Ewê rojekê bêjin: „Kurdistan“ jî…

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

Di yekemîn roja sala 2009an da TRT6ê dest bi weþana xwe ya normal kir. Her du stranbêjin Kurd Nîlûfer Akbal û Rojîn bi Kurdiya xwe ya lawaz derketin pêþberî mêvanan. Hem stran gotin û hem jî di navê da cewherê programên TRT6ê dan naskirin. Nîlûfer weke hercarê bi dengê xwe yê xweþ pir bi hostatî stra, lê stranên siyasî negotin. Rojîn herwiha û ev pilanek bû ku berê li ser kar kiribûn an jî bi berpirsên TVyê re li hev kiribûn. Hele ev „lêlê“ ne, „lolo“ hê mane.

Mixabin êdî stranbêjên me jî stranên Kurdî li gor bazara xwe digûherînin û xwediyê stranê jî li dijî karekî wiha neqanûnî dernakeve. Mamosta Þivan Perwer di strana “Sebra Malan“ da navê „Kurdistan“ê anîye, lê Rojîn bi bê ku maf û heqê emanet biparêze, peyva „Kurdistan“ kiriye „Welat“. Di çi devereke cîhanê da tiþtekî wiha tune û nayê pejirandin. Wihaye ku bêpîvaniyên di nava me Kurdan da hê jî di gelek waran da berdewamin. Lê pêwîste Rojîn xan û Nîlûfer xanim vê rastiyê baþ bizanîbin ku ger îro Tirka peyva „Kurd” anîn ziman, yê sibe bêjin “Kurdistan” jî. Pêþniyara min ji wan her du dengxweþan re ew ku: 1. Nankor nebin, 2. Zimanê xwe yê zikmakî baþtir hîn bibin 3. Bila di van þert û mercên ku îro bixêra têkoþîna Kurda çêbûne ew jî di zêhniyeta Kurdên xwe nenaskirî û Tirkên înkarger da hinek tabûyan biþkînin û ji gotina navê welatê xwe „Kurdistan“ê ne bitirsin û ne jî þermê bikin. Ma Leyla Zana û Eyþe Þan ji bîra wan çûne. Leyla bo du peyvên zimanê Kurdî bi salan di hocreyên tarî da raza. Êþ û elemên fizîkî û rûhî kiþandin. 

Eyþe Þanê ji sala 1963an li radioya Entabê bi zimanê Tirkî dest pêkir, lê ji ber ku Kurd û ji Amedê bû û carna bi zimanê Kurdî jî distirî heta carekê jî ew neanîn TRTên xwe yên berî TRT6ê. Ka li hemû arþîva Tirka temaþe biken, gelo tiþtek li ser Eyþe Þanê hatiye gotin û çêkirin? Konserteke wê heye? Lê îro þerm naken stranên wê li wira belav dikin. Eyþe Þan heya sax bû di hesreta wê hindê da bû ku sîstema serdest hebûna Kurda jî bipejirîne daku bikarîbe di etmosfêrekî azad da bi keyfa dilê xwe bistire. Lê astengî li pey astengiyê tev bûn sedem ku îro em dibînin stranên wê yên Tirkî ji yên Kurdî zêdetirin. Bi wan êþ û hesretên nedîtî jî li xerîbiyê çû nava axa sar. Yanî ramanên Eyþe Þanê ji yên rayedarên Tirk ku îro behsa biratiya gelan dikin, gelek pêþkeftîtir bûn.

Eyþe Þan ji bo îde û nêrînên xwe gelek cara hate girtin, þikence û çi sivkatî neman ku pênekirin. Hemû sûçê Eyþe þanê Kurdbûna wê bû. Û di roja îro da mixabin hempîþeyên wê jî xwedî ji maf û keda wê dernakevin.

Min wê rojê strana Gulistan Perwerê jî di TRT6ê da guhdar kir. Em deh salan li cihekî bi hevre xebitîn. Ez Gulistanê baþ nas dikem û dizanim ka çiqas evîndara ziman û doza xwe ya netewî ye. Ew zêdetir ji 30 sale ku li xerîbiyê dijî, ji doza Kurd û Kurdistanê ra kar û xebat kir. Stranên þiyarkirinê gotin, lê çawa bû ku heya niha carekê jî me straneke wê an jî konsertekê wê di TVyeke Tirka da nedît? Çima niha bi bê izina wê di TRT6ê da stranên wê bikar tînin? Ma ji wê izin standine? Ji xeynî wê ez bawerim ku di çavê MITê da jî ferqa di navbera keçeke gerîla û Gulistanê da tunebûyê û tuneye jî. Gelo ma ji bo strana Kurdî Nîlûfer Akbal kêm zehmetî dîtine? Ma Tirka ew kêm êþandine? çima niha ji mafê Eyþe Þanê xwedî dernakeve?!!

Ger niyeta Tirka ji vekirina TRT6ê durist be, bêgoman di cîhana medya Kurdî da jî yê guherandin çêbibin. Qe nebe yên di navbera TVyên Kurda da reqabet çêbe û bi pêþ bikevin. An jî yê sermayedarên Kurd li Amed, Istembol û Enqerê TVyên pirîvat veken. Ka yê li Tirkiyê izneke wiha jî bê dayîn an ne?

Di roja yekê ya weþana TRT6ê da ji min re xaleke herî girîng jî sekin û nêrîna mêvanên di istdioyê da bû. Ji rûyê hineka xemeke giran dibarî, hinek jî hebûn ku carna dikenîn. Xuyabû ku wan kêliyan Tirkên siyasetmedar û amade li wira ji xwe çi dipirsîn. Belkî hinek ji wan:“baþýmýya ne geldi?!“, an jî “80 senden fazla bunlari inkar ettik ama sonin da baþaramedik “!!

Êca encama þer û berxwedana 30 salan, rayedarên Tirk li hemberî Kurda neçar kirin ku bikevin ser çoka. Rojekê Kurda xwe davêtin ber sola wan, piþtra xwe gehandin çokê wan û îro jî bersinga wan girtine û dibêjin:“ Hûn bixwazin-nexwazin yê hemû mafên me bidin…“

Di roja yekê ya weþana TRT6ê da tevî ku her du pêþkêþvanan çendîn cara îþare jî pêkirin, lê dengê çepika pir bêhêz bû. Mêvan jî berevajî SHOWyên din pir kêm bûn. Ne Nîlûfer û ne Rojîn heta carekê jî neçûn ba mêvanên xwe ka bi zimanê Kurdî nêrîna wan li ser rojeke wiha çiye? Gelo wan teþebus nekir ku bi zimanê „Tirkên çiya“ biaxivin an jî li beþa rejiyê destûreke wiha nedabûn Nîlûfer û Rojînê. Heta carekê jî navê „Kurdistan“ê nehat anîn. Tenê sê peyvên “aþitî û biratîya gelan” bûn ku li pey hev dihatin gotin, dubare û dehbare kirin. Weke ku Kurd û þoreþgerên bakurê Kurdistanê tev li dijî biratiyê û aþtiyê ne!. Lê ew jî dizanin ku avakerên bîr û ramenek wiha berî herkesekî Kurd bûne. Elbete Kurdên ku esila xwe dinasin û ji kaniya xwe avê vedixwin. Îro ewên ku rêya xwar û þaþ girtibûn ber xwe, li pêþberî çavê herkesekî ketin ser wê rêya ku bi salane Kurd jêre bi qêrîn û feryadin. Têda bi hezaran bedelên mezin dan, xwîn dîtin û xwîn rijandin. Malwêranî û xisar jî zaten li Kurdistanê nayên hesabê. Kesê van rastiyan ji bîr bike û her roj hezar cara neyîne bîra xwe, êdî gere vegere cem wijdana xwe.

Di mesajên Erdogan û Gûl da tirsa ji parçebûna welat hebû. Xuyaye ku êdî kêr gehiþtiye ser hestiyê wan û neçar ji generalên xwe destûreke wiha standine. Tiþtê heya nuha li dijî bûn, neçar îtiraf pêkirin. Piþtî gelek hewldanên dîplomatîk wan hem zanîn ku êdî Kurd nayên xapandin û hem jî Ewropî nakevin davka gotinên wan yên bêpiratîk.

Lê pirsa girîng di vir daye: Gelo ma heya di zagûna bingehîn ya komarê da destûr neyên gûherîn, semîmiyet di hilanîna pêngavên wiha da yê hebe?! Ma çend roj berî niha serokê parlmana Tirkiyê Koksal Toptan reaksiyneke çawa li hemberî çend gotinên bi zimanê Kurdî di parlmanê da dabû xuyakirin? çima em Kurd bi hafiza xwe ya dîrokî hertim zeîfin? Ma emê ji dîroka xwe dersên îbretê nestînin?!! Ez texmîn dikim ku vê carê jî bi karekî wiha re Tirk dixwazin dîsa Kurda bixapînin. Çimkî siyasteke dûr û dirêj li dijî hebûna Kurda dan meþandin, lê maþîna wan ya asîmîlasyonê di axa Kurdistanê da asê ma û Kemalîstên egoist di vê eniyê da jî biser neketin. Temenê bernamên vê televizyonê jî bawer nakem zêde dirêj be. Çimkî ji armancên demî re hatiye vekirin. Li Îranê jî piþtî ku rejîma Îslamî hate ser kar, çend sala þerê rêxistinên Kurda yên siyasî kirin û bi kuþtin, bombebarankirin û wêrankirina Kurdistanê re nekarîn Kurda bêxin ser çoka. Êca di salên 1980an dema ku þerê Îran û Îraqê germ bû SEHER TV vekirin. Her roj çend saet bernameyên bi du zaravên zimanê Kurdî hebûn. Dema þer bidawî bû, meh bi meh saetên radio û kanala Kurdî kêm û kêmtir kirin. Bi awayekî ku îro hema bêje temaþevanên wan kanala nemane û kes jî guhdarî radioyên di bin kontrola wan da nake. Çimkî ew jî weke TRT6ê di xizmeta îdolojiya fêrmî ya sîstema serdest dane. Ji xwe beriya van tevan Seddamê dîktator jî li Kerkûkê TVyek vekiribû ku li dijî hereketa Barzaniyê nemir bû. Lê ticarî ji aliyê Kurdan ve bi germî nehate pêþwazî kirin.

Ji aliyekî din di TRT6ê da ji nivîs û dubilaja wan ya lawaz jî kifþ e ku ew zêde qîmetê naden zimanê Kurdî. Kopiya zimanê Tirkî eynen vedigerînin ser zimanê Kurdî û kesên amator û neþehreza di deryaya zimanê Kurdî da jî, wan teksta dixwînin. Lê gere bizanin ku giramêra zimanên Kurdî û Tirkî ji hev cudaye. Tiþtên ku tên xwîndin gere bi fonîtîka zimanê Kurdî, bi qirikek Kurdî ku tama asîmîlasiyona 85 salan têda tunebe, bên xwîndin.

Hinek kes dibêjim:“ ma çiye filan û bêhman li dijî TRT6ê ne, çima li dij diaxivin û dinivîsin?“ û behsa zimanê Kurdî û rolê pozîtîvê TVyên weke TRT6 dikin!. Lê pêwîste ji bîra neken ku ev têhnatiya ji bo geþkirina ziman û medya Kurdî kengî û çawa dest pêkir.

Xwîna ciwanên Kurd, keda rewþenbîr û rojnamevanên þehîd, êþ û elema dayik û xwîþkên me, keda hunermendên weke Þivan Perwer, Eyþe Þan, Koma Berxwedan, Nizamedîn Ariç, Yilmaz Gunay û hwd di bihêzkirina hestên netewî da, Med TV ku di jiyana Kurda da renesansek pêk anî, Kurdistan TV, Kurdsat û hwd teva encameke wiha da.

Tevî ku Tirk di avêtina vê pêngava xwe da ne semîmîne û armancên siyasî girtine ber xwe, lê min berê jî di nivîseke xwe da gotibû ku vekirina TVyeke bi zimanê Kurdî îtirafeke bi sûç an jî guneheke dîrokî. Li vira ye ku pêdivîye em careke din rûpelên dîroka xwe ya xwînîn vekin. Belê gotinên Seyîd Rizayê Dêrsimî, Dr. Nûrî Dêrsimî, Þêx Seîdê Pîran, Mezlum Dogan û hemû têkoþerên din yên Kurd derheqa siyaseta çewta Kemalîstên Tirk rast derketin.

Belê 100% ewê di salên dahatî da bêjin „Kurdistan“ jî. Êdî „Doðu ve Güneydoðu“ya serdema TCê yê careke din di pergala fêrmiya dewletê da jî wek „Kurdistan“ bê pejirandin. Heta ew roj jî ne dûre ku di parlimana Tirkiyê da herkes bi du zimanên Kurdî û Tirkî biaxive. Yanî weke Belçîkiya neçar bin ku li welat du zimanên fêrmî bên bikaranîn. An jî sîstema hikumeteke fedral li welat bibe cîgirê komareke totalîter ya weke ya îro. Elbete ger bi referandomekê Kurd dawa welatekî serbixwe biken, hingî piþtî hezar salan dîsa Kurdin ku yê biryareke wiha bidin.

01.01. 2009 Alman

 

 


 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org