Ji Emîrxanê Lepzêrîn Heya Qasimloyê Aþtîxwaz...

(Pêþkêþ bo mamostayê qedirgiran Konê Reþ)

 

Kakþar Oremar, navdarenkurd@hotmail.com

Vemirandina stêrkên me yên geþ, carna esmanê welatê me tarî û rûyê xayîn û mêrkujan jî reþ kiriye, lê piþtî çûyîna e´wrên reþ, sahî, þahî û xweþî hatiye. Wan ji bo tarîkirina esmanê axa me, gelek stêrkên me yên tejî gewher û ronahî kuþtin, lê di esmanê welatê me de gelek stêrken geþtir þîn bûn û biriqîn. Neyarên me ji kiryarên xwe yên hovane poþman bûn û em bi evîneke kûrtir man ji bo jiyanê, ji bo hebûn û dewama dîlana Kurdistanê.

Demek pir dirêj e, ku para Kurdan ji bo çêkirina kiyaneke serbixwe û welatekî azad, tenê malwêranî, ferman, derbiderî, xerîbî û bi dehan reþerojîyên din bûne. Kurdistan an jî welatê ferman û reþkujiyên padiþah û sultanên Osmanî, Sefewî, Qacarî, Pehlewî û meleyên gemar û xwînmêj bi sedan sal e ku bûye qada tolhildanên wan ji nevî û zarokên Medên dêrîn. Netewa ku heya roja îro tenê bi xwîna xwe, nasnameya xwe ya netewî parastiye.

Bêguman derdekî pir giran e dema ku piþtî evqas salên dûr û dirêj dagirkerên axa me, hên jî li ser kuþtina me xwe deyndarên me dihesibînin!!. Bêwelatiya kambax! hemû derfetan ji mafxweran re diafirîne. Mafxwerên ku heta ji qedera jiyana me re jî, xwe mîna Xwedêyê can, mal û axa me dihesibînin!!. Dema welatê me tunebe, jiyan û rûmeta me jî erzan e. Em vî derdê giran bi sedan sal e ku di nava xwîn û goþtê laþê xwe de, hiss dikin. Lê belê ....xwîþkino, birano em hên jî hene, em hên jî mane. Cihê sosretmayînê ye, ku çima heya niha hên jî nevîyên Osmanî, Sefewî û dîktatoran çavê xwe ji vê "mayîn û hebûna me" dinûqînin!? Ma di dema teknolojî, întêrnet û ragehandinê de jî ew dikarin hebûna mezintirîn netewa bêdewlet!! di cîhanê de, di cîhana bêe´dalet de înkar bikin?!!

Kela Dimdim û Geliyê Qasimlo cihwarê çendîn qehremanên Kurd e ku bi sirûþta xwe ya rengîn û çiyayî, di dergûþa xwe de mirovan bi awayekî taybetî perwerde dike. Urmiye bajarê Emîrxanê Lepzêrîn, paytextê qehremanê navdar Simkoyê Þikak û xwîndingeha rêberê mezin Dr. Ebdulrehman Qasimlo , kiyana malbatên navdar, demek dirêj e ku berxwedan li pey berxwedanê tecrube kirine, lê hên jî mîna Ameda Medan, Qamîþloka Kurdan, Silêmaniya Mêrxasan û Mihabada Qaziyan ji devê gur û çeqelên hov xelas nebûye. Di nava vê axa bi xêr û bêr de herçend mafê jiyanê tenê ji xayîn û xulamokên dagirkeran re hebûye, lê kur û keçên rastîn ên vê axa kevnar, nasnameya wê ya Kurdistanî heya roja îro jî parastine. Nasnameya ku di rêya wê de kela Dimdim þewitî, bi ser hevde herifî û Xan 'ea Kurd bi bêbextî þehîd bû, Simkoyê mêrxas canê xwe jêre da û Qasimlo sembola xebat, demokrasî, biratî û mirovheziyê di rêya bi þan û þerefa parastina evîna Kurdayetiyê de li xerîbîyê serî bir nava axa sar.

Rêberê min, þehîdê doza Kurdistanê, Qasimloyê rêzan: Laþê te dûr ji xaka nîþtiman di nava axa welatekî dûr ji Kurdistana delal helliya, lê bîr û rayên te nemirin û ala te ya sipî hê jî diheje û bilind e. Mêrkuj û cinayetkarên Komara paþverûyan di demeke wisa girîng de tu ji nava me birin, ku dizanîn bi mayîna te rûçikê wan yê reþ bêtir yê bê xuyakirin. Mentiq û kapasîta wan wisa fireh nebû ku mentalîta te ya fîlosofane di nava mejiyê xwe yê biçûk de, mejiyê 1400 sal berî niha bi cîh bikin. Ew niwênerên paþverûtiyê û serdema "Sedsalên Navîn" û tu jî niwênerê bîr û rayên aþtîxwazî û demokrasîyê bûyî.

Belê serokê min: Du cîhanên cuda ji hev. Lê cîhana te dimîne û ew nikarin di sedsala 21´an de rêberatiya xwendevanên xwendingeha te ya modêrin bikin. Di roja îro de em dibînin ku ramanên te di nava nifþê roja îro de, mîna guleke geþ û bêhnxweþ li her dera Îran û Kurdistanê belav bûne. Tu bi demê re dimeþî, ji bona wê jî serokekî modêrin bûyî, lê dîktatorsifetên mîna roviyan li ser wan zagûnan dimeþin, ku êdî dema wan ji mêjde bi dawî bûye. Xwezî û xwestekên nifþên îro bi zagonên wan yên dema cehalet(nezantiyê) û tarîtiyê re di cihekî de naguncên(cih nagirin). Te ji bîr û rayên xelkê re hurmeteke taybetî digirt, lê meleyên paþverû di roja îro de Îran di hemû dinê de kirine mezintirîn girtîgeha rojnamevan, nivîskar û siyasetvanên ku tenê xwestine bîr û rayên xwe di nava gel de belav bikin. Tu rêberekî sosyal-demokrat bûyî û navê E´lî Xaminêyê jî li rex navê 42 rêberên cîhanê hatiye nivîsandin, ku mîna dujminên derbirîna bîr û rayên azad, hatine binavkirin!!. Ramanên te namirin, lê berhemê ramanên wan yên dijberî mirovayetiyê li welatê Îranê girtîgeh û þikencexane ava kirin, zanistgeh wêran kirin û civakeke saxelem jî ji her alî ve nexweþ û nîviþkan(felec) kirin!!.

Belê ... kurê axa dêrîn Dr.Qasimlo: Þoreþa aram û demokratîk a hemû gelên axa Ariyan(Îran)ê hêdî-hêdî ber bi rêya pîroziyê ve dimeþe. Ew kulên kanserê ku rêya nefeskiþandinê ji ber bêhna gel girtine, êdî nikarin doza xwe ya xapandin û kuþtinê mîna berê bidomînin. Ji bo vê azadiyê, gel heya niha bihayekî giran daye: Çendîn rêberên mîna te li Îran û hemû deverên cîhanê hatin terorkirin, bi dehan nivîskar û rewþenbîr di tarîtiyê de hatin kuþtin û bi hezaran xwendevanên zanistgehan jî hatin girtin û wenda kirin!!.

Bihayê azadiyê mîna qelenê keçikên bedew û çeleng pir giran e mamosta can. Azadî, hunereke wisa giran e, ku sed nexþ û nîgar lê dibarin.

Di dawiyê de dibe ku gotina te ya jêr bersiva herî mentiqî be li ser bihayê azadiyê:

" Karwanê þehîdên Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe, lê ger netewek bixwaze bide xuyakirin ku serbixwe ye û di nava netewên zindî de xwedî cih e, divê bihayê azadiya xwe jî bide. Bihayê azadîyê jî mîna ku dîrokê nîþan daye, giran e û bi bê nirx û biha jî azadî nayê standin...".

 

Têbînî: Ev nivîs ji bo bîranîna 14´mîn salroja þehîdbûna rêberê mezin Dr. Ebdulrehman Qasimlo hatiye nivîsandin. Ji ber ku mamosta Konê Reþ ji mêjde ye li ser jiyan, bîr û ramanên kesayetî û nirxên me yên netewî dinivîse, min ev nivîsa xwe ya kurt ji wî rêzdarî re pêþkêþ kiriye.

Min di salên berê de bi dûr û dirêjî li ser jiyan û ramanên nemir Dr. Qasimlo nivîsandiye. Herwiha min di Mezpotamiya TV de jî bernameyeke 95 deqeyî(du par) li ser jiyana wî rêberê mezin çêkiriye.