|
Ji Meryem Xanê heya Merziye Rezazî…
Kakşar Oremar, Kakshar_oremar@yahoo.de
Du sel li ser wefata Merziye Rezazî(Ferîqî) derbas bûn. Birastî jî dem çiqas zû derbas dibe!!. Qey duh bû dema ku hevalekî ji navenda nûçeyên Roj TV tela min kir û bi xemgînî wiha got:“ Ezê ji tere tiþtekî bêjim, lê zêde xwe nerehet meke: Merziye jî çû!!“
Dema
ez kûr li ser jiyana Merziyê difikirin, qeder û serbihûriya Meryem Xan tê
bîra min. Çimkî: Her
duj dem û çaxekî mirin ku nav û dengê wan di nava Kurda de pir bilind
û her du jî gelek naskirî bûn. Stêrka wan di esmanê hunera Kurdistanê
de roj bi roj geþtir dibû.
Belkî
serdema jiyana Meryem Xan û Merziye Rezazî ji aliyê xwe yê teknîkî û
îmkanên jiyanê pir ji hev cuda be, lê wan her duyan jî di temenkî de
wefatkirin ku pilan û projên mezin li ber destê wan bûn ku ji gel û
civakê re bikin mal. Xwezî û hesretên nîvco bi xwere birin bin axa sar.
Meryem
Xan û Merziye her du jî piþtî neþtergerî(cerahî)yek neserketî jiyana
xwe ji dest dan. Her du jî bi saxî ji nexweþxanê derketin, lê bi bê çavdêriya
doxtoran man û gelek bi erzanî bûn fîdayê nezanîn û xemsariya doxtorên
xwe. Piþtre jî kes neket pey tawanbariya wan doxtorên ku bûn sedema
mirina Meryem Xan û Merziye Rezazî. Her
du jî him li xerîbiyê û dûrî Kurdistanê û hem jî li bajarên mezin
û xwedî hemû cûre îmkanên dermanî mirin. Meryem Xan li paytexta Îraqê(Bexdad)
û Merziye Rezazî jî li Stockholm (paytexta Swêd)
mirin. Her
du hunermendên me bi qîmeteke mezin di nava dilê gel de cih girtin û wek
kesayetiyên navdar di dîrokê de xwedî navekî bêmirinin. Meryem Xan wek
«serkêþa jinên stranbêj» navekî qenc û nemir li pey xwe hiþtiye û
Merziye jî mîna jineke xêrxwaz, dosta zarokên belengaz û alîgira hemû
cûre mafê jinan xwedî kiryarên hêja ye. Birastî jî Meryem Xan û Merziye Rezazî qet namirin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org