Koça
yadigarekî din yê Komara Kurdistanê
Li pey
qezayeke giran Fetahxan Sêyfê Qazî jiyana xwe ji dest da.
kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Roja
înê 28ê Cotmehê(28.10.05), demjimêr 10.30 (bi wextê Rojhilatê
Kurdistanê), yadigarekî din yê komara Kurdistanê Fetahxanê kurê Heme Hûsênxanê
Seyfê Qazî( wezîr cenga Komara Kurdistan)ê bi qezayeke tirimbêlê
jiyana xwe ji dest da.
Fetahxan
di sala 1938an da li Mehabadê hat dinê. Fetahxan kurê mezinê malê bû
û ew tama tehla bêbabtiyê heya mirinê ji bîra wî neçû. Piþtre ew bi
Mûnîr xanima keça Pêþewa Qazî Mihemed re zewicî û li rex hev
jiyaneke tejî bextewerî dan destpêkirin. Ji xeynî wê hindê ku ew ji
xweþî û soza bêbatiyê bêpar bû, bixwe jî mîna bav zû rastî dilþewatiya
ji destdayîna kurê xwe yê mezin hat. Sala 1979an piþtî "Cihada
Xûmêynî" rijîma komara Îslamî hêriþî Rojhilatê Kurdistanê
kir. Di van hêriþên hovane da kurê mezinê Fetahxan û Mûnîr xanim yê
bi navê "Axa" jî li gundê "Seraw"ê þehîd bû. Ew hê
Pêþmergeyekî 17 salî bû. Hizar xwezî di dilê wî da hebûn û hêvîya
wî ya herî mezin ew bû ku rojekê tola qehremanên doza welatê xwe bistîne.
Sê roja termê "Axa"yê canemerg di hembêza dayika wî Mûnîr
xanimê da ma heta ku karî wî bispêre axa Kurdistanê. Wan hovên Îslamîst
heta izina veþartina þehîdan jî nedidan. Piþtî wê kiryara hovane
rayedarên komara Îslamî malbata Fetahxan ji Kurdistanê sirgûnî Damxanê
kirin. Çimkî li gor wan herkesê ku paþnavê "Qazî" li
pey navê wî be, rêberekî doza Kurdistanê ye. Li rex hemû êþ û elemên
bindestî û jiyana tejî astengî, Fetahxanê Kurdperwer qet serê xwe ji
xwestekên komara hovên mêrkuj re netewand.
Di
30.03.1947an da Fetahxan hê zarokekî 7-8-salî bû. Ew û dayika xwe li
Tehranê bûn, der bi der li rêyekê digeriyan ku nehêlin bavê wî bi
hevalên xwe re bê îdamkirin. Destê wî di destê dayika wî da bû ku çevê
wan ket rûpelê yekê yê rojnameyekê Farsî. Di rojnamê da bi serdêreke
mezin wiha hatibû nivîsandin:" Rêberên komara Kurdistanê(Qazî
Mihemed, Mihemed Hûsênxanê Seyfê Qazî û Ebulqasim Sedrê Qazî) hatin
îdam kirin...". Di hevpeyvîneke dûr û dirêj da Fetahxan Sêyfê
Qazî li ser wan rojan bi min re peyvîye.
Fetahxan
roj 28ê Cotmehê dema ku ji gundê Serawê ber bi Mehabadê dihat, tirimbêla
wî bi autoyeke barhelgir re li hev qelibîn û ew ji ber giraniya birînan
di cih da wefat kir.
Roja
þemê bi beþdarbûna bi hizaran kesan û li gor wesiyat ku Fetahxan kiribû,
termê wî li rex gora Axayê kurê wî hat veþartin. Serexweþiya wî heya
sê roja yê li mizgefta Sora bajarê Mehabadê berdewam bibe.
Hîvîdarim
ku ev xema giran, xema dawiyê ya gelê Kurd, xelkê Mehabadê û malbata Pêþewa
Qazî Mihemed be. Dawa sersaxiyê ji mezinê malbata Qazî rêzdar Elî Qazî,
kurê Fetahxan kekê Serdar, birayên wî(Elî û Mehmûd), Hesen Qazî û
Mihemedriza Sêyfê Qazî û xanima wî Mûnîrxanim Qazî û hemû endamên
din yên malbata wan dikim.
|
|
|
|
Têbînî:
Di rojên dahtî da ji aliyê mezinê malbata Pêþewa Qazî Mihemed rêzdar
Elî Qazî ve li welatê Almaniya yê merasima teiziyê bê lidarxistin.
Roj, seet û cihê çêbûna merasima serxweþiyê yê di demeke kêm da bê
ragehandin.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org