Înkar û Fermana Kurd û Ermeniyan

 

Kakþar Oremar

kakshar_oremar@yahoo.de

 

24ê Aprila sala 1915an artêþa dewleta Tirkên Osmanî di bin rêbertiya Jon Tirkên ku di sala 1908an da desthilatdarî xistibûn destê xwe, pilana fermana Ermeniyan di pratîkê da eþkere kirin. Pilan berê bi þiwirmendî û destûra gire-girên dewletê bi awayekî pir nihînî hatibû danîn. Ew dûr û kûr fikiribûn heya ku dest bi karekî wiha dûr ji exlaq û wijdana mirovahiyê biken. Hingî þerê cîhanî yê yekê bi germî berdewam bû û wan karî di navebra sala 1915an heya 1917 yek milyon û nîv Ermeniyên di nava sinorê welatê xwe da bikujin. Hemû guneha wan Ermenîbûn û ola wan ya cuda bû. Herwiha Tirkên Osmanî ditirsiyan ku Ermenî bi zekawet û projên xwe yên pêþvero kapîtal û aboriya impiratoriyê bêxin destê xwe. 

Hingî hemû zagonên insanî û exlaqî ji aliyê Tirkên þovenîst ve hatibûn binpêkirin. Kuþtin, wêrankirina gund û talana mal, erd û heyiyê Ermeniyan heya sala 1925an yanî piþtî çêbûna artêþa komara Tirkiyê ya nû jî berdewam bû. Di vir daye ku rayedarên TC heya roja îro jî bi awayekî fêrmî guneha vê cinayetê li ser xwe napejirînin. Tirajêdiyek wiha berfireh li dijî komeke êtnîkî ji çavê welatên Ewropî û Emerîka jî dûr ma. Piþtre û heya roja îro jî ew berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li ber çav digirin û Tirkiyê naçar naken ku vê cinayeta dîrokî bi awayekî fêrmî li ser xwe bipejirîne.

Di çaxê serhildanên Kurda li bakurê Kurdistanê jî Kurd jî bi qedereke wiha re rû bi rû man. Ji ber wê jî mirov dikare bêje: Ger li ser dîroka fermanên ku li dijî Kurda jî pêk hatine lêkolîneke berfireh bê çêkirin, 100% kuþtina bi sed hezaran mirovên Kurd jî yê îspat bibe. Hema duh bû ku Sedam Husên bi Enfala xwe re nêzî dusedhezar Kurd winda kirin. Qeladizê, Helepçe û Behdîna, her yek þahidê dîrokeke xwe ya tevkujiyê ye. Di çaxê serhildanên Dêrsim, Amed, Koçgirî, Agirî û yên din da bi sed hezaran Kurd ji aliyê Jon Tirkan ve hatin kuþtin û windakirin. Li Îran, Sûriye û Îraqê jî kêm-zêde rewþeke wiha li dijî Kurda berdewam bû. Ger bi giþtî qiyasek di navbera fermanên li dijî Kurd û Ermeniyan bê kirin, tê kifþê ku her du gel jî ketine ber þûra Tirkên înkarger. Cinayetên wan bi awayekî wisa veþartî digehiþtin encamê ku heta carna hinek rayedarên wan bixwe jî piþtre sosretgirtî diman!!.

Adolf Hitler di pirtûka xwe ya bi navê “ þerê Min” da piþtî darijandina pilana fermana Yehudiyan ji xwîndevanên xwe dipirse:” di bîra çi kesekî da qetilama Ermeniya maye?”!!.

Wihaye ku mirov bi kûrahiya cinayeta Osmaniyan dihese ka çawa piþtre ji xwînmêjekî mîna Hitler jî “holocaust”a Ermeniyan bûye îde û wek tevkujiya Cihuyan gehiþtiye encamê. Îro em tev dizanin ku ger hingî qira Ermeniyan weke kiryareke dij hemû mirovahiyê bihata mehkûmkirin û mêimarên wê jî di dadgeheke dadmend da gehiþtana heqê xwe, ticarî tevkujiyên piþtî sala 1915an çênedibûn an jî hema wiha hêsan nedigehiþtine encamê.

Elbete dîrokê ji bîr nekiriye ku çaxê hikûmeta Sultan Ebdulhemîdê duyê jî Tirkên Osmanî di salên 1894 heya 1896an bi qasî du salan zêdetir ji 250.000 Ermenî kuþtibûn ku di dîrokê da bi navê” Qira Hemîdî ” an jî “Hemîdiye” hatiye binavkirin. Wan jî weke tornên xwe yên îro serê xelkê jê dikirin, ew parçe-parçe dikirin û laþê wan davêtin ber kûçikên xwe. Ew karê ku îro artêþa Tirk li bakurê Kurdistanê li dijî Gerîlayên Kurd dike hemen kare yê ku bav û kalên wan li dijî Ermeniyan encam didan. Birastî wek dibêjin:” aqibet gorzade jî dibine gor…” karê Jon Tirka, alayên Hemîdiye û artêþa Tirka ya îro 100% diþbin hev.

Hikûmeta AKPê jî tevî ku dizanin di Quranê da hatiye nivîsandin ku:” kuþtina kesekî bêguneh weke kuþtina hemû beþeryetê ye” lê dîsa jî li Kurdistanê kuþtin bûye karê wan yê rojane.

Carna hinek dostên Ermenî Kurda jî bi hevkariya Osmaniyan tawanbar diken. Naxwazim bi berfirehî li ser vê xalê bisekinim, lê îro jî hinek axa û begên Kurd li dijî gelê xwe þerê Kurdan diken. Ev nayê wê wateyê ku Kurda hingî hevkariya Tirkan kiriye. Ket û mat axayên hingî jî wekî cehþ û qoruciyên me yên îro ne. Lê li Mûþ û Amedê þervanên Ermenî jî kêm Kurd nekuþtine. Wan jî mîna leþkerên artêþa Tirkiyê carna ku derfet didîtin gundên Kurda diþewtandin û fermana Kurda radikirin. Elbete zemîneya karekî wiha tev ji aliyê Jon Tirkan nivþparêz ve hatibû amadekirin. Yanî bi rêya cudatiya ol di dawiya dawî da komara înkargera îro bi navê T.C hat damezrandin û Kurd, Ermenî û kêmnetewên din heya roja îro jî ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêparin. Ev di rewþekê daye ku hêþata jî bi miloyonan Kurd li ser axa xwe dijîn û her tiþt li wan qedexeye, lê niha li hemû Tirkiyê tenê 70.000 Ermenî mane ku bi piranî li Istembolê dijîn. Ew jî bêdeng û bêmafin.

Belê di museya Holocaust da Kurd û Ermenî xwedî dîmenên weke hevin, lê carê dengê Ermeniyan ji dengê me Kurda bilindtire. Hîvîdarim rojekê hemû rûreþên dîroka mirovahiyê di dadgeheke adil da bên mehkemekirin.

 

 

24.04.2008 Almaniya

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org