0611.html „Mihemed
Heyderî“ êdîtorê
rojnama Îtlaat ji tirsa wê hindê ku bo xeberhinêrê wan ti pirsgirêk
çênebin navê Cihangîr Rezmî li jêr foto radike, lê fotoyê navbirî bênav
di rûpelê rojnama Îtlaat ya roja sêþemê 6ê þehrîwera sala 1358a þemsî
da dide weþandin. Piþtre
„Sacid Rîzevî“ berpisê bîroya United press li Tehranê
wî fotoyî ji rojnama Îtlaatê dikire û di cîhanê da dide weþandin. Piþtre
„ Lary Dusantes“ birêveberê bilindê United Press bi heceta wê
hindê ku foto ji aliyê wênegirekî ajansa wan ve hatiye girtin wî bi navê
United Press ji bo xelata Pulitzer dike namzed(kandît) ku bi
dengê piraniya endamên jorî yên Pulitzer weke baþtirîn fotoyê
nûçeyî(ragehandinê) di sala 1980an da tê hilbijartin. Salên
piþtre Cihangîr Rezmî ji ber kiþandina fotoyekî wiha çend caran ji
aliyê berpirsên îstixbarata dewlta Îranê bi pirsgirêkan re rû bi rû
dimîne, lê çimkî ji aliyê Xelxalî izna karekî wiha jêre hatibû
dayîn xwe ji destê wan rizgar dike, lê dîsa jî navê wênegir di nava
raya giþtî da veþartî dimîne. Di heman demê da foto ne tenê digehe þuhreteke
cîhanî belkî mîna sembola xebata gelên Îranê li dijî hakimiyeta
komara Îslamî û weke nîþanek ji tund û tîjiyên rejîma desthilatdar
li her derê belav dibe. Xelata
hatî dayîn wiha bêxwedî dimîne bi awayekî ku hinek kes dibêjin ya Kawe
Gulistan e û piþtî mirina Kawe li baþûrê Kurdistanê bi
destxistina xelata Pulitzer jî li pey raporta BBC weke îftixareke
jiyana wî li rex karên wî yên din tê weþandin. Ji
bo dîtina hevpeyvîna bi JOSHUA PRAGER(rojnamevanê Wall Street
Journal) linka jêr bitikînin: http://online.wsj.com/public/page/8_0004.html Bi
weþandina fotoyên Cihangîr Rezmî ji hezaran cinayetên komara Îslamî
yeke din jî hat eþkera kirin. Xuziya
bi wê rojê ku partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi çêkirina
hevgirtinekê li dora hev kom bibin û toleya pêþmerge û têkoþerên
Kurd bistînin.(2)
1.
Coxêyê Ateþ: Ew leþker an jî eskerên ku li hemberî mirov an jî
koma tawanbaran disekinin û bi destûra fermandarê xwe wan tîrbaran
dikin. 2.
Jêder
û çavkanî: Malpera rojnameya Wall Street Journal.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org