Herbijî Gerîlayên Qehreman…

 

 

Kakþar Oremar, Email: kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

 

Li çiyayên Kurdistanê þer berdewame. Gerîlayên qehreman Helicopterek Kubra xistin xwarê. Di þer da serbazên artêþa Tirkiyê nikarin li hemberî gerîlayên Kurd li berxwe biden. Rayedarên komara Tirkiyê bi hevkariya hemû zilhêzên cîhanê li dijî hebûna Kurda rabûne ser xwe, hemû teknolojiya xwe xistine xizmeta wan, lê ser nakevin. Çimkî ew ji hêza veþartiya volkanên Kurdistanê bêxeberin. Nizanin ku Iskenderê Mekdonî(Aleksander makedonya) û Gezenfon Yewnanî jî bi rûreþî ew deþt û çiya terkandibûn û bi reva xwe re negehiþtbûn!.

Di sir û seqema çilê zivistanê da evîna Kurda li her derê germ e: Li deþt û çiyan gerîla û þoreþger, li bajar û gundan dayik û siyasetmedar û li her dera Ewropa mêtîng û meþên biçûk û mezinan bêrawestan berdewamin. Di peyvekê da: Êdî Kurd nizanin rawestan çiye. Neyar mîna bav û kalên xwe wisa dizanin ku Kurd hemen Kurdên berê ne û di zivistanê da riha wan jî mîna riha erdê dicemide!. Dibêjin:“ Heya ku zivistane, gere em ava jiyana wan biçikînin…“. Gelo ma rast texmîn dikin!?? Ne … ne, ew razayîne. Ji ber ku yên bi xewin û xeyala bijîn, serê wan zû bi kevra dikeve. Zû ji xewa xefletê þiyar nabin. 30 sale hê jî mêtîngerên Tirk ji xewa giran þiyar nebûne, çimkî çavên xwe ji ronahiya rojê ra girtine. Kurda nabînin. Ji qeder û dîroka gel û dewletên din jî îbretê nastînin. Hê jî li ser dirûþimên xwe yên Kemalîstî bi îsrarin. Ma çi bi serê Hitler hat? Ka kî behsa bîr û ramanên faþîstan dike? Înkargerî kengî û li kûdera cîhanê xwedî rûmeteke xweþ û domdirêj bûye? Elbete rojek jî yê were ku Kemalîst yê þermê ji xwe û kiryarên xwe yên li dijî gelê Kurd biken. Yê neviyên wan bi çavê þermê li axa Kurdistanê temaþe biken û yê ji xwe bipirsin:“ Gelo çima kalkên me yên Kemalîst wiha bi serê Kurda anîn, lê dawiyê jî ew bûn xwediyê Kurdistaneke serbixwe!?...“

Di rewþekê da ku Tirk û dagîrkerên Kurdistanê yên din bi hemû þêweyan mafên Kurda binpê dikin û wan bi cudayîxwaziyê tawanbar dikin, du milyon Kosovoyîyan serxwebûna xwe ragehandin. Êdî Kosova ku tenê îyaleteke Serbestanê bû, welatekî serbixweye. Croatia, Bosnia û Herzegovina, Montenegro û Albania berî çend salan tenê bi navê „komara Yugoslav“ dihatin naskirin, lê ji salên 1990an û pêde wan bi daxwaza xwe serxwebûna xwe jî îlan kirin. Di serî da Amerîka, gelek dewletên Ewropayî û heta Efxanistanê jî serxwebûna Kosovo bi awayekî fêrmî nas kirin û Rusiya û Serbestan jî çi dikin, bila hema xwe bihelavêjin.

Êca ne durûtî belkî dixwazim bêjim hezar rûtiya Amerîka û welatên Ewropa (ku demokrasî kirine benîþtê devê xwe yê rojane), vê carê baþtir eþkere bû. Ew ji bo berjewendiyên xwe her roj bi awayekî bi qedera 45 milyon mirovên Kurd dilîzin, lê rê didin 2 milyon Kosovayîyan ku ala serxwebûna xwe hildin. Li xerîta Kurdistan û Kosovo binêrin, ku baþtir ji min têbigehin ka armanc ji vê nivîsê çiye. Ez wek mirovekî Kurd ne li dijî hesret û xweziyên gelên bindestim. Çimkî bexteweriya netewan di azadî û serxwebûna wan da ye û ev roja pîroz li hemû xwîþik û birayên welatê Kosovo mimbarek be. Lê ka binêrin mirov ji bo pere û petrolê çawa bi qedera gelê Kurd dilîzin!. Zêdetir ji dused sale ku Kurd ji bo serxwebûna xwe þer diken lê negehiþtine armanca xwe, gelo çima yên ku kêmtir ji bîst salane xebatê dikin, wiha zû gehiþtin daxwazên xwe? Aya ji ber erdnigariya me ye, anku ew nêzî Ewropa û em jî li Rojhelata Navîn dijîn? Welatê me dewlemend û ew feqîrin an jî çi?!!

Di van çend rojên derbasbûyî da TVyên Ewropa û Amerîka bi berdewamî behsa Kosovo û dîroka wan dikin, li ser tevkujiyên ku bi serê gelên Balkan hatine, filmên sînemayî belav dikin, lê kes behsa bombarana gund û çiyayên Kurdistanê nake!! Kes li ser dagîrkeriya Tirkên dagîrker tiþtekî nabêje. Kerr û lalin, mit û bêdengin!!.

Birastî wijdana mirovahiyê heya kengî yê di xewa berjewendîperestiyê da bêdeng bimîne?!!

Ji kevina da gotine:“ Ji xeynî nênîka min, kes naxwrîne piþta min“. Gerîlayên me, taca serê me û parêzvanên þerefa Kurdîniyê di mercên herî dijwar da bersiveke baþ dan artêþa Tirkiyê. Bila ew bi tenê nemînin. Ji ber wê jî bi dengekî bilind ji we dawa dikem:

Kurdino, Kurdên xwedî dîrokek dêrîn û tejî serbilindî, hemû çînên civaka Kurdistanê: werin em tev hêza xwe bikin yek daku: Zilhêzên cîhanê me baþtir bibînin, qîmeta me di nava me de zêdetir bibe, neyar hisabeke mezintir ji mere bikin û di encamê de em jî weke hemû netewên cîhanê bibin xwedî al û welatê xwe yê serbixwe. Werin em bibin yek daku vê rûreþiya dîrokî ji nava çavên xwe paqij bikin. Ji bîr neke ku: Mezintirîn netewa bêdewlet li rû erdê Kurdin.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org