|
|
Enfal
an jî Fermana Kurda li Baþûrê Kurdistanê…
Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de
“Enfal”
peyveke Erebî û bi wateya parvekirina wan xenîmet û talanaye yên ku di
çaxê þer da misliman ji kafiran distînin. Herwiha
Enfal navê heþtemîn sûreya Qûranê ye ku zêdetir ji 1400 sala dema ku
mislmanan dixwestin ola îslamê di nava gelên nemisilmanbûyî da li her
derê belav biken, li ser þerê kafir û mislmanan nazil bûye.
Bihara
sala 2005an min çîroka Enfalê ji zimanê çend dayikên Kurd(wek þahidên
zindî) li gundê Barzan bihîst û ev nivîs jê derket.
 |
Baasîyên
cinayetkar piþtî zêdetir ji 1400 salan cewherê wê sûreya Qûranê
li Kurdistana ku zêdetir ji 95%a nifîsa wê misilmanin, careke din
di piratîkê da dan xuyanîkirin!!.
Rayedarên
hikûmeta Baasiyan û di serî da jî Sedam Husên û Elî Hesen
Al-Mecîd piþtî þerê Îran û Îraqê li baþûrê Kurdistanê
dest bi tevkujiya wan Kurdan kirin yên ku di çavê wan da wek kafir
û dijberên manîfestoya Baasîzimê dihatin hesibandin. Ji bona wê
jî navê vê kiryara xwe ya cênusayîdî kirin Enfal.
Enfal
navê wan heþt operasyonan bû ku ji 23ê Sibata sala 1988an heya 6ê
Siptambira wê salê li hêrêmên Qeredax, Germiyan, Qela Sîyoke, Þêx
Berzînî, Dukan, Rewandiz û Behdînan berdewam bû. Armanca mêimarên
vê kiryarê ewe bû ku bi awayekî sîstematîk nifþê Kurda ji holê
raken ku li gor biryarên hiqûqî û rêxistinên mafê mirovan xwedî
nasnameyeke jenûsaydî(genocidi) ye. Di encamê da 182.000 Kurd di heþt
operasyonên Beesiyan da hatin kuþtin û wenda kirin. Ji xeynî wê
bi sedhezan kes jî bêmal, derbider û aware man. Elbete di encamê
da 4500 gund û mizgeft jî wêran, kanî hatin hiþk kirin û zevîyên
genim û bostanan jî hatin þewtandin. Serkêþ û fermandarê Enfalê
Elî Hesen Al-Mecîd ku piþtî van kiryarên dirindane ji aliyê
Kurdan ve wek “Mecîd Kîmyawî” hatiye binavkirin dixwest bi
yekcarî dêmografiya herêmeke mezin ji axa Kurdistanê bigûherine. |
 |
Beriya
vê tirajêdiyê di 31.Tîrmeha sala 1983an da Baasiyan bi operasyoneke ji
niþkave 8000 Barzanî ji kampa Qûþtepa yan nêzî bajarê Hewlêrê ber
bi cihekî nediyar ve biribûn ku tev bi hevre hatin wenda kirin. Di van salên
dawiyê da hinek gorên bi kom li baþûrê Îraqê peyda bûn ku ji rûyê
kinc û pêlavan hestiyên heþt hezar Barzaniyan di nav da xuyane.
Enfal
berdedwama siyaseta teirîbkirinê bû ku ji salên 1950an û pêda rayedarên
hikumeta navendiya Îraqê ji bajarê Kerkûk û gundên derdora wê li dijî
Kurdan dabûn destpêkirin.
Tevkujiya
182.000 Kurda kengî û çawa çêbû?!
|
Heþt
qunaxên ku operasyonên nifþkujiyê têda derbas bûn, wiha bûn:
Qunaxa
yekê: Ji 23ê Sibatê heya destpêka Adara sala 1988an li herêmên
di bin desthilatdariya hêzên YNKê da.
Qunaxa
duyê: 22ê Adarê heya yekê Îlona sala 1988an li herêma Qeredax
Qunaxa
sêyê: 7 heya 29ê Nîsana sala 1988an li piraniya herêm û gundên
Germiyan
Qunaxa
çarê : 3ê heya 8ê Gulana sala 1988an li herêma Qelay Sîyoke û
Þêx Berzînî
Qunaxa
pênc, þeþ û heftê: Ji 9ê Gulanê heya 25ê Tebaxa sala 1988an li
herêmên Dukan heya sinorê Rewandiz berdewam bû ku têda çekên kîmyayî
gelek caran hatin bikar anîn.
Qunaxa
heþtê û dawiyê jî: Ji 26ê Tebaxê heya 6ê Îlona sala 1988an li
herêmên Behdînan û çendîn gundên din ku têda çekên kîmyayî
jî bi giranî hatin bikar anîn.
100
rojên Enfalê reþtirîn rojên jiyana Kurdan tên hesibandin ku hêþa
jî ne ji aliyê bisporên Kurda û ne jî ji aliyê rêxistinên mafê
mirovan yên navneteweyî lêkolîneke berfireh li ser nehatiye çêkirin. |
 |
Di
wan rojên reþ da berê ji hêla Baasiyan herêm dihatin destnîþankirin,
piþtre gel li cihekî kom dikirin û di dawiyê da jî ew tev bi hevre dikuþtin
û gelek caran jî ew zinde bi gor dikirin . Bi taybetî jî li dijî gundî
û cotyarên Kurd ku ji þoreþgeran re weke gola avê bûn, bi dijwarî
ketibûn liv û lebateke hemû alî. Wan dixwestin ava gola ku masî ji bo
jiyanê hewcedarî wê bûn, heya dilopa dawiyê biçikînin.
|
Enfal
Di Pîvanên Tevkujiyên Dîrokî û Cîhanî da
Karesatên
weke Enfal bi armanca binbirkirina nifþê Kurda, tenê di çaxê Nazîyên
serdema Hîlter li dijî Yehûdîyan û di çaxê Osmaniyan da jî li
dijî Ermeniyan hatiye çêkirin. Tevkujiya Darfur jî weke genocidi
hatiye destnîþan kirin.
Li
rex vê tirajêdiyê bombarana kîmyayî ya bajarê Helebçê jî bi
hevre bûn sedem ku di dîroka qedera Kurdan da werçerxan û demeke nû
dest pêbike. Peywendiya Baasîzim û Enfalê piþtî têkçûna rejîma
Bexdayê baþtir eþkera û tawankarên van kiryaran jî heya radeyekê
gehiþtin cezayê xwe, lê serleþkerê wê fermana mezin Elî Hesen
Al-Mecîd hê jî sax e. Herwiha 19 ton belgename, nameyên fêrmî û
dukomentên ku piþtî sala 1991an ketin destê berpirsên partî û rêxistinên
Kurda, dikarin bi awayekî rontir berfirehiya vê cinayeta kêmwêne
di dîrokê da, îspat biken(1). Elbete hemû belgenameyên êstixbarata
Beesîyan rik û kîna wan ya kur li dijî Kurda didin selmandin. Dengê
Mecîd Kîmyayî hê jî heye dema ku behsa pilan û projên xwe yên
li ser Enfalê û þêweya qirkirina Kurda dike.
|
 |
Bi
vê rastiyê re jî elbete qunax û pelamarên Enfalê pêwîstî bi lêkolîneke
berfireh heye. Çimkî ev kiryar li gor pîvanên exlaqî-wijadanî û zagûnên
mafê mirovan genocid e.
Qedera
182.000 Kesan!!
 |
Heya
niha jî kes nizane qedera 182.000 kesan çawa bidawî bû, dîmen tev
wenda ne lê carna cil û bergên enfalkiriyan di gorên bi komel da
hovîtiyên Baasiyan baþtir radixin ber çavan.
Gelek
þahidên wan rojên reþ û tarî hê jî saxin û heya roja îro jî
gelek gotin û êþên bêderman di sing û mejiyê xwe da hiþtine:
Destdirêjiya li ser namûsa keç û jinan, birçîtî, têhnêtî, bêîmkaniyên
di hemû waran da, binpêkirina keramet û siyaneta dayik û kalên
Kurd û mirina hezaran zarok û pîran ji wan dîmênên xemgînin ku
qet nayên ji bîr kirin. Li rex van dîmenên rastîn hê jî dayik
û bab, dapîr, kes û kar li benda hatina kur û kesên xwene, ew li
bendê ne ku ezîzên wan careke din vegerin nava jin û zarokên xwe.
Kesê
ku nedîye û êþa wan roja nekiþandiye, nizanin ku di wan heþt
qunaxan da Baasîyan çi bi serê Kurda anîn!. Dema ew dîmen di
xeyalên mirovan da zindî dibin, pirseke wiha jî tê kirin:” |
 |
Gelo
em çawa dikarin Enfal û qetilama Helepçê bikeyne bûyer an jî rûdaveke
cîhanî?!” Çima heya niha cehiþ û xayinên Kurd, xayîn û xûlamokên
ku bi Baasiyan re di qirkirinên Enfalan da beþdar bibûn, hêþta jî
wek tawankar nehatine mehkemekirin. Çimkî li gor zagûnên navnetewî
Enfal tawaneke þere û kiryareke wiha jî nayê ji bîr kirin.
Mohra
reþ ya bi navê Enfalê li ser rûyê Beesiyên cinayetkar qet nayê
ji bîr kirin. Enfala li Kurdistanê birîneke exlaqî û wijdanî di
rih û hissên mirovan da daye çêkirin ku nayê ji bîrkirin. Lê dîsa
jî kampên destçêkirî û çavên kêmronahî yên dayik û xwîþikan,
jin û zarokan (ku þahidên wan rojên reþ bûn), li benda wê rojê
ne ku ezîz û para cegera wan careke din vegerin nava mala xwe.
|
 |
Elbete
di van çend salên dawiyê da Kemalîst û faþîstên Tirk kiryarên ku
weke yên Enfalê ne li dijî þoreþgerên Kurd li bakurê Kurdistanê pêkanîn.
Lê hîvîdarim ku îbretê ji qedera Baasiyan bistînin û xwe nekene rûreþên
dîroka mirovahiyê.
_
1. Ew belgename û dokument partî rêxistinên siyasî li baþûrê
Kurdistanê tev þandin Amerîka û bisporên Amerîkî li ser naveroka wan
lêkolîneke berfireh kirin.
|
|
|