Heya Yên Mîna Te Hebin Mirovahî Jî Namire...

Sipasbêjiyek ji bo mirovheziya hevalê min Kekê Elî Halo

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

Ji München Heya Zaxo: Evîna Xizmeta Gelê Belengaz

Di cîhana îro de mirovên ku gotin û kiryarên wan, hev bigrin, pir kêmên. Hinek kes bi zimanekî ter û los, carna bihûþtê heya çokên mirovan tînin, lê piþtre mirov pêdihese ku di navbera piratîk û gotinên wan de jî bi hizaran kîlometro mesafe heye.!! Di cîhana îro da çiqas ku jiyan ber bi pêþve diçe, mirov jî ji meinewiyat û mirovatiyê dûr dikeve û ber bi maddiyat ve dimeþe.

Nivîsandin li ser qencîyên mirovan, karekî wiha hêsan nine. Çimkî di serdema têknolojî û înternetê da, êdî mirovên baþ jî kêm peyda dibin. Bi taybetî jî di cîhana gelên Rojhilata Navîn û netewên ku hê ji aliyê civakî ve negehiþtîne, mirovên civakê bi giþtî li pey rêyekê digerin ku tenê ji xwe re bin û bes. Dema destê wan digehe devê wan, bavo êdî ji e´rd û esmanan jî diqehirin. 

 
Elî Halo kurê þehîd Halo

Elî Halo yek ji wan kesaye ku wiha derneket. Ji mêjda bû ku min ew nas dikir. Hê jî ew hemen xortê Kurd û dûrbîn bû ku li ser cî bi cî kirina armanên xwe bi îsrar bû.

Wî bi keda xwe dest bi karekî kir û ji aliyê aborî ve têde bi ser ket. Ji xeynî qencîyên berbilav, hertim pirsa wî ji min re ev bû:“ Dema ez diçim Kurdistanê, derdên bêderman pirin. Gelo mirov dikare çi bike ku derdê êþeke vê civakê bikewîne?... îro pareke Kurdistanê azade, divê em tev vê azadiyê biparêzin û biqedrînîn.... bîra te tê min hertim ji tere çi digot?“

 „ Dibistanekê, rêyekê, pirtûkxanekê ji xelkê bajar re çêbike an jî hevkariyekê ji malbatên pêþmergeyên þehîd re bike....“  Ev jî bersiva min bû. Lê Elî kûrtir ji min difikirî.

Nûjenkirina Nexweþxaneya Bajarê Zaxo

Bi salan bû ku nexweþxaneya bajarê Zaxo nehatibû nûkirin. Cihê ku zêdetir ji hemû îdareyên din yên bajar, êþ û elemên gelê civakê têde dihatin çareser kirin. Li rex tevaya kêmasîyên din: der û dîwar, perde û pencere, bûyaxa dîwaran û bi giþtî hemû bînaya nexweþxanê(ji hundir û derve) pêwîstî bi nûkirineke bingehîn hebû.

Hevalekî wî li ser kêmasîyên nûjenkirina nexweþxanê bi berpirsyarên wira re  axivîbû. Li ser kêmasîyan bi Elî Halo re jî axivî. Elî jî hisabên xwe kirin û bêrawestan dest pêkir.

Karê ku heya wê rojê kesî nekirbû, Elî bi dilvekeriya xwe ji karê xêrxwaziyê re bû destpêkek dîrokî.

 
Di demeke kin de nûjenkirina nexweþxana bajar bi dawî hat. Di vê pêngava dîrokî, kêm nimune û xêrxwaziyê de bi qasî 83.000 Dolar pere ji bo nûkirina hemû pêwîstiyên nexweþxanê hatin xerckirin. Pêwîst nake ku bêjim çi hat kirîn û kirin, çawa reng û rûyê vî cihê pîroz hat gûherîn. çimkî gelê bajar û herêmê baþ dizanin ku beriya wê nexweþxane çawa bû û niha çawaye.
Di çend mehan de rengê dîwaran hat nûkirin, der û pencerên nû hatin kirîn, panke, condition, têla kehrebê û çend aletên nûjdarî û cerahîyê jî di nexweþxanê de hatin bi cih kirin. Êdî doxtor û berpirsyarên nexweþxanê bi wijdanek rihet dikarîn bersiva nexweþên xwe bidin.

Belê ... Elî Halo yê ku tama hemû derd û êþên gel bi hemû hest û hissên xwe kiþandibûn, di çaxê xweþîyê de jî li kêleka wan nelivî. Ji ber wê jî him qedrê Elî û him jî þexseyata wî ya rûniþtî, li ba min zêdetir dibe. Kesên ku zû bi zû esilê xwe negûherin, dikarin bibin navdar û þanaziyek mezin ji gel û welatê xwe re.  

 

Di vê cîhana mezin de tiþtek ji wê hindê xweþtir tune ku mirov xizmeta mirovahiyê bike. Di demeke wiha da ye ku wijdana mirovan rihete û hisabê ji xwediyê xwe naxwaze.

Bêgoman ev karên mirovdostiyê kesekî wiha tenê ji bo navê xwe nake, lê heyf û mixabin ku ji aliyê rêkxraw û ragehandina Kurdistanî ve jî çi pûte pê nehat dayîn!!. Pêngavek wiha girîng ger di medya Kurdî de bihayekî giran jêre bê dayîn, dikare ji xêrxwazên din re jî bibe mînak. Cihê ecêbmayînê di vir da ye ku li rex karên wiha dema ku kesekî bîyanî bi perekî gelek kêmtir çend kompiyotêran ji îdare an jî saziyeke Kurdistanî re mîna xelat pêþkêþ dike, êdî hûn werin binêrin ka çawa di ragehandina Kurdî de, cihekî taybetî jêre tê veqetandin!!.

Gelo li gor we nîþandayîna helwestek wiha karekî raste?  

 

Gelek kesên din jî hene ku karên xêrxwaziyê kirine, hê jî dixwazin bikin lê dema bi pêþwaziyeke wiha sar re rû bi rû dimînin, êdî xwe bêdeng dikin.

Elbete ti goman têde nîne ku xêrxwazên emeknas di nava Kurdan de pirin û pir karên mezin jî di Kurdistanê de kirine. Lê diyare ez ji karên wiha bêxeberim. Min tenê xwest ku li ser karê kekê Elî Halo binivîsim. Hîvîdarim ku karên wiha bibin handerek ji wan kesên din re ku dixwazin li ser rêyeke wiha pîroz bimeþin.

Di dawiyê de tenê vê rastiyê ji hevalê xwe yê salên dûr û dirêj Elî Halo re dibêjim:“

Keko: Pênûsa min nikare pesna xêrxwazî û vî karê te yê dîrokî bide. Ez di xwîndingeha mirovheziya te da dersên bilind hîn bûm. Lê vê rastiyê jî baþ bizane ku heya di dinê de yên mîna te hebin, mirovahî jî yê zindî bimîne... Tenê yên mîna tene ku mirovanetîya rast û paqij li ser piya hiþtine. Bi wê hîvîyê ku tu ji wan kesan re jî bibî serkêþ. Belê yên ku dîn, dinya û îmana wan heya mirinê tenê pere û komkirina malê dinê ye....  Ez bawerim te ev gotina bav û kalan:“ Malê dinê qirêja destaye...“ baþ fêm kiriye.

Bi nunertiya hemû kesên xwedî wijdan û qedrinas, ji e´rdê heya esmanan ez sipasdarê vê xizmeta te ya civakî me.  

Tene tiþtek ma ku ger bêjim baþtire:“ Bila riha bavê te þad be. çimkî te cihê bavê xwe (þehîd Elî Halo)yê qehreman, vala nehiþt. Bila dayika te(Þêre jina ku mixabin jiyana wê jî bi ser xwe hê romaneke nenivîsandiye), hertim bi hebûna lawekî mîna te serbilind be.  

Têbînîyek Taybetî:

Þêrzad kurê þehîdekî doza Kurdistanê ye. Ew hê nebibû du sal ku bavê wî þehîd bû. Piþtî vê bûyera tal, navê bavê wî li ser wî danîn. Ew bû Elî Haloyê kurê þehîd Elî Halo.

Þehîd Elî Halo bi çend taybetmendiyên xwe yên bilind di nava gel da deng vedabû: Di þerên Metîna, Geliyê Zaxo û E´nzela wî him mêrxasî û him jî e´daleta xwe ji dost û neyaran re dabû xuyanî kirin. Sifetên wî nîþanên esaletbûna netewa wî jî bûn. Di wan þeran de bû ku êdî nav Elî Halo û þervanên wî mîna navê qehremanên destanan ketibû ser zimanê herkesî. Ji xeynî wê wefadarî, mirovayetî û dadmeniya wî heya roja îro hê jî ji bîra xelkê neçûye. Heta bi êxsîrên þer re jî ew mirovekî dadmend bû. Sivakatî bi xelkê nedikir. Sala 1968an Elî Halo li herêma Zaxo þehîd bû.

 

25.08.004

Elmanya

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org