Hevpeyvîn
bi Nivîskar, Lêkolînvan û Dîrokzanê Kurdên Xorasanê:
Kelîmullah
Tewehûdî
Amadekar:
Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Destpêk:
Xorasan wilayeta herî mezina Îranê ye. Li wira gelek netewe dijîn. Kurdên ku bi sedan sale li wira dijîn xwedî dîrokeke tejî tirajêdîne û dengê wan hatiye fetisandin. Hê jî ronahîyek wiha bihêz neketiye ser gelek aliyên dîroka siyasî-civakîya Kurdên "Kurdistana Xorasanê" ku têhnatiya mirov pêbiþkê.

Lêkolînvan
û dîrokzanê Kurd mamosta Kelîmûllah Tewehûdî bi wan zaniyarîyên xwe
yên dewlemend li ser Kurdên Xorasanê diaxive. Bêgoman bersivên wî yê
hinekî têhnatiya me jî biþkêne lê dîsan ev hevpeyvîna kurt têrî
her tiþtî nake.
_
Mamosta Tewekûlî ger bi kurtî jî be hinek zaniyarîyan li ser dîrok û
hunera Kurdên Xorasanê bide xwîndevanên me.
K.
Tewehûdî: Ez li vira dixwazin keyfxweþiya xwe ji bo vê hevpeyvînê
bidin xuyanîkirin. Di derbarê ferheng, huner, dîrok û rewþa dan û
standina Kurdên Xorasanê em gelek dikarin biaxivin, lê bi kurtî dikarim
wiha bêjim: Dîroka Kurdan dîrokek tejî bilndî û nizmatî, dîroka rabûn
û ketinê ye û ji çaxên pir berê de hatiye nivîsandin. Yekemîn
Impiratorî jî ku li ser e’rdê Îranê çêbû Impiratorya Mad bû
ku vana Kurd bûn û niha Kurdên Madano li Xorasan û wilayeta Mazenderan
hene. Herwiha Kurdên Kawyanlo û Kêywanlo jî hene ku yên dora padþahiya
Kiyanan’nin. Piþtre bi derbasbûna demê re Kurda ji e’rdê xwe yê
esilî koç kirin û hatine nava felata Îranê û Impiratorya xwe pêkanîn.
E’rdê wan yê eslî derdora rêze çiyayên Zagros heya çiyayê Demawendê
bûye. Piþka ku niha jêre Azerbayican dibêjinê( yanî Azerbayicana
mezin) Mada Mezin bû û piþka duyê an jî Mada Biçûk ji herêma Hemedan
heya bajarê Rêy (nêzî Tehran) ye. Navê bajarê Rêy jî navekî Kurmancî
ye û tê wateya Rê an jî di Avêstayê de Rêga hatiye nivîsandin ku tê
wateya cihê derbasbûyînê. Êca ji ber ku ev bajar di serê du rêyan de
bû ku cada Ewrîþem jê derbas dibû, ji bona wê jî jêre gotine Rêy.
Piþtre
wek tê zanîn Kurdan di vê dîroka dûr û dirêj de pir astengî û derd
û bela dîtine.
_
Mamosta li ser silsileya Sasanî hûn çi dizanin? Piþtî têkçûna vê
silsilê Îran ket nava rewþeke çawa?
K.
Tewehûdî: Silsileya padiþahiya Kurdan ya dawiyê silsila Sasanî bû ku
di çaxê hatina olê îslamê di (Cezîret elereb _ E’rebistanê) de bi rêket.
Ev silsila Kurdan ji nav çû û piþre serxwebûna Îranê jî ji nav çû.
E’reb ji para baþûrê rojavayê Îranê bi rêketin û hatin û ketin piþka
rojhilatê Xorasanê jî. Ji ber ku serxwebûna Îranê bi hilweþîna
silsileya Sasanîyan ji dest çû, hinek qewmên Tirk li sedsala 4’an
hatin Xorasanê û silsileya Xeznewîyan pêkanîn û pêre jî silsila Selcûqiyan
pêkanîn. Wê demê Têymor Leng jî hat û di dawiyê de vana hatin gehiþtine
sinorê Hemedanê(Hegmetanê). Li Hemedanê di navbera wan û Kurdan de þer
qewimî û Kurdan izin nedan wan ku bikevin nava axa Kurdistanê. Ew çûn
ji riya Azerbayicanê ketin nava axa Tirkiya îro û di sedsala 5’an û
6’an de bi temamî desthilatdariya xwe li wir damezirandin. Ev rewþ
berdewam bû heya sedsala 10’an. Þah Ismaîl Sefewî ku ji malbateke Kurd
û nifþê wî ji Kurdên Sencarê ye, karî careke din piþtî 900 salan
serxwebûna Îranê bi dest bêxe. Yek ji karên nû ku malbata Sefewîyan
li hemberî Osmanîyan ku bi riya ziman, nivþ û dîn digotin em xelîfên
îslamê ne kirin, ew bû ku wan jî gotin em jî ewladên îmam Mûsa Kazim
in. Bi vî rengî wan ji xwe re þecerename çêkirin û gotin eger hûn xelîfe
ne, em jî ewladê Mûsa Kazim in. Ev di halekî de ye ku li gor dîtina dîrokê
ev tiþtê hanê hatiye red kirin û nayê pejirandin. Hatiye îsbatkirin ku
nivþê malbata Þah Ismaîlê Sefewî ji Kurdên Sencarê ye û ewladên Fîrozê
Meþriqî Zerînkela ne.
_
Mamosta di dirêjahiya dîrokê da ol mîna amrazekî ji bo serkûtkirina
netewe û dagirkirina welatê wan hatiye bikaranîn. Padiþahên Osmanî û
Sefewî çawa ol ji desthilatdariya xwe re bikaranîn?
K.
Tewehûdî: Di çaxê Sultan Selîmê Osmanî de çi Þî’îyên ku li
e’rdê Osmanîyan hebûn û di bin desthilatdariya wan de bûn, tev hatin
kuþtin û Þah Îsmaîl jî li hemberî karekî wiha di Îranê de Sûnî
kuþtin. Piþtre þer û pêkdadan dest pêkirin û Kurdên ku bi mezhebê
xwe Þî’î bûn û hissên wan yên Îranheziyê hebûn, piþtgîriya Þah
Îsmaîl kirin û hêz dane wî. Lê hêþta wî hêzên xwe tekûz nekiribûn
ku Sultan Selîmê Osmanî hêriþî ser wan kir û þerê Çaldiran çêbû.
Hac Rustem Begê Çemiþgizek(serokê Kurdên Xorasanê) û 40 kesên din ji
serokên Kurd li Çaldiranê xwestibûn ku bi Sultan Selîm re aþtiyê çêkin,
lê wî bi nemerdî serê tevan birî û tev ji nav birin. Herçend berê an
jî piþtre Kurd bûn Þî’î û ev mezheb ji xwe re pejirandin, lê
Kurdan bi temamî hevkariya Sefewîyan kirin.
_
Kurd kengî, çawa û çima hatin Xorasanê?
K.
Tewehûdî: Kurdên ku niha li Xorasanê ne di çend pêvajoyan de hatine
Xorasanê. Elbet pêþtir ji viya jî (yanî pêþiya îslamê) Kurdên ku
li Xorasanê mabûn, li vê herêmê pirbûn. Ji ber ku heta bi Sultan Mehmûdê
Xeznewî re jî Kurdên Xorasanê çûne þerê Sumera, çûne Hindustanê.
Piþtre dîsa leþkerê Kurdan bi Sultan Mesûdê Xeznewî û Tuxrol Begê
Selcûqî re di herêma Quçanê, Nawiqê û herêmên din yên derdora Quçanê
de, þer kirine. Kurd beriya vê koça dîrokî ku min di pirtûka xwe de
navê wê danîye (Hereketê tarîxîyê Kurd bê Xorasan_ Meþa dîrokîya
Kurdan ber bi Xorasanê), min behsa li ser koçkirinê ji çaxê Sefewîyan
û ji çaxê desthilatdariya Þah Îsmaîl Sefewî destpêkiriye. Carê dîroka
beriya vê bila bimîne di pirtûkekê de ku navê wê(Kurd der tarîx _
Kurd di dîrokê de) min nivîsandiye û emê tevê berhev bikin bo weþandinê.
Firdewsî
di Þahnamê de pir behsa Kurdan kiriye û ez naxwazim bikevim wê mijarê.
_ Mamosta wek tê zanîn Kurd an jî piraniya Kurdên Xorasanê di çaxê Þah Ebbasê Sefewî da koçberî Xorasanê bûne, çima hingî?
![]() |
K. Tewehûdî: Ozbekan bi hêriþên xwe yên berdewam Xorasan ji holê rakiribûn. Bi taybetî di çaxê Þah Tehmasb de Ozbekan Xorasan talan kirin. Herwiha di çaxê beriya Þah E’bbas de jî hêriþ û talan didomîn. Piþtre Þah E’bbas dît ku li hemberî Ozbekan nikare li berxwe bide, ew 45- heya 50 hezar malbatên Kurd ji derdora rûbarê Erezê li Azerbayicanê û hinek jî ji Kurdistana Tirkiyê ya niha, hinek ji Kurdistana Îraqê û ji Azerbayicanê ku alîgirên impiratoriya Sefewî bûn û bi mezhebê xwe jî Þî’î bûn, anîn li jêr bajarê Veramîn û Tehranê danîn ku pêþiyê li dagîrkeriya Ozbekan bigirin û nehêlin paytexta Sefewîyan ku wê demê ji Tewrêzê hatibû Qezwîn, dagîr bikin. |
Ji
van çiyayên herêma bakurê Xorasanê re jî digotin Cibal Elekrad.
Heya çaxê Nadir Þah ev herêm tev bi destê Kurdan hatine parastin.
Mezhebê Þî’îtiyê li vê herêmê bi zora þemþîr(þûr)a Kurdan
desthilatdar bûye. Beriya ku Kurd bên Xorasanê, piraniya gelê herêmê Sûnî
mezheb bûn. Kurd li vir man û heya çaxê Nadir Þahê Efþar çiya û
sinorên herêmê parastin. Di çaxzê Nadir Þah de ku dîsan Efxanan hêrþ
anîn û Þah Sultan Husênê Sefewî ji seltenetê hat xwarê, bedbextîyên
din jî rûdan.
_
Li gor hinek belge û nivîsan Nadir Þah jî Kurd bû, ne wisa?
K.
Tewekûlî: Belê, Nadir Þah ku hemen Nadir Qulîye, bi e’silê xwe Kurd
e û ji Kurdên Efþar di herêma Dîzawend û aliyê Deregez û Quçanê ye
û diya wî jî ji Kurdên Baçiyane. Piþtre ew dibe hêssîrê destê
Tirkmenan, lê xwe ji destê wan rizgarkir. Min di pirtûka xwe de bi dirêjî
li ser van bûyeran bi belge û dokument nivîsandiye. Wê demê Kurd hatin
û Þahvêdîxanê Þêxkanlo ku ji herêma Çinaran û Radikan bigire heya
Meþhedê di bin desthilatdariya wî de bûn, hevkariya Nadir Þah kirin. Bi
vê re ew bilind kirin. Eviya di çaxekê de bû ku Þah Tehmasibê duyê ji
paytexta Îranê(bajarê Isfehan) reviya û çû Tebrêzê. Ew ji wir jî
hatibû Qezwînê û ji wir jî hat Êstirabadê. Wê demê wî nameyek nivîsî
û Muhsin Sultanê Kurd ku pêyk(qasid)ê Þah Tehmasib duyê bû, bi destûra
wî hat Xorasanê. Ew li Quçanê li mala Þah Vêrdîxanê Þêxvanlo bû
û xelkê Kurd bi Þah Tehmasib re bêy’et kirin û ew vexwendin û hate
Xorasanê û li Quçanê ku navenda fermandarîya Kurdan bû û ji wir jî
leþkerkêþî kirin û hatin vira û hêza artêþê ket destê Nadir Qulî.
Ew hatin bajarê Meþhed girtin û Melik Mehmûdê Sîstanî ji Meþhedê
derxistin û Xorasan girtin. Þah Tehmasib jî çû Isfehan girt û piþtre
jî Azerbayican û deverên din tev ji destê Romê derxistin û ew ji wir
derketin. Di dawiyê de serxwebûna Îranê bi zora þûra Nadir Þah û
Kurdên Xorasanê û yên herêmên din careke din bi destxistin. Nadir Þah
piþtre çû Hindustan û Xarzem û .. tev girtin û sinorên e’rdê Îranê
gehand yê serdema desthilatdariya Sasanîyan.
Piþtî
Nadir Þah ku Qacarîyan welat girtin bin desthilatdariya xwe, her der wêran
û xera kirin û hemû e’rdên ku Nadir girtibûn, ji dest çûn. Ew
e’rdê ku Nadir Þah desthilatdarî têde dikir niha bûne 17 welatên
serbixwe.
_
Piþtre jî Qacarî û Pehlewî bûn hakimên Îranê?
K.
Tewekûlî: Belê êdî piþtî Nadir Þah Qacarî hatin. Piþtî Qacaran jî
Riza Þahê Pehlewî hat ser hukimdariyê ku Farsekî bakurê Îranê ye.
Çaxê
ku desthilatdariya vê herêmê di destê Kurdan de bû, bi hizaran mal û
kerîyên pez, hêþtir û kerîyên hespan bi xwe re anîn vira û eviya bû
sedema wê hindê ku gel bixwe hilbirînê çêbike. Li gor aboriyê karê
pezdarîyê, karê baxbanî û cotyarîyê ev karekî girîng bû. Roj bi
roj rewþa aboriya Xorasanê pêþket û çêtir bû. Niha jî em hene û di
çaxê desthilatdariya komara Îslamî de jî Kurdan hebûna xwe parastine.
Di çaxê þerê Îran û Îraqê da Kurdan rolekî giring û dîrokî lîstin.
Bi taybetî di çaxê dorpêçkirina bajarê Abadanê de Kurdan fîdakariyek
mezin kirin. Dema ku hê þer hebû ez çûme kela Çinaranê û li wir þehîdên
Kurdan pir hebûn û 24 þehîdên wan hebûn. An jî herêma Nûqelecixê
ewqas þehîd û birîndar dane ku hejmarek pir zêdeye. Kurdan hêsîr(dîl)
kêm dane, ji ber ku Kurd xwe teslîm naken û tên Kuþtin û dikujin lê
teslîm nabin. Piraniya Kurdan þehîd bûne û li her derê ev rastî bi alên
ku li goristanan hildane, tê dîtin. Ev nîþana wê hindêye ku Kurdan mêranî
û bi xîretbûna xwe parastine.
_
Mamosta Komara Îslamî ji aliyekî Kurdên Kurdistanê serkût dikirin, ji
aliyê din jî li Xorasanê hinek azadîyên sinordar dane Kurdan. Hûn bo vê
yekê çi dibêjin?
K.
Tewehûdî: Piþtî hatina komara îslamî me xebat û karên xwe yên
kulturî destpêkirin. Çimkî mîna ku dibêjin þoreþek çêbibû û gûherandin
pêwîst bûn û ev mafê me bû. Di çaxê Pehlewî de me nedikarî îdia
biken ku li Xorasanê Kurd hene û di derbarê Kurdan de dîrokê binivîsîn.
Elbet di çaxê Qacariya de rojhilatnas hatibûn û di vê derbarê de nivîsandibûn,
lê di çaxê Riza Þahê Pehlewî de tiþtekî wiha tunebû. Herçend di
gehiþtin û serketina desthilatdariya Riza Þahê Pehlewî de rolê Kurdên
Xorasanê pir hebû, lê Riza Þah piþtre vegerî û Kurd kuþtin û serokên
Kurda yên mîna Serdar Muezem Bicnurdî, Setar Xanê Ehwazî û Welîehd
Xanê Qehremanlo î’dam kirin, kuþtin an jî ji Xorasanê dûrxistin. Me
di wî çaxî de nedikarî binivîsîn û xebata ferhengî bikin. Lê niha
ne wisaye. Min heya niha 30 pirtûk derheqa dîroka Kurdên Xorasanê nivîsîne.
Min
pirtûkek nivîsîye bi navê (Serzemîn merdûmê Xorasan _ E’rdê gelên
Xorasanê) ku li gor sened û belgeyên Xorasanê hatiye amadekirin. Di pirtûkê
de hatiye xuyakirin ku xelkê her herêmeke Xorasanê kengî û çawa hatine
Xorasanê. Di warê aboriyê de ez çûme hemû gund û bajarên Xorasanê
û min heta pez û mirîþkên wan jî hejmartine. Lê pirtûkên min heya
niha nehatine çapkirin û îmkanên çapkirinê tunene. Bo nimune pirtûka
“Nadir Þah” ku hemû send û medrek(dokument û belg)ên çaxê Nadir
Þah min têde berhev kirine, lê îmkanên min yên maddî tunene û ji
sala 1995’an min izina çapa wê standiye. Heya niha ji 30 cild pirtûkên
xwe min tenê 10 ji wan çapkirine.
_ Xebata we ya di derbarê muzîkê da jî hebûye... Kurd di qadên din da çiqas pêþketine?
| K. Tewehûdî: Belê.... Di derbarê muzîkê de min ji sala 1964’an bi qasî 120 saet muzîka baþ û resen tomar kiriye. Piraniya wan mamostayên ku min muzîka wan tomar kiriye jî nemane û mirine. Ji bona wê jî min ji îdareya kultur û çandê çend dîplomên îftixarê standine. Di derbarê muzîkê de me kar û barên bi kêr û bêr kirine. 270 helqe fîlm heya niha min ji rewþa jiyana civakî ya Kurdên Xorasanê hilanîne. 5 helqe fîlmên islayid min hilanîne û 10 helqe fîlmên vîdyoyî min ji jiyan, baxdarî, dewat, þahî û …hwd ji yên Kurdên bakurê Xorasanê hildane. Bi hezaran dokument û belgên xetî(destnivîs) min li ser jiyana siyasî û civakîya Kurdên Xorasanê komî serhev kirine. Di warê hunera dest de jî min heya niha qalî, zêr, zîv û kincên jin û mêran di nava Kurdên Xorasanê de kom kirine û di her warê ku ji bo jiyana Kurdên Xorasanê pêwîst be min kar û xebat kiriye. Lê ji bo çapkirin û nasandina van tiþtan îmkanên min tunene û hercar divê ez ji bo çapkirina pirtûkekê tiþtekî xwe bifiroþim. | ![]() |
Heya
niha min pir e’rd firotiye, ji bankê pere standiye û min pirtûkên xwe
weþandine. Yanî divê em ji aliyê saziyekê piþtgîriyê bistînin ku
bikarîbin karê xwe bidomînin. Ev ji bo me karekî pir zehmete û birastî
êdî tiþtek nemaye ku ez bifiroþin û berhemên xwe bidin çap kirin. Em
gehiþtine dawiyê. Lê bi her awayî cilda 6’ê ji dîroka Kurdên
Xorasanê û dîwana Ceefer Qolî Zengilî ezê îsal çap bikem.
Bi
qasî 32 gotar û hevdîtinên min di kovar, rojname û TV, Radioyên hundir
û dervey Îranê hatine weþandin û belavkirin. Kovara " Muzîk
" jî nivîsa min ya li ser muzîka Kurdên Xorasanê weþandine.
Xwîndevanên zankoya edebyatê niha kovareke xwe ya bi navê (Kurmanc)
derxistine ku pêwîstiya wan bi piþtgîriya aborî û maddî heye. Yanî
ti karekî ferhengî bi bêy piþtgîrîya aborî naçe pêþ. Binaxa pêþkevtina
her tiþtekî aborîye. Ger aborî tinebe ferheng dimire. Di piratîkê de
basikê rastê aborî(pere) ye û basikê çepê jî pênûse. Cîhana îro
cîhana aborîyê ye. Li gor rewþa aborî jî Kurdên Xorasanê zêde baþ
nînin. Ger gundiyek here 200 ser pezê xwe bifiroþe û bê li bajar
xaniyekê bikire, nikare bi perê firotina wî pezî(5-6 milyon tomen)
xaniyekî biçûk jî bikire. Ji ber ku di Xorasanê de Kurdên me neketine
nava bazarê, karsaz û sermayedarên me jî tinene. Yanî ji xeynî karê
cotyarî û pez xwedî kirinê ketina nava bazarê ji xwe re e’yib
dihesibandin. Ji 30 sal berî niha de Kurdên herêma Xorasan hinekî pêþketine
û di zanistgeh û dibistanan de dest bi xwîndinê kirine û çûne dervey
Îranê. Nifþ divê bêne guherandin û rewþa aborî jî pêþ bikeve ku
karên kulturî jî pêþ bikevin.
_ Niha li Xorasanê bi serhev da çiqas Kurd hene?
![]() |
Di vê derbarê de ku çiqas Kurd li Xorasanê hene heya niha amar(antêkt)ek çênebûye. Di çaxê Nadir Þah de erkniþînên Meþhedê(1) Kurd bûne. Li wira hemamên wan hebûne, mizgeftên wan hebûne, lê piþtre hatine helkirin û bûne Fars û Tirk. Dema ku Helakoxanê Moxûl hat Îran girt, destûr da ku hemû navên Kurdî û Farsî ji holê rakin û li þûna wan navên Moxûlî û Tirkî danin. Eviya jî derbeyek mezin li ferhenga netewên Îranê da. Dema Þah Ismaîl jî (ku dayika wî ji Tirkên Aq Qûyinlo bû) û ew bi zimanê Kurdî jî diaxivîn, lê zimanê dayikê li ser wan pir bi teisîr bû û bi tirkî diaxivîn. Zimanê Tirkî wî çaxî pir teisîr kiriye. Çaxê Riza Þahê Pehlewî jî xwîndingeh bi zimanê Farsî bûn û Kurd di vê navê de pir hatine asîmîlekirin. Ji bona wê jî niha pir bi zehmete ku mirov bêje çiqas Kurd di Xorasanê de dijîn. Di çaxê Qacarîyan de ji sedê 25 (25%) hejmara nifûsa xelkê Xorasanê Kurd bûn. Niha mirov dikare bêje yek milyon û 200 hezar Kurd li Xorasanê dijîn. Ciwanên Kurd niha pir pêþ ketine. Mezintirîn navenda kombûna Kurdên Xorasanê Tehran û Meþhede. |
Herwiha
Kurd li bajarên Quçan, Bicnurd, Þîrwan, Isferayên, Deregez, bakurê
Sebzwarê, bakurê Nîþabur û Marsiyê jî dijîn. Ev herêm tev Kurdin.
Çend fermandarên Kurd jî li Xorasanê hene û ciwanên Kurd di hemû warên
dersxwîndinê de pir pêþketine. Çalakîyên Kurdan niha pir zêde bûne
û bi giþtî rewþ baþ e.
1.
Rûniþtvan an jî kesên ku di kela Meþehedê da dijîn.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org