Dengê Hezar Salan Di Çenga Tara Caf Da Tê Bihîstin

 

KAKÞAR OREMAR, Email:kakshar_oremar@yahoo.de

 

Jinên Kurd di têkoþîna xwe ya hunerî da xwedî kedeke mezinin. Em bi lorîkên wan mezin bûn. Dema ku ew dergûþa zarokên xwe dihejînin, bi stran û lorîkên dayikane xewa çavê dilbendên xwe germtir dikin. Berhemekî hunerî dema ku mirova bibe nava derya raman û xeyalên kûr û dûr dikare di dîroka hunerê da jî xwedî cihekî xwe yê taybetî û bêmirin be.

“Dilî Dîwanem” berhekî nûye ku ji aliyê xanima hunermend Tara Caf ve hatiye amadekirin. Guhdarkirina vê CDyê tameke din dide riha mirovên ku têhniyên jiyaneke þadin.

Di nava gelên Rojhilata Navîn da muzîka Kurdî li rex ziman û dîrokê aliyekî nasnama me ya netewî parastiye. Muzîk sinora nas nake. Dema ku hunermendek li ser nasnama muzîka xwe ya netewî þehreza be, dikare bi enstûmentên biyanî jî dewlemendiya wê zêdetir bike.

Hunermend Tara Caf di hunera Kurdî de xwedî istîleke nû û rêyeke cudaye. Lê ew ji qada nasnama huner û muzîka Kurdî dûr nakeve. Di konsêrtan da dema ku Tara bi kincên xwe yên rengîn û bi emrazê Harp(çeng)ê tê pêþberî gel, mirov bi xwe re dibe nava derya dîrokeke dûr û kûr.

Di nêrîna yekê da ji aliyekî bedewiya çengê(mîna enstûrmenteke çend hizar salî) û ji aliyê din jî dengê wê yê xweþ ji herkesî re balkêþin. 

Tara jî bi dengê xwe yê xweþ û germ bi awayekî hostane dengê çengê tevlî awazên xwe yên Kurdî dike. Awaz û stranên ku resenin. Çeng sazeke ku di koþkên qiral û padþahên Îran û Osmanîyan da ji aliyê hunermendên naskirî ve ji çîna dewlemend û desthilatdaran re dihat lêxistin.

Di wêjeya Kurdî ya kevin da jî navê çengê pir tê dîtin. Helbestvanên mîna Mewlewî Hewramî û Bîsaranî di helbestên xwe da li rex wesfa bedewiya sirûþt û evînê gelek caran navê çengê jî tînin. Cewhera helbestên wan wisa nazik û dewlemende ku piraniya wan ji aliyê gel ve bûne stran.

Herwiha helbestanên Îranî yê mîna Hafizê Þîrazî û Mewlana Romî jî di helbestên xwe da pir behsa çengê dikin.

Tara Caf di sala 1958an da li Bexdayê di nava malbateke hunerdost da hat dinê. Eþîreta Cafên Helebçê gelek piþtgîrî didane huner û stranbêjan. Dîwanxaneyên axa û begên Cafên herêma Helebçê bibûne cihê zindîkirin, daneberhev û afrandkarîya stranên Kurdî ku bi diyalêkta Hewramî dihatin gotin. Wan aliyekî dewlemendiya xwe ya aborî ji bo jiyan û hunera dengbêjên herêmê terxan kiribûn. Du kes ji wan dengbêjên bavê Tarayê bûn. Bavê Tarayê û dayika wê dema ku zanîn ew li ser muzîka Kurdî ya otantîk(herêma Hewraman) kar dike, gelek bi germî piþtgîrî danê. 

Tara li Kurdistanê nejiyaye, lê di temenê zarokatiyê da ji bo cejin û helkeftêm millî hertim bi malbata xwe re dihate Helebçê. Di nava eþîretên Kurdistanê da eþîreta Caf xwediyê gelek helbestvan û rewþenbîrên naskirî ye. Ji ber wê jî bandora vê taybetmendiya eþîretê û piþtgîriya wan ji stran û hunera herêma Hewramê zêde û ji Tara Caf re jî deriyekî nû vekir.Teisîr û îsrara babê wê ji bo lêxistina enstûrmentekî zêdetir bûye, lê dema ku wê dest bi strîna kilamên herêma Hewraman kiriye, herkesî piþtgîrî dayê. Çimkî wan dizanîn ku zarava herî kevnar û nêzî naveroka Avêstaya Zerdeþt, Hewramî ye. Wêjeya Kurdî ya kevnar jî bi vê zaravê hatiye nivîsandin. Xala herî girîng li ser mûzîka Hewramî ewe ku bandora hunera biyanî li ser huner û strana wira qet çênebûye. Bi wateyek din nasnama wê 100% Kurdîye. 

Cewherê wê hunerê jî girêdayî sirûþt û çiyayên Hewramanê ye. Reh û rîþalên stran û hunera wira bi ax û cihwarê jiyana mirovan ve girêdayîye.

Li ser girîngiya huner û karê Tara xanimê gotina vê xalê pir bi pêwîst dizanim: Heya çend sal berî niha huner û kilamên Hewramî mîna zêrekî bêkêr û bêr di bin axê da veþartî mabûn. Lê dîwarê xemsariyeke wiha ji aliyê hunermendên mîna Tara Caf ve hate herfandin. Wê ji nifþê nû re rêyek fireh vekiriye. Tara bixwe ne Hewramîye, lê li ser wesiyet û teþwîqa babê xwe dest bi kar û xebata li ser hunera herêma Hewramanê kiriye.

Ji sala 1976an Tara li Ingilistanê(bajarê London) dijî. Ji sala 1991an heya niha Tara mijûlî karkirinê li ser çengê ye. Ji xeynî vê Tara di projên xwe yên paþerojê da dixwaze bi Harpê bi hunermendên resenbêj yên Hewramî re jî berhemên taybetî tomar bike.

Harp(Çeng) li gor belgeyên dîrokî sazeke Somerî-Îranî ye ku 5000 sal berî niha navê wê di nivîsên bizmarî da hatiye dîtin. Harp di zimanê Kurdî û Farsî da Çeng e. Heya sedsala 17an çeng di rûniþtin û dîwanên dewlemend û desthilatdarên siyasî da saza sereke bûye. Tara Caf di wê baweriyê daye ku sedema ji navçûna Çengê ew bûye ku kukkirina wê bi zehmet bûye û sazên mîna Sentûr cihê wê tejî kirine.

Ez di vê rêya pîroz û dijwar da ji Tara xanima hunermend re serkeftinê dixwazim.

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org