Jiyan û Biserhata Endamên Malbata Serokkomarê Kurdistanê
(Pêþewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî)

Kakþar Oremar, navdarenkurd@hotmail.com

 

Pêþgotin:

A. Mihabad Perstiþgeha Mûqedesa Kurda ye.

58 sal berî niha li Rojhilatê Kurdistanê bajarê þêrperwerê Mihabadê þahidê bûyerekê girîng bû ku di rûpelêm dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybetîye. 60 sal berî niha, rewþa cîhanê bi giþtî û ya Kurdistanê bi taybetî gelek paþde mayî bû.

Zaniyarî û tecrûbê rastiyek bi daye selmandin: Her netewekê ku radeya ferheng, çand û zaniyarîyên wan nisbet bi gelên din kêmtir bûye, hertim ketiye ber renî û aþopa ji navçûn û tunebûnê. An jî bi rêya kedxwariyê di nava netewên cûr bi cûr de ketiye ber darê kedxwariyê û feyde jê hatiye standin. Bajarê ku ez li ser diaxivim, Mihabada 60 sal beriya nihaye ku dibe bi qasî 15 hizar kes þênî(nifos) rûniþtvan têde bûn. Ji vê hejmarê bi qasî %80 gelê têde, di hejarî, nexwîndewarî û bêçandiyê de dijîn. Ji doxtor, xwedî lîsans û dîplomayê xeber tunebû. Heta kesên ku heya sala sêyemîn ya dibistana navîn jî ders xwindibûn, jimara wan bi qasî hejmara tilyên destekî tunebû. PÎraniya xelkê ji rewþa cîhanê ya wê rojê bêxeber bûn û kêmtirîn zaniyarîyên wan tunebûn.

Roja ku rêxistinên hizbê(Hizbî Dimokratî Kurdistan_ HDK) di Mihabadê de hatin birêxistin, gel bi awayekî e´cêb û xerîb lê dinêrîn. Heya ku bi derbasbûna çax û belavkirina belavok û propagandeya berpirs û endamên hizbê, hêdî-hêdî gel ji xewa gÎran û bêxeberiyê þiyarbûn. Kêm an jî zêde bi rêya vê bizava siyasî gel ji xewa bêxeberiyê þiyar bibû. Êdî gelê Kurd bibû xwediyê rih û canekî nû û ji halê wê hindê ku xwe têkelî kar û barê welatê xwe neke, derketibû. Hissên gelê Kurd yên netewî jî bilind û ber bi zêdebûnê ve çûn. Bi awayekî ku ji bo peywendiya bi hizbê re eceleyek zêde ji xwe didan xuyakirin. Lê ji ber ku radeya çand û zaniyarîyê di bajarê Mihabadê de bi zanebûn ji aliyê dewleta navendiya Îranê ve paþde û bêhêz hatibû hiþtin, pÎraniya xelkê herêmê li ser wezîfeyên hizbê yên gÎran ku li ser bingeha millî, azadî û rizgariya ji qeyd û benên koledariyê hatibû damezrandin, nenas bûn. Hissên wan li ser wezîfe û teklîfên wan yên millî serdest bûn. Evîn û heza ku ji xwe jî didan xuyanîkirin, zêdetir ji rûyê hissên a´tifî û nêzîkbûna wan ya bi hevre bû. Lê dîsan jî pêwîste bê gotin ku ev hissên wan yên paqij divê bi awayekî bêsinor bên teqdîrkirin û mirovên ku bi çavê îro li wan dinêrin, ji wan gelek jî sipasdar bin. Ev karê wan dihat wateya wê rastiyê ku ew tev evîndarên azadî û rizgariya ax û hemû gelê Kurdistanê ne. Ji bona wê jî ev karê wan þayanî sipasbêjiyek taybetî ye. Çimkî gelekî wiha bi hebûna moralek wiha bihêz ku di kûrahiya canê wan de rehên xwe çandibûn, bi wezîfeyên xwe yên millî jî nasyarî peydakirin. Bi vî rengî ew çirayê ku di herêma Mihabadê de li ber vemirînê bû, ji nûve pêxistin û welatê xwe ronîkirin. Bi awayekî ku heta roja îro jî þewqa wan hissên netewî di cihana îro de jî roj bi roj berfirehtir û ronahîtir dibin.

Vê carê min tenê xwest ku endamên malbata Pêþewa Qazî Mihemed bêtr bidin nasandin. Endamên ku piþtî têkçûna Komara Kurdistan ketin ber zext û zehmetiyên dewleta navendiya Îranê, lê dayika Kurd (Mîna Qazî) mîna mamostayekî þîretên Pêþewayê Kurd bi bîra wan anîn û ew bi Kurdî mezin kirin. Hemû guneha wan ew bû ku Kurd bûn û di xwîndingeha Qazî Mihemedê þehîd de hatibûn perwerde kirin.

Di vê nivîsê de min bi kurtî li ser jiyana Mîna Qazî û her heþt zarokên wê: I’smet, Elî(Kurî Reþ), I’fet, Munîr, Fewziye, Sûhêyil, Perwîn û Meryem Qazî bi awayekî kurt hinek zanyarîyên giþtî pêþkêþ kirine.

Dibe ku ji evîndarên dîroka azadîxwaziya Kurdistanê re, balkêþ be ku bizanîbin piþtî þehîdbûna serokkomarê Kurdistanê çi bi ser malbata wan hat. Elbete li ser komara Kurdistan hê jî pêwîstî bi lêkolînên berfireh û akademîk heye. Di paþerojeke nêzîk de ezê li ser jiyana endamên malbata Mihemed Hussên Xanî Seyfî Qazî û Sedrî Qazî û malbatên din jî binivîsim ku bi serokkomarê Kurdistanê re an jî piþtî wî hatin þehîdkirin.

Axa Mihabadê bi xwîna Qazîyan û hizaran þehîdên din yên azadiya Kurdistanê hatiye avdan. Rûdana bûyereke wiha girîng di sedsala derbasbûyî de bû sedem ku heya roja îro jî Mihabad ji tevaya Kurdên cîhanê re bibe perestiþgehek muqedes û dîrokî.

 

_ 1. Jiyana Mîna Qazî û Rolê wê Di Yekitî Afretanî(jinên) Kurdistanê de:

Xanima Kurd Mîna Qazî di sala 1908’an de li bajarê Mihabadê hatiye dinê. Navê bavê wê Ehmed û navê dayika wê jî Gulendam e. Ew ji malbata(tayifa) Hacî Hesen Xanî (Hacî Beg)a ne ku yeke ji malbatên mezin li herêma Mûkiriyan. Beriya ku Mîna bi Pêþewa Qazî Mihemmed re bizewce paþnavê wê Iskenderî bûye. Di temenê 19 saliyê de dibe hevala jiyana pêþewa Qazî Mihemmed. Mîna Qazî li ser rewiþt û exlaqê pêþewayê þehîd gelek razîbûna xwe dide diyarkirin.

Wek me got, Hizbî Demokratî Kurdistan(KDP) girîngiyek mezin ji bo mafê jinê da diyarkirin. Wek dayîka Kurd Mîna Qazî dide xûyakirin li ser pêþneyara serokkomarê Kurdistanê wê hemû zêr û zîwên xwe pêþkêþî Hizbê kirine û dest bi rêxistina Yekitîya Jinên Kurdistanê kiriye. Yekîtiya jinên Kurdistanê di 14’ê Adara sala 1946’an de li bajarê Mihabadê hat avakirin û bi biryara Hizbî Demokratî Kurdistan, Mîna Qazî bi berpirsyara giþtiya (Yekitîya jinên Kurdistan) hatiye helbijartin. Hemû rojê sibê wê û çend jinên din xwe gehandine xwendigehê û bi zimanê Kurdî ders xwendine. Ev karê jina serokkomarê Kurdistanê gelek jinên din jî kiþandin aliyê xwîndingeh û piþt maseyên dersxwendinê. Ew bi vê pêngava xwe ya girîng û dîrokî mîna serkêþekê ji bo gelek kesan bû nimûne.

Di temenê kurt, lê gelek bi nirx yê Komara Kurdistan de, Yekitîya Jinên Kurdistanê bi xebatên cur bi cur ketin qada xebatê. Di çaxê deshilatdariya bi xwîn û reþ a Riza þahê Pehlewî de, di tevaya Îranê û bi taybet jî li Kurdistanê jin xwedî tu mafên civakî û siyasî nebûn. Keç bêy ku mafê qeder û çarenûsa wan li ber çav bê girtin bi qelen(next) dihatin firotin û ew diþandin mala mêrê ku qet hev û din nedîtibûn. Qedera jiyana keçê di destê bav, bira û xizmên wê de bû û ya jinê jî di destê mêran de bû.

Di Kurdistanê de rewþa jinê hêjî xerabtir bû. Mafê jinên Kurd du car hindî mafê jinên din yên Îranê dihat perçiqandin. Nexwendewarî, nezanîn, bextreþî û bi dehan derdên din berçêla jina Kurd girtibûn. Keç firotin, zewicandina keçan li ser darê dergûþê, next(qelen) wergirtin, jin bi jin guhaztin, berdana (telaq) jinan bi neheqî û mehirkirina bi darê zorê, mafê nîvpar ji bo qîzan di mîratê ku ji bav û dê ji bo zarokan dima, kuþtina keçên ku bi dilê xwe bi xortekî re, xwe didan revandin û hwd gelek êþ û derdên din li ser qeder û jiyana jina Kurd hebûn.

Mîna Qazî wek berpirsyara jinên Kurd di civînan da ji wan dixwaz dike ku gîrûgirftên xwe bêtirs bînin ziman û ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan pêþniyarên xwe bînin ziman. Yekîtiya Jinên Kurdistan li ser helwesta demokratîka Komara Kurdistan, jinên Kurd ji wan zincîr û qeydan xilas kirin û mafê wekheviyê di gel mêrê Kurd, pêþkêþî jina Kurd kirin. Di xebat û karên civakî de jina Kurd bo cara yekemîn bi dilgermî beþdarî dikir. Bi beyannameyekê ji her kesî hat xwestin ku next standin, zewicandina bi zordestî, jin bi jin kirin(vegûhestina keçan bi hev û din re) û hemû neheqiyên ku li dijî mafê jinê ne, bên rawestandin. Komara demokratîka Kurdistan û di serî de serokkomarê Kurdistanê Pêþewa Qazî Mihemed piþtgîriya xwe ji van daxwazên Yektîya Jinên Kurdistanê dan xuyakirin. Dayîka Kurd Mîna Qazî li ser kar û xebata xwe pir bi dilgermî radiwestiya û di demek kêm de bi gelek jinên ku di Kurdistanê de bi nasandîbûn(navdar), dikeve nava têkilîyan. Bi riya þandina kaxezan di gel Hepsexanî Neqîb(jina birayê Þêx Mehmûdê Berzencî) dikeve dan û standinê û hevaltiya wan heya dawîya jiyana Hepsexanî Neqîb didome. Herwiha li ser daxwaza Yekitî Aferetanî Kurdistan Gulîzar Xanima Þikak (Keça Cewer Axayê Þikak û birazîya Simkoyê Þikak ) dibe mêvana wan. Wek tê zanîn Gulîzar Xanim keça Ceefer Axayê birayê Simayîl Xanê Þikak e ku ji sala 1920’an heya 1930’an ji bo azadiya Kurdistanê bi dewleta Riza þahê pehlewî re þerkir. Wek Mîna Qazî dide xuya kirin Gulîzar Xanim jî li ser pêþniyara wê bibû endama Yekitîya Jinên Kurdistanê.

Piþtî demekê Yekitî Afretanî Kurdistan zibareyê(cîhad) li dijî nexwendewariyê û hevkariya malbatên feqîr û hejar jî dixîne programa xwe ya rojane.

Di vir de tê xuyakirin, ku ger meydan û derfet ji bo jina Kurd hebin ew jî dikarin di hemû waran de xizmeta civata xwe bikin.

Piþtî têkçûna Komara Kurdistan û bi darvekirina rêberên Komarê dayîka Kurd Mîna Qazî dîsa jî rêbaza bi þan û þeref a Pêþewayê nemir Qazî Mihemmed berneda. Zarokên xwe li ser bîr û baweriyên Kurdayetiya paqij mezin kirin. Ji hemûyan bêtir Îsmet Qazî keça wan ya mezin baweriyek bihêz bi rêbaza ji bo xelasiya welatê xwe hebû. Ew bi raman, bîr û bawerîyên serokkomarê Kurdistanê hatibû perwerdekirin. Wan zordestî û sitema karbidestên dewleta Îranê nedipejÎrandin. Piþtî þehîdketina birêveberên Komarê, Îsmetê bi rengekî aktîv di nava rêza xebatkarên Hizbî Demokratî Kurdistan de cîh girt û di dawîyê de jî canê xwe li ser riya bi þan û þerefa doza Kurdistan fîdakir. Sedemên mirina wê rasterast vedigerin ser helwesta wê ya paqqij ji bo doza Kurdistanê. Ew keça du mirovên mezin bû û perwerdeya xwe ya welatparêziyê di xwîndingeha wan de wergirtibû.

Xanima Kurd Mîna Qazî heya dawîya jiyana xwe, armanc û helwesta niþtimanperweriya xwe qet berneda. Li ser vê hindê hem di çaxê dewleta Pehlewîyan û hem jî di çaxê desthilatdariya dewleta paþveroya Islamiya Îran de çend caran hat girtin û zindanî kirin. Di girtîgeha dewleta Xumêynî de bi wî temenê xwe yê daketî pir îþkence û tehqîr li wê hatin kirin. Hemû guneha Mîna Qazî Kurdbûn û helwesta wê ya niþtimanperwerîyê bû. Di rojên herî dijwar de Mîna Qazî weke endameke Hizbî Demokratî Kurdistan mala xwe ji þoreþgerên Kurd re kir kiyan û starek. Bi vî karê tejî tirs ew bû sebeb ku jiyana bi dehan ji endam û rêgirên rêya mûqedesa Pêþewa Qazî Mihemed canê xwe ji mirina bi destê celadên rijîma Pehlewî rizgar biken.

Dema dayîka Kurd Mîna Qazî li ser rewþa gelê Kurd diaxivî tim digot:

“ Ji min re soz û peymana yekgirtina Kurdan bidin, daku ez jî ji we re mizgîniya dewleta serbixweya Kurdistanê bînim. Ji ber ku yekbûn û hevgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê, dermanê hemû derdan e, Eger gelê Kurd di navbera xwe de yekgirtinek bihêz pêkbîne, çêbûna Kurdistanek serbixwe karekî hêsan e. Ez bawer im pir dereng nakiþîne ku gelê Kurd jî yê di cîhanê de bibe xwedîyê pênaseyek netewî. Hesreta serokkomarê Kurdistanê pêþewa Qazî Mihemmed jî ev xweziya(arzuya) dîrokî bû...„.

Dayîka Kurd Mîna Qazî ku di nava gel de bi (Daye Xanim) dihat bang kirin, xanimek bi hurmet bû. Gel pir jê hez dikir. Ew di dîroka hevçerxa Kurdistanê de mêjûnameyek zindî dihat hejmartin. Pir zana û rewþenbîr bû. Haya wê ji cîhanê û rewþa bizavên siyasî yên Kurdistanê hebû.

Dema ew pêhesiya ku li bakurê Kurdistanê di nava refên gerîla de keç û jinên Kurd li dijî dewleta Tirk þer dikin, pir þabû û hertim digot:„ Niha êdî ez xelasiya gelê Kurd nêzîk dibînim, ji ber ku jina Kurd jî mîna mêran derketiye serê çiyan, bi siyaset jî xebatê dide meþandin. Xwestek û armanca me ya herî girîng di çaxê Komara Kurdistan de li damezrandina Yekitîya Jinên Kurdistan jî beþdariya jinê di hemû Kar û barên civatê de bû.“

Piþtî þoreþa gelên Îranê û têkçûna desthilatdariya dewleta þahenþahî li Îranê, Rojhilatê Kurdistanê jî ket destê Kurdan. (Daye Xanim)ê dîsan jî dest bi xebata xwe kir. Wê dixwest di derfetên zêrîn de ji bo zarokên xwe karekî bike. Lê ev karê desthlatdariya Kurdan li ser Kurdistanê ev car jî zêde nedomand û di salên 1979, 1980, û 1981’an de piþtî þerên gÎran Kurdistan kete jêr destê desthilatdarîya dewleta Komara Îslamî. Bi destûra desthilatdarên Komara Îslamî bi hezaran Kurd hatin kuþtin û bi hezaran jî bi darê zorê di girtîgehan de hatin daleqandin.

Dayîka Kurd Mîna Qazî jî di sala 1986’an de nêzîkî salekê di bin çavdêriya beþa parastina Komara Îslamiya Îranê de hat girtin. Sedemên girtina wê, ew bixwe jî nizane. Ji ber ku ew li dervey malê bi þêweyek nihênî ji alîyê beþa parastina Komara Islamîya Îranê hat revandin Herçend zêdetir ji 70 sal temenê wê bû, lê dîsan jî gelek zordestî û þikenceyên gÎran li ser laþê wê hatin kirin. Berpirsyarên îdareya îstixbarata Îranê bi eþkerahî jêre gotibûn:“ Eger mêrê te (Qazî Mihemmed) nebûya, me di Îranê de qet problem(pirsgirêk)a Kurd û Kurdistanê nedibû.“

Piþtî wê bûyerê heya demek dirêj, dayîka Kurd Mîna Qazî mafê derketina ji Îranê nebû û tim di bin çavdêriya beþê parastina dewleta Îslamî de bû. Çaxê di sala 1988’an de (Ifeet)a keça Mîna Qazî li welatê Suwêdê bi destê hinek terorîstên dewleta Îranê hat þehîd kirin, dîsan li Îran û Kurdistanê jî mafê serexweþiyê(tazî dananê) nedan malbata wan û heta ew ji aliyê dewletê ve hatin tehdîd kirin.

Di 17 ê reþema sala 1998 ‘an de li bajarê Mihabadê bi dinyayek hesret û kûl Mîna Qazî jî gehiþt rêza nemÎran û bi yek carî xatirê xwe ji gelê Kurd xwest.

Di roja wefat û veþartina wê de bi hezaran kes li ser goristanê amadebûn û bi merasimek mezin li goristana bajarê Mihabad hat veþartin.

Herçend bi fîzîkî ew niha ne di nava gelê xwe de ye, lê wek helbestvanekî Kurd dibêje:“ Namirin! ewên di dilê gelê xwe de dijîn.“

 

B. Hinek Zaniyarî li ser jiyana zarokên Pêþewa Qazî Mihemed û Mina Qazî

_ 2. I’smet Qazî(1932- 1957 Mihabad): Di derbarê Dr. Þîrazî û I’smet Qazî de kek Hesen Qazî ev zanyarî dan min: I’smet Qazî keça mezin a Pêþewa Qazî Mihemed û Mîna Qazîyê bû. Ew keçek xwende û pir zana bû. Wê di wan çalakiyên ku di dawiya salên 40’an û destpêka 50’an li Mihabad û derdora wê di bin navê„ Hizbî Dêmokratî Kurdistan “ dest pêkiribûn, beþdar bû.

Dr. Haþimê Þîrazî xelkê Mihabad û li Tehranê rûdiniþt. Ew û I’smet Qazî biryar wa bû ku bi hevre bizewcin, lê di nava xelkê de di derbarê Dr. Þîrazî de gotina ku“ ew bi dewletê ve girêdayî ye“ hatibû belav kirin. Vê gotinê teisîrek kûr li ser hest û soza I’smet Qazî danî. Ji ber wê jî bi xwarina tiryakê di sala 1953’an de xwe kuþt.

Li ser jiyana I’smet Qazî nivîskarê Kurd“ Osman O’zeyzî “ pirtûkek biçûk nivîsandiye û þehîd „ Seyîd Resûl Babe Gewre “ jî di kurte nivîsekê de ku li pey xwe hiþtiye, behsa çalak bûyina I’smet Qazî di warê siyasî de dike.

Herwiha kesayetî û jiyana Dr. Þîrazî jî pêwîstî bi lêkolînek hemû alîve heye. Ew çend sal berî niha li temenê zêdetir ji 80 saliyê de li Tehran çû ber dilovaniya Xwedê. Heta Dr. Þîrazî carekê çûbû dîtina birêz Ocalan jî.

Tiþtê ku ji min re eþkeraye ewe ku heya cihê ku ez dizanim Dr. Þîrazî hertim di xizmetkirina ji bo xelkê û derdora xwe kêmxemî nedikir.

Di çaxê ciwaniyê de endamê Komeley Jiyanewey Kurd(K.J) bû. „ Xosrewê Rozbêh “ ji têkoþerên sazumana mîlîtariya hizba Todêh ku di sala 1958’an de li Tehranê hat tîrbaran kirin di parêznameya xwe ya dadgehê de wiha behsa Dr. Þîrazî dike:

„ Di sazumana me de doxtorek Mihabadî bi navê Haþim Þîrazî hebû ku Emirîkiyan daxwaza hevkariyê jê kiribûn, heta dirav jî dabûnê. Doxtor ev bûyer ji rêkxiraw(rêxistin)a me re gotibû, me jî jêre got:“ bila vî karî bike. Heta ew diravê ku distand nîva wî dida hizbê û nîva din jî ji keça xwe re diþand (Desgirtiya xwe) ku li Beyrutê ders dixwend. Emrîkîyan heta bêsîm (têlsiz) jî dabûn wî “.

„ Archi Rozvelt (yê kur) di pirtûka „ The Lust of nuewing „ ku li sala 1988 hatiye belav kirin û du bendên wê li ser Kurdistanê ne dibêje dema li sala 1946 xwestiye here Mihabadê bi nasandin û hevkariya Haþim Þîrazî ev karê han kiriye.“

Bi kurtî ev nivîskar di vê baweriyê de ye ku Dr. Þîrazî di xizmeta gelê xwe de bûye. Wek tê gotin Dr. Þîrazî bîranînên xwe nivîsandine û destnivîsa wan niha li Tehranê ye. Ew li bihara 1999’an li bajarê Tehranê çû rehmetê.

 

_ 3. I’fet Qazî: I’fet di 1314 Rojî(1936 zayînî) li Mihabadê hat dinê. Di 06. 09. 1990’an I’fet Qazî li welatê Suwêdê bi þêweyek hovane ji aliyê hinek terorîstan ve hat þehîdkirin. Di kartonekê de ku danîbûn nava Post Box (sindoqa postê) li ber derê mala wan, I’fet Qazî piþtî ku karton vekir, ew karton di destên wê de peqiyan û di cîh de ew þehîd bû. I’fetê li Tehranê lîsansa hûqiq standibû û ji ciwaniya xwe di wê baweriyê da bû ku divê Kurd bi rêya xwîndinê doza xwe pêþ bêxin. Dema rewþa civakê ya sosyolojî hat gûherandin, Kurd jî bigehin mafê xwe.“ Çaxê ku Pêþewa Qazî Mihemed li Mihabadê mijûlî karê qezawetê bû I’fet hertim li kêleka bavê xwe rûdiniþt. I’fet keçeke gelek netirs bû. Dema ku bavê min û mamên min di girtîgehê da bûn, I’fetê hertim xeberên dervey zindanê ji wan re dibirin. Yanî nûçe û xeberên rojê ku di rojname û radyoyê de dihatin nivîsandin, dayika min û endamên din yên HDK dinivîsandin û di nava pora serê I’fetê de(pora wê xelek bû) bi cî dikirin û digehandin destê bavê min. Heta rojekê serhen Parstebar hinekî pêdihese ku I’fet ji girtîyan re xeberan diîne. Ji bona wê jî diçin li her dera wê digerin, lê tiþtekî nabînin. Dema bavê min bi vî karê wan dizane, ji wan diqehire û ji Serhen Parstebar re dibêje:“ Hûn þermê nakin, I’fet keç bû an kur“.

Di gotûbêja bi Mîna Qazî re wê ji tirsa para parastina komara islamiya Îranê(beþa êstixbaratê) nedikarî bi zêdeyî li ser çawaniya þehîdkirina keça xwe I’fet Qazî biaxive. Çimkî wek hat gotin ew li sala 1986’an hatibû girtin û di girtîgehê de pir hatibû nerihetkirin. Lê bi eþkerahî xuyaye ku I’fet Qazî jî weke hemu kesayetîyên din yên Kurd û Fars ji aliyê dewleta Îranê ve hat þehîd kirin.

(Daryoþ Firoher û xanima wî Perwane Firoher, Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Þerefkendî, Dr. Bextyar…) û bi hezaran kesên din ji siyasetvan û rewþenbîrên Îranî ji wan kesanin ku piþtî desthilatdariya komara îslamîya Îranê bi þêweyek terorîstane ji aliyê terorîstên dewletê ve hatine kuþtin. )

 

_ 4. Munîr Qazî: Sala 1938 li bajarê Mihabadê hat dinê. Niha jî li wira dijî.

 

_ 5. Perwîn Qazî: Sala 1942an li Mihabadê hat dinê û di 28. 02. 99’an de Perwîn xanim li bajarê Tehranê wefat kir.

 

Têbînî: Li ser jiyana I´smet, I´fet, Fewziye, Munîr, Perwîn û Meryem Qazî di hevpeyvîna min ya bi birêzan Elî û Sûhêyil Qazî zaniyarîyên zêdetir hatine nivîsandin.

 
_ 6. Gotûbêj bi Fewziye Qazî re

_ Dema bavê te hat þehîd kirin tu çend salî bû? Ji wan rojan çi tê bîra te?

Fewziye Qazî: Wê demê ez 6 salî bûm. Gelek tiþt ji wan rojên xweþ û tal tên bîra min. Rûyê bavê min çawa bû, baþ tê bîra min. Nemir Sidîq Heyderî dibêje dema ku Pêþewa Qazî û heyeta komara Kurdistan ji bo girêdana peymana yekîtiyê bi desthilatdarên komara Azerbayicanê re çûbûn bajarê Tewrêzê, bavê min ez (Fewziye) jî bi xwe re biribûm. Baþ tê bîra min: Bavê min diaxivî, xelkê Tebrêzê bi diruþmên mîna “ Yaþasin Kurdistan, Yaþasin Qazî Mihemed, Yoldaþ Qazî Mihemed yaþasin“ êhsas û dilxweþiya xwe ji bo bavê min û hevalên wî nîþan didan. Tenê ev tiþtên wiha tên bîra min.

 

_ Piþtî þehîdbûna Pêþewayê nemir xuyaye ku we pir nexweþî dîtin, nexweþtirîn xatire an bîranîna te ya wan salên derbasbûyî çi ye?

F. Qazî: Berî ku bavê min bê xeniqandin, meha Xakelêwe (destpêka biharê) bû, ez, I’fet û Miryem xanima xwîþka min, em bi hevre çûbûn dîtina bavê xwe. Miryem pir biçûk bû. Min û I’fetê destê wê girtibû, nû rabibû ser piyan, dema dimeþî zû - zû diket û radibû ser piyan, em çûn ber deriyê padigana(qerequl) Sablaxê ku li dervey bajar bû. Yêk ji efserên padiganê bi navê Pars Tebar ji dûrve dît ku em ji bo dîtina bavê xwe diçîn wir (ev dîtina dawiyê bû ku me bi bavê xwe re pêkanî). Wî (Pars Tebar) serbazek hîn kiribû ku nehêle em herîn nêzîk padiganê. Êca hingî destpêka biharê bû, þiwkên bîhukê terbûn. Wî serbazê ku Pars Tebar destûr dabûyê ku nehêle em herîn dîtina bavê xwe bi þiwkên bihukê (þule bê) li ran, dest û piþta xwîþka min Miryemê xistin. Qare-qara Miryemê cergê me þewtand. Dema em vegerîn malê me dît ku cihê þiwkên bihukê tev reþ û þîn bûne. Miryem ku biçûktirîn endama malbata me bû çend rojan tim digiriya û nexweþ ket.

Belê ev dîtina me ya dawiyê bi bavê me re bû û taltirîn bîranîna jiyana min e ku qet ji bîra min naçe. Dujimin hertim û li herderê dujimin e, jêre ferq nake ka tu Kurdê kûderê yî?!.

Piþtî þehîdkirina bavê min, rojekê çend kes ji istixbarata dewletê hatibûn ku li mala me bigerin. Dayîka min bê hisab nerihet bû. Haya me ji tiþtekî nebû, Miryema xwîþka min ku taze rabibû ser piyan, ket nava hewza avê. Dayika min di halê ku berpirsyarên dewletê li nava mala me digeriyan û hertiþt tevlîhev kiribûn, piþtî þehîdbûna bavê min muhebet û heza ji bo biçûktirîn endama mala me (Miryemê) pir hebû. Miryem ku zaroka bavê min ya dawiyê bû, ji ber vê zordariya dagirkeran kêm mabû di nava avê de bixeniqe û canê wê ji dest biçe. Êca piþtî wan hemû bextreþî û þehîd bûna bav, mam û kurê apê bavê min rûdana van karên wiha ne tenê ji bo min, lê herwiha ji bo me tevan bîranînên herî tal û xemgîn in.

Þehîd I’feta xwîþka min wê demê 10 salî bû. Min bîranînên xwe nivîsandine, têde min behsa I’fetê bi dirêjî kiriye. Di paþerojê de ezê xatreyên xwe biweþînim. Piþtî tevaya van bûyerên tal û bi xem Þahê Îranê birayê me (Kurî Reþ – E’lî Qazî) bi zorê þand Elmaniya.

(li vir Dayika Kurd Mîna Qazî jî amade ye û di vê derbarê de dixwaze tiþtekî bibêje):

M. Qazî: Wê roja ku kurê min ji me hat cuda kirin û ber bi xerîbiyê þandin, me xoliya hewþê bi serê xwe de kir, þînîyê di nava malbata me de dîsan cihê xwe xweþ kir. Gel pir hurmeta me digirtin, ji bona wê jî rijîma Þahenþahî gelek ji kurê min ditirsyan. Êca ji bo ku teisîra me di nava gel de kêm bikin weke dûrxistinê kurê min ne tenê ji Kurdistanê belkî ji Îranê jî dûr xistin û bi yekcarî ew heya roja îro ji me dûr ketiye. Ev karê dewleta Îranê ji bo min û me tevan nexweþtirîn xatire bû. Dewlet ditirsya ku kurê min cihê bavê xwe tejî bike.

 

_ Di vê dawiyê de bîranînên Mihemed Qazî hatin weþandin, di derbarê vê pirtûkê de hûn çi dibêjin?

F. Qazî: Li gor dîtina min ew mirovekî bê pênase û millyet e. Piþtî ku bîranînên xwe weþandin, herkesî dît ku derew têde pir in. Bo nimûne wî di pareke pirtûka xwe de, ji zilamekî gundî û nexwende tiþtek bihîstiye û vedigêre û diweþîne. Birastî li gor dîtina pênûsekî xwedî helwest, ev tiþtekî pir çewt e. Mihemed Qazî dikarî gelek karên mezin ji Kurdan re bike, lê berevajî wê ji bo gelê xwe û bi taybet jî ji bo malbata xwe tiþtek nekir.

Derheqa Qazî E’skerî de ku mamê bavê min e, qet bi ûsulî neaxivîye û tev derew nivîsandine. Tiþtên ku wî nivîsandine, bi hedekî kirêt in(çewtin) ku qet naxwazim di vê derbarê de ji we re tiþtekî din bibêjim.

Wî derbarê bavê min de ku di dîroka Kurdistanê de û heta di dîroka siyasiya Îranê de jî cihekî giring û taybetî heye, hinek tiþtên pir sade û kêm nivîsandine. Mixabin derheqa birayê min de jî dîtina xwe aniye ziman ku tev dûr ji rastiyê û derew in. Wî dikarî gelek tiþtên baþtir binivîse û ew tiþtên ku dîtine binivîse ku mixabin çi ji wan nenivîsandine. Hemû endamên malbata me dan û standin bi wî re birîne, ew baykut kirine.

 

_ Derbarê þoreþa Kurdên bakurê Kurdistanê hûn çi dibêjin?

F. Qazî: Em her tiþtî di rojname û kovarên Îranê de dibînin. Em pêhesyane ku PKK’ê bizavek mezin di nava Kurdên bakurê Kurdistanê de daye destpêkirin. Hîviya serkevtina wan ji bo Kurdistanek serbixwe û azad hêvî û hesreta me tevan e.

Bi taybet ez pir keyfxweþ im ku jin di bakurê Kurdistanê de ev îmkan jêre hatiye pêþ (afÎrandin) ku mil bi milê zilamê Kurd li dijî dujiminê faþîstê gelê Kurd bixebite, þer bike û guherandinan di civata me de pêkbîne. Ew ji bo serxwebûna Kurdistanê canê xwe fîda dikin. Nîva civatê jinê pêkaniye, ger jin di þoreþê de têkoþanê neke, wisa tê hisabê ku nîva nifusa xelkê Kurdistanê miriye û eviya jî ji bo dagirkerên welatê me derfetek mezin diafirîne.

Di yekîtiya afretanî Kurdistanê de ji bilî dayika min jina Mistefa Sultanî û çend jinên din jî dixebitîn ku niha nemane û wefat kirine. Ew tev li dora komara Kurdistanê mil bi milê zilaman li dijî çewtiyên civatê dixebitîn. Ez bixwe Margirêt Govergîz û Leyla Qasim jî dinasim.

 

_ Te Yaþar Xanina hevala Êhsan Nûrî Paþa jî ji nêz ve dîtibû?

F. Qazî: Belê, mala Êhsan Nûrî Paþa û Dr. Þîrazî(41) nêzî hev bûn. Ez demekê nexweþ bûm û ji bo çareserkirina nexweþiya xwe hatim Tehranê. Em li mala Dr. Þîrazî diman. Li wir min hat û çûya mala Êhsan Nûrî Paþa dikir. Yaþar Xanim miroveke pir zana û têgihiþtî bû. Mîna dayikek mezin ji me hezdikir. Ez hemû rojê diçûm cem Yaþar Xanimê û wê ez hînî dirûtina gulan li ser pero (pate- parçe) dikirim. Ye’inê guldozîyê ez li cem wê hîn dibûm. Niha jî ew hunera ku ez ji wê hîn bûme, li cem min bi yadigar maye. Ez bi baþî ji wê hînî vê hunerê bûm û ev yadigara wê xanima mezin û nemire. Yaþar Xanimê ji dayika min xwest ku min(Fewziyê) bidin wê û ez bibim keça wê, lê dayîka min nepejÎrand. Mixabin Yaþar Xanim û Êhsan Nûrî Paþa bê zarok bûn.

Min bi Yaþar Xanimê re xatireyên pir xweþ hene. Dema ku ez diçûm cem wê bi hurmetek pir mezin ez dipejÎrandim. Muhebetek mezin bi min re dikir, ez li jor cihê rûniþtina xwe didanam, netîceya karê min heldisengand, xebata min ya li ser guldirûtinê dinirxand û kêmasiyên min bi zimanekî dayikane ji min re digotin. Pir kêfxweþ dibû dema karê min baþ didît. Min ciwan û xweþik þîretên wê bi cih dianîn.

Xweþtirîn bîranîna min ew e ku Yaþar Xanim û Êhsan Nûrî Paþa bi çavê zarokên xwe li me dinêrîn. Êhsan Nûrî Paþa ji me re weke bavekî bû, hertim dildariya me dida.

Xatireyek din ya herî xweþ û intirsent ev e: Hemû rojê dema ku Êhsan Nûrî Paþa ji derve vedigerî malê, Yaþar Xanimê deftera bîranînên wî dianî û li ser keþafê datanî. Rûyê sêniyê bi rengekî xweþik, bedew û rengên pir bedew ji hêla Yaþar Xanimê ve hatibûn nexþandin. Yaþar Xanimê bi hurmetek bêhisab hemû rojê dema Êhsan Nûrî Paþa ji derve vedigerî, pênûs, deftera nivîsandina bîranînên wî û murekeb didanan ser wê sêniyê û dida destê wî. Êhsan Nûrî Paþa jî piþtî ku rûdiniþt, hinek vedihesiya, piþtre fincanek çayê vedixwar û dest bi nivîsandina xatireyên xwe yên rojane dikir. Ez bi roj hertim ji demjimêr 10 heya 12’ê nîvro li mala wan dimam. Êhsan Nûrî Paþa pir kêm diaxivî, hertim di fikir û xiyalan de bû, di cîhana xwe de wenda bibû.

Bi þiklekî bê sînor ji bavê min hezdikir. Bi çavekî bilind li min dinêrî û carna ji min re digot:“ Tu keça Qazî Mihemed yî, Qazî Mihemed pêþewayê Kurdan e“. Di wextê xwe de bavê min gelek derheqa Êhsan Nûrî Paþa de baþî û muhebet kiribûn. Ye’inî Êhsan Nûrî Paþa beriya ku bê Tehranê li Mihabadê li cem bavê min bû û bavê min zemîne jêre amade kir ku biçe Tehranê û mîna penaber bê pejÎrandin. Mixabin ew bi rengekî ne xweþ çû rehmetê, ye’inî hat kuþtin. Tirba wî li goristana Tehranê ye.

 

_ Wek keça Pêþewa Qazî ji bo jinên Kurd çi þîreta we heye?

F. Qazî: Divê herkes çi dike, karê wê çi ye û li kîjan noxteya cîhanê ye ji bo Kurd û welatê xwe têbikoþe. Þerefa xwe biparêzin û qet ji bîr nekin ka Kurd di çi rewþê de ne. Hurmet û bilindbûna navê me girêdayî xebat û þehîd bûna bavê me ye. Bavê min hertim þoreþgêr bû û ji ber wê jî hat þehîd kirin. Ez hîvîdar im rojekê mizgîniya azadiyê ji min re bînin.

 

_ Tu dizanî Fewziye xanim, em pir axivîn, lê tu wek keça Daye Xanimê dikarî behsa wê rojê bikî ku Daye Xanimê qirar da þîna bavê te rake?

F. Qazî: Dema ku serokwezîrê Îranê Rezim Ara hat kuþtin, ez û xwîþkên xwe di xwendingehê de bûn. Em vegerîn malê, dayika min bi rûyekî xweþ li me nêrî û got:“ Îro ji min re rojek xweþ e, çimkî qatilekî bavê we hatiye kuþtin“. Heya wê demê destmal û kincên reþ û þîn di ber me de bûn, me êdî ji wê rojê û pêde kincên reþ û þîn ji ber xwe kirin. Þêx Ebdulah Efendîyê nemir jî hat Mihabadê, ew hat mala me û bi dayîka min re axivî. Ji me dawa kir ku þîn di nava mala me de bê hildan. Me guhê xwe da wî û bi vî rengî piþtî nêzî deh salan tazî di nava mala me de rabû.

Xweþtirîn bîranîna min piþtî þehîdbûna bavê min kuþtina Rezim Ara bû ku bi destê XElîl Tehmasibî hat kuþtin. Tenê roja ku me çepik lêxistin, ew roj bû.

 

C. Li ser 58mîn Salroja DamezÎrandina Komara Kurdistan Hevpeyvînek Kurt bi her du Yadigarên Pêþewa Qazî Mihemed re:

_ 7. Elî Qazî

_ 8. Sûhêyil Qazî

 

_ Sûhêyil Xanim, tikaye mîna keça Pêþewa Qazî Mihemed li ser jiyana xwe hinek agahîyan bide me?

_ Sûhêyil Qazî: Ez sala 1942an li bajarê Mihabadê hatim dinê. Ez hinek direng çûm dibistanê û min dest bi dersxwîndinê kir. Çimkî ez nexweþ bûm. Piþtî ku bavê min hat þehîd kirin, dayika min hemû rojê diçû ser mezarê bavê min û þehîdên din. Em jî tev sava bûn, tenê temenê xwîþika min ya mezin(nemir I’smet) 12 sal bû. Dema dayika min li malê nebû, ew serperesta me bû. Dema ku ez bi zarokên din re li hewþa malê dileyizîm, ketim nava hewza avê û piþtre bû sedem ku nexweþiya sorîka min bigire. Wê demê li Mihabadê tenê doxtorekî nexweþiyên giþtî hebû (Dr. Mubesirî), lê wî nekarîbû nexweþiya min derman bike. Dr. Mubesirî doxtorê çaxê dadgehkirina bavê min û mamên min jî bû. Ew ji ber ku mirovê dewleta Îranê bû, dema ku dizane ez keça Qazî Mihemed´im bi zanebûn dermanekî din dide min ku nexweþiya min derman nebe. Ev karê wî bû sedem ku ez ji piyan ketim(min nekarî bimeþim). Li Mihabadê ji mêjde bû xanimek hebû ku jêre digotin Mîss Dal Xanim û Amrîkayî bû. Ew dadoka dayika min jî bû û dema ji dayikbûna me tevan serperesta dayika min bû. Di nexweþiya min de jî wê hertim li min dinêrî û bi derziyê kêm û çilik ji piþta min kiþandiye, heya ku ez sax bûme. Yanî ji ber vê nexweþiyê ez ji temenê 9 saliyê û pêde çûm xwîndingehê. Min heya sala 12mîn ders xwînd(dîploma zanistî standiye). Piþtî ku xwîþkên ji min mezintir zewicîn, ez bûm berpirsiyara malê û ji bona wê jî min nekarî xwîndina xwe bidomînim. Lê li rex hevkariya dayika xwe, min karê pirtûk xwîndinê jî berdewam dikir. Yanî me tevan pirtûkxwîndin mîna mîrasekê ji kultura bavê xwe standibû. Mala me hertim tejî pirtûk bû. Pirtûkxana bavê min tejî bû ji hemû cure pirtûkên siyasî, dîrokî, civakî, zanistî û hwd...

 

_ Dîmena Mihabadê ya herî dawiyê ku bê bîra te, çawa bû?

_ Sûhêyil Qazî: Dema ku tê bîra min hemû hejmara rûniþtvanên bajar 20 hezar kes bûn. Þar bi giþtî ji du þeqamên Pehlewî û Þahpoor pêkdihat. Lê gelek taxên wê hebûn: taxa ku em lê dirûniþtin Rizgiyan bû, taxa Ermeniyan û taxên din jî hebûn.

 

_ Li ser mehkemekirin û þehîdkirina Pêþewa Qazî Mihmed û hevalên wî çi tê bîra te?

_ Sûhêyil Qazî: Ez wê demê 4 salî bûm. Lê tiþtê ku tê bîra min, min bi çavên xwe dîtiye an jî kesên din ji mire gotine, eve: Roja þehîdkirina bavê min dema ku dayika min di kulanan de derbas dibû, hemû ser, çav û kincên wê xwîn bûn. Wê ji nerihetî û þewata ji destçûyîna bavê min û þehîdên din bi kevir û xwelêdanê, her dera xwe birîndar kiribû. Hemû laþê wê bibû qor û xwîn û em jî tev bi qêrîn û hawar ketibûn pey dayika xwe. Di rewþeke wiha dijwar de serbazên(eskerên) dewleta Îranê jî di hemû kulanên bajar de pêþberî me digirtin û nedihiþtin ku em ber bi goristana bajar herîn. Cenazê bavê min û mamên min biribûn ser qebÎran ku veþêrin. Êca wê rojê li meydana Çiwar Çira tankek hat pêþberî dayika min û dayika min jî xeberên nexweþ ji Þahê Îranê û Riza Pehlewîyê bavê wî re gotin. Ew zilamê ku tank dihajût, dixwest goleyan bi ser dayika min û me tevan de bibarîne. Efserekî artêþa Îranê hat pêþiya tankê sekinî û di halekî de ku hêsir dibarandin, jêre got:“ Ma piþtî vê bûyera tal ku me bi serê malbata Qazî anîye, hûn nahêlin ew dujînan(çîran) jî bidin me û ji xwe re bigirîn jî...“. Dayika min wê demê pir ciwan û bedew bû. Ji bona wê jî di herêmê de bi navê“ Mîna Bêgerd“ hatibû bi nav kirin. Nîþanên wê roja ku dayika min bi kevÎran li ser û rûyê xwe dabûn, heya çû ber dilovaniya Xwedê jî di rûyê wêve xuyabûn.

 

_ Piþtre hûn çûn ser mezarê ku qirar bû bavê te û hevalên wî li wira bên veþartin...

_ Sûhêyil Qazî: Belê lê êdî ji wê rojê tiþtekî din nayê bîra min. Tenê tê bîra min ku herdera bajar leþker û tank bûn. Gelê Kurd jî pir xemgîn bû. Ew roj mîna qiyametê bû û hemû Kurd li ser mezarên wan civiyabûn.

 

_ Tu dikarî bêjî ku ew roj ji tere bîranîna herî nexweþe, ne wisa?

_ Sûhêyil Qazî: Bêgoman, belê. Lê ji ber ku wê demê ez zarok bûm, xema ji destçûyîna bav, mam û birêveberên din yên komarê piþtre bêtir ez bi kûrahiya wê tirajêdiya xemgîn hesandim. Çiqas ku ez mezin dibûm, derd û xemên wê rojê ji min re zêdetir dibûn. Dema ku em hinek mezintir bûn û me keç an jî xurtek li cem bavê wan didî, wê demê em pêdihesiyan ku me çi bavekî mezin û hêja jidset daye. Berî wê min nedizanî ku bavbûn tê çi wateyê? Lê roj bi roj ev mesele ji bo min mezintir dibû û ez zêdetir li ser difikirîm ku çiqas xweþ dibû ger bavê min jî saxbûya û em hêtim nebûna. Ji aliyê din jî min îftixar dikir ku mirovekî wiha mezin bi serbilindî û fîdakarî bikarîbe canê xwe bike qûrbana gel û welatê xwe. Ew bû fîdayê parastina ala sêrenga Kurdistanê û bi wê fîdakariya xwe canê hizaran kesan rizgar bû.

 

_ Belê ew bû îftixarek ku qet namire û ev îftixar jî nabe bi nisîbê herkesî? Çimkî bi awayê fîzîkî herkes dimire, lê navê baþ ji herkesî re namîne...

_ Sûhêyil Qazî: Belê ji bona wê jî ji wir û pêde min bi bavê xwe îftixar kir. Min zanî ku bavê min bi razîbûn canê xwe ji doza Kurdistanê re fîda kiriye û bûye sembolek bêmirin. Heya roja îro jî ew bûye rêberekî mezin ji bo dîroka Kurdan ya azadîxwaziyê. Yanî ji aliyêk dema weke keçeke bêbav ez li ser ji destçûyîna bavê xwe difikirîm, xemgîn dibûm, ji aliyê din jî dema ku min bi mezinbûna bavê xwe û fîdakarîyên wî yên ji bo gelê xwe difikirim, keyfxweþ dibûm ku ez keça bavekî wiha hêja û mezinim.

 

_ Em tev zarok û serbazên serokkomarê xwene û ew hê jî di nava dil û mejiyê me de sax e.

Bêzehmet tu dikarî hinek jî li jiyan û taybetmendiyên ser xwîþkên xwe biaxivî?

_ Sûhêyil Qazî: I’smet xwîþka me ya herî mezin bû. Ew ji me tevan re him xwîþik û him jî dayik bû. Yanî wê bi hevkariya dayika min em mezin kirin. Rojekê xanimên malbata Dêhbokirî bi mêvanî hatibûn dîtina dayika min. I’smet hê nûciwan bû û bi rabûn û rûniþtina xwe bala kesan dikiþand ser xwe. Êca yek ji wan jinan ji dayika min re got:“ Mîna xanin, keça te pir xanim û hêjaye...“. Dayika min jî di bersiva wê de wiha got:“ Ew ne keça min e, belkî heval û xwîþika min e...“. I’smeta xwîþka min bêtir ji me tevan bi bîr û ramanên xwe nêzî ramanên bavê min bû. Mîna bavê min netirs û pir bi cesaret bû. Piþtî þehîdkirina bavê min berpirsiyarên dewletê herroj dihatin û mala me ji serî heya binî tevlîhev dikirin û mafê me nebû ku zêde dan û standinê bi xelkê re bikin. Carna ew sê roj û sê þevan di mala me de diman. Carna 30-40 kes di mala de diman û axa hewþa mala me jî jêr û rû dikirin. Di malê de jî em tev keç bûn û ji xeynî dayika min kesekî din tunebû. Dayika min ji wan re hertim digot:“ Hûn baþ kultura me nas dikin, hatina we ya vira ji mere kêbûnekê tîne, ji mala me derkevin, xayînên bêexlaq hûn ji me çi dixwazin?!!...“. Lê wan carna ava malê li ser me girê didan, ava hewza di hewþê de vala dikirin û hertim jî bi silah û çekên mîna demance û tifing ve dihatin û li ser serê me disekinîn. Di rewþeke wiha de xwîþika min pir netirs bû. Rojekê dîsa hatin û ser û binê mala me vekolandin. I’smetê jî ji berpirsiyarê giþtiyê wan re got:“ Em di vê malê de tev jin û keçîn, hûn ji me çi dixwazin û hemû rojê tên û li mala me digerin...?“ Efserekî þaredariyê vegerî û li I’smetê nêrî û jêre got:“ Tu çima gotinek wiha dikî, tu kengî jinî? Tu ji zilaman jî zilamtirî...“.

Di nava artêþ û berpirsyarên dewletê de jî gelek kes hebûn ku dilê wan bi rewþa me diþewtî, lê ji istixbara dewletê ditirsyan û nedikarin ji me re karekî bikin.

Taybetiyeke din ya I’smetê ew bû ku hertim di pirtûkxaneya bavê min de mijûlî xwîndinê bû û tiþt jî dinivîsandin. Ez texmîn dikim ku bîranînên xwe dinivîsandin, lê nizanim çi bi wan destnivîsên wê hat. Çimkî gelek kesayetiyên siyasî jî dihatin mala me û dibe ku ew bîranînên I’smetê bi xwe re biribîn. Di bîranînên I’smetê de têbînîyên siyasî jî hebûn û gotarên sîyasî jî dinivîsandin.

 

_ Dayika te di tore(terbiye)kirina we de pir bi îsrar bû, çima?

_ Sûhêyil Qazî: Min bi xwe jî di jiyana xwe de sê zarok xwedî kirine, lê ya rast kêm jin hene ku mîna dayika min li ser torekirina zarokên xwe bi îrade û biryar bin. Ez qet nikarim karê wê bi karê xwe re bidim ber hev(qiyas bikim). Bi taybetî jî ew çax û mercên ku ew têde bû, dayika me bi awayekî bêsinor ji me re fîdakarî kirin. Dayika min hertim digot:“ Divê hûn di hemû waran de ji gelê Kurd re bibin nimune û rêya serokkomarê Kurdistanê wenda meken, xwîndin ji bo zarokên me derdê her derdekîye...“. Tenê dayika me bû ku li me dinêrî û debara jiyana me dikir. Birayê min jî di temenekî kêm de bi destûra þahê Îranê ji me veqetandin û þandin Almaniya. Berî wê dayika min ew li Tehranê danî ber desrsxwîndinê û tenê havînan dihate dîtina me.

 

_ Mamosta Qazî bi dîtina cenabê te I’smeta xwîþka we piþtî þehîdkirina serokên komara Kurdistan, di bin ala HDK de, dixwest þoreþê bidomîne û rêya Pêþewa Qazî Mihemed bidomîne?

Elî Qazî: Li ser wê hindê ez xwedî zanyarîyek taybetî nîme û tiþtekî nizanim. Lê I’smet di çarçova kar û bernameyên Hizbî Dimokratî Kurdistan de keçeke pir çalak(aktîv) bû. Lê çalakiyên I’smetê di wan mercên siyasî û civakî de jî sinordar bûn. Çimkî jinê nedikarî mîna niha bi azadî bixebite. Bi taybetî þert û mercên Îranê yên siyasî û helwesta wan ya li dijî bizava azadîxwaziya Kurdan gelek dijwar bû. Dewleta Îranê li dijî þoreþgerên Kurd gelek tund bû û bêhina mirovan di singê wan de heps kiribûn.

 

_ Ji xeynî I’smet êdî kî hebûn ku di wan salan de çalak bûn?

Elî Qazî: Gelek kes hebûn: Mîrza Rehîm Sûltanyan, Sedîq Encîrî, Xenî Bilûryan, Dr Qasimlo, Eshed Xudayarî, Ebdullah Êshaqî û ew kesên ku wê demê navdar bûn û endamên HDK bûn. Ew kesên ku di nava gel de bi hurmet bûn û xwdî hurmetek civakî bûn tev aktîv bûn û karê Kurdayetiyê dikirin.

 

_ Kombûn û civîn jî di mala we de çêdikin?

Elî Qazî: belê ... carna dihatin û civîn durist dikirin. Li ser kar û xebata xwe diaxivîn. Elnete I’smet xanim bi pÎranî li ser kar û xebata jinên Kurd aktîv bû. Elbete mala me hertim navenda çalakiyên HDK bû. Heta piþtî mesela 28ê Murdadê jî Dr. Qasimlo û piþtre jî Ebdulla Barzanî tev di mala me de bûn. Dr. Qasimlo di pirtûka xwe de behsa vê rastiyê kiriye.

 

_ Sûhêyil Qazî: Min jî dixwest tiþtekî li ser kar û xebata jinan bêjim. I’smet û dayika min jî di nava wan de pir di karê rêxistina jinên welatperwer de kar dikirin. Kiça apê min Xanime Xanim( Xanim Sedrî Qazî) û gelek jinên din jî endamên HDK bûn.

 

_ Ez hezdikim ku li ser xaleke girîng pirsekê ji we heduyan bikem: Xwekûþtina I’smetê çawa qewmî û çima?

Elî Qazî: Dema ku xwîþika min I’smetê xwe kûþt, ez ne li malê bûm. Dewleta Îranê ez þandibûm Almaniya. Sala 1957an bû. Li ser sedemên vî karê I’smetê, çimkî ji malbata mere xemeke pir gÎran bû, me zêde lêkolîn nekir. Çimkî çiqas ku em li ser difikirîn û bi pey diketîn, nerihetiyen me jî zêdetir dibûn. Lê mîna ku tê zanîn me I’smet dabû Dr. Haþim Þîrazî. Dr. Þîrazî demeke zêde hat girtin(zindanî kirin). Dema ew hat girtin, tawana wî ew bû ku mirovê CIA bûye. Hinek kesan jî digotin sîxorekî dualî bû. Lê Dr. Þîrazî bixwe dibêje ku hizba Todê ji vî karê wî agehdar bûye ku hatin û çûyîna CIA dike û bi wan re hevdîtinê çêdike. Êca li ser van tawanbarîyên wiha gÎran, dema ku Dr. Þîrazî ji girtîgehê hat berdan, zivirî Mihabadê û piþtî çend rojan jî xwîþika min xwe kûþt. Yanî bi bîr û baweriya min I’smet xanimê nedixwest ku jiyaneke hevpar bi mirovekî wiha re pêkbîne. Sedema xwekûþtina wê jî ev bû. Çimkî ew tawanên ku li ser Dr. Þîrazî hebûn, ji I’smetê re tehemûlkirina wan pir gÎran bû. Elbete ev dîtin û boçûna min ya þexsî ye.

 

_ Sûhêyil Qazî: Çaxê ev derd jî li ser xemên me yên berê zêde bû, kekê min Elî(Kurî Reþ) li Almaniya bû. Dema ku bi destûra þahê Îranê birayê min ber bi Almaniya dihat þandin, hizba Tode gelek zext li dayika min dikirin ku nehêle kurê wê biþînin dervey Îranê. Dayika min jî ji wan re gotbû:“ Min di vê dinê de tenê kurek heye, hûn ji min çi dixwazin? Dema ku kurê min li Tehranê ders dixwînd, we ew neçar dikir ku di nava kulanên bajar de rojnameyan bifiroþe. Êca niha jî kurê min biçe dersê bixwîne baþtire an jî di nava kulanan de weke ciwanekî sergerdan û bêxwedî jiyana xwe derbas bike.“. Li ser vê helwesta dayika min hizbî Tode jî hatin di mala me de dizî kirin. Wan Ebdula Barzanî ku endamekî hizba Tode bû, þandibûn mala me û wî hemû zêr, zîv û perê mala me dizîn. Piþtî ku di 28ê Mordadê de hêzên Dr. Mosediq li hemberî hêzên þahê Pehlewî þikest xwarin(bi hevkariya Amirîk û Ingilîsan), gelek endamên hizba Todê bi navên gûherandî(navên kod) hatin mala me û xwe veþartin. Ev di halekî de bû ku em tev keçên ciwan bûn û berpirsyara me jî tenê dayika me bû ku wê demê jineke ciwan bû.

Li hemberî van hevkariyên zêde û hertim jî ji jiyana me re tejî tirs û xeter, ew hatin hemû tiþtên bihagÎran di mala me de, heta dokumentên hizbê û çaxê komara Kurdistanê jî ji mala me dizîn. Heta roja îro jî em nizanîn çi bi wan tiþtên me hat. Bi wateyek din bi vî karê kirêt û çewt wan xwestin ku malbata me tehqîr jî biken. Mesela di nîva malê de anîbûn birinc, run, nîsk, nok û kincên dayika me û kincên me tevan, komkiribûn û ew run û birnc rijandibûn ser wan. Yanî tehqîr û dujiminatiya xwe nîþanî me dabûn. Êca ev karê wan li rex wê zexta ku bi rêya Dr. Þîrazî gÎranî dabû ser canê I´smetê, ji xwîþika min re gelek gÎran hatin. Li ser Dr. Þîrazî weke ku dihat gotin bi sîxorê dualî( di navbera hizbî Tode û CIA de ) hatibû tawanbar kirin. Hemû hevalên wî hatin îdamkirin, lê dewletê ew azad kirin. I’smet jî keçeke ciwan bû(22 salî bû) û nedikarî li ser wan hemû qenciyên ku malbata me ji bo hizba Tode û karê Kurdayetiyê re dikirin, bipejirîne ku wiha bên sivik kirin. I’smet piþtî deh salan ku ji têkçûna komara Kurdistanê derbas bibû, yek ji wan kesan bû ku bû sedema bingehîn ji bo zindîbûna kar û çalakiyên HDK. Mame Xenî Bilûryan yek ji wan kesan bû ku þahidekî kar û xebata malbata me ye. Bi taybetî çalakiyên I’smetê û dayika min. Lê mixabin di pirtûka xwe(Alekûk)ê de li ser van rastiyên dîrokî tiþtek nenivîsandiye. Ez vî karê mame Xenî bi gÎranî rexne dikim. Li rex vê rexnê em tev ji kar û xebata wî re hurmetek bêdawî digirin. Herçend mame Xenî li ser bîr û rayên xwe gelek zehmetî kiþandine, ketiye girtîgehê, lê hinek tiþt jî hene ku di dîrokê de nayên winda kirin. Pêwîste mirovên xwedî tecrube û þahidên dîtina hinek kiryaran van rastiyan ji nivþên piþtî xwe re binivîsin ku di dilê dîrokê de cihê xwe bigirin.

Di wan rojên reþ û tarî de malbata me xwedîyê gelek dijiminan bû û dujiminên me tenê birêveberên dewleta Îranê nebûn.

 

_ Yanî dixwazin bêjin ku xwekûþtina I’smetê, meselek siyasî bû?

Sûhêyil Qazî: Belê wisa bû. Ji xeynî van sedemên ku me behs kirin, saeta ku xwîþka min bi xwarina tiryakê xwe kûþt, wê demê li Mihabad doxtorek hebû ku navê wî Lazar bû. Dema me þand pey wî, hem pir dereng hat(bi zanebûn ku xwîþka min bimire) û dema hat jî bi ken û keyfxweþî henekên xwe bi vî karê xwîþka min dikirin. Ev di halekî de bû ku xwîþka min di halê candayînê de bû. Birastî wan dikarî hevkariyê biken ku I’smet ji mirinê rizgar bibe, lê karekî wiha nekirin.

Berpirsiyarê giþtiyê herêmê wê demê Serleþker Werhram bû ku ji malbata me qet hez nedikir. Beriya ku doxtor bê ser serê I’smetê, me zanî ku civînek bi Werhram re çêkiribû û wî ji doxtor re gotibû karekî neke ku keça Qazî Mihemed ji mirinê rizgar bibe!!

Baþ tê bîra min gotina I’smetê ya herî dawiyê ev bû:“ Daye giyan bimbexþe_ Dayê can min biborîne“. I’smetê ne nivîs, ne wesyet û ne jî gotinek li pey xwe hiþtibû ku piþtre em bizanîn çima karekî wiha kir.

 

_ Sûhêyil Xanim, li rex van hemû zehmetiyên ku we behs kirin, dan û standina gelê Kurd bi were çawa bû?

Sûhêyil Qazî: Di wan rojên tejî derd û êþ de, ew qencî û baþiyên gelê Kurd qet jî bîra me naçin. Xurtên Mihabadê di wan salan de ku em tev zarok bûn, çaxê zivistanê serê sibê zû bêy ku haya me ji tiþtekî hebe, dihatin û befra ser banên me paqij dikirin. An jî dema em ji ciyekî diçûn bo ciyekî din ew tev ji dûrve þiyar bûn û agehdarên me bûn. Lê ew çîna hejar û feqîr bêtir bi mere bûn û xwe nêzî me dikirin.

Bîranîneke din ji wan rojan: Dema ku hemû rojên pêncþemê an jî înê em bi dayik û metên xwe re diçûne ser mezarê bavê xwe, xelk dihatin pêþwaziya me û sed caran xwe bi qûrbana me dikirin. Wan karekî wiha dikirin ku em xwe bêkes û bi tenê hiss nekin. Piraniya wan pir bi wefa bûn û hejmareke kêm jî bêwefa bûn û ji malbata me hez nedikirin.

 

_ I’smetê çend salan ders xwîndibû?

Sûhêyil Qazî: 6 salan, lê pir jîr û zana bû. Dayika min jî jineke wiha bû. Bo bîranîn: li xwîndingeha me birêveberiya dibistanê xanimek ji Tehranê bû ku xwedî doktoraya edebiyatê bû. Carekê hat cem dayika min û têza doktaraya xwe anî û ji dayika min re pêþkêþ kir. Dayika min jî da xwîþka min ku jêre bixwîne. Ew xanima Tehranî jî ji dayika min re got:“ tu bixwe çima naxwînî?“. Dayika min jî jêre got:“ Ez nexwînde me...“.Wê jî ji dayika min re got:“ Mîna xanim min wisa texmîn dikir ku xwîndewariya te ji pileya doktorayê jî zêdetire. Ji ber ku tu xanimeke wiha zana û têgehiþtîyî ku mirov texmîn nake tu jinek nexwînde bî“.

 

_ Li ser heza bavê we ya ji bo zarokan pir tiþt tên gotin, ew roj tên bîra te?

Sûhêyil Qazî: Bavê min mirovek bû ku ji zarokan pir hez dikir. Di navbera keç û kuran de jî qet cudahî nedidanî. Ji me hemûyan re mîna hev hez dikir. Hertim jî ji dayika min re gotiye:“ Tu qet ji vê nerihet nebe û nebêje ku min kurek bi tenê û heft keç hene. Ez her keçekê bi hizar kuran nagûherînîm“.

Bavê min ji bo me tevan yek bi yek helbestek çêkiribû û dema di deriyê malê de dikete hundir ew helbest ji mere dixwîndin ku em jî herin pêþwaziya wî.

 

_ Mamosta Elî Qazî dîtina te li ser xwîþika te ya þehîd I’fetê çiye?

Elî Qazî: Xala herî girîng ku di derbara I’fetê de dixwazim bêjim ewe ku wê zankoya hiqûqê bi dawî anîbû. Piþtî wê xwest ku dersa xwe bidomîne û bibe qazî(hakim), lê dewleta Îranê jêre gotibûn te selahiyeta wê hindê nîne ku bibî bi qazî!!. Sedem jî ew bû ku I’fet keça Qazî Mihemed bû û dewleta þahê Îranê bi çavê dujimin li malbata me dinêrî. Wan izin nedidan ku kesek ji endamên malbata me karekî mezin bigire destê xwe. Ji ber wê jî I’fet bû mamostaya xwîndingehê.

Li ser kuþtina I’fetê niha eþkera bûye ku çawa hatiye þehîd kirin û filmeke dokumentar li ser wê bûyerê hatiye çêkirin. Dewleta komara Islamiya Îranê bi rêya kesekî xwe( ku piþtre navê wî ji kifþ bû), çend kes ji kesayetiyên Kurd( dijberên dewleta Islamî) teror biken. Wan dixwest Emîr Qazîyê mêrê xwîþka min jî bikûjin. Lê dema ku ew çû û ji post Box mala xwe ew paket derxist, paket peqiya û piþtî çend seatan I’fet þehîd bû. Ez wê demê di girtîgeha Bexdayê de bûm.

Li ser kesayetiya I’fetê dikarim bêjim ku ew xwedî kesayetiyek taybet bû. Di çaxê zarokatiyê de jî dema ku li xwîndingehê bû hemû hevalên wê jêre hurmetek taybetî digirtin. Keçeke netirs, metîn û hertim bi awayekî vekirî û bi cesaret dîtinên xwe beyan dikirin. Dema em li Mihabadê bûn, mala me pir mezin bû û bi þev ji tirsa ecine û nizanim tiþtên wiha de herkes ditirsiya, lê I’fet ji tiþtên wiha neditirsiya. Di nîva þevê de li hemû kuncên mala me ya mezin da digeriya. Li her derê hurmeta kesên derdorê ji xwe re çêdikir. Bi giþtî mîna ku Ewropî dibêjin insanek kersmatîk bû. Armanca Komara Islamîya Îranê kuþtina Emîr Qazî bû, çimkî mîna ku Sûhêyilê jî got, I’fetê karê siyasî nedikir. Lê dîsan jî dûr niye ku dewleta Îranê ji ber neyartiya ku ji kevin de bi malbata me re heye, ew bombe ji bo kuþtina I’fetê jî danîbin.

 

_ Zaten dema ku rejîma Pehlewî çû, komara Islamî jî weke wan neyartiya xwe bi malbata Pêþewa Qazî Mihemed re domand...

Elî Qazî: Belê, ew hema hatin ser desthilatdariyê û hemû malbatên me ji Mihabadê dûr xistin û birin bo rojhilatê Îranê. Heta niha jî izinê nadin ku ez vegerim Kurdistanê. Çimkî ez niha jî pir dixwazim vegerim Kurdistanê û li Mihabadê bijîm, lê mixabin ew nahêlin ku ez vegerim ser warê bav û kalên xwe û di nava gelê xwe de bijîm. Ji bo vî karî min heya niha gelek jî hewlên mezin dane, lê hê jî çênebûye. Heta çendîn þexsiyetên Ewropî ji min re dibêjin em razîne ku bi tere bên û li Îranê agehdarê te bîn ku dewlet belayekê bi serê te neyîne. Herwiha wan hemû erd, xanî û tiþtên min yên din bi zor zevit kirine û hêþta jî li me venegerandine. Mesela erdê zanistgeha Mihabadê min pêþkêþî dewletê kiriye. Biryar wa bû ku navê Zankoyê bikin“ Zankoya Qazî Mihemed“, lê wê demê jî wan ev pêþniyara me nepejirandin. Heta roja îro jî ew ji navê Qazî Mihemed ditirsin. Di çaxê dewleta þahê Îranê de jî min dibistanek ku ji hemû xwîndingehên bajarê Mihabadê mezintir bû ji bo zarokên Kurd da çêkirin. Wê demê navê dibistanê „ Dibistana Elî Qazî“ bû, lê niha navê wê gûherandine û kirine dibistana Mistefa Çemran. Xelkê bajar hê jî bi navê wê yê kevin dinasin.

Elbete teror û reþkûjî karekî sereke yê komara islamîya Îranê bû. Destê wan bi xwîna dehan hizar kes ji gelê Kurdistanê bi xwîne û ev kar hêþta jî berdewame. Bi hizaran kes li Îran û bi taybetî jî li Kurdistanê û ji ber Kurdbûnê bêguneh hatin kuþtin.

 

_ Ger zehmet nebe hinek jî li ser xwîþkên xwe yên din( Munîr, Fewziye, nemir Perwîn, Sûhêyil û Meryem) dîtina xwe bibêje.

Elî Qazî: Niha tenê çar xwîþkên min saxin. Munîr xanim li Mihabadê ye û mijûlî jiyana xwe ya malbatîye. Munîr xêzan(jin)a Fetah Xanê kurê Mihemed Husên xanê Seyfî Qazî ye ku di çaxê komara Kurdistanê de wezîrê þer bû. Munîr niha ji hemû xwîþkên min mezintire.

Piþtî I’smetê xwîþka min Fewziye ji xwîþkên din bêtir di karê siyasî de çalak bû û endama navendiya HDK bû. Niha êdî ji ber sedemên tendursitîyê mijûlî jiyana xwe ye û çalakiyên siyasî nake.

Sûhêyil jî ku niha li ba me rûniþtiye demeke dirêje ku li Almaniya dijî. Elbete mezitirîn xizmeta Sûhêyilê jî ewe ku sê kurên pir bi þexsiyet(dûr ji bavê wan) mezin kirine û bi rindî li ser torekirina wan sekiniye. Ev di halekî de ye ku her sê kurên Sûhêyilê bi ked û zehmeta wê mezin bûne û herçend dûrî Kurdistanê jî mezin bûne, lê him Kurdperwerin û him jî gelek bi taybetmendiyên gelê xwe ve girêdayîne. Ew niha her sê jî li ser piyên xwe sekinîne û ez bi xwarzayên wiha îftixarê dikim.

Meryem jî li Bexdayê ye û jineke gelek xêrxwaze. Li Silêmaniyê Meryemê mizgeftek bi navê Mizgefta Qazî Mihemed durist kiriye. Meryem gelek bi rewþenbîrên Kurd re di têkeliyê de ye li Bexdayê. Elbete sifeta xêrxwazî û Kurdayetiyê bi hemû xwîþkên min re hebûye û hê jî heye. Dema ku Kurdên rojhilatê Kurdistanê ji destê dewleta Îranê çûn Iraqê Meryem û mêrê wê kak Serdar Caf gelek hevkariya wan kirin ku bên dervey welat û ji destê wê jiyana nexweþ rizgar bibin.

Perwîn mixabin canemerg bû û zû ji nava me çû. Jineke mêhreban û pir bi rindî li ser torekirina zarokên xwe disekinî.

 

_ Sûhêyil xanim tu dixwazî li ser xwîþkên xwe tiþtekî bêjî?

Sûhêyil Qazî: Belê piþtî ku dewleta þahê Îranê têkçû, li Kurdistanê her sê xwîþkên min Munîr, Fewziye û Perwîn bibûn endamên HDK û gelek jî aktîv bûn û kar dikirin. Herçend hinek kesan wê demê astengî li ber çalakiyên xwîþkên min û birayê min çêkirin. Heta birayê min hat girtin ku heya roja îro jî em nizanin sedemên wê çine.!!

Mixabin ew partiya ku damezrînerê wê bavê me bû, piþtî têkçûna komara Kurdistan derheqa malbata me de gelek caran pirsgirêk çêkirin.

Lê xelkê Mihabadê hurmeta malbata me û birayê me baþ dizanin. Di çaxê þerê Kurdan bi dewleta Iraqê re(1961-75) wexta ku penaberên Kurd ji baþûrê Kurdistanê ber bi rojhilatê Kurdistanê hatin, li hemû Mihabadê tenê birayê min bû ku pêwîstiyên cih û jiyana wan debar kirin. Herçend birayê min wê demê nexwest ku navê wî eþkera bibe an jî xwe nîþan bide, lê gelê Kurd sax e û qenciyên wî ji bîra naken. Elbete ev jî nîþana mutewazî bûna bîrayê me bû ku armanca wî tenê xizmeta gel bû ne tiþtekî din. Dilsozîya ji bo gelê belengaz û derbiderê Kurd di wê zivistana sar de bû sedem ku bi sedan kes ji mieinê rizgar bibin. Yanî birayê me hê jî li ser rêya babê me dimeþe ku heta canê xwe jî fîdayê doza Kurdistanê kir. Elbete em naxwazîn minnetê li ser serê gelê xwe bikin, lê li hemberî van helwestên Kurdane û dilsoziya ji bo HDK me ji aliyê rêxistinên siyasî ve bersiveke baþ nestandiye. Li peþberî me rê nevekirine belkî asteng çêkirine.

 

_ Bo 58mîn salroja damezrandina komara Kurdistanê mesaja we ji bo gelê Kurd?

Sûhêyil Qazî: Her wexta ku ev roja pîroz tê, ez wa dizanim ku careke din têm dinyayê. Ew roj di dîroka Kurdistanê de rojeke gelek mezin û li tevaya gelê Kurdistanê pîroz be. Hîvîdarim ku gelê Kurd li ser wan armancên muqedes ber bi pêþve biçe û biser bikeve.

 

_ Birêz Elî Qazî piþtî sala 1979an helwesta dewleta Îranê li hemberî malbata we çawa bû?

Elî Qazî: Mixabin tenê dujiminên doza Kurdistanê neyartiya me nekirine, belkî hinek ji wan kesên ku rêberatiya hereketa Kurdî girtine destê xwe, em ji xwe re mîna reqîb hesibandine. Ev di halekî de ye dema ku desthilatdarî ket destê alîgirên Xomêyinî, waliyê Urmiyê ji Xomêyinî re nameyek nivîsadiye û jê pirsiye ku:“ Helwesta me li hemberî pirsgirêga Kurd çawa be li Kurdistana Îranê?“ Xomêyinî jî wiha bersiva wan dide:“ Hûn bi çi awayî nehêlin tikes ji malbata Qazî Mihemed bi ser rêberatiya bizava Kurdî de bibin berpirs. Eger ew karekî wiha biken, em qet nikarîn pêþberî vê hereketê bigirin. Sedem jî ewe ku vê malbatê di nava dilê civaka Kurdistanê de rîþe û rehên(rîþalên) xwe çandine. Tenê bila xebata we li ser vê hindê be ku kesek ji malbata Qazî Mihemed rêbertiya hereketa Kurdî negire destê xwe, eger ew karekî wiha neken, wê demê em dikarîn pirsgirêkê çareser bikin.“

Mixabin hinek ji rêberên ku karek di destê wan de hebûye, hertim xwestine ku bi îtihamên hîç û vala navê min di nava gelê Kurd de xerab bidin nîþan dan û nehêlin ez bêm nava dilê xebata Kurdayetiyê. Elbete min jî qet nexwestiye bi darê zorê xwe bêxim nava kar û berpirsyartiya bizavek siyasî. Ji min re mezintirîn îftixar ew e ku heya niha bi rêya min an jî bi destê min heta ji difna mirovekî Kurd jî dilopek xwînê nehatiye rijandin.

Sala 1980an dema ku ez vegeriyam Kurdistanê û min hêzek jî pêkanî, min dikarî bi herkesî re þer bikem û gelek kesan jî bikûjim ji bo ku cihê xwe li wira vebikem û li wira bimînim. Lê birastî min qet nexwest karekî wiha bikem. Yanî dema ku HDK.Îran hat û mîna kurê Pêþewa Qazî Mihemed pêþniyara hevkariyê bi min re kirin û gotin cihê te di nava vê bizavê deye, min pejirand. Lê ew niyeta wan di gel min da niyeteke xirab bû. Min bi dilxweþî û peymana ku di navbera me de çêbibû, silahên xwe teslîmî wan kirin, lê piþtre wan dan îlankirin ku me Elî Qazî û hêzên wî dorpêç kirine û wî xwe teslîmî me kiriye. Wan ez xistime girtîgehê û piþtre jî gotin ku divê tu ji Kurdistanê dûr bikevî. Yanî wan ez sirgûn kirim. Wan hebûna min ji xwe re tirs û xeter dihesibandin. Ev jî ji ber wê hindê bû ku gelê Kurd hurmetek taybetî ji min re digirtin û endamên malbata me bi giþtî di nava gelê Kurd de xoþtivî bûne. Mixabin wan wesyeta Xomêynî jî bi bê encamdana karekî ku dewleta Îranê bike, cî bi cî kirin. Min qet nexwestiye ji bo rêberatî û berpirsyartiyê reqabetê bi kesî re bikem, belkî armanca min ya herî mezin xizmetkirina gelê Kurd bûye. Lê mîna ku min got jî ger min bixwesta min jî dikarî weke gelek kesan bi kûþtin û zorê rêbertiya xwe bi ser serê gelê Kurd de ferz bikem û partiyekê jî organîze bikem. Mezintirîn îftixara min jî ewe ku di çaxê 8-9 meh girtina di girtîgeha HDK.Îranê de û beriya wê jî min xisar neda tikesî, herçend min bixwe gelek zirar û xisar dît û ez bi serbilindî derketim derve.

 

_ Dîtina te li ser rojên komara Kurdistan yên dawiyê?

Elî Qazî: Di çarçova 2ê Rêbendan da min dixwest li ser xaleke girîng biaxivim. Birastî hinek rastî di derbarê komara Kurdistanê de hene ku rastiya wan bi duristî nayê gotin. Wexta ku Yekîtiya Sovyetê artêþa xwe ji Îranê derxist, ji dewleta Azerbayican û Kurdistanê re got ku êdî divê hûn bixwe pirsgirêka xwe bi dewleta navendiya Îranê re çareser biken. Qewam elseltene jî ku wê demê serokwezîrê Îranê bû dixwest di çarçova wan hevdîtinên ku di navbera wan û her du komarên Kurdistan û Azerbayicanê de hebûn, çareseriyekê ji bo pirsgirêka Kurd û Azeriyan jî bibîne. Ji bona wê jî di navbera her du komar û dewleta Îranê de gelek hevdîtin hebûn. Mîrza Mistefa Sûltaniyan demeke dirêj mîna nûnerê komara Kurdistanê li Tehranê bû û dixwest pirsgirêka Kurd bi awayekî bi dewleta navendiya Îranê re çareser bike. Piþtre berdevkê Qewam elseltene (Muzefer Fîroz) hat bo Tewrêzê û li wira bi berpirsyarên dewleta Azerbayicanê re rûniþt û peymanek nivîsandinin. (Min piþtre Muzefer Fîroz li Parîsê dît û wî behsa van bûyeran ji min re kir). Di wê peymannamê de tê diyarkirin ku divê „Meclîsa Îyaletî û Wilayetî“ bê pêkanîn û Dr. Cawîd yê bibe serokê meclisê û Þebisterî jî yê bibe serokê encûmena Wilayetî. Di vê biryarnamê de tê gotin ku Kurd mîna kêmnetewekê ye di nava Azerbayicanê de bin û mafê wan heye heya çar salan bi zimanê xwe yê zikmakî (mîna kêm netewên Asûrî, Yehûdî û Ermenî) bixwînin. Ev bû sedem ku Pêþewa Qazî Mihemed gelek bi dijwarî li dijî vê biryarê bisekine û ji wan re da xuyanîkirin her mafê ku ji Azeriyan re tê dayîn, divê ji Kurdan re jî bê dayîn û cudatî çênebe. Êca ji bo gehiþtina bi vê meramê Pêþewa bixwe rabû çû Tehranû û çendîn rûniþtin bi Qewam elseltene re çêkirin. Di dawiyê de ew gehiþtin wê encamê ku li Kurdistanê jî Meclîsa Îyaletî û Wilayetî (mîna ku li Azerbayicanê tê çêkirin), bê çêkirin û nemir Mihemed Hûsên xanê Sêyfî Qazî jî bibe serokê encûmena Îyaletî û Mihemed Emîn Moînî jî bibe bi serokê encûmena Wilayetî.

Beriya ku artêþa Îranê veger Kurdistanê, bavê min li mizgefta Ebbas Axa( li Mihabadê) bi gel re þiwirî ka çi biken. Yanî cîvîneke gelek mezin ku bi hizaran kes têde beþdar bûn û raste rast bi gelê Kurd re axivî. Wê rojê bavê min ji xelkê re wiha got:“ Du rê li pêþberî me hene: an divê em wê peymannama bi Îranê re hatî girêdan, bipejirînîn an jî ji þerê bi dewleta Îranê re xwe amade bikeyin.“ Wê rojê ji xeynî sê kesan( Salar Cewanmed Qazî ku kurê Qazî Fetah bû û yên din jî Seyîd Pîre bû ku serokê beldiya Kurdistanê bû û navê yên din jî nayê bîra min) gel bi temamî li ser wê biryarê bûn ku þer neyê kirin. Dema bavê min wiha dît, ji wan re got:“ dema hûn wiha qirarê bidin, ez jî biryara we dipejirînim“. Yanî hemû tiþtek bi awayekî demokratîk ji gel dihat pirsîn. Li ser vê bingehê bû ku þer nehat kirin. Lê nemir Pêþewa Qazî Mihemed jî pir bi baþî dizanî ku dewleta Îranê gotina xwe nayîne cî. Herwiha li ser vê rastiyê jî agehdar bû ku ew divê berpirsyartiya îlankirina komara Kurdistan, bilindkirina ala Kurdistanê, derxistina artêþa Îranê ji Kurdistanê û þerê bi wan re û bi dehan karên din li ser xwe bipejirîne û bersivê bide dewleta Îranê. Ev jî dizanî ku ger mîna Cefer Pîþewerî bireve û xelkê bajarê Mihabadê bi tenê bihêle, gelek kesên bêguneh yê bên kuþtin. Ew di wê baweriyê de bû ku ger bireve gel yê jêre bêjin tu mirovekî tirsinok û te ti berpirsyartî negirtin ser milên xwe û tenê di fikra malbata xwe de bû û em bi tenê di nava lepên dujimin de hiþtin. Ev dûrbîniya Pêþewa jî 100% rast derket, çimkî li komara Azerbayicanê serok û birêveberên komarê tev reviyan û çûne Soveytistanê. Ew valabûna ku bi çûyîna wan çêbû, bû sedem ku bi dehan hizar kes di nava kuçe û kulanên Tewrêzê de bên kûþtin.

Ev fîdakariya Qazî Mihemed bû sedem ku gel neyê kûþtin û tenê bixwe û çend kesên din bên þehîdkirin ku navê wan di dîrokê de heye. Min dixwest tenê vê rastiyê bêjim ku wî çaxî jî gel xwedî biryar bû û wan gotin ku em þer naxwazin û þer nakin. Gotina vê xalê min pir bi pêwîst zanî ku bê gotin.

Çimkî heta roja îro jî ti Kurdek nehatiye dîroka komara Kurdistanê binivîse û li ser vê bûyera dîrokî lêkolîneke berfireh çêbike. Ji ber ku îro dema em dinêrin li Îranê gelek dokument û sened hene ku li ber destin. Gel dikare bi azadî wan belgeyann li cihekî ku jêre „navenda esnadên Îranê“ tê gotin, bibînin û bixwînin. Li wira wesyetnameya Pêþewa Qazî Mihemed heye ku ji du parên siyasî û malbatî pêk tê.

Ji bona wê jî pêwîste gelê Kurd vê rastiyê qet ji bîra neke ku Qazî Mihemed canê xwe kire fîdayê serbilindiya gelê xwe û ne millet kire qûrbana xwe. Ev xaleke pir girînge û divê neyê ji bîrkirin. Yanî Qazî Mihemed di nihayeta zanyarî û agehdarîya ji qedera xwe ya piþtî têkçûna komara Kurdistanê bi wê sonda ku roja îlankirina komarê li hemberî gel xwaribû, wefadar ma.

 

_ Mesaja te ya ji vê roja pîroz û dîrokî?

Elî Qazî: Îro doza gelê Kurd di pêvajoyek pir girîng da derbas dibe û Kurd rolekî gelek hessas dilîzin. Derfetek gelek girîng û zêrîn ji bo gelê Kurd hatiye pêþ ku heya niha di dîroka gelê Kurdistanê de Kurdan xwe li hemberî babetekî wiha girîng de nedîtine. Yanî tenê pêngavek maye gelê Kurd bigehe armanca dêrîna xwe ku ew jî xuyakirina mafê qedera wan e ku bixwe biryarê li ser bidin û bibin xwedî kiyanek serbixwe. Çavê me tevan bi hîvî li baþûrê Kurdistanê ye. Elbete 99% gelê Kurd dawa serxwebûnê dikin. Ez di wê baweriyê de me ku awata kek Mesûd Barzanî û Mam Celal Talbanî jî ev xweziya mezine û ji daxwazên gelê Kurd jî bi rindî agehdarin. Lê rewþa siyasî wiha dixwaze ku di roja îro de em bixebitin carê li baþûrê Kurdistanê dewleteke fediral çêbibe û di Îraqeke fediral de Kurd û Ereb bi hevre bijîn. Ji bona wê jî pir bi pêwîst dizanim ku di zûtirîn wext da ev du hêzên sereke bi hevre bibin yek hêz û bi zimanekî bi hêzên hevpeyman û karbidestên dewleta paþeroja Îraqê re di têkiliyan de bin û kar û barê welatê xwe birêve bibin. Ez di wê baweriyê de me ku ev awat(xwezî)ya Pêþewa Qazî Mihemed jî bûye ku gelê Kurd rojekê bigehin armanên xwe yên dêrîn ku ew jî azadiya Kurdistanê ye. Kurd gelekî bi esalet û di cîhanê de kêm netewe hebûne ku mîna Kurdan ji bo bi destxistina mafên xwe xebatê biken û qûrbaniyan pêþkêþî serxwebûna xwe bikin. Sedan hizar û belkî jî bi milyonan Kurd di vê rê de hatine þehîdkirin û welatê me jî hatiye wêrankirin, lê milletê Kurd hertim li berxwedaye û hê jî li ser daxwazên xwe yên dîrokî bi îsrarin.

Ez li ser vê hindê pir bi bawerîme ku ger gelê Kurd yek be, her daxwazeke ku hebe dikare bi dest xîne û bigehije hemû daxwazên xwe. Îmana min bi vî karî pir heye. Bi ya min Amirîka ku di roja îro de mezintirîn û bi hêztirîn dewleta cîhanê ye, xwedî pîlanek be ji bo paþeroja Kurdan, belkî ev Kurdin ku divê ji xwe re pilan û paþeroja xwe xuyabiken. Tikes nîne ku bê pirsgirêka me Kurdan çareser biken, ji xeynî me Kuran.

 

 

D. Wezîr û karbidestên kabîneya Komara Kurdistan:

_ Hacî Babe Þêx:

Serokwezîrê komara Kurdistan bû. Mirovekî bi temenê xwe mezin bû. Hertim ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi pêþwa re dikete nava þêwirê. Rehmeta Xûdê lê be mirovekî baþ bû...

 

_ Mihemed Husên Sêyfî Qazî:

Wezîrê cengê(þer) û parastina dewleta Kurdistanê û hevkarê pêþewa Qazî Mihemed bû. Kurê apê Qazî bû, ye’inî pismamê hev bûn, ew bi pêþewa re hat þehîd kirin...

 

_ Mîrza Kerîm Ehmediyan:

Wezîrê post û telegraf bû. Li ser taybetmendiyên wî yên exlaqî û wefdariya wî ji bo pirsgirêka Kurd gelek tiþtên balkêþ tên gotin. Ew kurê meta Mîna Qazî bû.

 

_ Se’îd Xanî Homayon:

Kurê xwîþika Qazî Mihemmed e. Niha sax e û li Mihabadê ye, mirovekî gelek mezin û bi hurmet e. Di çaxê serokkomariyê de acodanê(berdevik) pêþeway bû. Mîna yadigarekî komara Kurdistan hevpeyvîna min yê pêre bê weþandin.

 

_ E’lî Rêyhanî:

Wî beriya mirina xwe gotibû dema ez mirim, min di bin piyên Qazî Mihemed de veþêrin. Li ser jiyana wî agahiyên me kêmin.

 

_ Sedîq Heyderî:

Ew wezîrê piropagandeyê bû. Mirovekî pir bi dîsplîn bû. Di nava gel de li ser wefadariya wî ya ji bo þehîdên komara Kurdistanê pir gotinên balkêþ hene. Berî mirinê bi wesiyet gotibû hevalên xwe:“Ez we bi Xûdê didime sondê ku eger ez mirim pîçek ji axa merqedê Pêþewa Qazî Mihemmed helgirin û birêjine nava gora min.“

Sedîq Heyderî li sala 1992’an çû ber dilovaniya Xûdê.

 

_ Hacî Ebdulrehman Îlxanî Zadeh:

Ew wezîrê tegbîr(þiwir û meþweret)ê bû.

 

_ Wehab Bilûryan:

Xelkê Sablaxê ye û birayê Xenî Bilûryan e ku niha li Elmanya ye. Xenî Bilûryan ji aliyê dewleta Þahê gor bi gorê Îranê ve, 25 salan hat girtin û di girtîgehê de bû. Piþtî ewqas salan, þoreþa Îranê bû sebeb ku bê azad kirin. Xenî Bilûryan nimûneya herî baþ a berxwedana mirovekî Kurd bû û roja hat berdan bi deh hizaran kesan li Kurdistanê pêþwaziyek germ li wî kirin. Piþtî azadbûnê ji zulma dewleta Îranê reviya û çû Elmaniya. Bi wateyek din ew û çend hevalên xwe ji Dr. Qasimlo cuda bûn û piþtre neçar ma ku ji Kurdistanê dûr bikeve. Mirovekî bi îman û pir bi bawer e. Qet xwe nefirot e rejîma Þahenþahî û heya dawiyê li berxweda.

 

_ Mihemed Emîn Mû’înî:

Wezîrê hundirîn(navxwe- daxile) bû.

 

_ Ehmed Êlahî:

Wezîrê aborîyê bû, demek e ku wefat kiriye.

 

_ XElîl Xosrewî:

Wezîrê kar bû û niha saxe û li Emrîka dijî.

 

_ Hacî Mistefa Dawudî:

Wezîrê bazirganîyê bû. Ew jî ji malbateke bi hurmet û ji bajarê Mihabadê bû. Wefat kiriye.