Hunermend Þehram Nazirî: Sembola „Lêgion d`Honneur“a Firansayê Stand...

 

 Kakþar OREMAR

 

 

Roja 29.08.07an li welatê Firansa nîþana kulturî ya herî bilind(Lêgion d`Honneur) dan hunermendê Kurd Þehram Nazirî. Ew di Kurdistana mezin de yekemîn kese ku xelateke wiha distîne. Beriya Þehran Nazirî hunermendê mezin Þivan Perwer jî li Firansa xelata „World Muzik“ standibû.

Hejî gotinêye ku: Di Îran paþnavê Pavarotti dane Þehram Nazirî û li Kurdistanê jî ji Þivan Perwer dibêjin:“ Pavarottiyê Kurda“.

Merasima dayîna xelatê li salona þanoya bajarê Parîsê(Theatre de la Ville) hat li darxistin û di nava hezaran kesan de ew xelat dan hunermend Þehram Nazirî. Sedema dayîna vê xelatê ew bû ku bandora huner û dengê Þ. Nazirî di nasandina helbest û felsefeya Mewlana Celaleddînê Romî de mezin hatiye nirxandin. Zêdetir ji 30 salaye ku Nazirî li ser muzîk û awazên muzîka Îranî ya kilasîk dixebite ku di hunera Îranê de bi navê:“ Muzîka Sûnnetî“ tê naskirin. Ji çend sal berî niha û pêve Nazirî dest bi xwîndina stranên Kurdî jî kiriye ku destana „Þahnama Kurdî“ bi dengê wî di nava gel de bi baþî hatiye pêþwazî kirin.

Mîdal an jî xelata „Lêgion d`Honneur“ nîþaneke fêrmîya dewleta Firansêye ku zû bi zû ji herkesî re nayê dayîn. Kesên ku wê mîdalê distînin li hemû welatê Firansayê xwedî hurmeteke mezinin. Mesela ger li kulanên bajarê Parîsê kesekî artêþa Firansayê wê mîdalê li ser singê kesekî bibîne, silava leþkerî û hurmetê dide wî. Wergirtina vê xelatê pir zehmete û piþtî lêkolîneke berfireh vê xelatê didin hunermendan. Þehram Nazirî çend sale ku bi rêya organîzasiyona þanoya bajarê Parîsê li welatên mîna: Japon, Amirîka, Birazîl, Afrîka, Merakêþ, Libnan, Ingilstan, Alman û …konsertan pêþkêþ dike. Nîþan an jî mîdala navbirî sê derce hene ku maosta Þ.Nazirî binlindtirîn derca(Lêgion d`Honneur) standiye. Li gor desteya jorî xelat ji wan hunermendan re tê dayîn yên ku di cîhana hunerê de pêngavên nû hilanîne û di rêya bilindkirina çanda civakê de liv û lebateke nû çêkiribin. Nazirî heya niha bi wan konsertên ku pêþkêþ kirine karîye heya radeyekê di nasandina kultur û çanda Rojhelata Navîn bi gelên Rojavayê xwedî rolekî berçav be.

Þehram Nazirî ji malbateke naskirî ya Kurdên bajarê Kirmaþanê li rojhelatê Kurdistanê ye ku kar û xebata muzîk û hunerê çend nifþe ji bapîr û bavê wî bigire heya kurê wî(Hafêz Nazirî) di jiyana wan de karekî sereke bûye.

Cihê keyfxweþiyê ye ku herçend di van salên dawiyê de Kurdên rojhelatê Kurdistanê di qada siyasî de zêde aktîv nebûne, lê di qadên çandî, wêjeyî û hunerî de li hemû Îran û cîhanê xwedî çalakiyên berfireh û mezinin. Nivîskar, werger, hunermendên herî baþ li Îranê ji nava Kurda derketine ku navê Kurd û Kurdistanê jî bi keda xwe li her derê bi rindî dane nasandin. Behmen Qûbadî, Hadî Ziyaeddînî, Îbrahîm Yunisî, Koma Kamkara û çendîn kesên din li Îran û cîhanê navên naskirîne.

Di dawiya merasima tejî germî û bi coþ de mamosta Þehram Nazirî bi hevkariya çend hevalên xwe yên hunermend konsertek pêþkêþkirin.

Mamosta Þehram Nazirî: Bila ev xelata dîrokî li te pîroz be û hîvîdarim ji vir û pêde bi dengê xwe yê xweþ bibî dengekî herî bilindê netewa xwe ya bindest jî.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org