|
|
- Hunermend Hussên
Zehawî û Berhemekî International
-
-
-
-
- Kakþar
Oremar
-
-
-
-
- Hez
û evîn bi hevre mirova digehînin derecên herî bilind. Êca
çi bextewere ew kesê ku di cewher û xwîna wî/ê da evîna ji karekî
re kûr be. Hinek aþiqê axa xwene û seba wê can dibexþînin. Hinek
jî evîndarên zanist û pêþkeftinên teknolojiyê ne, jiyana wan jî
di labraturan da derbas dibe. Lê di nava evîndarên hez û xizmeta
mirovahiyê da cihê evîndarên hunerê ji yê tevan cudatire. Ew mîna
momekan diþewtin, lê ronahiya dilên bêhîvî geþtir dikin.
Hunermend in ku hemû heza ji jiyanê ra diafirînin. Hinek ji wan bi
tena serê xwe bi milyonan kesa li pey xwe dikiþînin.
-
-
- Cîhana hunera
Kurda ger heya duh berteng bû, lê êdî îro bi saya serê hinek ciwanên
Kurd sinor bezandine. Hêdî-hêdî qêrîna Kurda ya hezar salan bi rêya
hunera wan jî digehe guhê cîhanê. Çimkî heya roja îro manîfestoya
êþ û elemên netewa Kurd di kilam, awaz, stran û lorîkên wan da
hatine xuyanê.
-
- Berî çend roja
min zanî ku Hussêyn Zehawî(Hejar) yekemîn albuma xwe li jêr navê“
ONE WORD“( YEK PEYV an jî PEYVEK) di kompaniya bi navê Awakening
da, weþandiye. CD bi rêya wî gehiþte destê min. Min bi baldariyek
temam guhdar kir. Ew hê 16 salî bû ku hate Med TV û hema zû cihê
xwe di nava dilê hunerhezan da vekir. Husên Zehawî xurtekî bi temam
meina hunermend e. Ji huner û hunermendiyê re pîvanek pêwîste. Ji
bona wê jî ez zû bi zû ji herkesî ra nikarim bêjim hunermend, lê
wî di nava ciwanên hemû Kurdistana mezin da weke sertacê zêrînê
hunermenda dibînim. Ew ji karê xwe hez dike û weke hinek kesa her
rojekê neket pey karekî û ser rêyekê. Ew hem jîre, hem jî
germahiya tîrêjên di çavên wî da mirov pêdihesînin ku xwedî
armancên mezine. Armancên ku sinora nas naken û berfirehiya bîr û
ramanên Hejar yên ji bo karekî international didin xuyanîkirin. Ew
amadeye ku ji bo pêngavek serketinê heta biçe ser banê heyvê jî.
Dema diaxive ji tona dengê wî hez û hêza wî jî xuyane. Di çavên
wî da hezar xwezî hene û dema Defê digire destê xwe her hezar xwezî
jî di livîna tiliyên wî yên li ser çermê Defê tên kifþê. Çi
bextewere Hejarê me Kurda ku bi evîneke wiha mezin û bêdawî tenê rêyek
girt pêþberî xwe. Ji bona wê jî sal bi sal ne tenê di karê xwe yê
hunerî da pêþ ket, belkî îro êdî di cîhanê da jî bû xwedî
nav û nîþanek naskirî.
 |
 |
-
-
- „ONE WORD“
tevî ku yekemîn berhemê Zehawî ye, lê berhemekî cîhanîye. Min çendîn
û çend cara ew CDya wî guhdar kir, birastî zû bi zû têrbûna jê
ne mumkine û têhnatiya mirov bi carek - du car guhdarkirinê naþkê.
CD ji heþt trackên rengîn pêk hatiye. Her carê hunermend Zehawî
mirov dibe nava behra hunera netewekê li Rojhilata Navîn. Ew bi
hunermedên herî mezin re xebitiye heya ku albumeke wiha hêja hatiye
afirandin. Hunermendên ku jenyarên navdarin û di festîvalên cîhanî
da xwedî cihekî taybetîne.
-
- „ONE WORD“ ne
tenê „ Peyv an jî wiþe“yeke, belkî bi hezrana peyv û
gotin ji hunera Hejarê hunermend dibarin. Hunera ku xwedî gotin be,
guhdaran bixwe ra dibe nava derya xeyalan. Ger ev destpêka karê H.
Zehawî be an jî weke Kurmanc dibêjin ger ev hê „Lê Lê“
bin, xuyaye ewê di esmanê hunera Kurdistan û cîhanê da mîna stêrkeke
herî geþ baþ û rind bibiriqe. Ez bawerim emê „Lo Lo“ yên
Hejarê hêja di astekî bilindtir da jî bibînin.
-
- „ONE WORD“
ya hemû êtinîkên rû erdêye, lê enstûrmentekî muzîka Kurdî û
hunermendekî Kurd hunermendên mezin kirine mêvanên xwe. Ew pêre
dimeþin û serkêþ Zehawî ye. Hejar bi muzîsyenên xwe yên mêvan
re her carê guhdarên xwe dibe devereke cîhanê. Hunera welatên:
Yunan, Kurdistan, Tirkiye, Efxanistan, Ermenistan û Iskatlend naveroka
yekemîn berhemê Hussên Zehawî ne. „ONE WORD“ berhemekî
hemû alî, þêwe an jî istîlên çanda þerqê tev têda hene. Muzîsyenên
ku bi Hejar re rêvîngî kirine, kesên naskirî yên weke: Jenna
Reid( Fiddle an jî Vîyolun) ji Iskatland, Serkan Cangri( Clarinet) ji
Tirkiyê, Yusuf Mahmoud( Indian Tabla) ji Efxansitanê, Tîgran
Aleksanyan( Duduk) ji Ermendiatnê, Matthaios Tsahourides( Pontic Lyra
an jî kemança Yunanî) ji Yunanê, Eyub Hamis( Ney & Zorna) ji
Tirkiyê û Goran Kamil( Ouda Kurdî) ji Kurdistanê ne.
-
- Def
amûrekî muzîka Kurdî ye ku bi hezaran sale di jiyana meinewîya
Kurdan da cihê wê diyare. Berê Kamkara ew anîn nava muzîka Îranê
û piþtî wan jî ez bawerim Zehawî yekemîn kese ku ew anîye nava
muzîka cîhanê jî.
-
- Ferqa berhemekî
wiha bi berhemên din di cîhana muzîka Kurdî da ewe ku stayil an jî
þêweya rîtmên hunera H. Zehawî têda diyarin. Yanî Hejar bi karekî
wiha ra hinek nasnameya muzîka Kurdî jî bi biyanîyan re dide
naskirin. Ji aliyekî din jî herkesê ku li kuncekî vê cîhanê
guhdarî CDya navbirî bike, rengînî û zengîniya muzîka çendîn
herêm û êtinîkên cîhanê bêtir nas dike.
-
- Di malpera (http://www.mosaicnetwork.co.uk/news/mosaic_talent_awards_2008/)
da min hunera Husên Zehawî û xeyalên wî yên salên berê (ku êdî
em bi çavên serê xwe jî dibînin), bêtir nas kir. Li „natural
history museum“a bajarê London Hejar wek hunermendekî Kurd beþdarî
festîvaleke mezin bû. Piþtre hunera wî ji aliyê prensê Ingilstanê
Charles ve hate teqdîr kirin. Wî jî mîna her Kurdekî merd û
destvekirî Defa xwe pêþkêþî prens Charles kir. Ji xeynî
mamosta Þivan Perwer, Þehram Nazirî, koma Kamkaran û koma
Pornazirîyên Kirmaþanê heya niha kesî nekariye hunera xwe di
salonên wiha þahane û mezin da bi sedan netewên din bide naskirin,
temaþe û guhdar kirin. Elbete pêwîste bêjim ku Hejar bi tevaya van
hunermendên Kurd û gelek navên din yên naskirî di cîhanê da
derketiye ser sehnê û bisporiya xwe bi awayekî profesyonal daye xuyanîkirin.
-
- Husên Zehawî
di dîroka hunera Kurda da hunermendê herî ciwane ku di qada cîhanê
da serkeftinek wiha bi dest xistiye.
-
- NOT: Hejar Zehawî
sala 1980an di malbateke Kurd da hat dinê. Zarokatiya xwe li Îranê
derbas kir û ji sala 1990an bi malbata xwe ra li Ingilistanê dijî. Ew
bi esila xwe ji Kurdên baþûrê Kurdistanê ne, lê li Rojhilatê
Kurdistanê hatiye dinê.
-
- 27. 12. 2008
Alman
-
-
|
|
|