|
Komara
Îslamîya Îranê û Cinayeteke din… Ji Þehîd „Hesen Hikmet Demîr“ re
Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Bi sedan sale ku karê wan hertim
xapandin û derew bûne. Bi navê zagûn û ola îslamê henekên xwe bi
qedera gel û mirovan kirine. Ji bo mayîna xwe mîna rovîyan sedhezar carî
bi rûyê mirovan kenîne lê piþtre jî ji piþtve xencera xwe ya jehrîn
daweþandine. „Qûrana pîroz“ ji mezinên mere îmzakirin û þandin,
bextê xwe dan wan û sond xwarin ku:“ Bi vê Qûranê em we li ser rû
erdê nakujin, werin ka hûn Kurd çi dixwazin!“ lê dema çûn ber
bextê wan, ew kuþtin û bi Qûranê re „zindî bi gor“ kirin. Ji bona
wê jî bav û kalên me hertim þîretek wiha kirine:“ Ger Ecem rastî
te hatin: an ji ber wan bireve, an lêde bikuje an jî yê te bikujin“. Belê eve felsefeya rayedarên Ecem yên efyûnî û esrarkêþ. Ew ji bo mayîn û parastina desthilatdariya xwe ter û hiþka bi hevre diþewitînin. Pêr: Emîrxanê Lebzêrîn, Simkoyê Þikak, Pêþewa Qazî, duh: Dr. Qasimlo, Dr. Þerefkendî û Ifet Qazî û îro jî: Hesen Hikmet Demîr û bi sedan azadîxwazên din tên teror û îdamkirin.
Navê wî „Egîd“ bû û
birastî jî mêrxas bû. Di girtîgehên Îranê de wî cesaret û mêraniya
xwe ji berpirsên „komara wehþetê“ re dabû eþkerekirin. Ji
ber wê jî þikenceyên li ser laþ û riha wî ya bilind pir dijwar bûn.
Ew bi birîndarî ketibû destê pasdarên Îranî û li gor zagûnên hiqûqî
„dîlê þer“ dihat hesibandin. Ew çendîn cara xebitî ku ji
girtîgeha reþ û tejî zulma Urmiyê rizgar bibe, carekê jî biser ket, lê
dîsa jî hat girtin. Ew birin girtîgeha bajarê Xoyê. Vê carê þikence
ji berê pir girantir bûn: Hucreyên tarî û sar, girêdana girtiyên
azadiyê ji serê êvarê heya berê sibê di hewþên sar û betonî de, þikenceyên
rûhî ku bandoreke nigatîv li ser rewan û mejiyê mirovan çêdike, lêdana
bi dar û sondeyên stor, xwarinên kevin û kêmhêz di jiyana wan ya
rojane de berdewamin. Egîd ji bakurê Kurdistanê bû, lê
sinorên destçêkirî jêre bêwate bûn. Çû nava rêza gerîlayên PJAKê
û bû þervanê doza Kurdistana mezin. Di jiyana xwe ya þoreþgeriyê de
xurtekî bi liv û lebat bû. Dema çû nava jiyana gelê Kurd li rojhelatê
Kurdistanê: hem derdê netewa xwe pir baþ naskir û hem jî baþ bi kûrahiya
siyaseta komara neîslamî hesiya ka çawa dane ser rêya mîratgir û padiþahên
xwe yên stemkar. Wî zanî ku wan nehiþtine Kurd di hemû warên civakî,
aborî û siyasî de pêþ bikevin. Cinayetên rayedarên Ecem li dijî
doza Kurd û þervanên azadiya Kurdistanê ji çaxê Sefewî û Qacarîyan
bigire heya serdema Pehlewî û rayedarên komara neîslamî ya Îranê!
ne yek û sedhezarin. Ew her sê: Îran, Sûriye û
Tirkiye li dijî doz û þoreþgerên Kurd bûne yek. Li kîderê Kurdekî
azadîxwaz bikeve destê wan, ew dikarin bi hevre li ser tunekirina wan
biryarê biden. Egîd di fêrmiyetê de himwilatiyê Tirkiyê bû, lê li Îranê
hat îdamkirin!!!. Ev ji me Kurdan re mesajeke gelek watedar e. Heval Egîd çend sal bû ku jiyana
xwe di girtîgehên „komara wehþetê“ de derbas kiribû. Rayedarên
komara neîslamî, her çend mehan carekê ew diþandin girtîgehekê. Li
her derê di girtîgehê de jî mala wî ya herî xweþ hucreyên tarî bûn!!.
Bêhurmetî û sivakatî ne li dijî xwe û ne jî li dijî netewa xwe
nepejirand. Serê xwe ji wan re netewand û di nava girtîyan de dest bi çalakiyên
siyasî kir. Wî ji girtiyan re digot ku:“ Hevalno mirovên bi îrade
bin, xwe nefiroþin û li dijî netewa xwe nebine kewên Gozel. Ji dîroka
bav û kalan ibretê bistînin.“ Kes bi qasî heval Egîd bi siyaseta
çewta dewleta Îranê nehesiyabû, lê dema çû girtîgehê bû bisporekî
þehreza di þirovekirina cewherê sîstema komara îslamî li Îranê. Sîstema
totalîter ku bi navê îslamê hemû cûre cinayetan dikin. Wan di temenê
xwe yê desthilatdariyê de rastiyek ji raya giþtî re îspat kirin:“
Mafê mirovan li ba wan tiþtê herî bêqîmet e.“ Îdamkirina heval Egîd cinayeteke
ne ji bîrkiriye. Kiryareke li dijî mafê hemû mirovan. Îdama azadîxwazan
yanî kuþtina hemû mirovan û birîndarkirina riha hemû kesên ku ji bo
demokrasiyê dixebitin. Li herdera cîhanê herkesê ku xwe insan bihesibîne,
divê nehêle ku xwînmêj berdewam bin di rijandina xwîna azadîxwazan de.
Em Kurd jî divê qet ji bîra xwe neben ku em tev deyndarên keda þehîdên
doza Kurdistanê ne. Li bakur, baþûr, rojhelat û rojava pêwîstiya me bi
hevgirtinê heye. Êdî bese, çimkî dagirker bûne yek, lê gelo çima em
nabin yek!? Bira heval Egîd: þehadeta te jî pîroz be. Tu jî bû serbazekî bênav û nîþan ku em hê jî nizanin tirba te li kûye!!. Lê rojek yê bê ku keç û xurtên azadîxwaz yê kom bi kom berê xwe bidene bajarê Xoyê û tirba te ya pîroz ziyaret biken. Neheqiya li dijî mafê te qet nayê ji bîrkirin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org