|
|
Durûtiyên
Rayedarên Komara Tirkiyê Heya Kengî!!?
Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de
Dema
serokwezîr û berpirsên komara Tirkiyê tên Ewropa, rojana Azadiya Welat
jî diêxin bin çingilê xwe û dibêjin:“ ha babam li memleketê me
demokrasî heye, zimanê Kurdî azade, em xwedî dewleteke demokratin, kî
dibêje Tirk bêmedeniyetin yaw…“.!!!
Bi
van gotin û kiryarên sexte ew dixwazin di vê sedsala satalît û înternetê
da jî raya giþtî bixapînin. Hemû armanca wan ewe ku kilîla deriyê
welatên yekîtiya Ewropa bikeve destê wan. Piþtre ewê çi bikin? Zaten
ji karê wan yê niha de xuyaye: 100% ewê hemû pirensîpên bav û kalên
xwe yên dûr ji exlaqê mirovahiyê hema mîna berê bidomînin.
 |
Rejîma
dagîrkera Tirkiyê ev çend mehe ku dîsa jî amadekariyên þer û
operasiyonên mezin dike. Berê rojama Tirkî ku li ser pirsgirêka
Kurda dinivîse, tê berbend kirin, niha jî Azadiya Welat ji weþanê
diwestînin. Li bakurê Kurdistanê tiþtek binavê zagûna dewleta
navendî tuneye. Di navbera Wan û Bursayê da ferqên mezin hene.
Dema mirov ji Antaliya û Ankara diçe bajarên Kurdistanê, mîna wê
hindêye ku çûye welatekî din yên cuda!!
Carna li Gever û Colemêrgê rojek du rojan xeta telefonan tê
birîn û bêdengî etmosfêrê welat dadigire. Temaþekirina TVyên
satalîtê pir bi zehmete û bi giþtî rayedarên T.Cê dixwazin
netewa Kurd ker, lal û kor bin. Gelo di
vê cîhana îro da ma karekî wiha mumkine? Lê ew jî mîna padiþehên
Firasnî yên sedsala 17an ji rojname û pênûsa azad ditirsin,
diricifin û çareseriyê di serkutkirin û berbendkirinê da peyda
dikin!!. Ji eþkerebûna sirr û razên xwe yên veþartî ditirsin.
Ew dizanin ku êdî Amed bûye kela demokrasîxwazan, bûye kilîla
vekirina cîhaneke nû ji hemû azadîxwazan re. Ew dizanin ku Amed
paytexta Kurda ya meinewî û siyasîye, hemû saziyên Kurda li wira
kom bûne û kiryarên dewleta dagirker eþkere dikin. Ew naxwazin kes
rûreþyên wan û rayedarên komara Tirkiyê bên dîtin. Ew dizanin
ku qedera Kerkûk û Diyarbekirê bi hevve girêdayî ye. Ji bona wê
jî ewê dest bi her karekî bikin ku Kurd li ser bîr û xweziyên
xwe yên siyasî-dîrokî nebin yek û di piratîkê da tiþtekî
neken. |
AKP
demeke ku dibêje ewê kela Kurda Amedê jî bêxin jêr kontrola xwe. Bi
navê ol û dînê sexte di nava gel da propagandeyên xwe dikin. Ew dizanin
ku rojama Azadiya Welat di eþkerekirina çewtiyên wan yên siyasî û
bilindkirina sewiya rewþenbîriya gel da rolekî pir dîrokî û aktîv dîlîze,
ji bona wê jî bi du armancan weþandina rojnama Kurda ya herî popoler li
Tirkiyê berbend dikin:
1.
Ew dîsa amadekariyên operasiyonekê dikin ku baþûrê Kurdistanê jî
digire nava xwe. Ewê hewil bidin ku dîsa bera Kurdên baþûr û bakur
bidin hev. Dîsa dixwazin ji bo armancên xwe Kurda mîna meymonan bireqsînin.
2.
Hilbijartinên þaredaran nêzîkin û bi karekî wiha re çavsoriya xwe nîþanî
DTP, rewþenbîr û saziyên Kurda didin ku gel ji wan rev bikeve.
|
Bi
wan hemû îdayên ku AKP li ser azadî û demokrasiyê dike,
siyaseteke wiha 180 dereceyî dûre ji rastiyê. Lê êdî ew ne
dikarin raya giþtî ya cîhanê bixapinîn û ne jî dikarin rêya
Kurda ya aþtîxwazîyê û eþkerekirina derewên dewletê bigirin.
Di
rewþ û merecên wiha hesas, dîrokî û girîng da pêwîste hemû
Kurd, hemû rewþenbîr û saziyên Kurda li dora hev bicivin, bibin
yek û daxwazên xwe yên demokratîk bi dengekî hê bilindtir beyan
bikin. Bila dîsa derfetên ji destê me neçin û em dîroka xwe
dubare nekin.
Gelo
emê heya kengî dem û temenê xwe bi van durûtiyên rayedarên
Tirk, vala derbas bikin? Heya kengî emê li wan binêrin ku bi keyfa
xwe hemû cûre sivkatiyan bi netewa me bikin?
Ez
bi baweriyeke bêdawî dibêjim ku: westandina weþana Azadiya Welat yê
rûreþiyeke din li ser rûçikê dewleta Tirkiyê hilde. Qedexikirin
ne çareserîye û ne jî dikare rêyekê ji kerameta mirovan re bîne.
ßiqas ku kar an jî tiþtek bê yasax kirin, îsrar û heza mirova jî
yê jêre zêdetir bibe.
Ji
bîr neken ku ronahiya momikekê di nava dilê hemû tartiyên cîhanê
da nayê veþartin û wenda nabe. Ew ronahiya kêm yê gor û gortir
bibe û bibe agirê canê hemû dagîrkerên Kurdistanê. |

|
|
|
|