“
Êdî Dem Hat… ”
Çîroka
Jiyana Hunermendê Nemir Ehmed Kaya
(
1957 Meletî.16.11.2000 Parîs )
Mirin
zû an jî dereng, para herkesî ye. Qeder wihaye. Wiha hatiye yê
wiha jî biçe. Tiþtekî sirûþtiye!… Xeberên nexweþ zû li
herderê belav dibin…
Zivistaneke
sar bû. Di wê sir û seqema hiþik de, dengek hebû ku germahîyek
dabû þev û rûniþtinên Kurdan. Dengê ku bi zimanê Tirkî ji
niþakave qehir û kîna hizar salan, di nava sîstememeke înkarker
de, bilind kiribû. Bi destê min nebû, xeber wisa nexweþ bû ku
demekê ez gêj kirim. Hêsirên çavên min û hevalên derdora
min hatin xwarê. Yekî li ranên xwe da û bi dengekî bilind
wiha qêriya:”…Kurda dengê xwe yê herî bilind ji dest
dan…”, yeke din jî serê xwe li dîwara dida û bi dengekî
bilind digiriya:” Parîs ji me çi dixwaze, ma Yilmaz Gunay,
Dr.Qasimo, Dr. Sadiq Þerefkendî têhnatiya Per Laþezê neþikênandibûn!!
ma hê zû nebû?!...”
![]() |
|
Dema
xebera mirina Ehmed Kaya, di nava raya giþtî de belav bû, pirs
li pey pirsê di mejiyê mirovan de afirîn:” Gelo çima em
evqas bextreþ û bêþansin?, ma ev bû qedera me?… ev
pirsek bû ku wê rojê herkesî ji xwe dikir.
Di
dîroka hunera Kurdî de, hunermendên ku xwezî, hesret û ser û
malê xwe fîdayê doza Kurdistanê kirin e, ne kêmin. Karwanê
hunermendên þehîd dûr û dirêj e: Erdewan
Zaxoyî û Dilþad Merîwanî ji baþûrê Kurdistanê, Serhed,
Mizgîn, Çiya, Sefkan, Hogir û çendîn kesên din ji bakurê
Kurdistanê, Cemal Moftî ji Rojhilatê Kurdistanê û Mihemd
Þêxoyê daxbarê bindestî û perîþanhaliya gelê xwe ji
rojavayê Kurdistanê, ji wan hunermendan bûn ku bi destê dewletên
dagiker hatin þehîdkirin an jî rêya mirinê li ber wan
vekirin.
Li
bakurê Kurdistanê karwanê hunermendên þehîd, ji ber siyaseta
înkarê, hîna jî dirêjtir e. Hunermendê dawiyê ku ji ber
helwesta xwe ya Kurdxwaziyê, neçar ma ji hêlîna xwe bireve, “Ehmed
Kaya” bû. Jiyana Ehmed Kayayê dengxweþ, çîrokeke dûr
û dirêj e.
Ehmed Kaya di 28 Oktobira sala 1957an li bajarê Meletiyê(Malatiya) di nava malbateke karker û zehmetkêþ de li bakurê Kurdistanê hat dinê. Bavê wî di fabrîka mensucat(parçe çêkirinê) ya bajarê Malatiya de bi evînek bêdawî dixebitî ku zarokên wî xwîndina xwe heya dawiyê berdewam bikin. Ehmed Kaya di nava pênc zarokên malê de, ji tevan, biçûktir bû.
Rojekê
dema ku Ehmed kaya hê zarok bû, bi sazekê(baxlama) vegeriya malê,
bavê wî jî jêre wiha got:”
Ev daxwaza te ya ji bo hunerê, ji min re jî xweziya herî
mezine”.
Stran
û Pêngava Yekê
Sala
1966an Ehmed Kaya hê 9 salî bû ku li 24ê Julî(Temûz) ji bo pîrozkirina
roja karkeran, bo yekemîn car derket ser sehnê û ev xatire di
jiyana wî û malbata wî de bû bîranînek nemir.
Di
dema bêhinvedan(teitîl)ên havînê de ku xwîndingeh dihatin
girtin, Ehmedê ciwan bi hêzeke bêdawî, mîna þagirdekî li
ber destê þofêrê mînîbusê dixebit e. Ji temenê zarokatiyê
ew jîr bû û rewþa aborî-civakîya malbatê jî fam dikir. Ji
bona wê jî dixwest hevkariya bavê xwe yê zehmetkêþ bike.
Dema
ku birayê wî yê mezin (Beþar) ji aliyê dewletê ve tê
girtin, bi saza xwe ya biçûk strana xwe ya yekê"Bir
Volkswagon alacaðim, Adini “Baþar” koyacaðim_ Ezê tirmbêleke
Volkswagon bikirim û navê wê deynim Bþar", çêdike.
Di pêgehiþtineke wiha de, Ehmed Kaya hemû sêlik(pilak)ên hunermendê bi nav û deng (Ruhî Su) dikire û di nava hevalên xwe de jî belav dike. Di wan salan de wî pantolên fireh û kirasên mildirêj dikirin ber xwe û pora serê wî jî dirêj bû. Ew ciwanekî nûkar bû ku ji bo paþerojê bîr û ramanên kur û dûr di mejiyê wî de hebûn.
Piþtî
ku bavê Ehmed ji aliyê fabrîka mensucatê ve teqawît(an jî
xaneniþîn) bû, ji bo jiyaneke baþtir ji Meletiyê ber bi Ýstembolê
koç kir û li taxa (Kocamustafapaþa), bi cîh bûn. Li Istembolê
bû ku di yekemîn dîtin de, tirsek mezin li ser dilê Ehmedê
ciwan, rûniþt. Ew jî tirsa wê hindê bû ku aya rih û xeyalên
wî yê bi vî bajarî re hev bigirin an ne?!!
Bi
hatina salên 1970an re di nava civaka Tirkiyê û bakurê
Kurdistanê, gûherandinên siyasî û gerim dest pêdikin. E.
Kaya dixebitî ku xwîndina xwe ya navîn bi dawî bîne, lê dema
çavên xwe baþtir vekirin, dît ku di nava wê civatê de ye ya
ku jê hez dikir. Zû pêdihese ku kultura wir(yanî Tirkiyê) û
Meletiyayê(yanî Kuredistanê) ji hev cudan e. Ew ketibû nava
derya çandeke nû û cuda ji çanda xwe ya Kurdewarî. Bi keneke
tejî hîvî dest bi guhdarkirina Stran, marþên þoreþgerî û
stranên hunermend (Ruhî Su) dike. Piþtî çend salan ew vê
rastiyê înkar nake ku di bin bandora vî rengê muzîkê de,
maye. Lê gera wî ya ji bo xwepeydakirin û gera li pey dengê
xwe, nasekine. Ew qet çaxê xwe bi valayî derbas nake û hertim
bi saza xwe re mijûle û ji xwe re distire. Þev û rojan nizane
westan çiye.
Di
wan salan de Ehmed Kaya dixebite ku mîna mamostayê xwe (Ruhî
Su) hînî lêxsitina sazê bibe û bêtir dixebite ku di cîhana
hunerê de, istîl an jî rêyekê ji xwe re peyda bike.
Ehmed
ji aliyekî di cîhana xwe ya muzîkê de werbibû, ji aliyekî jî
îdeyên gûherandinên jiyanê di raman û bizavên wî de, geþ
dibûn. Ew bi wê dînamizma gencatiyê, dijberiya xwe ya li dijî
sîstema serdest jî eþkere dikir.
Ji
salên 1980an û pêde di jiyana wî de, gûherandinên bingehîn
pêktên û ew rêya xwe hildibijêre.
Sala
1985an Ehmed kaya ku tenê bi rêya muzîkê ramanên xwe îfade
dikirin, wiha got:” êdî
dem hat” û stranên ku ji xwe re çêkiribûn, radike û
kasêta xwe dibe Unkapanê ku li Istembolê cihê
tomarkirin û weþana berhemên hunerî bû. Ew dixwaze kasêtekê
bi deng û istîla xwe ya nû derxîne piyasê. Herkesê ku guhdarî
wî dike, jêre dibêjin:”Tikes
vê muzîkê naecibîne û rû nadê...”
Lê
Ehmedê nûgehiþtî û xwedî hêzek bêdawî, kesek nebû ku ji
van gotinan bitirse an jî di dewama karê xwe de dilsar bibe.
Roj
derbas dibin, êdî ew digehe wê biryarê ku bi îmakanên xwe yên
þexsî û bi hevkariya çend hevalên derdora xwe, albûma xwe ya
yekemîn” Aðlama Bebeðim_
Megrî lawo” çêbike. Lê albûma wî ya ku etmosfêrê
siyasî yê desthilatdar di wan salan de naveroka wê
nedipejirand, zû hat komkirin. Îtraza wan ya li dijî vê
biryara dewletê digehe encamê(netîcê dide) û bi destûra
dadgehê albûma Ehmed Kaya ya yekemîn “Aðlama Bebeðim” bi
awayekî azad tê belavkirin û firotin.
Ji
12 Eylula sala 1980an û pêde ku Kenan
Êvrên û desthilatdariya leþkerî li Tirkiyê û Kurdistanê
hat ser kar, xwîndevanên zanistgehan, malbatên girtîyên di
girtîgehan de, sazîyên alîgirên aþtî û demokrasiyê, komên
kesayetî û dijberên dewama rewþa awarte, tev dixwazin careke
din di Tirkiyê de, tovê demokrasîyê biçînin. Ev çînên
civakî tev hêdî-hêdî guhdarên stran û muzîka Ehmed kaya pêktînin.
Bi vî awayî Ehmed Kaya jî di nava bazara hunera Tirkiyê de rêyeke
nû ji xwe re vedike.
Demeke
kin piþtî vê Ehmed kaya albûma xwe ya duyemîn "Acilara
Tutunmak_ Girtina êþan" çêdike. Êdî di vê xebata wî
ya nû de, hemû çînên civatê yên sivîl û siyasî, rewþa
jiyan û îdeyên xwe têde dibînin.
Gülten Hayaloðlu li kêleka
Ehmed Kaya
Helbestvanên
mîna“ Ehmed Arif, Enwer
Gökçe, Hesen Hüseyin Korkmazgil” bi helbestên xwe, bi
hunermend Ehmed Kaya re ne. Di çaxê çêkirina albûma xwe ya
duyemîn de, deriyê þanisê wî ji nûve vedibe û yek ji kesên
ku di xebata repertuara wî ya nû de li kêleka wîye, keça Dêrsîmî
“Gülten Hayaloðlu”
ye. Ew ji wir û pêde hev nas dikin û di tomarkirina berhemên
albûma xwe ya duyemîn de êdî Gülten jî li ba wîye.
Di
çaxê çêkirina albûma sêyemîn de Gülten helbesta bi navê
“ Þafak Türküsü_
Strana þefeqê” ya girtiyekî yê bi navê (Newzad Çelîk)
ku bi îdamê hatibû mehkumkirin, datîne ber Ehmed Kaya û jêre
dibêje:” Vê helbestê
bike stran û pêwîste tu wate û naveroka wê bigehînî guhê
pareke mezina gelê civakê “. Herçend di destpêkê de
Ehmed li ser zehmetiyên vê helbesta” azad an jî þêira nû”
ji bo stranê bi Gültenê re axivî jî, lê wî ew helbest kir
stran û navê albûma xwe ya sêyemîn jî li ser îftixara navê
girtiyekî azadiyê danî “ Þafak Türküsü”!.
Wî
bi hevkariya xanima xwe Gültenê, ew bayê ku ji nava rihê
mirovan dihat, girt û ew derdê dilê girtîyên ku li benda îdamê
bûn û bi hizaran girtîyên zindanan û rewþa ku malbatên wan
têde bûn, kiribû stran û awaz. Dengê
wî bibû merhema dilbirîndaran. Dilbirîndarên ku êþa wan
bindestî û zordariya faþîsimê bû. Kurd, Tirk, Laz, karker,
rewþenbîr û zana, tev bi ramanên wî re bûn. Ew êdî bibû
alahilgirê þoreþeke nû.
Di
wan salên reþ yên ku 12 Eylulê bi xwe re anîbûn, dengê
Ehmed Kaya bibû dengê hemû dijberên yasa û zagûnên generalên
Tirk û piþtî Þivan û Gulistan Perwerê ku bi zimanê Kurdî
muzîka protestokirinê li her derê belav kiribû, êdî “Muzîka
Protestokirinê” bi zimanê Tirkî jî di nava gel de cihekî
xwe yê taybetî girtibû.
Di
4´mîn albûma xwe ya bi navê “An Gelir_ Dem yê bê” dîsa Ehmed Kaya bi helbestên
“ Attila Ýlhan, Hasan Hüseyin
Korkmazgil û Ülkü Tamer” ku di vê albûma xwe de kiribûn
stran, dîsan jî ji berê hîn baþtir ber bi pêþve, pêngavên
baþ avêtin. Ew êdî bi aranjorên profesyonel re jî dixebitî
û berhemên baþ di nava gelê ku têhniyên azadiyê bûn, belav
dikirin.
Ramana
“ Pêþde çûn û karek
ji karê berê baþtir kirin” bibû armanca sereke ji Ehmed
Kaya re.
Kaya
di albûma xwe ya 5´mîn “ Yorgun Demokrat _ Demokrata Westiyayî“ de ji xeynî
hevkariya helbestvanên navdar, vê carê bi rêya Gültenê re bi
birayê wê yê helbestvan Yusuf Hayaloðluyê Dêrsimî re
jî dest bi xebateke nû dike. Ev hevdîtina wan jî rasthatineke
herî baþ û durist bû di jiyana wan her duyan de. Çimkî ew
her du kurên axekê anku axa Kurdistanê bûn ku di nava xem û
derdên gelê xwe de pijiyabûn. Yusuf Hayaloglu bi albûma Ehmed
Kaya “Yorgun Demokrat” bi pêþniyara xwîþka xwe Gültenê
dest bi çêkirina helbestên stranan ji bo Ehmed Kaya kir.
Hevkariya wan her duyan bû sedem ku ev berhemê Ehmed Kaya him bi
naveroka xwe û him jî di wî etmosfêrê Tirkiyê yê girtî û
fetisandinê de, bandora xwe di nava mejiyê bi milyonan mirovên
demokrat de, bide xuyanîkirin.
Pêþkêþkirina
Konseran û Pêþwaziya Gel
Li
rex karê çêkirina albûmên xwe yên dewlemend, Ehmed Kaya di
nava gel û dilxwazên hunera xwe de jî dest bi pêþkêþkirina
konseran dike. Ji aliyê medyaya alîgira sîstema Kemalîzimê
ve, wî mîna “ hunermendê bi tirs û xeternak” binav
dikin. Ev karê wan dilê wî û guhdarên wî diêþîne, lê ew
bi îsrar li ser karê xwe berdewame.
Albûma
Ehmed Kaya ya 6´mîn “Baþkaldiriyorum_ Serî hildidim” e ku xebata Ehmed
Kaya û Yusuf Hayaloðlu ya hevpar(muþterek)e û bi demê re pir
baþ tê pêþwazî kirin. Çimkî welat hêdî-hêdî di têkoþîna
wê hindê de ye ku tarîtiya 12 Îlûnê ji bîra bike.
Ehmed
Kaya derdê xwe ji derd û elemên gel û axa ku ew têde hatiye
dinê(Kurdistanê) cûda û dûr nabîne. Þerekî qirêj li welatê
wî Kurdistanê tê meþandin û herroj xortên welatê wî li ser
axa xwe tên þehîd kirin. Ji bona wê jî ew di albûma xwe ya
bi navê “Ýyimser Bir Gül_ Guleke xweþbîn” an jî “Kod Adi
Bahtiyar_ Navê wî yê nihînî Bextiyar” bersivê dide rewþa
vê pêvajoyê.
Stranên
ku xwîndina wan jêre hatine qedexekirin, di nava konsêran de
distire û ji wan jî du albûman li jêr navê “Resitaller 1 û 2” dedixîne nava gel. Berhemên van
du konseran bi bingeha xwe çavkaniya xwe ji çanda gel standibûn.
Êdî albûma wî ya bi navê. “Resitaller
2” rekora firotinê di nava bazara muzîka Tirkiyê de, diþkêne.
Ehmed
Kaya bi hevalê xwe Ehmet Koç re ku di hemû konser û
berhemên wî de jêre li baxlem(saz)ê dixe, dest bi çêkirina
albûma xwe ya nû ”Sevgi
Duvari_ Dîwarê evînê" diken. Di vê albûmê de dîsa
“ Can Yücel, Yusuf
Hayaloðlu, Osman Ýþmen’siz ” û bo yekemîn car bi
helbest û gotinên stranan, rojnamevan “
Elî Çinar ” jî hevkariya wî diken.
Berdewama
rikberiya li dijî sîstema Kemalîzimê
Sîstema
serdest ji huner û stranên Ehmed Kaya ne razîye, lê ew karê
xwe didomîne û bi stranên xwe hemû çînên civaka Tirkiye û
Kurdistanê vedixwîne serhildanê. Ji bona wê jî çiqas ku dem
derbas dibe, serê wî dikeve nava derd û belayên ku parêzvanên
sîstema Kemalîzimê jêre çêdikin. Çiqas ku ramanên wî
mezin dibin, pirsgirêkên mezin jî derdikevin pêþberî wî. Li
gelek deveran konserên wî li jêr navê”
tehluke bûnê” de, tên qedexe kirin û albûmên wî jî tên
komkirin û nahêlin ku gel ji xwe re bikire. Li ser vê pêvajo
û rewþê jî Ehmed stranan diafirîne û 11´mîn albûma xwe ya
bi navê ”Baþim Belada'dir_ Serê Min di Belayê de ye”
ku ji helbestên Ehmed Arif, Attila Ýlhan û Yusuf Hayaloðlu
pêkhatibû, belav dike û dîsa bi awayekî ku nayê bawerkirin,
ji aliyê gel ve pir bi germî hat pêþwazîkirin. Ehmed Kaya di
vê albûma xwe de stranên xwe jî bi muzîkek dewlemend
xemilandibûn.
Û
bi vî awayî Ehmed Kaya jî bû xwîndingehek ku hêdî-hêdî
gelek kesan ji istîla wî teqlîd dikirin. Êdî di nava medya
Tirkiyê de wêne û navê wî li her derê tê dîtin. Ew di tarîtiyek
reþ de serkêþê ramanên azadîxwaziyê ye.
Ehmed
Kaya di 12´mîn albûma xwe ya bi navê ”Dokunma
Yanarsin_ Dest lêmede, tu yê biþewitî” dîsa di jiyana
xwe ya hunerî de, hinek gûherandinên din çêdike. Rengê muzîkê
û giraniya ku di cewherê helbestên Yusuf Hayaloðlu de tê dîtin,
dibine sedem ku zêdetir ji berê 12´mîn albûma wî ji aliyê
gel ve bê pêþwazîkirin. Hevkariya wan( Ehmed Kaya û Yusuf
Hayaloglu) bi germî didome û ev hevgirtin di jiyana hunerîya
Ehmed Kaya de, pêvajoyek nû dide dest pêkirin. Di vê pêvajoya
nû de êdî kasêt û CDyên Ehmed Kaya ji milyonekê zêdetir tên
firotin. Êdî Ehmed Kaya bibû xwedî muzîk û hunera xwe ya
taybetî û îmza wî jî di cihana hunerê de dihat dîtin.
E.
Kaya di 13´mîn albûma xwe ya li jêr navê “Tedirgin_Du
dilî, bi þubhe”, him bi deng û him jî bi rêya mifa
standina ji hemû pêþketinên teknîkê yên rojane, berhemekî
herî hêja afirand ku di jiyana wî ya hunerî de dîsan jî pêngavek
nû bû. Çimkî ew berhem bi muzîkek profesyonel û di fîrmayek
herî baþ de, hatibê amade kirin.
Þoreþa
Bakurê Kurdistanê û Ehmed Kaya
Salên
90an, ew salin yên ku þerê di navbera Kurd û dewleta þovenîsta
Tirkiyê de, berfireh dibe û zordariya li ser hêzên demokrat jî
zêdetir dibe. Li Kurdistanê serhildanên netewî dest pêdikin.
Bi vê re ew hunera ku rêya azadîya ramanên siyasî vedikir, dîsan
jî ket jêr zext û tehdîdên alîgirên wê sîstema ku ew heftê
sal bû hertim digotin:”
Tek dil, tek bayrak ve Tek Ülke_ Tenê zimanek, Yel Ala û Yek
Welat ”. Dîsan girtin û kuþtina rewþenbîr, hunermend û
azadîxwazan careke din mîna salên 1980an destpêkir.
Ehmed
Kaya li rex hemû dijayetiyên sîstemê, lê dîsa jî li ser
xebat û jiyana xwe ya hunerî mîna berê berdewame.
Û
albûma “Þarkilarim Daðlara_
Stranên min ji çîyan re” tê amade kirin. Di vê albûmê
de ku stran bi piranî ji helbest û muzîka wî pêkhatibûn, bo
cara yekê xanima wî Gülten Kaya jî bi stranekê ku dabû hevalê
jiyana xwe, hevkariya wî dike. Strana
“ Daglar_ Çiya” di nava gel de gelek baþ hat pêþwazîkirin.
Ew stran ji bo çiyayên Kurdistanê bû, çiyayên ku bibûn hêlîna
gerîla û azadîxwazên rêya serxwebûna Kurdistanê.
Herwiha
di vê albûma xwe de E. kaya bo yekemîn car helbestvanê Kurd (Orhan
Kotan) jî nas dike û helbestên wî ji dike stran û dixwîne.
Albûma
14an bersivek bû li dijî wî þerê ku li bakurê Kurdistanê di
navbera Kurdan û artêþa dewleta Tirkiyê de dihat meþandin. Ji
bona wê jî albûm bi hejmarek gelek zêde hat firotin.
Di
mercên wiha de, Ehmed li bendê ye ku li Tirkiyê “
welatekî azad û demokrasiyek rastîn” çêbibe. Ji ber wê
jî bo gehiþtina bi vê armancê, Ehmed Kaya bi hîvî pêngavên
xwe ber bi pêþve davêje. Ew dixwaze êdî “wendabûna
kesên azadîxwaz û þerê gemar” bi dawî bibe.
15mîn
albûma E. Kaya “Beni Bûl_
Min peyda bike” dibe sedem ku êdî herkes heqîqeta bîr û
ramanên Ehmed Kaya bi eþkerahî bibîne û bipejirîne. Stêra
þansê Ehmed Kaya di dema xwe ya herî geþ da ye. Tîraja wan
kovar û rojnameyên ku wêne û hevpeyvînên Ehmed Kaya têde
cih girtine, diçe jor û ew di hemû Tirkiye û Kurdistanê de
hunermendê herî poplere.
Ew
bi hevala xwe Gültenê re bi tîpên destpêka navên xwe, þirketek
prodüksiyonê ya bi navê (GAK
PRODUCTION), datînin. Deriyê wan ji bo herkesê ku bixwaze
muzîk û hunerek rastîn biafirîne, vekiriye. Êdî navê Ehmed
kaya di nava navên navdar de diyare û ew di kanalek TVyê ya bi
navê “ulusal TV_ TVya
Millî” bernamekê ya bi navê“
Ahmet Abi’nin Vapuru_ Vapûra Kekê Ehmed” çêdike.
“GAK
Production “ tim di xizmeta hunera resen û netewî de ye.
16´mîn
albûma wî ya bi navê ”Yildizlar
ve Yakamoz_ Stêrk û îsîna ava deryayê” jî li ser vê
armancê çêbû.
Xelata
ku qedera wî gûherand
Hunemend
Ehmed Kaya ji bo girafîkên CDyên xwe yên watedar û muzîka
profesyonal, bi dehan caran ji aliyê saziyan ve tê xelat kirin.
Serkevtinek
wiha ji bo 17´mîn albûma xwe ya bi navê “Dosta
Düþmana Karþi_ Ji bo dost û dijimina ” jî bi dest anî.
Ew ji aliyê “Komela
Rojnamevanên Megazîn_ Magazin Gazetecileri Derneði MGD”
bi duristkirina þeva “Stêrika
Muzîkê ya Salê_ Yilin Müzik Yildizi” tê xelatkirin. Li
wira dema ku Ehmed Kaya xelata xwe distîne, di axftina xwe de
dide xuyakirin ku:” Ew di karê amadekirina albûmeke nû de
ne û repertuar(bingeh)a wê jî di destê wan de amadeye. Di
berhemê wî yê nû de bi zimanê Kurdî jî stranan yê bixwîne
û kilîpan jî yê çêbike”.
Wî
di wê þeva taybetî de bi axiftinên xwe rêyeke nû (cuda ji
armancên berê) dabû destpêkirin. Lê di wê þevê de ew ji
aliyê hinek þovenîstên Tirk ve ket ber hêrþê û roja piþtre
jî ew heya çend rojan hat desteser kirin.
Navê
albûma wî ya nû “Hoþçakalin
Gözüm_ Bi xêr bimînin çavê min” bû.
Û
dema ku wî zanî sîstem serdest jê nagere û yê tim bê girtin
û zindanî kirin, ji rûyê neçariyê bo demeke kin hat Ewropa
û li Feransayê bi cîh bû. Albûma “Hoþçakalin
Gözüm_ Bi xêr bimînin çavê min” berhemê xatir
xwestina wî bû ji malbat, heval, dilxwaz û welatê wî. Û wî
ev berhemê xwe yê dawiyê, sipart hevala rojên xwe yên xweþ
û nexweþ Gülten Kaya.
Dema
ew jî mîna bi hezaran Kurdên din hat Ewropa, bi germiyek bênimune
ji aliyê gelê Kurd ve hat pêþwazî kirin û Kurdên himwilatiyên
wî li dorê kombûn.
Ehmed
Kaya di 16 Novabra sala 2000an de, dûr ji çaveraniya bi milyonan
mirovan, di xerîbîyê de jiyana xwe ji dest da. Wî bi hizaran
xwezî û hesret bi xwe re birin nava axa sar.
Piþtî
wê Gülten Kayayê di xemgînîyek mezin de xebata mix,
editing-mastering ya albûma wî ya nû da destpêkirin. Stranên
wî yên dawiyê di wê albûmê de bi cîh bibûn. Armanca Gültenê
ew bû ku bi dujiminên demokrasî û aþtiyê bide famkirin ku
Ehmed Kaya navekî nemire.
Ehmed
Kaya di jiyana xwe de gelek caran ji ber naveroka stran û helbestên
xwe, hat girtin û zindanîkirin. Ji bona wê jî Ehmed kaya
hertim wiha digot:”Di
Tirkiyê de îdareya Emniyetê û Mehkema Dewletê ya Asayêþê
mala min ya duyê û nav û nîþanên min yê duyemînin.”
Berevajî
hemû dijberî û zextên ku ji aliyê sîstema Kemalîzmê ve li
dijî bîr û ramanên Ehmed Kaya dihatin kirin, albûma dawî û
xatirxwestina wî, di sala 2001an de ji aliyê Gülten Kaya û di GAM
MÜZÝKê de gehiþt destê guhdarên deng û hunera wî.
Ehmed
Kaya di çaxê ku li dervey Tirkiyê bû, ji ber wan konser û
axaftinên xwe gelek caran bi sûçên mîna”
Xayînê Welat”, “
hevkarê xayîn û Terorîstan” hat tawanbar kirin û jêre
gelek mehkeme hatin vekirin û di yek ji wan mehkeman de ew bi 3
sal û 9 mehan bi girtinê hat mehkûm kirin. Ev qirar ji aliyê
mehkema bilind û berpirsyarên dadgeha Tirkiyê ya bilind, hatibû
dayîn.
Lê
êdî ew di nava gelê xwe de nemabû û li rex rewþenbîr,
siyasetvan û kesayetiyên herî bi nav û dengên cîhanê li
goristana Parisê” Pere- Lachaise” bibû mêvanê Dr. Qasimlo,
Dr. Sadiq Þerefkendî, Yilmaz Gûnay û hemû parazvanên bîr û
rayên azadîyê.
Ew
çû, lê deng û ramanên wî namirin. Ehmed Kaya bû sembolek ji
sembolên azadîxwazên Kurdistan û hemû gelên bê welat û
kiyan.
Di
çaxê ku E. Kaya li Ewropa bû hertim wiha digot:”
Ji vir û pêde ezê stranên xwe yên herî xweþ ji gelê xwe re
bixwînim". Ew dilþikestî
û pir bi hesret bû. Li rojên xwe yên bihorî poþman bibû. Ji
bona wê jî hertim wiha digot:"Ez dereng bi xwe
hesiyam... belê, êdî ezê heya mirinê ji gelê xwe re bistrêm
û li rex wan bimînim”.
Ehmed
Kaya hunermend bû û mîna her hunermendekî rastîn piçekî
marjînal bû.
Ew
gelek salan di þerê “erê-nayê”
de, bû. Kurdan
þer giran kiribûn. Ew jî mîna keþtiyeke biçûk, geh bi ber pêlên
Kurdayetiyê, geh ber bi çepgiriyê diket û vir de wê de diçû.
Di bin bandora çepgiriya pêxwasiyê de bû. Ji feqîriyê, ji
tunebûnê, ji birçîbûnê hatibû. Bi dengê xwe, bi keda xwe
gihîþtibû hunermendî, navdarî û dewlemendiyê. Kurdbûn
xeternak bû. Ji serîhildanê, ji peyvên mezin hez dikir. Çepgirî
hêsantir û kêm xetertir bû. Wî hertim digot: "Ez ne
nijadperest im, ez înternasyonalîst im“.
Ehmed,
dereng be jî bi alîkariya jina xwe Gülten a Dêrsimî, gihîþt
rastiya gelê xwe. Gava di wê þevê de got:"Ez dixwazim
stranekê bi Kurdî bibêjim û klîba stranê bi kurdî bikþînim"
kevçiyên ku dostên(!) wî avêtin serê wî, jê re bûn þok.
Welat terikand. Li Ewropayê Kurd lê xwedî derketin, germahiya
Kurdan û eþqa welatparêziyê ew kemiland û ew vegeriyabû nava
konê bav û kalên xwe.
Ehmet jî mîna Yilmaz Guney, di dema xwe ya herî bi ber de û di
emrê Yilmaz de, ji nava me bar kir. Ew
ji piþta me çû. Gültenê di roja merasima veþartina wî de bi
dengekî bilind wiha got:"Heta li welatê te, zimanê te,
muzîka te azad nebe, ez termê te nabim welat."
Têbînî:
Min tenê du caran nemir Ehmed Kaya li Medya TV dît. Ez û ew
hinekî li ser jiyana wî axivîn. Biryar wa bû ku ez hevpeyvînekê
pêre çêbikim lê wî digot:” ez xwe hînî zimanê Kurdî
dikikm û dixwazim bi zimanê xwe yê zikmakî bi tere hevpeyvînê
pêkbînim.”
Min
ev nivîs ji rûyê wan notan nivîsî ku di wan du rûniþtinan
de hilanîbûn. Herwiha bi rêya telefonê jî min çend pirs ji
xanima wî Gülten Kaya kirin ku nivîsa
min dewlemendtir kir.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org