Di Îranê de: Hilbijartin, serkeftina Paþverûyan û þikesta Reformxwazan

 

Kakþar OREMAR, navdarenkurd@hotmail.com

 

Ji sala 1979an ku sîstema komara Islamî li Îranê bû cîgirê sîstema padiþahîya 2500 salî heya sala 2004an, gelên Îranê 7 caran ji bo hilbijartina niwênerên parlimanê di hilbijartinan de beþdarî kirine. Di nava her heft carên hilbijartinê de tenê parlmana 6mîn ya sala 1999an kêm-zêde li gor istandartên cîhanê hilbijartinek vekirî bû ku piraniya xelkê têde beþdarî kiribûn û dengê xwe dabûn reformxwazan ku soza dayîna reformên bingehîn ji gelên Îranê re dabûn. Dirûþma wan (Îran ji bo hemû Îranîyan) bû ku heya roja îro jî di piratîkê de tiþtekî berçav ji aliyê wan ve nehatiye kirin. Di mecilis an jî parlmana 6mîn de þiûra gel hakim bû û berevajî xwesteka rêberê olîyê Îranê( Elî Xaminêyî) alîgirên reforman pîroz bûn. Alîgirên mayîna sîstema Wilayetê Feqî(Xaminêyî, Refsencanî û yên din) piþtî parlmana 6an bi xeter(tehluke)yek mezin hesiyan ku ew jî nemeþrûibûna sîstema desthilatdar(ya din desthilatdariya wan) di nava raya gel de bû. Yanî gel bi helwesta xwe ya çalakane û tejî hiþiyarî ji wan re dan selmandin ku êdî cihê wan di nava dilê xelkê de nemaye. Ji bona wê jî di parlmana 6an de çi biryarên ku ji aliyê reformxwazan ve dihatin pêþkêþkirin, ji aliyê muhafizekaran ve dihatin redkirin û nediketin pêvajoya piratîk û kar. An jî proje nîvcûyî diman û nediçûne serî. Di 20 þûbata 2004an de ev rastî ji berê baþtir xuyabû ku her du caran jî berpirsyarên sîstema desthilatdar serþêwyayî man. Lê mixabin Xaminêyî û derdora wî hêjî bêhurmetiya bi þiûr û hurmeta mirovan didomînin. Sedem jî ewe ku parlmana herî dawiyê tiþtek bû ku bi îþara wî hat hilbijartin ku têde sedê yek xal jî bêhna demokrasiyê jê nayê. Çimîkî di hilbijartina dawiyê de dengê gel pîvan nebû, belkî berjewendiyên sîstemê (ji bo mayîna wan) bûn ku pîvan dihatin hesibandin.

Di hilbijartinên parlmana 7an de li ser armanca parastin û mayîna sîstema muhafizekaran konseya parêzvanan(þiwra Nêgheban) navê piraniya kesên ku berendamên reformxwazan bûn, mîna namzed nepejirandin û tenê ew kes qebûl kirin yên ku alîgirên siyaseta muhafizekaran bûn. Ev bû sedem ku di 20ê þûbatê de li Tehranê bi piranî alîgirên muhafizekaran derbasî nava parlimanê bibin. Ji bo karekî wiha muhafizekaran hemû amrazên ragehandin, îmkanên maddî û hêza dewletê xistin xizmeta gehiþtina bi armancên xwe. Lê dîrok yê di paþerojeke nêzîk de yê ji raya cîhanê re bide xuyakirin ku ew bi vî karê xwe yê mirina sîstema komara îslamî jî nêzîktir biken û pêre gora xwe jî dikolin. Herwiha reformxwazan jî mirina xwe ya siyasî nêzîktir kirin. Çimkî kesên mîna Mihemed Xatemî û niwînerên reformxwazan ji roja yekê heya niha xwedî rêbaz û programek xuyakirî nebûn. Wan nekarîn ji hêza piþtgîriya gel ya mezin û bênimûne di dîroka Îran û heta di Rojhilata Navîn de jî, mifayê bistînin ku di hilbijartinan de bi evînek tejî hîvî dabûn xuyanîkirin. Gel ji bo cî bi cîkirina daxwazên xwe yên di bin rêbertiya Mihemed Xatemî de amade bûn dest bavêjin her rîskekê. Reformên ku Xatemî li ser wan diaxivî, tenê rêyeke xapandinê bû ji bo temendirêjiya sîstema stemkar û paþverûya îslamî.

Di hilbijartinên ji bo parlmana 7mîn de ji sedê 35-40î gel beþdarî hilbijartinan bûn. Li Tehran û piraniya herêmên Rojhilatê Kurdistanê di bajarên mîna Urmiye, Mihabad, Bokan, Dîwandere, Bane, Pîranþar, Selmas, Sine, Mako, Kirmaþan, Dîwandere û ... kêmtir ji %30 gel di hilbijartinê de beþdarî kirin. Bi awayekî ku mirov dikare bêje heta hilbijartinê di Rojhilatê Kurditanê de þikest xwar. Sedem jî helwesta hevdengiya hêzên Kurd: Kongireya Gel, Partiya Jiyana Azada Kurdistan, KDP.Îran, Komelê û yên din bû. Herwiha hiþyariya gel, bêhîvîtiya ji gûherandinên nava sîstemê, bêteisîrkirina derdorên reformxwaz û ew tengasiyên ku bi navê zagûnê li ser rêya firaksyona Kurd derxistin, tev bûn sedem ku muhafizekar li Kurdistanê bi awayekî sar bên pêþwazîkirin. Kurd ji mêjdaye gehiþtine vê rastiyê ku di çarçova qanuna esasiya komara îslamiya Îranê de hilbijartin tiþtekî bêwate û bêfeydeye.

Li gor anketên ku li ser hejmara dengdayîna gel ya ji bo parlmana 7mîn di Rojhilatê Kurdistanê de hatine çêkirin, li Kirmaþanê ji sedê tenê 35/95, li Urmiyê 36/36, li Sine 29/32 dengê xwe dane. Ev di halekî deye ku di hilbijartinên parlimana 6mîn de ev hejmar wiha bûn: li Kirmaþanê ji sedê tenê 63/39, li Urmiyê 58/81, li Sine 62/39 dengê xwe dabûn.

Rastiya herî berçav di derbarê hilbijartina parlmana 7an de ew ku êdî gelên Îranê ji zagûnên bêkêr û bêrên sîstema komara Îslamî dilsar û westiyane. Herwiha ew bi eþkerahî dizanin ku ev dûrketina wan ya ji hilbijartinê bandora hêzên paþverû û muhafizekar di nava organên dewletê de zêdetir jî dike, lê dîsan jî di hilbijartinan de beþdarî nekirin. Xala herî balkêþ ewe ku hemû gel baþ agehdarin ku kêm beþdarkirina di hilbijartinan de rasterast zêdebûna hizura balê mihafizekar an jî balê rast û alîgirên sîstema Wilayeta Feqîh di nava desthilatdariyê de zêdetir dike, lê dîsan jî di hilbijartinan de beþdarî nekirin. Yanî dan û standina konseya parêvanan(þiwra Nîgehban) û Quweya Qezaye(du organên girêdayî muhafizekaran) bi biryarname û niwênerên parlmanê re, gel gehandiyê wê qenaetê ku hikumeta îslamî ti îtbar û qîmetê ji raya wan re nagire. Herçend reforimxwazan bi wê hincetê ku parlmana 7mîn yê bibe qadek ji bo pêkhatina refrandomekê, ji bo kiþandina xelkê ya ser sindoqên dengdayînê propagandeyek berfireh kirin, lê nekarîn ji bo vî karê xwe belgeyekê nîþan bidin.

Gel li ser çar xalên: cudatiya dîn ji siyasetê, li berçavgirtina mafê mirovan, sîstima komar(cimûhriyet)ê û gelsalarî(demokrasî)yê bi îsrarin û dixwazin ji bo gehiþtina bi daxwazên wiha li dora hev kom bibin. Di hemû dîrokê de demokrasî hertim li dijî desthilatdariya her cure sîstemên olî(dînsalarî) an jî her cure sîstemên Dogmatîzim bûye.  

Di hilbijartinên parlmana 7mîn de etmosfêrekî tejî paþverotîyê û azadnebûna derbirîna bîr û rayan bû sedem ku altirnatîvek din jî tunenebe ku mirov bibîne li hemberî sîstema komara îslamî rikebeartiyek heye. Di vê hilbijartinê de 60-70ê ji sedê endamên parlmanê alîgirên muhafizekaran pêktînin. Bi vî awayê konseya parêvanan(þiwra Nêgheban) û mecmeê teþxîs meslehetê nizam(civata ku berjewendiyên sîstemê diparêze) raya 65 milyon xelkê Îranê tiþtek nahesibînin û di sedsala 21an de ti bihayê nadin demokrasiyê. Berpirsyarên enîya miþarket(cibhêyê miþariket) û 2ê Xurdadê(Mihemedriza Xatemî û M. Xatemî) jî bi wan sozên xwe ku nehatin cê bi cê kirin, êdî bihayek li ba gelên Îranê ji xwe re nehiþtine. Ji bona wê jî demonstrasiyona wan ya di parlmanê de ji aliyê gel ve nehat pêþwazî kirin. Gel beþdarînekirina di hilbijartina de bi awayekî xizmeta berjewendiyên xwe yên millî jî dizanin. Gel êdî ji dayina dirûþman westiyane û di piratîkê de li pey rastîyê digerin. Ew nan, av û azadiyê dixwazin. Aborîya welat ne tenê geþ nebûye, belkî paþ de jî maye û azadiyên civakî-siyasî jî kêmtir bûne. Hilbijartin di rejîmeke dîktator de hevkarîkirina bi dîktaoran re ye.

Ji vir û pêde ku parlman dikeve destê muhafizekaran ew ji bo ku hebûna xwe bidomîn yê dest bi manuwir(tetbîqat)ên sîyasî jî biken. Mumkine hinek êmtiyazên mîna dayîna petrolê bidin Amrîka û welatên Rojava û di nava Îranê de jî soza hinek mafên kulturî-çandî bidin kêmnetewênn millî û olî. Lê divê neyê ji bîra kirin ku azadiyên kulturî bê azadiyên siyasî bêfeydene. Herwiha hatina muhafizekaran tê wateya bidawîbûna bihara medya azad û rojnamevaniya ku bixwaze di xizmeta peyva azad û demokrasiyê de be.

Him têknolojiya modêrin û him jî teisîra wan hêzên ku di qada navnetewî de li ser parastina yasayên mafê mirovan û demokrasiyê di Îranê de bi îsrarin û vana bûyeran rojane diþopînin, vê rewþa niha jî zêde temendirêj nahêle.

Bêgoman hilbijartin di çarçova zagûna bingehîn(qanuna esasî)ya Komara Islamiya Îranê de nagehe cihekî û bi ser nakeve.

Sîstema niha bi vê mentalîteya paþvero durist nabe(guherandinên bingehîn di nava xwe de pêk naîne) û ji bona wê jî karê herî baþ ewe ku di bin çavdêriya rêxrawa navnetewî(UN) de hilbijartinek ji bo gûherandina sîstema îslamî û hilbijartina cûrê dewleta paþerojê bê pêkanîn ku têde hemû hêzên opozîsiyon (li hundir û dervey welat) jî têde beþdariyê biken.

Mecilsa 7an xwedî ti meþrûiyeteke olî û qanûnî nîne û niwênertiya gelên Îranê jî nake. Ger qirar wa be ku demokrasiyek dayîmî di welatekî de cîgir bibe, divê ji rêya hilbijartinê karekî wiha bigehe encamê.

Gelên Îranê divê ji bo hilbijartinek azad dewleta niha bêxe jêr zextê û zorê.

Pêwîste bê gotin ku þêweya pêkhatina hilbijartinên parlmana 7mîn li Îranê ji aliyê Komisyona Ewropa û serokkomarê Amrîka ve jî bi giranî hatine rexne kirin.

Têbînîyek girîng li ser hilbijartinên Urmiyê: Li bajarê Urmiyê du niwênerên Kurd ji bo hilbijartinên cara duyê deng bi dest xistine. Siraceddîn Îlahî( 34747 deng) û Abid Fetahî(34222deng). Hîvîya herî mezin ewe ku vê carê jî ji bo cara duyê di hemû dîroka Urmiyê de Kurdek mîna parlimanterê gelê Kurd ji Urmiyê biçe nava parlimanê. Ji bona wê ji ji rêzdar Siraceddîn Îlahî û Abid Fetahî tê xwestin ku yek bi feydê yê din xwe paþde bikiþîne ku yek ji wan di vê hilbijartinê de biser bikeve. Ger Kurdek ji Urmiyê neçe nava parlmanê, yê ji Kurdên wê herêmê re bibe þermezariyek dîrokî û mezin. Divê li ser vê xal Kurd pir bi hiþiyarî tevbigerin. Bila paþverû û dagirkerên Kurdistanê dîsan sivkatiyê bi gelê Kurd neken û mafên me neyên binpêkirin. Elbete di paþerojê de pêwîstiya karekî wiha li Nexede(Neqede), Selmas û Mako jî tê dîtin.