Demokrasî,
Aþtîxwazî, Mirovhezî û Helwestên Kurdistanî di Raman û Gotinên
Pêþewa Qazî Mihemed de

Ji bo bîranîna salroja þehîdkirina Pêþewa
Qazî Mihemed û hevalên wî: Mihabad 31.03.1947
Kakþar
OREMAR, navdarenkurd@hotmail.com
21.01.003 Almaniya
Di dîroka siyasî- civakî ya hemû neteweyên cîhanê
de serok û rêber di hemû waran de him dikarin rolên baþ(pozîtîv) û him jî
rolên neqenc(nigatîv) bilîzin. Di vî warî de bi taybetî xebat û helwesta
siyasî ji aliyê serokê þoreþekê ve di deravên teng û tejî asteng de
dikare serxwebûna neteweyekê dabîn bike û dengê doza wê bigehîne hemû cîhanê.
Bo nimûne: Ger fîdakarî û dûrbînîyên Mahatma
Gandî nebûna yê gelek salên dûr û dirêj gelê Hindistanê di bin mêtîngeriya
Inglîzan de jiyanek bêqeder û tejî sivkatî derbas bikira. Wî heya dawiyê
awayê jiyaneke bêgirêdan bi hêzên dagirker re, bi serbilindî ji xwe re
hilbijart û ticarî xwe ji gelê xwe yê hejar dûr nexist. Mahatma Gandî bi
gel re jiya û di nava wan de jî þehîd bû. Ji bona wê jî bîr û ramanên
Mahatma Gandî hê jî mîna ayetên Qûranê di nava hizr û xwîna hemû
neteweyên azadîxwaz de xwedî rûmeteke bilind in. Gandî ji nifþên piþtî
xwe re jî bû rêberekî nimûne û cîhana azadîxwazan ticarî nikare wî ji
bîr bike.
Di nava Kurdan de jî rêberên canfîda ku heta rijandina dilopa xwîna xwe ya
dawiyê, qedera xwe ji ya gelê Kurd cuda nekirin, çend kes hene, ku pêwîste
qet neyên ji bîrkirin.
Netewa Kurd pêwîste bi Pêþewayê xwe Qazî
Mihemedê þehîd, serbilind be, ku ji ber bîr û ramanên xwe yên demokratîk
û azadîxwaziyê bi navê Mahatma Gandîyê
Rojhilata Navîn hatiye binav kirin. Ew bi hemû awayan qet ji gel û civaka
xwe dûr neket, ji wan re xebitî û bi serfirazî canê xwe jî di rêya xwezîyên
netewa Kurd de fîda kir.
Di van 20 salên dawiyê de ku rejîma Padiþahî
li Îranê hilweþiya, di arþîvên 70 salên bûyerên bihûrî yên Îranê
de, di derheqa Kurdan de jî gelek belge û dokoment derketin. Parek ji wan
belgeyan jî di derbarê komara Kurdistanê de ne, ku di sala 1946an de li
Rojhilatê Kurdistanê û di bin serokatiya Pêþewa Qazî Mihemed de pêkhat.
Çend sal berî pêkhatina dewleta Kurdî û di
salek çaxê desthilatdariya serokkomar Qazî Mihemed de, gelek nivîskar,
siyasetmedar û rojnamevanên Îranî û biyanî hatibûn herêma Kurdistanê û
ji nêz ve bi serokkomar û karbidestên din yên dewleta Kurdan re hevdîtin û
hevpeyvîn pêkanîbûn.
Armanca min ji vê nivîsê ew e, bi xwendevanan
bidim selmandin, ku serokê Kurd Pêþewa Qazî Mihemed di hemû hevdîtin û
gotûbêjên rojnamegerî de bi cesareteke mezin daxwazên gelê xwe ku xwedî
mafê wekheviyê mîna gelên serdest(Tirk, Ereb, Faris) be, tîne ser ziman.
Herwiha ew ji hemû gelên bindest re azadî û ji Kurdan re jî di çarçova Îraneke
demokratîk de diyarkirina qedera siyasî, dawa dike.
Bêtir ji hemû rojnameyan, rojnama "
Kurdistan " ku ji serdema komara Kurdistan heya roja îro mîna organ
an jî belavkera ramanên Hizbî Demokratî Kurdistan, hatiye weþandin û hên
jî ji aliyê vê bizava Kurdistanî ve tê belavkirin, ramanên Pêþewa yên
azadîxwaziyê dane xuyakirin. Di etmosfêra coxrafiyek biçûk de, ku dewletek
demokratîk hatibû damezrandin, fikir û hizrên azadîxwaziyê dilê mêtîngeran
yê tirsinok û lerzok dilerzand. Sedem jî ew bû, ku ramanên azadîxwaziyê
li dijî berjewendiyên wan kedxwaran bûn, ku ji gelên bêmaf û hejar re ti rûmet
nedigirtin. Ji bîr neken ku ramanên wiha paqij û bihagiran di Kurdistana 60
sal berî niha de text û payê Þahên xulamok lerizandin. Þahên ku bi
hevkariya hêzên biyanî ji pileya serleþkeriyê di þevekê de, rêya sed
salan pîvan û bûn Þahenþahên xwedî tac û text!!!.
Pêþewa
û Daxzawa Yekgirtinê bi Hêzên Azadîxwaz re
Di telegrafekê de ku rojnama Kurdistan hejmara 85an li Septembera 1946an de weþandiye,
Pêþewa Qazî Mihemed ji serokên partiyên azadîxwaz li Îranê wiha daxwaza
hevgirtinê dike:
"
Tehran_ Birêz Qewam(el Seltene) serokê Hizba Dêmokrata Îranê, birêz Dr. Kiþawerz
serokê Hizba Todeya Îranê, birêz Salih serokê Hizba Îran, Tebrêz_ Birêz
Pîþewerî serokê Firqa Dêmokrata Azerbayicanê, Tehran_ Birêz Padgan
berdevkê bilind ê Firqeya Dêmokrata Azerbayican:
Birêz
û hurmet ve Hizba Dêmokrata Kurdistanê amadebûna xwe ji bo hevgirtinê di
gel partiyên azadîxwaz( Dêmokrata Îran, Todeya Îran, Dêmokrata
Azerbayican, Hizba Îranê) radigehîne û ez vê hevgirtinê bi sedema bextewerî
û mezinbûna miletê Îranê dizanim û ji bona wê jî birêz Sedrî Qazî ji
aliyê Hizba Dêmokrata Kurdistanê ve ji bo gotûbêjên pêwîst û îmzakirina
îtilafname(nameya hevgirtinê) mîna nûnerê xwe didim nasandin.

Serokê
Hizbî Dêmokratî Kurdistan
- Mihemed Qazî ".
Ev telegrafa kurt, bi naveroka xwe ya tejî evîna
biratîya ji bo hemû gelên Îranê, ji me re dide xuyakirin, ku serokê Kurd
Qazî Mihemed ne tenê ji bo gelê Kurd, belkî ji bo hemû neteweyên di nava sînorên
Îranê de, di bin siya hevgirtineke bihêz de, dawa mafê wekhevî û
bexteweriyê dike. Li gor ramanên wî tenê yekîtî ye, ku dikare eniyeke bihêz
li hemberî hêzên mêtînger pêkbîne.
Gelo mirov dikare bipirse: Ger tenê Ceifer
Pîþewerî bi daxwazeke paqij bersiva vê xwesteka dîrokî ya Pêþewa
bida, yê dîsan jî qedera her du komarên Kurdistan û Azerbayicanê wiha bi
dawî bibûya?
Hevpeyvîna Rojnameya " Rehber " bi Pêþewa re li Tehranê
Dema ku Pêþewa Qazî Mihemed ji bo hevdîtinan bi dewleta navendî ya Îranê
re diçe Tehranê, Qorêyþî, rojnamevankî rojnama bi navê "Rehber", diçe dîtina wî û wiha dinivîse:
" Cenabê Qazî Mihemed qutik û þelwarekî
sade di ber de bû û gelek þermok(mehcub), bi wîqar û bi ûbohet dihat dîtin,
çend kesên xwedî nav û gir-girên Kurd ku di wê rûniþtinê de amadebûn,
hurmeteke pir zêde ji serokê Hizbî Dêmokratî Kurdistan re digirtin. Cenabê
Qazî piþtî ku ji daxwaza me ya ji bo hevpeyvînê ji aliyê Rehber ve agehdar
bûn, pir bi razîbûn û daxwaza dilê xwe amadebûn ku bersiva pirsiyarên me
bidin. Bersivên wî kurt û kin, vekirî û ji rûyê îman(bawerî) û hemû hêza
dilê wî ve bûn:
Pirs: Herêm û sînorê niha yê xebata Hizbî Dêmokratî Kurdistan heya kû
diçe?
Bersiv: Herêma di jêr desthilatdariya partiyekê de, ku di nava
civakeke gelek zêde û berfireh de belav bûye, zehmet e bê xuyanîkirin. Lê
xebata me rasterast Kurdên derdora Mako, Þapor, Xoy, Rizayîye(Urimiye), Þino,
Sindus, Seqiz û Serdeþtê digire nava xwe, ku nêzî heftsed-heyþtsed hezar
kes in û HDK þehrezayî û rêbertiyê jêre dike.
Pirs:
Hinek behsa pêþî(sabiqe) û dîroka doza xwe bikin.
Bersiv: Hizbî Dêmokrtî Kurdistan destpêka xwe ji zulm û nerazîbûna
berê û kevin ve ye, herçend pêþîna(sabiqa) wê pir e, lê ji neh mehan û
pêve dest bi kar û xebata piratîkê kiriye(Komîta Hizbê li Mihabadê ye).
Destpêkirina çalakiyên partiya me, anîna reaksiyona zêde ye bo ser dewletên
paþverû, ku berî dewleta niha li ser kar bûn û dixwestin bi hemû hêzên
alîgirên azadî û serxwebûna Îranê re dijayetiyê bikin.
Pirs: Çi kar û xebat heya niha li wê herêm û cihê we hatine kirin?
Bersiv: Karekî herî mezin ku bizava me li herêma di bin
desthilatdariya xwe de kiriye, çêkirina ruhekî bi semîmiyet û yekîtiyeke bênimûne
ye di navbera çend sedhezar kes birayên we yên Îranî de. Asayiþ û aramiya
ku di wê herêmê de heye, qet nebûye û gelê me ji aliyê xwe ve di çêkirin
û destveanîneke bi þeref de, di parastiana heysiyeta miletê Îranê de gelek
þakar kirine. Di gel ew çax û dema kurt û kêm de û nebûna amrazên çêkirina
rêyan, damezirandina xwendegehan, damezrandina weþanxane(çapxane) û
belavkirina rojname û kovar û terbiyetkirina siyasî û leþkirî, civatek pir
ji Kurdên hevwelatîyên we, ber bi pêþkeftinê ve meþiyane.
Pirs: Haya te ji Kurdên baþûr(1) ku rasterast di bin desthilatdariya we ya
meinewî de nîne, heye?
Bersiv: Li wan deveran pêþiya hemû cure pêþkeftinên dêmokratîk
hatiye girtin, lê em dizanîn li hemû ciyekî, hemû Kurdên ku zor û zulm li
wan tê kirin û herwiha hemû evîndarên azadiyê, alîgirên bizav û þoreþa
me ya pêþverû ne.
Pirs: Rewþa niha ya Kurdên cîhanê ji me re þirove bike.
Bersiv: Ji xeynî Kurdên rûniþtivan li Îranê, nêzî du miliyon û nîv(2500000)
li Tirkiya(Kurdistana Bakur) dijîn. Ji þêweya bizav û reftara niha ya
dewleta Tirkiyê nisbet bi Kurdên rûniþtî li wira, agahiyeke min tineye, lê
beriya vê wan ew(Kurd) dikuþtin û ji wan re azar û nerihetî çêdikirin. Û
ev jî ku dewleta Tirkiya îdia dike ku" pirsgirêka Kurdî di wî welatî
de çareser kiriye" ji aliyê min ve nayê pejirandin(ez qebûl nakim).
Meger ku li ba me wa be, ku ew çareserkirine bi awayê bikaranîna zexteke
giran û di sekinandina xwezîyên wan yên neteweyî de çêbibe... Ji xeynî wê
jî nêzî milyonek û dused hizar Kurdên din jî li Îraqê dijîn.
Kiryar û bizava dewleta Îraqê jî di gel wan de, ji reva bi komel(kom)
ya Kurdên Îraqê ber bi herêm û navçeyên di bin desthilatdariya bizava me
ya dêmokratîk de, eþkera dibe û derdikeve. Lê divê bêjim ku dewleta
Firansê di gel heftsed hizar Kurdên ku li Sûriya dijîn, baþ bûye.(2)
Pirs: Çi pêywendiyek meinewî di navbera bizava Kurdistan û Azerbayicanê de
heye?
Bersiv: Em herdu alî ji bo armancekê ku azadî û serxwebûna rastîn
û heqîqiya Îranê ye, dixebitîn.
Pirs: Dibe(mûmkine) me ji hevdîtinên Tehran û ji naveroka wan ya giþtî
agehdar bikî?
Bersiv: Min çend rûniþtin bi rêzdar Muzefer Fîroz berdevkê siyasî
yê birêz Qewam el Seltene (serokwezîr) û birêz serleþkir Rezimara re û du
car bi cenabê serokwezîr re min hevdîtin çêkiriye. Min dîtina birêz
serokwezîr gelek bi baþî û niyetek paqij dîtiye. Mixabin astengiya ku gotûbêja
me paþ xist, nexweþiya cenbê Qewam el Seltene bû, ji Xwedê daxwazkar im, ku
zûtir çê bibe heta ku hevdîtin bi xêr û xweþî û li ser qazancên azadiyê
bi dawî bên.
Pirs: Aya di vê navê de çawaniya helwest û reftara paþverûyan nayê ber çav
û pêwîstî bi þiyarbûnê tuneye?
Bersiv: Dema ku îradeya gel û dewletekê di karekî durist û baþ de
bikeve ser rê, ti tiþtek nikare pêþyê jê bigire. Ez paþerojek gelek baþ
pêþbînî dikim û hîvîdar im dewleta navendî bikare dêmokrasiyê di nava
hemû Îranê de, belav bike.
Pirs: Xebata demokratîk a Kurdistanê heya çi pîvanekê hevkariya demokrasiyê
ji bo paþeroja Îranê dide?
Bersiv: Doza me ji azadîxwazên Tehranê ve îlhama xwe bi dest xist.
Helbestvanekî me yê milî û bi nav û deng heye bi navê Hejar ku qesîdeyeke wî jî di rojnameya Rehber de hatibû weþandin.
Di vê qesîdê de wî gotiye" Ême
be þimþîr(þemþîr) ewan be qelem"(3), ez vê axiftinê wiha
beyan dikim ku pênûsê we li Tehranê karê sed þûrên(þemþîrên) me di
herêma me de kir. Netewa me bi piranî bi dil di gel þoreþa azadîxwaza Îranê
de ye. Rojnameyên azadîxwaz li Tehranê bi þaþî dixwînin û tif û
leinetan li rojnameya paþverû û kevneperest dikin.
Pirs: Di van mehên dawiyê de di navbera dewleta navendî û bizava Kurdistanê
de astengek wiha hebû ku nehêle her du alî ji hev nêzîk bibin û rêk
bikevin an ne?
Bersiv: Beriya dewleta rêzdar Qewam el Seltene ev cure astengane pir bûn,
lê piþtî wê ku ev dewlet hat ser kar, dewleta navendî hewil û têkoþan ji
bo pêkhatin û aþtiyê da.
Pirs: Çima Firansî gelek eleqê li hemberî pirsgirêka Kurd nîþan didin û
aya ev xeberê peyamhinêrê Firansî ku ji zimanê te gotiye:" Em her çi
dema ku keyfa me bixwaze, dikarin Kirmaþanê bêxîn jêr destê xwe"
raste an ne?
Bersiv: Ez di wê baweriyê de me, ku Firansiyan, bi Kurdan re xwedî dîtinek
xirab nînin, li Sûriyê bi qasî ku ji destê wan hatibe, hevkariya Kurdan
kirine. Li ser xeberekî peyamhinêrê Firansa ku ji zimanê min ve gotiye,
hewil ew e, ku ev gotin bi dema niha ve, ku em alîgirê vê hindê ne pirsgirêk
bi awayekî aþtiyane çareser bibe, girêdayî nîne. Ya duduyan jî ev e, ku
armanc di destgirtinek talankerane û impiryalîstî de nebûye, belkî niyet
azadkirina parek li hevwelatî û hevkariyek zêdetir ji bo azadiya hemû Îranê
bûye û dîsan jî dibêjim ku dewleta niha dîtinên wiha ku yên çaxê
dewletên paþverûyên berê ne, ji nav dibe(4)".
Pêþewa Qazî weke ku ji hevpeyvîna wî ya bi
rojnama Rehber re tê xuyakirin, mirovekî bi cesaret û netirs bûye. Li Tehranê
bi hebûna hemû metirsiyan, dîtinên xwe dide xuyakirin û hertim jî alîgirê
pêkhatineke bêþer û xwînrijandinê ye. Haya wî ji rewþa siyasî ya herêma
wî, Îran û cihanê heye. Ew baþ dizane, ku dagîrkerên welatê wî tev paþverû
û desthilatdarên bê menitiq in, ku karê herî hêsan ji wan re kuþtin,
talankirin û wêrankirina Kurdistanê ye. Ji bona wê jî pir bi pîvanên
siyasî diaxive.
Bi xwebawerî, Riha bilind a Berxwedanê û Dîroka Serhildanên Kurdistanê
di axftinên Pêþewa de:
Him di çaxê serokkomariyê de, him berî wê û him jî di çaxê mehkemekirinê
de, Qazî Mihemed li gor gotina dost û dijiminan mirovekî aram, zana,
siyasetmedar û ji hemû tiþtekî girîngtir mirovekî netirs û pir bi cesaret
bû, ku ti caran nehiþtiye dagirkerên welatê wî, netewa Kurd tehqîr bikin
an jî di girantirîn mercên mehkemekirinê de di rêya wî de sivkatiyê bi
gelê Kurd bikin. Li ser van taybetmendiyên wî yên girîng dayika Kurd Mîna
Qazî gelek xalên girîng bi bîra me tîne, ku di hevpeyvîna min ya dirêj pêre,
hatine weþandin.
Rojnameya Kurdistan di hejmara xwe ya 47an de behsa
wê rojê dike, ku hezretê Pêþewa û nemir Hacî Seyîd Baba Þêx ji
paytexta komara Azerbayicanê(Tebrêz) vegeriyabûn Mihabadê û di salona encûmena
çandî ya berpirsyarên Hizbî Dêmokratî Kurdistan de ji wan re wiha axivîye:
" Dujminên Kurdan wisa belav dikirin, ku ji
dewleta Kurdistanê re esas û bingehek tuneye û bi çûyîna Hêza Sor, têk
diçe. Derewbûna vê îdiayê û van gotinên vala û pûç, zû hate cî û
Kurdan zû îmtihana xwe dan. Di van çend rojan de ku artêþa Sor axa Îranê
terikand, sed caran zêdetir ji berê Kurd ketine liv û lebatê û bi hezaran
kesên canfîda li sînorê Kurdistanê amade ne, ku heta dilopa xwîna xwe ya
dawiyê jî, di rêya Kurdistanê de birêjin. Êca divê vê carê ew dijimin
çi bêjin!?, divê ji wan re eþkera bibe, ku ger zû mafê Kurdan neden, bi
zora silahê emê mafê xwe bistînin. Lê tenê rawestana me di vê rojê de ji
bo wê hindê ye, ku mafê me bêgêre(problêm) û bi awayê aþtîyane bê dayîn
û em hez nakin ku dubare di cîhanê de agirê þer pêxin. Îro ne tenê hêsane
ku Kurd dikare mafê xwe ji Îranê bistîne, belkî dikare mafê xwe ji dinyayê
jî bistîne.
Herçend pêwîst nake ku ez behsa fîdakariya
neteweya Kurd di dinê de bikim, çimkî cihê înkarkirina dost û neyaran nîne.
Xîret, mêranî û canbaziyên vê neteweya necîb di cîhanê de hatine
selmandin. Di þerê berê de Þêx Seîd
û Þêx Ebdulqadir ku çend salan ji bo bidestxistina serxwebûnê bi
Tirkan re þer kirin, ger destê kedxwaran(mêtîngeran) hevkariya Tirkan
nekira, Kurdan mafê xwe yê meþirû bi dest dixist.
Dîsa þerê Barzan
yê teze(nû), ger destê mêtîngeran hevkarî nedaba Îraqê, hêza Barzan yê
bi hêsanî pîroz bibûya û digehiþtin xweziya xwe ku serxwebûna Kurdistanê
ye.
Herwiha serhildana Simaîl Axa(Simkoyê Þikak), ger dîsa destê mêtîngeran
hevkariya Îranê nekira, hêza Îranê nedikarî li hemberî Simaîl Axa li
berxwe bide. Simaîl Axa digot:" Ger tenê bi min re eþîreta Celalîya hebe, ezê pir bi hêsanî
bikarim leþkerê Îranê têkbiþkînim û netewa Kurd rizgar bikim".
Di halekî de ku îro yekitîya Kurd ji Celalîyan
ra heya Þikak û Herkî û Zerza, Mameþ, Mengur û Pîran û hemû eþîretên
derdora Mihabadê, pêkhatiye û êla qehremana Barzanî jî bi mere ne û Kurdên
baþûr li Kirmaþan û Sine jî û di dawiyê de hemû hêzên Kurdewarî piþtîvanên
me ne, bi me re ne û bi me re yekdeng in. Aya bi vî awayî em çawa li dijî
dujiminên xwe pîroz nabin!?.
Îro dewleta milî ya Kurdistanê pir bi hêz e û
heya berî çend roj pêþiya vê ku leþkerê Sor
li Îranê bû, meimorên Îranî dihatin di nava me de birayê me digirtin, lê
me nedikarî bêjin çima digirî û li ser çi sûçekê davêjî girtîgehê.
Lê berevajî wê rojê, niha berdevkê Kurd li Tehran bi serbestî îdiaya
azadiya Kurdan dike û hîvîdar im êdî dinya ji vê zêdetir çavên xwe
negire û mafê me bidene destê me bixwe û ji ber wê hindê ku em hez nakin
þer bikin û birayên Îranî ku bi zorê û ji rûyê neçariyê anîne li
hemberî me sekinandine(ragirtine), bikujin. Niha me berdevkê xwe þandiye
Tehranê daku bêþer mafê me bidene destê me bixwe û pêwîste vê yekê
bizanin, ku îro yekîtiya Kurdan bi neteweya necîb û fîdakarê Azerbayicanê
re pir bi hêz e û wê dema ku ez li Tewrêzê bûm, em li hemû kar û barê
hev agehdar bûn û ti cudahiyek di navbera me de tuneye. Ew qet razî nebûn ku
ez vegerim û amade ne mîna me ku me xwe ji bo fîdakirina di rêya wan de
amade kiriye, ew jî wiha ji me re amade ne û em her du(komar) mijûlî
damezrandina azadiyê li hemû Îranê ne. Lê ji ber hinek axfitinan ku min
bihîstibûn û yek jî ji bo bi xêrhatina wan birayên ku ji rêya dûr
re ji bo fîdakarî û giyanbaziyê amade bûn û hatine, vegerîm. Hîvîdar im
ku bi hevkariya Xwedê û fîdakariya eþîret û xortên Kurd di demeke zû de
ala sêreng a Kurdistanê li seranserî Kurdistan û heta li hemû Îranê
biheje(5)".
Pêþewa Evîndarê Pêþkeftina Civakî, Aborî û Þaristaniyetê ye:
Þehîdê rêya demokrasîya gelên Rojhilata Navîn, di wan rojên zêrîn û dîrokî
de di gelek hevdîtinên siyasî, merasimên taybetî, mêtîng, hevpeyvînên
rojnamevanî û radyoyî de axivîye. Di hemû hevdîtinan de ew bi bîra
karbidestên Îranê tîne, ku divê ew li gor zagûna xwe ya bingehîn mafê
gelê Kurd di hemû qadên siyasî, çandî û civakî de bidinê. Ew evîndarê
wekheviya jiyanê ji hemû netewan re ye. Ew bi îsrar dixwaze ku girîngiya
yekgirtina her du neteweyên Kurd û Azerî bi herkesî bide famkirin. Li ser
bihêzkirina çand û bilindkirina pileya xwendinê di nava Kurdan de, Pêþewa
hertim mafekî wekhev ji keç û xortan re dixwaze. Ji bona wê jî Mihabad bûbû
navenda geþkirina kultur û çanda Kurdî. Ji her çar perçên Kurdistanê,
azadîxwaz û ronakbîrên Kurd xwe digihandin wê qiblegeha muqedes.
Pêþewa li ser dîroka Kurdistanê baþ þehreza
ye. Ew dizane ku dused sal e Kurd ji bo serxwebûna welatê xwe þer dikin. Ji
bona wê jî di gelek axftinên xwe de ku li pêþberî gel kirine, behsa mîrekdarên
Erdelan, Biradost, Bedlîs, Soran, Amêdî,
Baban û Botanê dike. Ew bi dûr û dirêjî li ser dîroka serhildanên Agirî,
Kela Dimdim, Cizîra Botan, Amed(Diyarbekir), Pîran, Urmiye, Dêrsim, Barzan,
Silêmanî û ...hwd disekine û keda mêrxasên mîna Þêx
Ûbeydulah, Þêx Seîdê Pîran, Simkoyê Þikak û hemû þehîdên
Kurdistanê bi bîra gel tîne.
Ew ji Kurdan dawa dike, ku ji derfetên dîrokî bi
awayê herî baþ mifayê bistînin û serxwebûn û azadiya xwe bi dest bêxin.
Pêþewa bi bîra me tîne, ku pêwîste neteweyeke azadîxwaz bi dem û çaxê
ku têde ye, ber bi pêþve bimeþe. Ger ne wisa be yê neçar be hertim barê
bindestiyê bikiþîne.
Pêþewa li ser bilindkirina rewþa aborî ya welat
jî pir disekine, lê ji gel dawa dike, ku ji bo dirav(pere) û malê dinê,
Kurd û Kurdistanê nefiroþin û xiyanetê li doza bav û kalên xwe nekin. Çareserkirina
pirsgirêkên çandî(ferhengî), çandinî û duristkirina fabrîk û karxaneyên
berhemanînê, çend xalên girîng bûn, ku Pêþewa li ber bû di Kurdistanê
de cî bi cî bike. Ji bona wê jî di roja destpêkirina karê radyoya
Kurdistan de li Mihabadê di axftineke xwe ya radyoyî de bi germî wiha dibêje:
" Birayên xoþtivî: Ji bo damezrandina
destgeha radyoyê û vê serkeftina ku we bi dest xistiye, ez we pîroz dikim.
Çimkî ez di çaxê vekirina destgehê radyoyê de li vir nebûm, niha hisên
xwe ji ber vê pêþkeftina we, didim diyarkirin. Hîvîdar im ku ji vir û pêde
roj bi roj em bikarîbin di kar û kiryarên bajarvaniyê(medenî) de, pêþ
bikevin.
Ji her tiþtekî baþtir û bêtir bo me, ew e ku
em bikaribin gotina xwe bigehînin guhê dinyayê û hûn tesdîq dikin, ku hemû
tiþtek hêdî-hêdî pêþ dikeve. Dîsan em dikarin bi rêya vî destgehî(radyoyê)
dersên exlaqî, cotyarî û... ji birayên xwe yên hêja re bibêjin û di paþerojê
de bernameyeke baþ ji bo radyoya xwe bidin xuyanîkirin. Vê hindê jî
bizanin, ku me birêz Mihemed Husên Xanî
Seyfî Qazî û Sedrî Qazî mîna berdevkên dewleta Kurdistanê di gel
berdevkên Azerbayicanê, þandine Tehranê û hevpeyvîn berdewam in. Heya ku
ez li Tebrêzê bûm, min roj bi roj nûçe dizanîn û dibe ji bo ku ji hevdîtinan
bêxeber nemînim, di van rojan de vegerim Tebrêzê. Û çimkî min hinek xeber
ji welatê xwe bihîstibûn û ji bo haydarbûna ji çawaniya rewþê,
vegeriyam(Mihabadê).
Dewleta Kurdistanê îro gelek bi hêz e. Ew kesên
ku dixwazin bi neyarên Kurdan re bibine yek, Kurdistan baþ dikare çara karê
wan bike(Yanî bên ceza kirin), lê ez heya ku mûmkin be rêya aþtiyê
bernadim. Ger ti çare jî neman, dewleta Kurdistanê bi hêza xwe yê serê wan
bin erd bike."
Pêþewa Qazî Mihemed hertim ji gel dawa dike ku
dubendiyê(duberekiyê) deynin aliyekî û ji bo tiþtên kêm û erzan, derfetên
dîrokî ji dest neden.
Hevalno: Di rojeke wiha dîrokî
de ku 57mîn salroja damezrandina Komara Demokratîka Kurdistanê û 56mîn
salroja þehîdkirina Pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî ye, werin em tev,
ji her çar perçên Kurdistanê, ji Diyarbekir, Hewlêr, Qamîþlo, Urmiye,
Dihok, Kirmaþan, Efrîn, Entab, Wan, Dêrsim, û hemû gund û bajarên din yên
Kurdistanê tirba pak û muqedes a serokkomarê xwe bi ava gulên Kurdistanê
bireþînin. Ji ber ku axa wî û Mihabada qehremanperwer, qiblegeha azadîxwazan
û dergûþa Kurdayetiyê ye. Lê meþa Kurdayetî ya bi þan û þeref ku hêza
wê dilê dagirker û paþverûyan dilerzîne, yê ber bi pêþve bimeþe.
Pêþewa û hemû þehîdên rêya bextewerî, azadî
û serbilindiya neteweya Kurd û hemû neteweyên bindest yê hertim di dilê me
de bijîn.
Jêder û Têbînî: