|
Evîna Kerkûkê Nayê Kuþtin... Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de Gotineke
pêþiyan di nava Kurdan de heye ku wihaye:” Xwîn nabe av...”. Bi dehan
sale ku Kurd ji bo standina Kerkûkê þer dikin, xwînê didin û bi sed
awayan malwêraniyê dibînin. Her dema ku ji bo armanceke wiha Kurd nêzî
encamekê bûne, dagirkerên Kurdistanê jî bûne yek û hezar astengî li
hemberî Kurda durist kirine.
Vê
carê rayedarên hikûmeta Iraqa nû(!!) bi eþkerahî ji me Kurdan re dan
îspatkirin ku ti cudahî di navbera wan û Beesiyan inkarger û cinayetkar
de tune.Yanî mirov dikare bêje tenê komeke Beesiyên þovenîst çûne û
cihê xwe dane komeke din ku rêya wan bidomînin. Lê Kurda û bi taybetî
jî Kurdên bajarê Kerkûkê bi xwîn û helwesta xwe ya dîrokî vê carê
rêyeke din ji bo çareserkirina vê pirsgirêka girîng û dîrokî
vekirin. Wan xwîn dan ku bêjin bajarê me Kerkûke û pareke cûdanebûyî
ye ji axa Kurdistana mezin. Herwiha lîderê Kurd nemir Mistefa Barzanî di
çaxê xwe da li ser Kerkûkê gotineke wiha kiribû:” Ez nikarim li ser
Kerkûkê ticaretê bi ti kesî re bikem. Çimkî naxwazim rojekê Kurd bên
ser gora min û leinet û nifran li min bibarînin...”
Di
virda gereke neyê ji bîrkirin ku di derfetên herî hesas û zêrîn da
her du partiyên sereke (YNK û PDK)ê guh nedan paþeroj û qedera vî
bajarê Kurdistanê. Xuziya sala 2003an dema ku Baasizim hilweþî wan bi hêzeke
hevpar bi yekcarî bajar girtana jêr kontrola xwe. Bi karekî wiha re bêguman
niha ew nediketin nava tengaviyên roja îro. Ger
di rewþ û rojeke wiha de partiyên mezin li her çar parên Kurdistanê
istratêjiyeke hevpar di navbera xwe de durist bikin, bêguman ew hêza
hevgirtî ya dagirkerên Kurdistanê jî nikare ewqas li dijî qedera Kurda
bi bandor be. Iran, Sûriye û Tirkiye bi hemû þêweyan bûne hevalbendên
hev û li dijî hemû cûre berjewendiyên Kurda ne. Lê mixabin Kurd û rêxistinên
me yên siyasî ji bo tiþtên pir biçûk teþebûsê bi hev naken!!. Ji
bona wê jî dîroka me hertim dubare û çendbare dibe. Em ji kiryar û pêþîneya
xwe ibretê nastînin. Ev rastî bûye sedem ku hinek karên weke xiyanetê
di dîroka me ya têkoþanê de bibin mîrasekî malwêranker!!. Di
þert û mercên wiha de pêwîste Kurd li hemû cîhanê û Kurdistana
mezin bi yek bin. Piþta hev berneden û ji bo tiþtên erzan xwe nekene rûreþên
dîrokê. Bila êdî bes be bindestiya tejî heqaret û þermezarî. Çimkî
ji destçûyîna Kerkûkê yê ji hemû Kurdan re ziyanê bîne. Paþeroj û
qedera siyasiya hemû Kurda bi mesela Kerkûkê ve girêdayiye. Pîrozbûna
me di vê xebatê da tê wateya rizgarkirina Amed, Îlam, Urmiye û Qamîþlo
jî. Werin vê dozê berneden, daku sibeha me ji roja me ya îro xweþtir û
geþtir be.... evîna Kerkûkê tê wateya evîna hemû Kurdistanê, nehêlin
ev evîn bê kuþtin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org