Helbestvanê Netewî û Danerê Marþa “Ey Reqîb”

Yunis Reûf Dildar 

( 20.02 Þûbat .1918 Koyê_ 12.11. 1948 Hewlêr)

 Kakþar Oremar

kakshar_oremar@yahoo.de

Her kes di jiyana vê cîhanê de bi karê xwe û xebata ku daye meþandin, tê naskirin. Ger ew kar û xebat bi kêr û ji gelên civakê re kêm-zêde bi feyde be an jî þûnewarekî hunerî û pîroz be, êdî xwedîyê wê jî pêre navdar dibe. Ew bi huner an jî karê xwe di dîrokê de dibe xwedî navekî bêmirin.

Bo nimûne: Selahedînê Eyyûbî bi comerdî û þervaniya xwe, Pêþewa Qazî Mihemed bi cesart, zanîn û berxwedana xwe, Leyla Qasim û Mezlûm Dogan bi canfîdayî û berxwedana xwe ya dîrokî, Þêx Ûbeydullahê Nehrî bi dûrbînî û siyasetmedariya xwe, Meryem Xan, Hesen Zîrek û M A Cizîrî bi deng û hunermendiya xwe, Mamosta Pîremêrdê þaêr jî bi sirûda Newrozê tê naskirin.

Dildarê evîndarê serxwebûn û serfiraziya netewa Kurd jî bi helbesta xwe ya naskirî„ Ey Reqîb“ an jî “marþa netewîya Kurd”an di nava hemû Kurdên Kurdistana mezin de navekî naskirîye. Gelo Dildar kîye û jiyaneke çawa derbs kiriye?

Rewþenbîrê Azadîxwaz û Siyastemedarê Ciwan

Yunis Dildar helbestvanê nîþtimanperwer û xwediyê sirûda (Ey Reqîb) e. Mixabin ew kêm jiya û di jiyana xwe ya þexsî da xwedî qedereke reþ bû. Bexteweriyê ti carî li deriyê wî neda.

Navê wî yê rastîn „Yunis Reûf Dildar“ e. Kurê „Mehmûdê Mela Seid“e ku li Koyê(baþûrê Kurdistanê) bi navê malbata„ Xadim Elsecadeyin“ tên naskirin. Navê dayika wî jî“ Zehwe Xûrþîd Efendî“ ye.

Yunis di 20. 02 Þûbata sala 1918an de dema ku li Kurdistanê giranîyek mezin di rojeva jiyana xelkê da bû li bajarê Koyê hat dinê. Ji zarokatiyê ew zarokekî jîr û jêhatî bû. Carna behsa hinek bûyerên çaxê zarokatiyê ji dayika xwe re dikirin û dayika wî jî wiha jêre digot:“ Role fikrit zor tîje... emanet çûn le bîr mawe_ Lawo hizra te gelek bilind e, vana çawa li bîra te mane?“.

Belê çavên Dildar hertim li pey peydakirina rastiyan digerîn. Hê zarok bû ku malbata wan ji Koyê koçkirin.

Dildar di temenê çar saliyê de nexweþiyeke giran digire û piþtî rabûna ji nava nivînan jî ji ber teisîra nexweþiyê lal dibe. Bi awayekî ku heya dawiya jiyanê jî zimanê wî hinekî giran bû û nedikarî baþ biaxive.

Nexweþiya Dildar demekê li „Kela Hewlêr“ê di bin çavdêriya doxterekî da tê çareser kirin. Di derbarê jiyana wan salan de Dildar di bîranînên xwe de wiha dibêje:“ Tevî ku em feqîr û di xaniyên kirayê da rûdiniþtî jî lê qenaet û razîbûn dirûþma me ya jiyanê bû. Ez li ser vê qenaetê hatim perwedekirin, min li cihê þirîniya jiyanê, tehlî kiþandin e... yanî dikarim gelek bi hêsanî bi mercên jiyana xwe re, xwe rêk û pêk bikim û bi nexweþiyan li hev bikem.

Beriya þerê cîhanê malbata wan li bajarê Koyê dewlemend bûn, lê ji ber zor û stemên leþker û kar bi destên dewleta Osmanî rewþa aboriya Kurdistanê têk çûbû. Dildar di nava hejarî û xembariyê da mezin dibe. Ew di bîranînên xwe de behsa hêsirên dayika xwe dike ku ji bo birayê xwe yê îdamkirî, dirijandin. Bi vêre Dildar hêdî-hêdî derdên bindestiya netewa xwe jî nas dikirin. Hikayet û çîrokên „Fatime Seyîdî“(1) û dayika wî ya dilovan, Dildar dibirine nava deryayek kûr ku bixwe re bifikre û derdora xwe baþtir nas bike.

Beriya her xwîndingehekê wî ji zimanê dayika xwe dersên Kurdayetiyê wergirtin. Berevajî piraniya zarokan Dildar ji bo çûyîna xwîndingehê digiriya û hertim ji dayika xwe re wih digot:“Ez jî dixwzim mîna hemû zarokên din herim mektebê... hûn çima min naþînin dibistanê?“.

Sala 1926an dema ku ew ji Hewlêrê vedigerîn bajarê Koyê Cewadê birayê wî ji ber nexweþiyekê dimire û ji wê salê pêde jî Dildar di sala 1927an de di temenê 9 saliya xwe da dest bi xwîndina xwe ya dibistanê dike. Bi vê re ew gehiþtibû mezintirîn xweziya xwe.

Sal derbas bûn û Yunis baþtir xwe nas kir. Di hundirî mejjîyê wî da þoreþek mezin çêbibû. Hez dikir ku di nava kulanan de bazbide û bi dengekî bilind bêje:“ Ez Kurdim, ez Kurdim...“.

Vê þoreþê xirûr û xeyretek wisa mezin dabûyê ku nedikarî wesfa wê bike. Xwenaskirina wî ya yekê Kurdbûna wî û ya duyê jî ew hîn bû ku çawa silehê bikar bîne. Van du tiþtan bi temamî þoreþek gelek bihêz di hizr û ramanên wî da pêkanîn. Gelo pirs di vir daye ka çima çek, sileh û Kurdbûn?! Çima Kurdbûn li gor pîvanên wê demê ji Kurdekî re girîng bû?

Belkî sedemek ew bû ku hingî hissên netewî mîna îro geþ û bihêz nebûn. Kurd neçar bûn ku tenê bi þer û tifingê hebûna xwe mîna netewekê li hemberî hêrêþên gelên din biparêzin.

 
Dildar û Pirtûk

Ji sala 1933an Dildar dest bi xwîndina dîwana Hacî Qadirê Koyî kir û qesîdeyên þaêrên mîna Ewnî, Racî, Asî û Husênî jî dixwendin û tev ezber dikirin. Piþtre helbestên Wefayî, Kurdî, Bêkes, Zîwer û Pîremêrd jî bi hûrbînî xwendin û piraniya wan jî ezber dikirin.

Herwiha Diladar li ser dîroka þoreþa Firnsê, dîroka Yûnan, „Kurd û Kurdistan“a Emîn Zekî Beg, „Dîroka Mîrekdarên Soran, Baban û Mûkriyan“ ya Seyîd Husên Hûzinî ku bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin, dest bi lêkolîn û xwîndinê kir.

Dema ku Dildar bi hûrbînî dîwana Nalî jî dixwîne êdî þêir û edebiyat di mejiyê wî de cihekî taybetî ji xwe re peyda dikin.

Bi vî rengî Hacî Qadirê Koyî ew ber bi cîhana nîþtiman perweriyê û Nalî jî cîhana evîn û dildariyê li pêþ berî wî vekirin.

Rojekê wî xwe îmtihan kir ka dikare helbestekê binivîse an ne? Wî destpêkir. Gelek westiya lê di dawiyê da helbesta yekê li ser dayika xwe danî ku qesîdeyek 15 beytî bû. Bi vî rengî ew jî ket nava cîhana helbestvanên ciwan yên wê serdemê.

Aliyekî din yê jiyana Dildar hez û çalakiyên wî yên ji bo gûherandinên siysaî û civkî ne. Wî gundî li dijî axayên miþexwer vedixwendin dijberiyê. Lê feqîr û cotiyar jî bi xwe bawer nebûn. Ev karê wan Dildar gelek êþandiye. Dildar li ser vê taybetimendiya gundiyan wiha dibêje:“ Ev bêbaweriya han taybetmendiyeke di nava gelê cahêl û nezan da, taybetiya ku mezintirîn mîkrobe di laþê mirovan da, di nava xwîna vî laþî da dijî“.

Dildar baþ çînên civaka xwe nas dike. Ji bona wê jî di derbarê çîna hejar û gundiyan da wiha dibêje:“ Ger bi hûrbînî li kesayetiya feqîr û gundiyan binêrî, gelek tiþtan yê jê bistînî. Berî her tiþtekî divê pêre rast bî, ji xeynî tiþtên ku dibîne û dibihîse, tiþtekî din di jiyanê de nizane. Çimkî nexwende û nezanin. Di jiyanê de hê jî di serdema çandinê da dijîn û bi zevî, kevneþopî û zikê xwe ve pir girêdayîne. Hîviya nûkariyê ji wan nayê kirin û ew bi çavê berjewendiyên giþtî li ti tiþtekî nanêrin... ev sedem bese ku tebîeta çarpîyan bi wan re hebe....“(2).

Yunis Dildar hebûna xasiyet û taybetmendiyên wiha di nava Kurdan de bi wê sedemê ve girê dide ku ji mêjda cîranên Kurdan text û tacê wan yê kiyanî û serbestiyê ji holê rakirine û bi rêya serok eþîretên Kurd, xweþî û hevgirtina di navbera wan de ji holê rakirine.

Dildar ji zarokatiyê heya roja ku wefat kir, hertim bi delîl û mentiq li pey bersiva pirsên xwe yên bêdawî bû. Carna diçû mizgeftan û di nava feqîyan da li ser nivêj û ola Îslamê bi wan re diaxivî û pirs ji wan dikirin. Ji wan re digot:“ Êwe îbadetî ewham deken, werin têmbigeyînin ke dîn çiye“.(3)

Ji ber van munaqiþe û pirsyarên bêdawî bû ku mele û feqîyan tûhmeta kafiryê didan pal wî û ew bi cehnemê tehdîd dikirin.

 

Dildar û Îdeyên Wî

Dildar bihayekî giran dida xwîndin û zanistê. Wî dixwest navê bajarê Koyê(bajarê edeb û hunerê) hertim di nava navan de zindî bimîne.

Wî hertim li ser bihayê jiyana vê cîhanê wiha digot:“ Jiyan derfetek pir bihagiran û bi qîmete. Divê em bi xem û mejî mijûlkirinê wê ji dest nedîn, çimkî ev jiyan careke din ji mere venagere...“

Dildar xwîndina xwe ya dibistan û navîn li bajarên Raniye û Koyê bi dawî anîn. Piþtre xwîndina xwe ya lîseyê jî li bajarê Kerkûkê bidawî anî. Sê sal xwîndina li Kerkûkê jiyan û ramanên wî digûherîne. Li Kerkûkê digehije serê gopkê çiyayê xemilandina hizr û bîrên xwe. Êdî ew di salên ciwaniyê da jî xortekî xwîn germ û bi armanc e. Dildar ti rojek nebû ku li ser evîna welatê xwe yê bindest neçe nava deriya fikr û ramanên kûr û dûr. Þahkarên xwe yên bêmirin di wan salan de afirandin.

Sala 1937an dema ku Dildar hê xortekî 19 salî bû bi komek ji xwîndevanan re komela bi navê (Darker) damezirandin. Armancên danîna komelê siyasî bûn. Ji ber wê jî piþtre navê komelê kirin “Hizbî Hîwa” ku nemir Refîq Hilmî serokê wê yê giþtî û Dildar jî mîna sekreterê giþtiyê partiyê hate hilbijartin. Hizba Hîwa nekarî zêde kar û xebatên xwe bidomîne û ji salên 40an û pêda hilweþî. Dildarê ciwan vê carê berê xwe da ramanên Marksîzimê û mîna mirovekî çeprew dest bi çalakîyên xwe yên siyasî û civakî kir. Herçend ew xwediyê bîr û rayên sosyalîstî bû lê endamê ti partî an jî rêxistineke siyasî nebû. Kovara „Gelawêj“ yek ji wan kovaran bû ku helbestên Dildar bi berdewamî têde dihatin weþandin.

Dildar di wan salan de yek ji wan helbestvanên ciwan bû ku xwe ji Kilasîzimê dûr dixist û rêbaza Romansîzimê di helbestên xwe de peyrew dikir.

Mirov dikare bêje ku Dildar helbestvanê vegûhastinê bû an jî di helbesta Kurdî ya nû de helbestvan Herdî mîna destê rastê yê Goran û Dildar jî bi destê wî yê çepê tên hesibandin(tên dayîn).

 

Dirûþma Dildar ya Taybetî

Dildar di rêbaza jiyana xwe de xwedî dirûþmek taybetî bû. Wî hertim wiha digot:“ Mademkî ez Kurdim, divê Kurd ji hemû kesekî zîrektir û baþtir bin.“  

Gotineke wiha hesreteke mezine ku xweiyên xortekîne ji bo pêþkeftin û serkeftina gelekî bindest.

Helbestên Dildar pirin, lê di nava hemû helbestên wî de þêira bi navê „Ey Reqîb” ji tevan naskirîtir e. Li rex hemû berhemên wî yên hêja helbesta „Ey Reqîb“ bi tena serê xwe bese ji bo nasandin û zindîmayîna nav û xizmeta mamosta Dildarê ku evîndarê serfiraziya netewa xwe bû. Ew li dijî çewsandina hemû netewan bû.

Ger “Ûjîn Botê” bi marþa xwe ya “Intirnational” bê naskirin, Dildar jî bi helbesta xwe ya bi nave “Ey Reqîb” tên naskirin.

Herçend helbestên Dildar yên din jî pirin û piraniya wan jî ji aliyê hunerî û þêwazê ve ji wê helbestê dewlemendtir û pêþtirin, lê ji ber ku naveroka wê helbestê li ser çewsandina netewî û berxwedana Kurda ya li hemberî dujiminan e û Dildar li ser vê raya xwe pir bi îsrare, riheke nemirî daye vê helbestê. Dildar tenê dikare bi vê helbesta xwe bibe bi “Marslîz”ê netewa Kurd. Çimkî Dildar karî mîna nûnerê nivþekî genc rolekî bi kêr û fer bilîze û helbestên wî mîna çirayekî rêyên tarî ron dikin.

 

Dildarê Parêzvan

Dildar di jiyana xwe ya kurt da zû di nava dilê xelkê reþ û rût da cihekî taybet ji xwe re vekir. Çimkî wî hertim xwe di çeperê çîna hejar û çewsandiyên civakê da didît û piþtgîriya wan dikir. Sala 1940an li bajarê Bexda çû kulêca hiqûqê û di sala 1945an de bû parêzvan. Dildar mirovekî merd, cesûr û malê dinê li ba wî bêqîmet bû. Mîna parêzvanekî bi þev û rojan ji bo çareserkirina pirsgirêjên xelkê di nava liv û lebatê da bû bêy ku ji xelkê dawa pere an jî mafekî bike. Ew mîna parêzer kesekî lêhatî û bi hêz bû. Yasanas bû û zagûnên hiqûqî baþ fêm û þirove dikirin.

Ew bi reþ û taziyên civakê re bû û heya dawiyê di parastina mafên wan de bi îsrar û li kêleka wan nelivî.

Diladr hê nezewicîbû lê li gor gotina mamosta Mesûd Mihemed ew evîndarê keçekê ya bi navê “Behiye Ferecellah Kurdî” bû. Lê li cem kesî behsa vê evîna xwe nekiriye!!.

Dildar him di qada þiyarkirina gelê Kurd û him jî mina sekreterê partiya Hîwa xwedî rolekî siyasî ye jî. Wî hertim digot:” Gel mîna trimbêlekêye ku bêlêxûr(þofêr) nabizive”.

Ji aliyekî din jî Yunis Dildar mîna helbestvanekî pêþkevtinxwaz ji her sê qûnaxên þêirê derbas bûye. Yanî di destpêka helbestvaniyê da bi helbesta kilasîk destpêkiriye, piþtre kete nava cîhana romansîyetê û di helbestên xwe de çi tiþtên xweþik û þefaf ku hebûn, bikar anîne. Ev bedewî di helbestên( Lawî Kurdan, Tûtnewan, Ey Kurd, Xendekey Bayî, Gulî Sor, Mindalî Hîwa û Kurdistan) û yên din de tên dîtin. Piþtre jî dest bi gotina helbestên çînayetî kir û têde li ser çewsandina gundî û cotyaran diaxive ka çawa ji aliyê axa û begên Kurd ve tên çewsandin. Di helbesta bi navê” Tûtinwan” de behsa tûtinvanekî dike ku çawa bi zehmetek mezin tûtinê diçîne, pêre diweste û di dawiyê da jî berê ked û xebata xwe ya çend mehan pêþkêþî bazirganên belaþxûr dike.

Di wê serdemê de karekî wiha ji aliyê Dildarê ciwan û nûgehiþtî ve xebatek pir girîng e.

Ger ecela mirinê derfet bida, Dildar yê di cîhana helbesta Kurdî de xwe bigehenda sere çiyayê herî bilind.

Bihara sala 1948an rayedarên dewleta wê demê ji Dildar dawa kirin ku bibe bi mûdîrê herêma Sengeser. Herçend hingî pejirandina karekî wiha destkevtek mezin jî bû, lê Dildar daxwaza dewletê nepejirand. Piþtre parêzvaniya fermandariya Raniyê jî red kir. Sedem jî ew bû ku Dildar ji xwe re nedijî, belkî hemû wext û heta canê xwe jî ji bo berjewendiyên nivþên paþerojê danîbûn.

Dildar li Kerkûkê xwîndevan bû. Sala pêncemîna amadeyî bû ku ku bi nêrînên xwe yên niþtiman perweriyê helbesta „Ey Reqîb“ afirand. Ev helbesta wî jî mîna helbestên din heya radeyekê bênav û nîþan bû, lê piþtî ku di sala 1946an da komara Kurdistan hat damezirandin bi tewsiya Pêþewa Qazî Mihemed û birêveberên Komara Kurdistanê awazek jêre hat danîn û bi awayekî fêrmî mîna “Marþa Netewî” di helkeftên millî da hatiye gotin. Dildar hê sax bû ku ev helbesta wî mîna “Marþa Netewîya Kurd” hat bi nav kirin.

Dildar bi helbesta xwe ya navdar (Ey Reqîb) de mîna wênekêþekî wijdana civaka serdema jiyana xwe ye. Hissên wî yên netewî jî di cewherê vê helbestê da nasnameya Kurdpeweriya wî didin xuyanîkirin.

Belê helbesta wî ya herî xweþik û xweþ di Kerkûkê de ji dayik bû û li Mehabadê bû marþa netewîya hemû gelê Kurdistanê.

 

Helbestên Dildar (ku destnivîsa wî bixwe bûn û niha jî li cem birazîyên wî mane), piþtî salên dûr û dirêj bi hevkariya birayê wî Mecîd Reûf û nivîskarê hêja Ebdulxaliq Ellaedîn li sala 1983an hatin weþandin. Beriya wê dîwana wî carekê li sala 1961an û carekê jî li sala 1971an li çapxaneya Kurdistanê li Hewlêr hatiye weþandin.

Yunis Dildar ji temenê 20 saliyê û pêde bîranînên xwe nivîsandine ku tenê para yekê ji fewtînê rizgar bûne û du parên din dema ku ew hê sax bû, wenda bûne. Mirov dikare bêje ew yekemîn kese ku dest bi karekî wiha girîng kiriye. Belê xweziya hemû nivîskar, hunermend û rewþenbîrên Kurd bi girîngiya karekî wiha bizanin û ew jî mîna Dildar bîranînên xwe ji bo nivþên piþtî xwe binivîsin.

 

Mirineke Xemgîn

Demeke dirêj bû ku Dildar ji ber êþên Romatîzim û dil nerihet bû, lê li rex hemû nerihetiyan dîsan jî karê xwe yê wekaletê didomand û ji paþerojê re pir bi hîvî bû.

Di rewþeke wiha de barekî din li ser milên wî zêde bû: Dema Asefê birayê wî jî di temenê 42 saliyê da wefat kir, êdî berpirsyartiya zarokên mala birê wî jî ketin ser stoyê wî.

Roja 12ê Mijdara sala 1948an Dildar dema ku li sînemaya Hemra(li bajarê Hewlêr) mijûlî temaþekirina filma “Selahedînê Eyyûbî” bû, ji ber êþa dilê xwe ji sînemê derket, lê berî ku bigehije nexweþxanê li nava kulanên bajar bêhiþ ket. Herkesî texmîn dikir ku ew ji ber vexwarinên elkolîk bêhiþ ketiye. Ji bona wê jî ew dereng gehandin cem doxtor. Dema ku çend kesan ew gehandin wira jî doxtorê nûbedar amade nebû.

Bi vî awayî Dildar ku di nava civata rewþenbîr û siyastmedarên Kurda da kesekî naskirî bû, bêy ku kes wî nas bikin bêkes û xwedî çû ber dilovaniya Xwedê.

Yunis Dildar hemû hêza mêþk, dil û zimanê xwe di rêya azadî û bexteweriya Kurdan de derbas kir. Çira pirþenga helbestvanê me yê millî di temenê wî yê herî ciwaniyê da vemirî.

Dildar di demsalekê da ku mîna dareke bi ber bû, gulên wê dibiþkûvîn, jiyanê têde ji nûve pel didan, mixabin gula wî ya ciwaniyê hilwerî û çira jiyana wî vemirî.

Roja 12ê. 11 sala 1948an li bajarê Hewlêrê axa mûqedesa Kurdistanê laþê wî yê paqij ji xwe re kiribû mêvan. Mêvanê ku xweziyên wî pir bûn, lê hesreta wî ya herî mezin çêbûna dewleteke Kurdî û bexteweriya gelê Kurd bû.

Cihê daxbariyê di vir daye ku di hemen salê da ji xeynî Dildarê canemerg edîb û dîroknivîsê navdar Emîn Zekî Beg di 10.07.1948, Zîwer helbestvanê behredarê Kurd di 10.11.1948an û Fayêq Bêkes jî di 18.12.1948an de koça dawiyê dikin.

Jêder û Têbînî:

(1). Jina ku di nava mala wan de mîna xudamekê dixebitî û Dildar mezin kiriye. Li Kurdistanê ji wan jinan re dibêjin dayîn. Dildar di bîranînên xwe de li ser dayîna xwe pir pir diaxive. Wê di torekirina Dildar de rolekî mezin lîstiye.

 

(2) Dildar Þaêrî Þoreþgerî Kurd. Nûsînî Ebdulxaliq Ellaeddîn

 

(3) Hûn tiþtên xiyalî diperestin, werin min têbgehînin k ol çiye?“

 

Ey Reqîb

Ey reqîb her mawe qewmî Kurd zuban
Nay rimênê daneyî topî zeman
 
Ême roley rengî sor û þorþîn
Seyrîke xiwênawîye rabûrdûman
 
Ême roley Mîdya w Keyxosrewîn
Dînman ayînmane nîþtiman
 
Kes nelê Kurd mirdûwe Kurd zîndûwe
Zîndûwe hîç nanewê alakeman
 
Çend hezar lawanî Kurdî ner reþêr
Bûn be qûrbanî û hemûyan nêjran
 
Lawî êsta hazir û amadeye
Canfîdane canfîdane canfîdan
 
Lawî Kurd helsane ser pê wek dilêr
Sa be xwîn neqþî eken tacî jiyan
 
Kes nelê Kurd mirdûwe Kurd zîndûwe
Zîndûwe hîç nanewê alakeman

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org