Hilbijartinên Serokkomariyê li Îranê û Çend Têbînî

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

Demek di welatê Îranê da propagandeyên ji bo hilbijartina serokkomarê nû di 17ê vê mehê(17.06.05) da dest pêkirine. Piþtî 26 salan ku ji temenê Komara Îslamî derbas dibin heya niha 5 kes bûne serokkomar: Ebulhesen Benîsedir, Mihemed Elî Recayî, Aytullah Xaminêyê, Elîekber Refesencanî û Seyîd Mihemed Xatemî.

Di Îranê da serokkomar piþtî rêberê olî xwediyê posta duyê û birêveberê qanûnê ye. Di zêdetir ji van 26 salên derbasbûyî de heryek ji kesên navbirî bi diruþmên berraq xebtîne ku raya gelên Îranê ber bixwe ve bîkþînin. Benîsedir bi navê „ Êkonomiya Îslamî “, Mihemed Elî Recayî bi navê „ Hikûmeta hejar û belengazan“, Xaminêy bi soz û qirarên„ Serkeftina di þerê bi Îraqê re“, Refesencanî bi bernama„ avedankirina welat piþtî þer 8 salan “ û Xatemî jî li jêr diruþmên mîna“ Gelsalarî ya olî û  Demokrasîya Îslamî“ zêdetirîn piþtgîrî û hejmara gel kiþandin ser sindoqên dengdanê. Xatemî sala 1997an  tevî ku 23 milyon deng bi dest anîn û rêbertiya balê refomxwazan xiste destê xwe, lê ne tenê sozên xwe neanîn cih belkî sîstema kevneperesta komara îslamî jî ji mirinê rizgar kir. Sîstema ku di bin siya navê „Hikûmeta Wilayetê Feqîh“ de hêdî-hêdî digehiþte dawiya temenê xwe yê tejî kuþtin û binpêkirina mafê mirovan. Lê Xatemî bi wê sozê ku yê sîstema genîbûyî bi yekcarî bigûherîne careke din hîvîyên gel û bi taybetî jî yên ciwanên civakê geþkirin. Balê Muhafizekaran jî ku Xaminêyê û Refsencanî serkêþî jêre dikirin li dijî Xatemî dest bi kar bûn. Di dawiyê da dijberiyên her du aliyan bûn sedem ku hîvîyên gel biþkên. Ji bona wê jî vê carê çaveranî nayê kirin ku gelên Îranê mîna salên berê bi dilgermî di hilbijartinan da beþdariyê bikin.

Gelên Îranê êdî bi rastiyekê hesiyane: Dengê wan êdî nikare guherandineke bingehîn pêkbîne an jî sîstema desthilatdariya îslamî ji holê hilîne. Mihemed Xatemî hîvîyên ku ji bo hikûmeteke sikolar biþkivîbûn binax kirin.

 

Kurd û Hilbijartin

Kurd di hemû Îranê da %17 (ji sedê 17) nifûsa welat pêktînin. Rûberê hemû rojhilatê Kurdistanê jî 124000 Kîlmetro çargoþeye.

Li rojhilatê Kurdistanê„ KDP.Îran, PJAK, Komele û Yekîtî Þoreþgêran“ ew rêxistinin yên ku di nava gel da alîgirên wan pirin. Rêxistinên Kurda bi giþtî vê carê hilbijartinên serokkomariyê baykot kirine. Karekî wiha dikare bandora xwe ya erênî li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd û paþeroja wê pêkbîne. Lê xala herî girîng di roja îro da ewe ku hêz û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê di navbera xwe da hevgirtinekê pêkbînin û bibin xwediyê saziyên hevpar. Karekî wiha yê wezna Kurda jî di peywendiyên navnetewî û siyasî da bibe jor. Pêwîst nake ku di roja îro da partiyeke siyasî rabe û bibêje:“ çimkî temenê me ji yê hemû partiyên siyasî zêdetire, em nikarin hevgirtinê bi partiyên bi temenê xwe ji me biçûktir re pêkbînin“. Biryareke wiha ne dûrbînî û ne jî çareserîye. Di roja îro da kar û çalakî di qada xebatê da biryareke wiha didin ne temenê dirêj. Me feydên hevgirtina di navbera partiyên siyasî li baþûrê Kurdistanê dîtin. Ji ber wê jî Kurd di roja îro da li baþûrê Kurdistanê xwedî giraniya xwe ya siyasî û navnetewî ne. Yekîtî di roja îro da dermanê êþa Kurdan ya çend hezar salaye. Êþa ku hîvîdarim rêxistinên Kurdan zûtir pêbihesin û êdî derfetên dîrokî ji bo vê dermankirinê ji dest neden. Bi vê re ye ku Kurd bi hevre dikarin dawa sîstem an jî komareke federal li Îranê bikin.

 

Mafên Kurdan ji Dema Meþrûtexwazan heya Hatina Aytullah Xumêynî

Ji çaxê „þoreþa Meþrûtexwazan“ heya “hatina Aytullah Xumêynî“ para gelê Kurd û welatê wan Kurdistanê ji xeynî malwêranî û paþdamayînê(ji her hêlê ve) tiþtekî din nebûye.

Di nava armancên meþrûtexwazan de pyvên berçav ev bûn:“ E´daletxane, Meclisa Millî û Hikûmeta Meþrûte“. Dema Riza Pehlewî jî hat ser desthilatdariyê wiha qêriya:“ Ezê careke din ji nûve Îranê avedan bikim û yê dubare meznahiya medenyeta Îraniyan vejînim“. Dr. Mûsediq jî jiyana xwe di rêya „millîkirina petrola Îran“ê da bexþî bêy ku xêreke wê ji Kurdan re hebe. Mihemedriza Pehlewî (yê duyê) jî bi hevkariya Inglîz û Emrîka desthilatdariya Dr. Mûsediq hilweþand. Wî jî bi navê„ Þoreþa Spî an jî parvekirina erdê feodalan di navbera cotyaran da, mafê dengdayînê ji jinan re, li ber çavgirtina hinek berjewendiyên çîna karker, temedûna mezin, rihetî û modêrnîzasyon„ xwest ku bingeha civaka Îranê bigûherîne û Îranê bike hêza pêncê ya cîhanê, lê dirûþmên wî jî tenê li ser kaxezê bûn û di piratîkê da tiþtek pêknehat. Hingî sal bi sal mesafa di navbera çînên civakê da zêdetir dibû.

Xumêynî jî li jêr navê„ Hikûmeta E´dila Îslamî“ bîr û rayên xelkê civakê yên nexwende û oldaran ber bi xweve kiþandin. Di dawiyê da „Komara Îslamîya Îranê“ pêkhat. Komara ku sal bi sal piþtgîriya gelên Îranê(Fars, Azerî, Kurd, Belûç, Tirkmen, Ereb û...) zêdetir ji dest dide.

Ji Meþrûtexwaz û Pehlewîyan bigire heya meleyên komara neîslamî! ku zêdetir ji 26 salaye li ser desthilatdarixyê ne, tev li dijî doza Kurdan bûne. Heya roja îro jî nîva îmkanên Îranê li bajarê Tehranê tên xerc kirin. Kurdistan di her sê qûnaxan da welatekî paþdamayî û wêran bûye. Serok û Þoreþgêrên Kurd ji wan re mîna xayîn hatine hesibandin û dema ku pêwîstiya wan bi Kurdan hebûye, vê carê Kurd bûne:“ Parêzvanên sinorên serxwebûna Îranê, gelê qehreman, Îranîyên esîl û...“.

Piþtî ku rewþa siyasî ya baþûrê Kurdistanê ber bi pêþve diçe partî û rêxistinên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî ji nûve rêbaza xwe li ber çavan derbas kirin. Êdî Kurd li Îranê daxwaza sîstemeke federal dikin. Îro di Îraqa federal da serokkomar Kurde. Tenê di Îraneke federal da ye ku Kurd û kêmnetewên din yên millî-olî jî dikarin bigehijin mafên xwe yên rewa. Serokkomar ew kese yê ku dest wî di îcrakirina qanûna bingehîn vekirî be. Heya niha di Îranê da kesekî nezantir ji serokkomar destûr û biryar jêre dane diyarkirin. Mihemed Xatemî nimûneya herî dawiyê bû ku nekarî birihetî mîna serokkomarekî wezîfeyên xwe cî bi cî bike.

Îsal ji 1014 kesên ku navê xwe ji namzediya serokkomariyê re dabûn xuyanîkirin 1006 kes ji aliyê þiwra nîgehban ve hatine redkirin.!! Niha 8 kesên jêr namzedên serokkomariyê ne:

1. Mêhdî Kerûbî 2. Muhsin Rizayî 3. Mehmûd Ehmedînejad 4. Mihemedbaqir Qalîbaf 5. Elî Larîcanî 6. Ekber Refsencanî 7. Mistefa Mûîn 8. Muhsin Mêhir Elîzade.

Ji 8 kesên navbirî tenê Mistefa Mûîn û Muhsin Mêhir Elîzade balê reformxwazan pêktînin. 6 kesên din tev alîgirên siyaseta Xaminêyî ne ku muhafizekar in. Di nava namzedên serokkomariyê da Kurd an jî kesek ku bi mezhebê xwe sûnnî be tuneye û qanûna bingehîna komara Îslamî jî karekî wiha naselmîne.

 

Serokkomarê nû û Daxwazên Gel

Êdî baweriya gel bi propagandeyên berraq û bêcewher nemaye, lê ger her yek ji namzedên nû bixwaze biser bikeve, divê ji nûve lêkolîneke akademîk li ser daxwazên gelên Îranê pêkbîne ka ew çi dixwazin. Serokkomarekî serkeftî ew kese yê ku careke din baweriya xelkê ji xwe re bi dest bêxe. Ji ber wê jî pêwîstiya herî zêde li Îranê bi çêbûna van xalên jêr heye ku hemû netewe bikarîbin di Îraneke demokratîk da bi hevre bijîn:

_ Gûherandina qanûna bingehîn(esasî) û rakirina zagûnên ku bi mentalîta civaka mirovên îro re cûr dernayên.  

_ „Cudakirina dîn ji siyasetê“ dikare reformeke mezin di Îranê da pêkbîne. Bi wateyek din hinek zagûnên ola îslamê bersivê nadin xwestekên mirovên îro yên civakê. Ji ber wê jî reform di îslamê da dikare hemen wî rolê pozîtîv bilîze yê ku Kirîstaniyan di ola xwe da pêkanîn.

_ Refrandomek bo hilbijartina cûrê hikûmet an jî sîstema desthilatdar. Berî 26 salan hejmara nifûsa Îranê 35 milyon lê niha ev hejmar ji 65 milyonan têperîye.

_ Îraneke federal dikare bersivê bide hemû mafên gelên Îranê.

_ Rakirina du organên „Þiwra Nîgehban û Mecmeê teþxîsê meslehetê nizam( Koma diyarkirina berjewendiyên sîstemê) ku di van salên dawiyê da li hemberî reformxwazan kospên herî mezin afirandine.

_ Azadîyên meþrû´i û wekhev ji hemû netewên Îranê re. Bi awayekî ku Kurd, Azerî û kêmnetewên din himwilatiyên pila duyê neyên hesibandin.

_ Kêmkirina bêkarî û çareserkirina pirsgirêkên ciwanan.

_ Azadkirina partî û rêxistinên siyasî di qada xebat û reqabetên siyasî da ku bikarîbin bi awayekî serbest di nava gel da kar bikin.

_ Hilanîna ferqa di navbera wilayet û netewên ku di nava sinorên Îranê da dijîn. Îran tenê ne Tehran e ku piraniya îmkanên welat li wira bên xerckirin.

 

Almaniya 10.06.005

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org