|
Herêma
Colemêrgê: Derya Heyranok, Lawje, Kilam û Stranên Folklorî
Kakþar
Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Destpêk: Berî
demekê CDyek li jêr navê „Stranên Gel“ ji aliyê Mîr Muzîk
ve hat belavkirin ku dengbêjê hêja Þemdîn û hunermend Memo
zehmetek mezin li pey kiþandibûn. Jinên Colemêrgî bi dengê xwe yê orjînal
dewlemendiyek mezin dabûn berhemê navbirî. Min heza xwe ya ji bo berhemên
wiha resen bi awayê jêr nivîsandiye: Huner
mîna tîrêjên rojêye û germahiya wê ji dost û dijminan re wekeheve.
Riha mirovan li pey bedewî û rastiyê di gereke bêdawî daye. Huner heman
bedewîye û îmkanê dide mirovan ku hêzên xwe yên veþartî kifþ
bikin. Bi hunerê re jî zimanê her netewekê bêtir dixemile û þirîniya
xwe diparêze. Muzîk mîna zimanê welatekî ye ku xweþî û nexweþiyên
netewekê beyan dike. Derdê dilê wan radixe ber çavan û liv û lebatê
diafirîne ku dermanekî ji êþ û elemên xwe re peyda bikin. Bêgoman
di þerê gelên bindest de ziman çeperê dawiyê yê mayîn û berxwedanê
ye. Girtina çeperekî wiha jî ji aliyê dagirkeran ve ji têkþikênandina
netewe û pêde ti wateyeke din jêre tune ye. Gelo kîye vê rastiyê înkar
bike ku di parastina ziman û hunera Kurdan da rolê dengbêjan çiqas
bihagiran bûye?. Evdalê Zeynikê, Þakiro, Reso, Kawîs Axa, Hûsênê Mûþê,
Þeroyê Biro, Birê Newrozî, Mehmûdê Xiyalê, Gula Fileh û yên din kî
dizane ku di vê doza pîroz da çiqas derd û êþ kiþandine? çi tiþtê
wan yê vê dinê hebû ji xeynî kilamên Kurdî?... Belê herkes dizane ku
hemû mîras û malê wan yê vê dinê ew kilamên wanin. Kilamên ku gencîneya
dewlemendiya ziman, dîrok û peyvên Kurdî yên þirînin. Dîroka
edebiyata Kurdî ya nivîskî ji 500 salan û virda destpêkiriye, lê
edebiyata me ya devkî(þifahî) kes nizane ka çend hizar sale hêjî heye.
Kurdistan li gor lêkolînên dîrokzan û
arkologan ew erdnigariye ya ku gula jiyanê bo cara yekê têda biþkivîye.
Di parastina adet û orfên me yên çend hizar salî da elbete rolê dengbêjan
pir girîng û kifþe. Dengê dengbêjên Kurd mîrasekî çend hizar salî
ye ku peyvên þirîn jê dibarin. Mirov bi cesaret dikare bêje ku dengbêj,
çîrokbêj û qesîdexanên Kurd him evîna zimanê Kurdî gortir kirin û
hem jî bi karekî wiha re dîwarekî bilind li hemberî bayê reþê asîmîlasyona
dagîrkerên Kurdistanê durist kirin. Di sedsalên derbasbûyî da dengbêjên
gerîdok sefîrên hunera Kurdî ya resem bûn. Çiyayên bilind, berfa
giran, sir û seqema zivistanê û sinorên destçêkirî li ber hatin û
çûyîna wan nedibûn asteng. Ew mîna pêxemberên anîn û birina peyva
þirîna zimanê Kurdî ji herêmekê bo herêmeke din ya Kurdistana mezin bûn.
Roja îro ragehandina moderna(!) Kurdî cihê dengbêjên gerîdok tejî
kiriye û pêwîste ku di parastina samanekî wiha da rolê xwe yê durist
bilîze. “ Stranên Gel” di sedsala înternet û satalîtê da bi
armanceke wiha hat amade kirin. Hunermendê mezin hozan Þemdîn di vê rêbaza
dîrokî da xwedî kedeke bêsinore. Wî bi kar û xebata xwe arþîveke
mezin ji mirinê rizgar kiriye.
Mehmûdê
Xiyalê, Ehmedê Þêxoy, Silêmanê Mela, Eliyê Pîroyî, Cemîl Ebûbekir,
Bedirî û Begî xanim, Mihemedê Hesoy, Seyîd Hacî, Tehayê Þikeftî,
Xalid û Ebdula Marîfî, Mihemedê Ehyayî, Simêyê Berbîrî û
bi sedan kesên din ji wan dengbêjanin yên ku di nava xelkê da xwedî
hurmet û siyaneteke bilindin.
Bi
giþtî tevaya van taybetmeniyên diyarkirî di vî berhemê li ber destê
we da tên ber çavan. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org