|
Ibretên ji dîroka Kurdistanê…
Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de Bav
û kalan vala negotine ku:“ Axîna kûr, ji dilê kûr tê“. Hinek
tiþt li Kurdistanê diqewimin ku di vê sedsalê da bihîstina wan dilê
hemû kesên bi wijdan diêþînin. Dijiminê dagîrker li ser axa Kurdistanê
çi bike, zêde li mirov giran nayê, çimkî navê wî li sere: DIJIMIN, lê
dema ku kesek di axa welatekî da perwerda xwe standibe, bi nan û ava ji wê
axê mezin bibe, þeref û kerameta wî/ê bi wê axê ve girêdayî be, li
her derê xwe weke endamekî wê erdnigariyê bi gelên din bide nasandin û
di dawiyê da jî xiyanetê li wê axê bike, gelo hûn navê karekî wiha
datînin çi: Xiyanet, bêbextî, bêþerefî, sivakî,?!! Berî
çend rojan ku bakurê Kurdistanê li dijî rejîma Kemalîst rabibû ser
piyan, serhildanan li Enqerê tirs û lerz xiste dilê general û faþîstan,
namûs û þerefa Kurda ketibû bin pî û postalên eskerên Tirk. Û di
rewþeke wiha da li Colemêrgê caþ û xwefiroþan jî careke din rûyê
xwe yê reþ, eþkeretir kirin. Belê cehiþ-belaþkên me weke her carê bi
çavþorî ketin pêþberî polîs û Mîta. Karê ku hêzên Tirka yên
taybetî nedikarîn biken, wan cehþikên nezan li dijî hemwilatiyên xwe pêkanîn.
Pencere û malên birayên xwe dan ber guleyan, ew birîndar kirin û bi van
kiryarên sosretî dijiminê netewa xwe bixwe dan kenandin. Birastî
nizanim çima em Kurd ji dîroka xwe ya derbasbûyî ibretê nastînin?!!
Heya kengî hinek ji me yê darê destê dagirkerên axa Kurdistanê bin!?.
Axa ku me her tiþtê xwe ji wê girtiye. Em ji wê çêdibin û careke din
diçin nava dilê wê, lê kesê ku bi axa xwe ve girêdayî nebe elbete yê
bibe cehþ û xayîn jî. Ne
di dînê îslamê da û ne jî di ti oleke din da xiyaneteke wiha nayê
pejirandin. Ji kesên wiha ra heramzade an jî bîjî tê gotin. Mixabin di
vê sedsalê da ku êdî pirsgirêka hemû netewan çareser bûye, Kurd wek
mezintirîn gelê bêdewlet li ser axa xwe hêsîrin. Lê hêsîrên bêaqilî
û xiyaneta xwe. Sedema herî mezin jî ji dused salên berê heya roja îro
tenê bêtifaqiya me bixwe bûye û bes. Kurda
xweþ gotine:” Destê tenê deng jê nayê ”, lê sedhezar car
mixabin ku heta tenê carekê jî destê xwe nedane hev. Ji
sala 1514an û pêda ku du impratorên Sefewî û Osmanî Kurdistan di
navbera xwe da parve kirin, piraniya axa û begên Kurda jî bi þîreta þêx
û melayên paþverû ketin xizmeta her du dagirkeran. Ji wir û þûnda geh
leþkerê Kurda li eniya Qefqaziya li dijî Rusan þer dikirin, geh li welatên
Erebî di þer da bûn û geh jî di nava axa Kurdistanê da li dijî þoreþgerên
Kurdistanê û bi fîta Osmanî û Sefewîyan þerê birayên xwe dikirin. Mînak
þerê Çaldirane ku têda qedera her du imparatoran
hate diyarkirin. Ji
siwarên Kurd alayên Hemidiye jî hatin çêkirin ku hem þerê dewletên
mezin bi wan bidin kirin û hem jî li dijî serhildan û þoreþgerên Kurd
weke tajiyên ravê wan bikar bînin. Yanî Kurd palên pêþo bûn û bes.
Wan kirin û xelkê xwarin!!. Hem
Osmanî û hem jî Contirka di du-sê quaxan da hinek axa û feodalên Kurd
bi rêya ol xapandin û ew tevlî hovîtiyên xwe yên tevkujiya birayên me
yên cîran gelê Ermenî kirin. Beriya wê li gor hemû jêderên dîrokî
Kurdistan welatê herî xweþ bûye ku êtnîk û olên cûr bi cûr li rex
hev bi awayekî aþtiyane jiyane. Piranya nivîskarên biyanî li ser wê
hindê ku Kurd miletekî bi sebir, bêferq û cudahî û bêteesub
(fenatîk) bûne, xwedî yek biryarin. Mesela li Asûriyên Kurdistanê temaþe
biken, çendîn sedsale ku li Kurdistanê û di nava Kurda da dijîn lê
kultur, ol, çand û hemû taybetmendiyên xwe yên netewî-civakî
parastine. Lê ka li dîrokê binêrên, hingî hûnê bibînin ka Osmanî,
Sefewî, Kemalîst, Pehlewî û Baasiyan çi bi serê wan anîne. Ger
îro em ne xwedî dewleteke serbixwene, sedem pirin: lawazî û paþdamayînên
fikirî-civakî, nakokî û dubendiyên di navbera rêberên serhildanên
Kurdistanê da, taktîk û istratêjiyeke nediyar, þaþ famkirina zagûnên
ola îslamê û bikaranîna mezheb wek faktorekî sereke li dijî netewe û
olên din. Elbete li axa zêrîna Kurdistanê dijimina ji xeynî vê rêyê
nedikarîn rêyeke din peyda biken ku carna hem Kurda bi destê hev bidene
kuþtinê û hem carna jî li dijî netewên din(Ermenî, Cihû û...) hêza
wan bikar bînin. Mislmanên Kurd berdane canê Kurdên Êzidî û Elewî.
Birakujî di nava Kurda da wiha çêbû. Wiha bûye ku wan tim ji ava þêlo
masî girtine û heya roja îro jî Tayip Erdoganê misilman(!!??) bi navê
serokê AKP derketiye meydanê û rêya kalkên xwe: Sultan Ebdulhemîdê
yekê, Talat Paþa, Enwer Paþa, Mistefa Kemal û Gorên Boz didomîne.
Lê vê carê gotinên ku li gera xwe ya bakurê Kurdistanê beyan kirin,
careke din rûyê wan yê rastîn, îslam û mislmantiya wan ya sexte dexist
ber ronahiyê. Hê nebûye hezar sal ku Tirk bi talan û xwînrêjiyê
hatine wê erdnigariyê û Erdogan di sedsala teknolojî û îneternetê da
þermê nake tê ser axa Kurdistana dêrîn û ji netewa ku zêdetir ji
hefthezar salaye li ser wê axê dijîn, dibêje:” an hez bike an jî
derkeve”. Ma di orfa siyasetê da bêexlaqî ji vê mezintir heye
hevalno? Lê
disa jî dibêjim, suçdarên herî mezin em bixwe ne. Ne valaye ku kal-bava
gotiye: “
Aqilê sivik, barê giran Yekîtî
ji boy benda aqilbendiye Du
heval ku yekbin, yê sê-siya xwedêye» Heya
roja ku cehþik û xayînên me wiha darê destê dijiminê netewe û axa
xwe bin, rizgarîya me jî yê hinek bi zehmet be, lê dîsa jî bav-kala
gotineke xweþ heye: “Dewran
timê bi dore, geh li jêre, geh li jore!” Hûn
li dîroka têkoþîna gelên din binêrin, belê xiyanet di nava wan da jî
hebûye lê xiyaneta di nava Kurda da di nava ti miletan da nayê dîtin.
Bindestiya me ji vira tê. Hevalno!
êdî ew dem hatiye ku em ji dîroka xwe ya tejî canfidayî, xiyanet,
serhildan, malwêranî, berxwedan û azadîxwaziyê ibert û dersan bistînin. Teyip
Erdogan baþ dizane ku bi hereketeke mezin re rû bi rûye. Ger bibe xûlamê
general û niviþparêzan jî, dîsa bi Kurda nikare. Ji ber ku PKKê ji jêr
sifrê destpêkir û niha li hemû Kurdistanê hereketa herî mezine. Belê
mesela bîra bi derziyê kolandin wihaye Teypko, xewnên Kemalîstan yên
Turana mezin ji bîr bike, haya te ji kumê te hebe ba nebe. Axa
Kurdistanê yê ji destê wan derkev, Kurd yê bigehin azadiya xwe, lê hingî
roja hisaba xayîn, sîxûr û xwefiroþan jî yê bê. Ez texmîn dikem ew
roj zêde ne dûre. 16.11.2008
Almanya
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org