·
Dîroka
kar û xebata rojnamevaniyê di Rojhilatê Kurdistanê de
·
Kakşar
OREMAR, navdarenkurd@hotmail.com
·
Destpêk:
·
Gelê
Kurd di her perçeke Kurdistana mezin de, li gor derfetên ku jêre afirîne, di
hemû warên siyasî, civakî û çandî de pêngavên pêşdeçûnê avêtine.
·
Yekemîn
rojnameya Kurdî di Rojhilatê Kurdistanê de di çaxê serhildana lîderê
navdarê Kurd Simkoyê Şikak li
paytexta desthilatdariya wî(bajarê Urmiyê) hat weşandin. Hinek jêder
didin diyarkirin ku li sala 1908an de çaxê ku agirê şoreşa Simkoyê
Şikak li dijî desthilatdarên Îranê germ û gor bû, Eblrezaq
Bedirxan rojnameyek bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî ku navê wê (Kurdistan) bû, li bajarê
Urmiyê diweşand. Lê piştî ku Ebdulrezaq Bedirxan ji aliyê
Rusan ve bi dîlî ber bi Rusiya Qeyserî ve hat dûrxistin, serokê Kurd Simkoyê
Şikak ji rewşenbîrê Kurd (Mihemed
Turcanîzade) dawakir ku weşandina rojnameya Kurdistan berdewam bike.
Weşandina rojnameya Kurdistan heya sala 1914an li bajarê Urmiyê berdewam
bû. Hinek jêderên din jî didin xuyakirin ku Kurdistan ziman halê rewä
şoreşa Simkoyê Şikak bû û di hemû hejmarên rojnamê de xeber
û nûçeyên wan şerên ku di navbera şervanên Kurd û artêşa
dewleta navendiya Îranê de diqewimîn, di nava rûpelên rojnamê de cih
digirtin.
·
Li
gor bîranînên Mihemed Turcanîzade, Simko berevajî wê hindê ku hinek Panîranîstên
nifşparêz û pênûsfiroş wî mîna mirovekî rêgir û xwnrêj didin
nasandin, mirovekî pêşkeftinxwaz bû ku ji netewa xwe re azadî û
dewletek serbixwe dixwest. Mihemed Turcanîzade dide diyarkirin dema ku Simko
yekemîn hejmara rojnama Kurdistanê dibîne, lîreyekî zêr davêje ser rojnamê
û mîna xelat pêşkêş dike, ji bo ku hemû axa û begên derdora wî
jî vî karê dîrokî yê nivîskarên Kurd teşwîq bikin û biqedrînin.
Wê rojê di rûyê Simko de şahî û dilxweşiyek mezin dihat dîtin
û mirov pêdihesiya ku ew di karekî dîrokî de pîroz bûye. Herwiha Simko û
şoreşa wî bû sedem ku yekemîn xwîndingeha bi zimanê Kurdî jî di
sala 1913an de li bajarê Xoyê bê damezrandin û zarokên Kurdan bi zimanê
xwe yê zikmakî têde dersê bixwînin.(1)
·
Di
rojhilatê Kurdistanê de li gor jêderên dîrokî derketina rojnama Kurdistan pêngava yekemîn e ku piştî derxistina rojnama Kurdistan(ya
Mêqdad Bedirxan) di sala 1898an li Qahirê daye weşandin, hatiye avêtin.
·
Rewşa
çandî û karê Rojnamevanî beriya damezrandina komarê û di çaxê Komara
Demokratîka Kurdistan da.
·
(22.01.1946
li Mihabadê)
·
Pêşewa
Qazî Mihemed
mirovekî rewşenbîr û li gor pîvanên rewşenbîrya wê demê di warê
civakî û siyasî de şehrezayekî pir hosta bû. Dema ku di dîroka azadîxwaziya
netewekê de serokekî şiyar û agehdar li ser rewşa cîhanê, kar û
barê welatê wan bigire destê xwe, civak jî bi hizir û ramanên wî, tê
avdan û dikare ji hemû aliyên xwe ve pêş bikeve.
·
Ji
bona wê jî di çaxê yazde meh û çend rojên ku komarek demokratîk bi
serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed li pareke axa rojhilatê Kurdistanê hat
damezrandin, li rex pêşkeftinên siyasî, aborî û civakî nûjenyeke dîrokî
jî ket nava canê rojnamevaniya Kurdî.
·
Pêwîste
bê gotin ku berî damezrandina komarê li nîva sala 1943an kovara (Nîştiman)
ku bîr û rayên Komeley Jiyanewey
Kurd(J.K) belav dikirin bi awayekî nihînî li bajarê Tebrêzê hat weşandin
û li herêma Mukrîyan di nava endamên J.K da dest bi dest digeriya. Nîştiman
kovareke edebî, civakî û siyasî bû ku mehê carekê dihat weşandin.
Mamosta Ebdulrehman Zebîhî û Mihemed Şapesendî ji nivîskar û birêveberên
kovarê bûn. Heya Fîbriya sala 1943an an jî di serdema çalakîyên Komeley
Jiyanewey Kurd de 9 hejmarên vê kovarê hatine weşandin û piştî têkçûna
komara Kurdistan mamosta Mihemed Şapesendî li gundê (Sîtek) yê girêdayê
bajarê Silêmaniyê hejmara 10mîn jî daye çapkirin.(2)
·
Li
Tehranê bi destûra Panîranîstên ku dilê wan ji bizava netewîya Kurdan
dilerzî, kovarek bi navê Kohistan
hat weşandin ku durist li dijî(hemberî) kovara Nîştiman bû û pênûsfiroşên
mîna Dr. Mistefa Erdelan(ji Kurdên Sinê bû) kovara Kohistan amade
dikirin. Di Kohistanê de li dijî cudayîxwazî, Kurdayetî û azadiya
Kurdistanê gotar û nivîs dihatin weşandin.
·
Herwiha
li dijî kovara Kurdistan ku Partî Demokratî Kurdistan li bajarê Mihabadê
dida weşandin, li Tehranê kovareke din jî bi navê Kurdistan
ku ji aliyê Kurdan bêtir bi navê(Kurdistanî Taran) dihat nasandin, dihat weşandin.
Dr. Sidîq Moftîzade û Reşîd
Yasimî di vê kovara rejîma Îranê de dinivîsandin û dixwestin Kurdan mîna
Îranî bidin nasandin û damezrînerên komarê xiyanetkar dihesibandin.
·
Navê
kovareke din ya binavê( Dîyarî Lawan )
ku bi zimanê Kurdî hatiye weşandin jî beriya damezrandina Hizbî
Demokratî Kurdistan(KDP) û komara Kurdistanê heye ku yekemîn hejmara wê di
pirtûkxaneya (Siwas) li Ingilistanê
hatiye parastin.(3)
·
Beriya
damezrandina komara Kurdistan, di sala 1945an de kovareke 30 rûpelî bi navê (Hawarî
Kurd) jî hatiye weşandin, lê nayê xuyakirin ka ji aliyê kê û çawa
hatiye amadekirin!!.
·
Ji
roja 25 Gelavêja sala 1945an heya têkçûna komara Kurdistan ev kovar û
rojnameyên jêr hatin weşandin ku piraniya wan li paytexta komarê (bajarê
Mihabad) dihatin weşandin:
·
Kovara:
Kurdistan
·
Rojnama:
Kurdistan
·
Kovara:
Helale
·
Kovara:
Girûgalî Minalanî Kurd
·
Kovara:
Awat
·
Kovara:
Hawarî Nîştiman
·
Kovara
Kurdistan bîr û ramanên hizbî
demokratî Kurdistanê(KDP) didan xuyakirin û kovareke edebî, civakî û siyasî
bû ku her 15 rojan carekê dihat weşandin. Di kovara Kurdistan de gelek
endamên J.K û endamên HDK bi navê nihînî nivîsên xwe diweşandin. Ev
kovar bi serhev de 16 hejmar jê hatine weşandin û hejmara yekemîn di 6ê
Desambira sala 1945an de li weşanxana Kurdistan li bajarê Mihabadê hatiye
çapkirin. Berpirsyar û rêveberê kovarê nemir Mela
Qadir Muderisî bû ku piştî têkçûna komarê jî carna kovar bi
awayekî nihînî hatiye weşandin.
·
Rojnama
(Kurdistan) organa fêrmîya Hizbî
Demokratî Kurdistan bû û herwiha rojnama resimîya Komarê bû. Êdîtorê
kovarê Seyîd Mihemd Hemîdî bû û
rojname bi awayekî rêkûpêk hemû rojên şemî, duşemê û çarşemê
dihat weşandin. Di serdema jiyana komarê de ti rojname, kovar an jî pirtûk
bi qasî rojnama Kurdistan nehatine weşandin. Carna bi rêya Kurdên ku
hatin û çûyîna başûrê Kurdistanê dikirin, ev rojname digehişte
nava Kurdên başûr jî.
·
Rojnameya
Kurdistan jî mîna siyasetmedarên
Kurd gelek derbiderî kişandine, lê jiyana xwe heya roja îro jî didomîne.
Roja 10ê Janiviya sala 1946an yekemîn hejmara vê rojnamê hat weşandin
û heya şaxê ku komara Kurdistan hat hilweşandin, bi serhev de 116
hejmar jê hatine weşandin.
·
Piştî
wê hinek ji endamên HDK ji zivistana sala 1948an bi qasî 14 salan rojnama
Kurdistan di rûpelekê de bi rojnama Azerbayican(organa
fêrmiya Firqa demokrata Azerbayicaca başûr-Îran)
re li bajarê Bako didan weşandin.
Yanî rojnameya Azerbayican di çar rûpelan de derdiket ku rûpelek jî têde
bi navê rojnama Kurdistan dihat weşandin. Li Bakoyê jî di wan 14 salan
de 1337 hejmar ji rojnama Kurdistan hatin weşandin.
·
Sala
1954an li Îranê derbeyek leşkerî bû sedem ku desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq û azadiya bîr û ramanên serbest bê
berbendkirin û desthilatdariya Mihemed
Riza şahê Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî careke din bê bi
cihwarkirin. Hizba Tode û hemû partiyên din yên siyasî hatin yasaxkirin. Ji
ber van astengên siyasî yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan
di 25 Apirîla sala 1954an de bi awayekî nihînî li bajarê Tebrêz û di weşanxaneya
Firqeya Demokrata Azerbayicanê de hat çapkirin. Lê di wê salê de tenê 4
hejmar jê derketin û hejmara 5mîn berî ku bigehe destê xelkê, tev ketin
destê polîsên rejîmê.
·
Vê
carê berpirsyarên Hizbî Demokratî Kurdistan cihê rojnama Kurdistan vegûhaztin
Ewropa. Şehîdê nemir Dr.
Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya çend hevalên xwe di Febrîya sala 1965an
de li bajarê (Pirag) rojnama
Kurdistan belavkirin. Lê vê carê Kurdistan bi navê organa navendiya Hizbî
Demokratî Kurdistan(Îran) nedihat weşandin. Ji sala 1965an heya Siptambra
1970an 26 hejmar ji vê rojnamê hatine weşandin ku di rûpelên mezin de
dihat weşandin. Di roja îro de li rex rojnama Kurdistan gelek kovar û
rojnameyên din bi rêya HDK.Îran tên weşandin.
·
Rojnama
Kurdistan di roja îro de him li Kurdistanê û him jî li Ewropa bi du zimanên
Kurdî û Farsî tê weşandin ku organa komîteya navendiya Hizbî Dêmokratî
Kurdistanî Îran e. Heya roja îro (?) hejmar ji Kurdistanê hatine weşandin.
Hertim li ser bergê yekemîn yê rojnama Kurdistanê bi tîpên Erebî wiha tê
nivîsandin:"( Dêmokrasî bo Îran,
Xudmoxtarî bo Kurdistan)". Rojnama Kurdistan niha bi rêya enternetê
di malpera (www.kurdistanmedia.com) jî tê weşandin.
·
Kovara
" Awat " sala 1945an bi rêya
mamosta Mihemed Şapesendî
hatiye weşandin û êdîtorê kovarê jî ew bi xwe bû. Awat kovarek civakî,
wêjeyî û zanistî bû û tenê sê hejmar jê hatine weşandin.
·
Di
Marsa sala 1946an de komîta HDK li bajarê Bokan
kovara " Helale " daye çapkirin.
Senivîserê wê çîronivîsê Kurd mamosta Hesen Qizilcî bû. Helale kovarek siyasî, çandî û giştî bû
ku di warê siyasî de bîr û rayên HDK didan weşandin. Tenê sê hejmar
ji kovara Helale hatine weşandin. Di vê kovarê de bêtir babetên edebî
tên dîtin.
·
Kovara
" Girrûgalî Minalanî Kurd "
ji aliyê karkerên çapxana Kurdistan li bajarê Mihabad hatiye weşandin.
Birêverê giştiyê çapxanê nemir Qadir
Muderisî bû ku dixwest li rex weşandina rojnama Kurdistan, ji bo
zarokên Kurd jî kovara Girrûgalî Minalanî Kurd biweşînin. Li jêr navê
kovarê di rûpelê yekemîn de wiha hatiye nivîsîn:"
Bîrî kargeranî çapxaney Kurdistan". Di hejmarên du û sê yên vê
kovarê de çend dersên erdnigarî û ziman hatine belavkirin ku têde bi
zimanekî sade coxrafiya Kurdistanê bi zarokên Kurd didin hînkirin.
·
Ev
cara yekê bû ku heya wê demê di nava weşanên Kurdî de ji bo zarokên
Kurd jî kovareke taybetî dihat weşandin. Ev di halekî de ye ku heta di
roja îro de jî rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo karekî wiha girîng
hê jî xemsarin û bihayekî giran nadin mediya zarokan.
·
Kovara"
Hawarî Nîştiman " di 21.03.1946an de li bajarê Mihabad ji bo
ciwanên Kurd hatiye weşandin. Li ser rûpelê kovarê yê yekemîn wiha
hatiye nivîsandin:" Bilawkerewey bîrî yekîtî cewananî dîmokrat". Birêveberê
kovara Hawarî Niştiman Sidîq Encîrî
bû û tenê hejmarek jê hatiye weşandin. Di naveroka vê kovarê de bîr
û rayên Marksîstî tên dîtin û
li jor navê kovarê wiha hatiye nivîsandin:"
Basewad bixêwênêtewe bo bêsewad".(4)
·
Di
rewş û çaxekî de ku komara Kurdistan di hemû war û aliyan de hatibû
dorpêçkirin, desthilatdarên komara Kurdistan di coxrafiya xwe de etmosfêrekî
gelek azad afirandbûn. Bîr, hizir û raman
azad bûn û hemû çînên civakê xwe di nava maleke azad û serbest de hiss
dikirin. Derfet û îmkan ji bo weşandina kovar û rojnameyan di çaxê
komara Kurdistan de pir kêm bûn, lê birêveberên komarê bêtir li ser çêkirina
bingeha şoreşek rewşenbîrî û zanistî disekinîn.
·
Di
330 rojên temenê komarê de zimanê Kurdî bi awayekî fêmî zimanê birêvebirina
destgehên komarê bû û xwîndin û nivîsandin jî bi zimanê Kurdî bû. Di
qada nasandina dîrok û wêjeya Kurdî de şehreza, nivîskar û helbestvanên
Kurdan dest bi karê vejandina dîrok, ziman, wêje û folklora Kurdî kirin û
bo yekemîn car koma şanoyê jî
hat damezrandin. Herwiha istasyona radyoyê
jî li bajarê Mihabadê hat damezrandin û hemû rojê karê radyoyê bi marşa
netewî" Ey reqib her mawe qewmî
Kurdziman..." destpêdikir.
·
Bizava
rewşenbîrî di çaxê komarê de riheke nû girt ber xwe. Çimkî li her
du bajarên Mihabad û Bokanê çapxaneya bi navê Kurdistan hat damezrandin û
di wê dema kurt da gelek kovar û pirtûk hatin weşandin.
·
Mamosta
Hêmin Mihabadî ku ji aliyê Pêşewa
Qazî Mihemed ve mîna helbestvanê millî
hatiye bi nav kirin, derheqa bizava rewşenbîrî de wiha dinivîse:
·
"
Min di komisyona propagandeya hizbê(HDK) de dest bi kar kir. Di hemû weşanên
hizbê(partiyê) de min dest bi nivîsînê kir. Di rojnameya Kurdistan, kovara
Kurdistan, Hawarî Kurd, Hawarî Nîştiman, Girûgalî Minalanî Kurd û
kovara Helale da min gotar û helbest belav dikirin û di mîtîngên hizbê de
beşdar dibûm. Di komekê de ku ji bo danana pirtûkên Kurdî ji
xwindingehên Kurdistanê re kar dikirin, endam bûm. Endamên vê komîtê weke
ku di bîra min de mane, Ebdulrehman Zebîhî, Hejar, Birayîmî Nadirî, Dilşad
Resûlî û ez bûm. Pêşewa bi xwe û çend mamostayên şehreza jî
hevkariya me dikirin. Herçend tukes ji me di vî karî de bispor nebûn, lê ji
ber ku me pir bi dilsojî kar dikir, ez di wê baweriyê deme ku pirtûkên
amadekirî ku mixabin nehatin weşandin, xirab nebûn...." (5)
·
Rewşa
Weşana Kurdî Piştî Têkçûna Komara Kurdistan:
·
Piştî
ku komara Kurdistan têkçû, rojname û kovarên jêr bi awayê nihînî an jî
bi izina dewletê hatine weşandin:
·
Rojnama
Rêga
1949: Sala 1949an mamosta Hesen Qizilcî
rojnama (Rêga) bi awayekî pir nihînî da weşandin û bi navê nihînî yê
( Pênaw) û Xenî Bilûryan jî bi navê nihînîyê (Teymor) gotar têde nivîsandine. Rêga mîna organa komeley
jiyanewey Kurd hatiye weşandin.
·
Belavoka
Rawêj 1952:
Bi awayekî nihînî ji aliyê komeke siyasî ve dihat weşandin û nasnama
vê belavokê xuya nîne.
·
Rojnama
Xornişîn
1951: Heftename bû û bi du zimanên Kurdî û Farsî li bajarê Tehranê dihat weşandin. Birêveberê vê rojnamê Dr. Wekîlî Kurdistanî bû û ji aliyê hinek rewşenbîr û
dilsojên ziman û çanda Kurdistanê piştgîrî jê dihat kirin. Ev
rojname bi awyekî fêrmî û azad dihat weşandin.
·
Kovara
Bixistan
1952: Ev kovar ji aliyê îdara radyoya Îranê ve dihat weşandin û Dr.
Mihemed Mûkirî berpirsyar û birêveberê kovarê bû.
·
Rojnama
Roj 1967:
Mîna ku mamosta Cemal Xeznedar dide
diyarkirin Roj rojnameyek siyasî bûye û şehîdê nemir Silêman Moînî serokê nivîsînên rojnamê bûye. Tenê du
hejmar ji vê rojnamê hatine weşandin.
·
Belavoka
Tîşk
1966 û 1967: Sekerterê giştiyê KDP.Îran birêz Ebdulah Hesenzade di bîranînên xwe de derheqa vê belavokê de
dibêje:" Komîta şoreşê
ya hizbî demokratî Kurdistan ku kek Silêman Moînî jî endamê wê bûye,
pirtûkek biçûk bi navê Tîşk weşand ku ji ber nebûna destgehê çapkirinê
tenê çend hejmar jê hatine weşandin.(6)
·
Rojnama
Kurdistan 1959:
Birêveber û berpirsyarê giştiyê vê rojnamê Ebdulhemîd
Bedîûlzemanî bû. Desteya nivîskarên vê rojnamê jî: Dr.
Mihemed Siqîq Miftîzade(êdîtor), Ebdulrehman Moftîzade, Ehmed Moftîzade,
Şukrulah Baban, Abid Siracedînî, Xosiro Şêx Kanloyî Mîlanî bûn.
Rojname her heftê carekê dihat weşandin û naveroka wê siyasî, wêjeyî,
civakî û zanistî bû. Weşana vê rojnamê heya sala 1964an berdewam bû.
·
Kovara
Têkoşer
1972: Hejmara wê ya yekemîn di sala 1972an de hatiye weşandin. Weşaneke
KDP.Îranê ye ku niha ji aliyê komisyona siyasî-leşkerîya vê partyê
ve bi awayê werzî tê weşandin.
·
Rewşa
Weşana Kurdî Piştî Têkçûna Rejîma Padişahî(Pehlewîyan):
·
Piştî
ku hemû gelên Îranê bi hevre li dijî rejîma Pehlewî serî hildan,
piraniya axa rojhilatê Kurdistanê ket destê her du partiyên Kurdan KDP.Îran û Komelê(şaxê Hizbî Komonîstî Îran li Kurdistan).
·
Kovar
û rojnameyên ku PDK dane weşandin wihane:
·
Kovara
Pêşewa 1979:
Organa KDP.Îran li bajarê Mihbadê bû. Kovarek mehane bû û tenê 26 hejmar
jê hatine weşandin û piştî sala 1983an ku komara îslamî Kurdistan
dagîrkir, nehatiye weşandin.
·
Kovara
Dengî Jinanî Kurdistan 1979:
Li bajarê Mihabdê ji aliyê şaxê yekîtiya jinên Kurdistanê li vî
bajarî hatiye weşandin û tenê 2 hejmar jê hatine belavkirin.
·
Kovara
Hawarî Nîştiman 1979:
Organa rêxistina ciwanên PDK.Îran bû û tenê 3 hejmar jê hatine weşandin.
·
Kovara
Dengî Kurd:
Komîta PDK li bajrê Tehranê dida weşandin. Ji bihara sala 1979an Dengî
Kurd bi awayekî nihînî li weşanxanên bajarê Tehranê dihat weşandin.
Di Gelavêja sala 1979an piştî ku bi çendîn şerên giran ertêş
û pasdarên Îranê nekarîn li hemberî Kurdan biserbikevin, dîktator û
qesabê azadîxwazan Aytulah Xumêynî li dijî şoreşa netewa Kurd di
19.08.1979an de cîhad(zibare) da îlankirin û kovar jî piştî ku 5
hejmar jê hatibûn weşandin, ji weşandinê sekinî. Piştî vê
biryara hovaneya Xumêynî, Sadiq Xelxalî mîna xûlamekî ku ji bo kiryarên hovane ti sinor
ji xwe re nas nedikirin, bi hizaran keç, xurt û azadîxwazên Kurd bêdadgeh
kirin, golebaran kirin.
·
Kovara
Şehîd 1979:
Organa komîta bajarê Banê ya girêdayî
KDP.Îranê bû. Heya sala 1981an karê xwe yê weşandinê domandiye.
·
Kovara
Zaniyarî Pêşmerge 1979 û 1980:
Ji aliyê komîta KDP.Îranê li bajrê Sine
hatiye weşandin û tenê 4 hejmar jê hatine weşandin.
·
Kovara
Gelawêj 1980: Ji
aliyê Yekîtî Lawanî(ciwanên) Dîmokratî Kurdistanî.Îran ve li bajarê
Mihabadê hatiye weşandin.
·
Kovara
Dengî Lawan 1980:
Kovarek mehane û Organa Yekîtîya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê bû
û li Mihabadê dihat weşandin.
·
Kovara
Nekeroz 1981:
Komîta PDK li bajarê Seqiz diweşand
û nêzî deh hejmaran jê hatine weşandin.
·
Kovara
Kêleşîn 1981:
Komîta PDK li bajarê Şino
belav dikir. Hejmara wê ya yekemîn bi navê (Rendul)
û piştre hemû hejmarên din bi navê Kêleşîn hatine weşandin.
·
Kovara
Yekîtî 1981:
Kovarek mehane bû û komîta PDK li bajarê Nexede
diweşand û nêzî 10 hejmaran jê hatine weşandin.
·
Kovara
Riwangey Lawan 1981:
Organa Ciwanên Demokratî Kurdistanî Îran li bajarê Banê
bû. Lê piştre li ser biryara PDK bi navê Lawan
hatiye weşandin.
·
Kovara
Lawan 1981:
Organa komîta birêveberiya Yekîtî Lawanî Dîmokratî Kurdistanî Îran diweşand.
Heya sala 1993an 56 hejmar jê hatine weşandin.
·
Nûçenameya
Piling 1982-83:
Komîta PDK li bajarê Pîranşar
belav dikir û tenê 6 hejmar jê hatine weşandin. Di vê nûçenamê de
cinayetên rejîma îslamî li girtîgeh, bajar û gundên Kurdistanê û çalakîyên
pêşmergeyên PDK dihatin weşandin.
·
Kovara
26î Sermawez 1984-87:
Kovarek werzî û Organa komisyona Pêşmergeyên PDK.Îran bû. Piştî
ku navê komisyonê bû bi komisyona siyasî-leşkerî, ev kovar jî bû bi
organa komisyona siyasî-leşkerî ya PDK.Îranê.
·
Namîlka
Komel 1985-86:
Di vê namîlkê(resalê) de raportên kar û têkoşana ew beşên girêdayî
komisyonên civakî mîna para hînkirin, rewşa girtîgehan, nexweşxane,
rê û jiyana şehîdan cih digirtin.
·
Namîlka
Ararat:
Ji aliyê komîta Ararat ya PDK li bakurê
rojhilatê Kurdistanê(herêma Kirmanc nişîn) dihat weşandin û
tenê 4 hejmar jê hatine weşandin.
·
Namîlka
Terexe:
Ji aliyê komîta bajarê Bokan ya
girêdayî PDK.Îran hatiye weşandin û karê wê yê weşandinê zêde
dewam nekiriye.
·
Piştî
ku Rêberayetî Şoreşger ji Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran cuda bûn,
ji sala 1988an heya sala 1997an birêveberên vê partiyê jî rojnamek û du
kovar di nava gel de belavkirin:
·
Kurdistan
Juyîya 1988(dewra sşyemîn):
Organa navendiya "Hizbî Dîmokratî
Kurdistanî Îran, rêberayetî şoreşgêr" bû. Ji Juyîya
sala 1988an bi awayekî mehane hatiye weşandin û heya Dêsambira sala
1996an 80 hejmar jê hatin weşandin. Piştî ku di Janviya sala 1997an
de her du bizav( PDK û PDK.Rêberayetî şoreşgêr) bûn yek ev
rojname jî sekinî.
·
Kovara
26î Sermawez 1988:
Di çaxê 9 salan de ku Rêberayetî şoreşger ji PDK.Îran cuda bibû
20 hejmar ji vê kovarê hatin weşandin û hejmara wê ya yekemîn di Maya
sala 1988an de hatiye belavkirin.
·
Kovara
Riwangey Lawan 1989:
Bihara sala 1989an ji aliyê Rêberayetî şoreşger ve hatiye weşandin
û heya havîna sala 1993an deh hejmar jê hatine weşandin.
·
Rojname
û Kovarên ku ji Aliyê Hizbî Komonîstî Îran(Komele) li Kurdistanê hatine
weşandin:
·
Komele
bêtir li başûrê rojhilatê Kurdistanê aktîve û bi serhev de kovarek
û rojnamek weşandine:
·
Rojnama
Pêşrew 1984:
Organa navendiya Komelê ye û her mehê hejmarek jê tê weşandin. Pêşrew
niha jî tê weşandin û nêzî 100 hejmaran jê hatine belavkirin. Weşandina
wê niha jî berdewame.
·
Kovara
Pêşeng:
Heya sala 1982an ji aliyê para edebiyat û hunerîya karkerên Komelê ve dihat
weşandin.
·
Weşanên
rêxistina (Xebat) û rêxistina (Xebatî Şoreşgêr):
·
Kovara
Têkoşan:
Organa navendiya rêxistina Xebat(Rêxrawî
xebatî netewayetî îslamî Kurdistan) e û hejmara wê ya yekemîn sala
1985an hatiye weşandin. Kovareke din jî dîsan bi navê Têkoşan li sala 1985an hatiye weşandin, lê organa rêxrawî
Xebatî Şoreşgêr bûye û heya niha 45 hejmar jê hatine weşandin.
·
Kovara
Bêstan 1992:
Kovareke siyasî, olî, çandî û civakîye ku ji aliyê komisyona weşan
û propaganda rêxistina Xebatî Şoreşgêrî
Kurdistana Îranê hatiye weşandin. Wisa xuyaye ku niha nayê weşandin.
·
Rojnama
Yekîtî 1992:
Organa "Yekîtî şoreşgêranî Gelî Kurdistan" bû. Hejmara
wê ya yekemîn di Marsa 1992an de hatiye belavkirin û heya sala 1996an 26
hejmar jê hatine weşandin.
·
Kovara
Helmet 1994:
Organa navendiya şiwra merkeziya
Kurdistana Îranê ye û heya sala 1998an 17 hejmar jê hatine weşandin.
·
Kovara
Tiroske 1979:
Piştî ku şoreşa gelên Îranê li sala 1979an pîroz bû, Kurdên
bajarê Tehranê ev kovar dane weşandin. Kovarek mehane bû û bi zimanê
Farsî û Kurdî gotar têde hebûn. Piştî şerê li dijî doza
Kurdistanê ku Xumêynî li dijî Kurdan cîhad da îlankirin, ev kovar jî ji
weşanê ket.
·
Kovar
û Rojnameyên Ku Di Çaxê Desthilatdariya Komara Îslamîya Îranê Bi Izina
Dewletê Hatine Weşandin:
·
Piştî
ku rejîma Xumêynî bi awayekî dîktatorane li hemû Îranê desthilatdariya
xwe damezrand, kovar û rojnameyên jêr ku tev li jêr kontrola beşa
parastin(istixbarat)ê tên weşandin, lê hinek ji wan jî hatin girtin:
·
Kovara
Girşey Kurdistan 1981:
Mamosta Mela Mihemed Salih Îbrahîmî êdîtorê kovarê bû û naveroka wê
edebî, dîrokî û olî bû. Ji ber sedemên siyasî û maddî tenê 9 hejmar jê
hatine weşandin.
·
Kovara
Sirwe 1985:
Kovarek wêjeyî û çandî ye. Bihara 1985an mamosta Hêmin
Mihabadî di weşanxana Selaheddînê
Eyyûbî da êdîtorê wê bû û heya niha zêdetir ji 200 hejmarên wê
hatine weşandin. Bi her du zaravên Kurmancî
û Soranî tê weşandin. Êdîtorê kovarê niha mamosta Ehmed
Qazî ye.
·
Kovara
Girûgal 1979:
Sala 1979an bi xebata Mihsin Şasiwarî
hatiye belavkirin û li bajarê Kirmaşanê tenê
du hejmar jê hatine weşandin.
·
Kovara
Awêne 1989:
Kovarek çandî, wêjeyî û civakî ye û du mehan carekê tê weşandin.
Êdîtorê kovarê Seyîd Mihemed Elî Çawişî ye. Di hemû hejmaran de para
dawiyê bi zimanê Farsî tê weşandin, lê babetên wê tev li ser dîrok,
wêje û jiyana Kurdanin.
·
Kovara
Amanc:
Kovarek bû ku ji aliyê Yekîtîya Birayên
Mislman bi herdu zaravên Soranî û Kurmancî dihat weşandin. Têde ji
bo zarokan jî kovareke biçûk bi nava (Amanca Zarokan) jî dihat weşandin.
·
Rojnama
Awyer 1996:
Her heftê carekê bi zimanê Kurdî û Farsî li bajarê Sine
tê weşandin û heftenameyek rewşenbîrî, hunerî û civakîye.
Sernovîserê wê Behram Welîdbêgî bû ku niha li enstîtûya Kurdî li Tehranê
berpirsayrê giştîye. Ev heftename ji aliyê walîyê wilayeta Kurdistan
li bajarê Sine tê weşandin.
·
Kovara
Tavge:
Kovara encumena Mulewî Kurd e ku li
bajarê Sine tê weşandin û bi hevkariya şiwra nivîskarên Kurd li
bajarê Sine tê çapkirin. Heya niha çend hejmar jê hatine belavkirin.
·
Kovara
Zêwye 1997:
Kovareke taybetîye ku encumena wêjeyî
û çandîya bajarê Seqiz diweşînin û li jêr çavdêriya îdara
ferheng û îrşadî îslamîya bajarê Seqiz di formê pirûkê de belav
dibe.(7)
·
Rewşa
Kovar û Rojnameyên Kurdî Piştî Hatina Mihemed Xatemî(Serkkomarê Îranê
yê Niha):
·
Piştî
ku Mihemed Xatemî di sala 1997an de
bi dirûşmên reformxwaziyê bû serokkomarê dewleta Îranê, Kurdan her pênc
wilaytên rojhilatê Kurdistanê( Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristan) jî bi germî di
hilbijartinan de beşdarî kirin. Lê Xatemî peymanên xwe bi cih neanîn
û ji bona wê rewşenbîr û xwendevanên Kurd ji bo bilindkirina dengê
xwe li zanistgehên hemû Îran û Kurdistanê kovar û mehnameyên cur bi cur
weşandin ku hinek ji wan hê jî berdewamin û hinekên din jî ji ber
sedemên siyasî, maddî û nebûna îmkanên belavkirinê, êdî nayên weşandin.
·
Balkêşe
ku di tevaya van kovar û rojnameyan de piraniya babetan li ser dîroka
serhildanên her çar perçên Kurdistanê, rewşa siyasîya bizav û partiyên
Kurdan li hemû Kurdistana mezin, rewşa zarokan bi giştî û zarokên
Kurdistanê bi taybetî, civak û genc, hevpeyvîn bi nûnerên bajarên
rojhilatê Kurdistanê re, daxwaza reforman, belavkirina narkotîk(tiryak, heşîş
û hiroyîn) di nava ciwanên Kurd
de ku para istixbarata komara îslamî vî karê dûr ji exlaqê mirovanetiyê
dikin û...hwd têde hatine weşandin.
Bi rêya van kovar û rojnameyan mirov pêdihese ku rewşenbîriya siyasî
û civakî di rojhilatê Kurdistanê de gehiştiye pileyeke pir bilind. Pêwîste
bê gotin ku bandora şoreşa bakurê Kurdistan û bizav û xizmeta
ziman û rojnamevaniya başûrê Kurdistan li ser van liv û lebatên Kurdên
rojhilatê Kurdistanê diyarin. Hereketa bakurê Kurdistanê karî di van 20 salên
derbasbûyî de pirsgirêka Kurd bi raya hemû cihanê bide pejirandin û yekemîn
bizava Kurdistanîye ku ji hemû deverên Kurdistana mezin endamên wê hene.
Dewleta herêmîya başûrê Kurdistanê jî di warê ragehandin,
avedankirin û hemû warên din yên siyasî, civakî û rewşenbîrî de
guherandinên bingehîn di vê perça welatê me de pêkanîne û bandoreke
rasterast li ser Kurdên rojhilatê Kurdistanê çêkirine.
·
Navê
kovarên ku hatine weşandin an jî hinek ji wan hîn jî tên weşandin,
evin:
·
1.
Pêyik_ Kurdî û Farsî( Zanistgeha Îlam), 2. Rave( Zanistgeha Tehran), 3.
Roja Nû ( Zanistgeha Urmiyê), 4. Riwange( Kolêca nujdariyê_tib_ li bajarê
Tebrêz), 5. Çirîke( Zanistgeha Meşhed), 6. Tirîfe( Zanistgeha Erak), 7.
Çiya( Zanistgeha Isfehan), 8. Jiwan( Kolêca nujdariyê li bajarê Sine), 9.
Awat ( Zanistgeha Ehwaz), 10. Kirmanc( Zanistgeha Meşhed), 11. Agirî(
Zanistgeha Zabul), 12. Zîlan( Zanistgeha Urmiye), 13. Zayele( Zanistgeha Tebirîz),
14. Zirêbar_ Kurdî( Merîwan), 15. Kovara Mihabad( Mihabad), 16. Sîrwan(
Zanistgeha Sine), 17. Kurdistan( Enstîtûya Tehran), 18. Birûske( Kolêja nûjdariyê
li bajarê Kirmaşan), 19. Beyan( Kolêca Ebu Elî Sîna li Hemedan), 20. Mûkriyanî(Zanistgeha
azad li Mihabad), 21. Aso( Encumena edebîya bajarê Ciwanrud), 22. Sarêj( Kolêca
nujdarîyê li bajarê Tehran), 23. Mange Şew( Zanistgeha Tebatebayî li
Tehran), 24. Wêra( Zanistgeha Îlam), 25. Rawe( Zanistgeha Tehran), 26. Dahatû(
Bokan), 27. Hejaran( Zanistgeha Sine), 28. Soma( Zanistgeha Sine ), 29. Sinor(
Zanistgeha Peyamî Nur li Mihabad), 30. Mirgewer( Zanistgeha nujdariyê li Urmiyê)
û ...hwd.
·
Pêwîste
bê gotin ku di naveroka tevaya van kovar û weşanan de xwendevanen
zanistgehan bi taybetî û gelê Kurd bi giştî dawakarên refrandomêne û
komareke demokratîk dixwazin. Hinek ji van kovaran jî li her çar perçên
Kurdistanê digerin û bigştî behsa wê xeleka windabûyî dikin ku di
navbera dewlet û millet da wenda bûye. Ji van kovaran gişkan (Rave)
kovarek akademîk û zanistîe û (Riwange)
jî ji yên din Kurdistanîtire.(8)
· Têbînî û Jêrnivîs:
·
_1.
a: Urmiye di çaxê şerê cihanî ye yekemîn de(bi zimanê Farsî)_
Mihemed Temedun. M. Temedun herçend nivîskar nebû lê piştî têkçûna
serhildana Simkoyê Şikak bîranînên xwe nivîsîn û têde behsa
rojnamegeriya Kurdî kiriye.
·
b:
Bîranînên Mihemed Turcanîzade bi nivîskî.
·
_
2. Hevpeyvîn bi mamosta Xenî Bilûryan re.
·
_
3. Hevpeyvîn bi mamosta Enwer Sultanî re.
·
_
4. Yanî mirovê xwende ji yê nexwende re bixwîne.
·
_
5. Pêşgotina dîwana mamosta Hêmin ya bi navê (Tarîk û Ron) ku wî
bixwe nivîsandiye.
·
_
6. Nêw sede têkoşan_ Mamosta Ebdulah Hesenzade.
·
_7.
Rojnama Kurdistan hejmar 257( Organî Komîtey Nawendî Hizbî Dêmokratî
Kurdistanî Îran).
·
_
8. Çend hejmar ji van kovarên ku navê wan hatiye nivîsandin min bi rêya navûnîşanên
wan yên înternetê xwendin û çend hejmar jî mudratorê bernameya Çiwar
Çira birêz Hesen Qazî li Medya TV dan min ku bixwînim.
·
Têbînîyek
Taybet:
Berî demekê di Seher TV(Tilvizyona sataleigta Îranê) de bernameyek li ser dîroka
rojnamegeriyaKurdî di Rojhilatê Kurdistanê de hat weşandin ku di wê
bernamê de bi ti awayekî behsa rewşa rojnamevanîyê di çaxê serhildana
Simkoyê Şikak
û serdema damezrandina Komara Kurdistanê nehat kirin. Tenê behsa wê hindê
hat kirin ku komara îslamî ji bo rojnamevaniya Kurdî wiha kiriye, wiha anîye
û... tenê pesna xwe û rejîma dîktatora îslamî dan. Min ev nivîs ji bo wê
hindê amade kir ku him bersivek be û him jî derewên wan bêtir bên kifşê
û di çaxê înternetê de jî dîroka Kurdan bi şaşîyên wiha eşkera,
şaş nenirxînin.