|
Helwesta Kurda û Hovtiyên Dagirkerên Kurdistanê… Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de
Bi
her awayî salên dûr û dirêjê ku em dîmenên wiha dibînin, lê pirsa
min eve: ji bo bêtir eþkerekirina rûçikê gemarê nifþê gor û neviyên
Kemalîstan em Kurd çi dikin? Ka çima ev foto û bi dehan fotoyên din
negehþtin UN û parlmana Ewropa? Siyasetmedar û çalakvanên me yên mafê
mirovan li kûne? Çima karekî naken ku raya giþtî baþtir bîr û ramanên
faþîstan nas bikin? Û... Min
li jor behsa Yehûdî û Ermeniyan kir. Eremenî bi dehan sale ku tenê bi
fotoyên wiha þerê Tirka dikin. Di dawiya dawî da wan karî bala raya giþtî
ya Amerîka û Ewropa bikiþînîn ser wê tirajêdiya dîrokî ku Tirka di
salên 1915-1918an bi serê Ermeniyan anîbûn. Di wan tevkujiyan da bi
hezaran Kurd jî hatin kuþtin, belkî gelek ji wan fotoyan yên Kurdanin jî,
lê îro di arþîva dîroka Ermeniyan da cih girtine û heryek ji wan bûye
belgeyek li dijî rejîmên desthilatdar li Tirkiyê. Ew êdî nikarin wê
qirêj û gemara neveþartî li ser rûçikê xwe paqij bikin. Ji bo karekî
wiha Ermenî li her dera dinê bi þev û roja xebitîn. Karker, rewþenbîr,
rojnamevan, parêzvan, artîst, nivîskar, jin, mêr, xwîndevan, tacir û
bazirgan, herkes bi qasî xwe xebitî û nehiþtin xwîna hemwilatiyên wan
bi avê da biçe. Li Amerîka, Firansa, Canada, Almaniya û hwd wan karî
babetê tevkujiya bav û kalên xwe bibin nava parlman û kûþkên seltenet
û serokkomaran. Ger bê bîra we li pey van hewldanên wiha li Firansa zagûnek
derket ku ger kesek tevkujiya Ermeniyan înkar bike li gor qanûnê tê
girtin û ceza kirin. Yehûdî
tevî ku bi hejmara xwe ji Kurda pir kêmtirin, lê yekî wan bi qasî sed
Kurda kar û lebatê dike. Ji ax, ziman, dîrok, gel û doza xwe ya netewî
hez dikin. Li her dera cîhanê belavin, lê dewlet û welatê xwe yê nûavakirî
ji bîr naken. Israîl îro wek „ bûka Rojhelata Navîn“ tê
binav kirin. Li cîhanê sengeke Îsraîl ya giran heye û hêzeke mezin tê
hesibandin. Piþtî þerê cîhanî yê duyemîn wan Cihûyên li cîhanê
belavbûyî, faþîstên serdema Hitler yek bi yek û herkesek jî li
devereke cihanê nêçîr kirin û dan dadgeha edaletê. Wan Holocaust ji bîr
nekiribûn. Îro jî ji bîr nekirine. Çimkî hiþ û hafza wan ya dîrokî
bihêze, bona wê jî êdî þaþiyên xwe jî dubare nakin. Berî demekê
Cihûyan karî faþîstekî 90 salî li welatê Arjantîn peyda bikin û
deynin ser kursaya dadgeha cinayetên serdema þerê cîhanî yê duyemîn. Filistînî
dema ku di þerê bi Cihûyan re mirîþkeke wan tê kuþtin, roja piþtre
videoya wê li rêxistina UN an jî rêxistina mafê mirovan ya parlmana yekîtiya
Ewropa tê nîþandan. Siyasetmedar, xwîndevan, pîr û ciwanên Ereb
dixebitin ku dengê mezlumiyeta xwe bigehînin guhê herkesî. Wan jî karî
di dawiya dawî da meþrûiyeta xwe yas siyasî ji herkesî re îspat
biken… Pir
ecayêbe, em Kurdên 45 milyonî, Kurdên belavbûyî li her dera cîhanê,
Kurdên xwedî dîrokeke çend hezar salî, Kurdên xwedî esalet û çandeke
kevnar, çima li hemberî zor û heqaretên wiha mezin bêdengin? Ka li
Parlmana Ewropa nuwênerên Kurda ji bo ku cinayeteke wiha baþtir eþkere
bikin, çi kirine? Li Almaniya zêdetir ji yek milyon Kurd dijîn, endamên
Kurd li parlmanê hene, di nava partiyên siyasî da endamin, lê ka çi
dikin, çi kirine ku rûyê rastîna dewleta Tirkiyê baþtir eþkere bibe?
Çima dema eskerekî Tirk li ser axa Kurdistanê tê kuþtin, ew li her derê
behsa teror û terorîsmê dikin, lê em Kurdên xwedî dozeke meþrûi dengê
xwe li dijî kiryarên faþîstî bilind nakin? Gelo ma karekî wiha ji wan
re adet û ji mere qebahete?. Ji
bîra neken heya ku em wiha bêdeng û helwest bin, heya ku em bi þev û
roja kar û xebatê ji doza xwe re nekin, heya roja ku dewleteke me ya
serbixwe nebe: jiyan, qeder, kesayetî û hurmeta me jî yê tim û tim
erzan be. Ew
serê di bin postala leþkerê Tirk da, ew gerîlayên þehîdbûyî: ezim,
tuyî, em tevin. Heqareta
artêþ û dewleta Tirkiyê nepejirînin. Li gelên Ermenî, Cihû û Filstînyan
binêrin ka çawa ji bo paþeroja xwe kar û xebat kirin û îro jî gehiþtine
hemû mafên xwe û li ser axa xwe bextewerin.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org