Di Belengazî û Jiyaneke Tejî êþ û Elem da Dengbêjê Efsaneyî KARAPÊTÊ XAÇO jî Wefat Kir...
Kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.com
Di
sir û seqema çileya zivistanê da xebera ku laþê mirovan ditevizîne, li
her derê belav bû. Navê Karapêtê Xaço dîrokeke dûr û dirêj
radixe ber çavan. Ji fermana Ermeniyan bigire heya serhildana Þêx Seîdê
Pîran, Xûybûn û bi dehan rûdavên din bi navê Karapêtê deng
zelal re mîna rêze filmekê tên ber çavên me.
Apê Karapêt, hostayê kilam û stranên Kurdî piþtî
temenekî dûr û dirêj di 13ê çileya 2005an xatir ji jiyanê xwest.
Temenekî dûr û dorêj lê pir biha bû. Bi taybetî jî dengê wî kilam
û stranên Kurdî rengîntir kirin.
Cûdabûna
apê Karapêt ya ji jiyanê di rewþekê da çêbû ku ew mûhtacê
nanê rojê bû. Rewþa xiraba aboriyê ne tenê malbata wî, belkî pareke
mezin ji gelên Qefqaziyayê bi salane xistiye bin zexta xwe ya
giran. Apê me ji ber wê rewþê
ji Kurdan pir bi gilî û gazinde bû.
Kes
tune ku strana „ Lê lê Dayikê an jî Lawikê Metînî“ nebihîstibe
û demeke dirêj neçûbe nava xem û xeyalên jiyanê.
Jiyana
Karapêt ya dûr û dirêj dengbêjê mezin û navdar Evdalê Zeynikê
bi bîra me tîne. Karapêt jî mîna Evdalê Zeynikê zêdetir ji 100 salan
di cîhanê da jiya, lê jiyana herduyan jî tejî serbihûriyên reng bi
reng bû. Her du evîndarên ziman û kilamên Kurdî bûn. Him Evdalê
Zeynikê û him jî Karapêtê Xaço heya kêliya dawiya jiyana xwe ji stran
gotinê veneqetîn. Her du jî bi kilamên cimaeta Kurda jiyan û pêre jî
serî danîn. Îbadeta wan ya rojane xwîndina kilamên Kurdî bû, ji ber wê
jî xwe mirovên bextewer dihesibandin. Jiyana apê Karapêt û dengbêjê
nemir Evdalê Zeynikê dûr û dirêj bû lê her du jî di xizanî û
nedariyê da mirin. Dengê wan hemû mîras û dewlemendiya wan ya vê cîhaê
bû. Bi vî dengî re ew bûn navdarên dîroka hunera Kurdî.
Taybetmendiya
jiyan û kesayetiya hunermendê nemir Karapêtê Xaço ew bû ku qet xwe ji
cývata Kurdan dûr nexist. Kilama Kurdî jêre mîna nan û ava jiyanê bûn.
Ji ber wê jî di salên dawiya jiyana xwe hertim xembarê rewþa dengbêjiya
civata Kurdan bû. Dengbêjên Kurdan him zimanê me û him jî dîroka me
ji mirinê rizgar kirin. Ji ber wê jî Karapêt hertim bi xembarî digot:“
Gelo çima êdî dengbêjên hêja û xweþxan di nava Kurdan de
dernakevin!?“
Kilamên apê Karapêt pir bûn: Siba te bi xêr be, lawikê Metînî, Filîtê Quto, Ay ay li min, Saliho û Nurê, Ay Lo Mîro, Evdalê Zeynikê, Genc Xelîl, Endîwerê paytexte, Hesenîko, Lê lê Edulê, Leylê Xanê, Meyrokê, Sarê rabe êvare û bi dehan stranên din bi dengê wî li ser zarê xelkê belav bûn.
Dengê Karapêt ji sala 1950an û pêda xemil û rewþa radioya Êrîvanê bû. Wî bi evîneke wisa kûr stranên Kurdî dixwîndin ku guhdar bixwe re dibirin nava cîhana hunera Kurdî.
Jiyana Karapêt ji nava
çendîn pêvajoyên cûr bi cûr derbas bû: Wî bi çavên xwe fermana
li ser serê Ermeniyan dît ku bi destê Tirkên Osmanî destpêkiribû. Di
wê jenûsîdê da dayik, bav û hemû kes û karên xwe ji dest da. Piþtre
çû baþûrê Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê bi qasî 15 salan ji
dewleta Firanasayê re leþkerî kir. Sala 1950an çû Ermenistanê û di
radioya Êrîvanê( para Kurdî) dest bi karê hunermendiyê kir. Ji temenê
8 saliyê heya salên dawiya jiyana xwe dengbêjê nava civata Kurdan bû.
Xembarê kilamên Kurdî yên kilasîk û folklorî bû. Evîna wî mîna
behra Wanê ji jiyan û kilamên Kurdî re kûr bû.
Apê me yê deng bilind û deng zelal Karapêtê Xaço di van salên dawiyê da tevî ku di jiyana xwe da xizan û hejar bû, lê dilê wî ji strînê re mîna gulekê hertim geþ bû.
Apê me yê nemir Karapêt di 14ê vê mehê da( 14.01.05)an de li mala xwe li gundê Kolhoza çaremîn (girêdayî herêma Îçmezdîn ya Êrîvan)ê de çavên xwe ji jiyanê girtin.
Bi wefata Karapêtê Xaço re dengebêj û dîrokeke din ya zindî ji nava me koç kir. Dengê Karapêt, Belga Qadir, Þeroyê Biro, Sosika Simo û bi dehan dengbêjin din di cîhana hunera Kurdistanê da yê mîna tava rojê germî û xemla civata Kurdan bin.
Bila serê gelê Kurd û birayên me yên Ermenî sax be.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org