Jiyana
hunermenda canemerg Merziye Rezazî:
30
Sal Rêya Dijwar: Ji Pêþmergatîyê Heya Stranbêjîyê
Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Xeber
gelek kurt bû:“ Merziye Rezazî jî xatir ji jiyanê xwest.!!!“.
![]() |
Xeberek wisa nexweþ di demjimêr 11.00ê sibeha roja yekþemê(18.09Rezber.05) da mejiyê min qifil kir. Gêj û heyran, min nedizanî çi bêjim û çi bikim. Dil nedixwest xeberekî wiha xemgîn bawer bikim, lê dema ku mamosta Necmeddîn Xûlamî(hevkar û hevalê Nasir û Merziyê yê salên dûr û dirêj) bi rêya telefonê got:“ Kakegiyan malman xera bû, Merziyeþ çû…“ êdî xebera reþ zû li her derê belav bû. Careke din gotina bav û kalan ket bîra min ku dibêjin:“ Mirin ji guhê mirov jî nêzîktir e.“ |
| Sal 1998 bû. Merziye ji bo piþtgîriya xebata siyasiya Kurdên bakurê Kurdistanê hatibû akademiya Kurdî li bajarê Nuess(Almaniya). Cara yekê min ew li wira dît. Bi rûxweþî û keneke sirûþtî bersiva pirsên min da. Herçend demeke gelek kêm bû ku me hev naskiribû, lê wê wisa bi germî dan û standin bi me tevan re çêkir ku min hiss kir qey ev deh sale ez ji nêzve wê nas dikim. Cesaret û êþqeke mezin di çavên wê da diyar bû. Xuyabû ku hêvîyên wê pir û xwe ji rêvîngiya rêyeke dûr û dirêj re amade kiribû. Rêya ku têda armancên pîroz pir bûn. | ![]() |
![]() |
Xweþsuhbetiya Merziyê nedihiþt ku mirov dîwana wê biterkîne. Dema ku min jê pirsî: Tu çawa bûy hunermend û di rojhilatê da kê cesaretek wiha da te?..., wisa xuyabû ku min xemeke giran bi bîra wê aniye. Li min nêrî û wiha got:“ Ger tu bizanî ez heya vira çawa hatime, belkî bawer nekî…, lê min di çend qadan da þer kir. Adet û orfên civaka feodalîzimê tenê dixwestin ez di mitfaqê da bimînim. Serê xwe bilind nekim. Mêrsalarî, rewiþtên paþdemayî di nava me Kurdan da û ji hemû derdekî nexweþtir bi çavekî sivik li jinê nêrîn, û… tevan gelek ez êþandim. Heya min bi civaka mêrsalarî da pejirandin ku ez jî dikarim mîna jinekê di civakê da xwedî rolekî pozîtîv bim, sal derbas bûn. Gelek nexweþî hatin rêya min, ger ji tere bêjim bi rojek û du rojan bi dawî nabin qûrban…“ |
Biografî
Bi qasî 30 salan ji karê Pêþmerergatiyê heya stranbêjiyê Merziye li ser rêyeke dûr û dirêj meþiya.
![]() |
Merziye Rezazî(Ferîqî) di 18ê. 05 Gulana sala 1958an da li bajarê Merîwanê(Rojhilatê Kurdistanê) di nava malbateke hejar da hat dinê. Malbata wan bi esilê xwe ji bajarê Sine ne. Hê zarok bû ku deng û awazên xweþ(çi Kurdî an jî Farsî) mîna mêqnatîsekî bihêz ew ber bi xwe ve dikiþandin. 8-9 salî bû ku di dibistanê da bi Farsî stranên hunermendên Îranî yên navdar dixwîndin. Ji lîstik û þanoyê jî pir hez dikir. Ji ber wê jî di nava mamosta û hevalên xwe da keçeke xoþtivî bû. Çi minasibetên cejin û þahêyên ku di dibistanê da çêdibûn, Merziye têda beþdar bû. Dema zanî ku Fetane Welîdî bi zimanê wê yê zikmakî distire, stranên wê ezber kirin û xwîndin. Lê dema ku mezin bû û dengê wê kemilî, êdî di nava malbatê da jî kesî qebûl nedikir ku ew bistire. Ew li ser wan salan wiha dibêje:” Carekê xalê min ez xistim nava tenûra nanpatinê, kêm mabû ku ez ji germa bifetisim. Çimkî him cih teng bû û him jî xuliya hundirî tenûrê hê germ bû. Rojek berî wê nan têda hatibû patin. Sedem jî ew bû ku wê rojê min di dibistanê da bi dengekî bilind stran gotibûn. Xalê min ez ceza kirim û ji min xwest ku êdî nestirim...., hingî min zanî ku rejîmên dagîrker çi bi serê me anîne û çawa em di nava feqîriya çandî da dorpêç kirine...” |
| Salên desthilatdariya Mihemed Riza þahê Pehlewî rojhilatê Kurdistanê ketibû ber þilqên siyaseta serkût û asîmîlasyonê. Dema ku Merziye bi çavekî vekirî li derdora xwe nêrî, zanî ku dewleta desthilatdar ziman, çand û edebiyata Kurdî li her derê qedexe kiriye. Ji ber wê jî êdî bi zimanê Farsî nestirî û giraniya xwe da guhdarkirina stranên radioyaya Bexdayê. Li wira bû ku êdî Meryem Xan, Nesrîn Þêrwan, Eyþe Þan û Gulbihar jî bi rêya deng û stranên wan nas kirin. Ew têhinîya wê hindê bû ku li ser jiyana jinên Kurd yên stranbêj infarmationan kom bike û wêneyên wan jî bibîne. | ![]() |
![]() |
Min carekê jê pirsî:” Merziye xanim di nava Kurdên
me yên Soranî da çima jinên stranbêj kêmin?...”. Wê bi
axînekê ku hizar kul û kovan têda xuyabûn, wiha got:” Ev
pirs an jî êþ ji temenê ciwaniyê riha min xistiye nava þikencê.
Wijdana min jî gelek nerihete. Heya niha min bixwe jî sedhizar
caran ji xwe pirskiriye ka gelo çima li bakurê Kurdistanê
zêdetir ji 70 salaye ku jinên stranbêj hebûne, lê di nava me
da kesî tiþtekî wiha ji xwe re nekiriye kar? Lê di bersiva
pirsa te da tenê dikarim vê bêjim ku kevneþopîyên civakî,
ferhenga serdest ya dagirkerên Kurdistanê, siyaseta neyarên me
û negehiþtina Kurda di qada jiyana sosyal da, nehiþtiye ku jin
di vê qadê da liyaqeta xwe nîþan bidin. Lê ez soz didim ku di
vê rêda heya dawiyê bimeþim û berhemên dîrokî biafirînim.
Ezê vê valahiyê tejî bikim...” Ji ber van nêrînên wê ye ku mirov dikare bêje: Merziye di rojhilatê Kurdistanê da yekemîn jina Kurd bû ku huner û strangotin ji xwe re kiribû karekî sereke. Herçend beriya Merziyê gelek jinên mîna Menîc Heyran, Gîtî Bêhiþtî, Þehîn Talbanî, Îran xanim Mocered, Fetane Welîdî û çend kesên din jî hebûn ku dengê xwe gehandibûn guhê xelkê, lê zû ji qada hunerê derketibûn û kesî nedizanî li kûne û çima rêya xwe nedomandin!. |
Merziyê ji zarokatiyê destpêkir. Evîna hunerê mîna agirekî êþqa wê gortir kir û weke tiþtekî cewherdar kete nava xwîna wê. Dema ku bû ciwan, doza Kurdistanê jî naskir û zû pêhesiya ku rejîma Pehlewî dijberên azadiya bîr û rayên Kurdayetiyê ye. Çalakiyên xwe yên siyasî destpêkirin. Xwîndina xwe ya destpêk û navendî li bajarê Merîwanê bi dawî anî. Li Sine xwîndina xwe ya di warê hînkariyê da bi dawî anî. Bû mamostaya dersbêjiyê û di gundên herêma jiyana xwe de dest bi dersgotinê kir. Di nava civaka gundiyan da bêtir bi kurahiya êþ û elemên Kurda hesiya. Ji ber wê jî þev û roj dixebitî ku sewiya xwîndinê di nava zarokên Kurda da bibe serî. Ji keç û jinên Kurd re behsa rolê jinê dikir. Dixwest wan ji rewþa rastîna jiyanê aghedar bike, lê derdên giran ne yek û hiza bûn....
![]() |
|
Êdî mîna keçeke þoreþger ji aliyê dost û dujiminan ve Merziye navekî naskirî bû. Sala 1978an demeke kurt ji aliyê beþa parastina rejîmê ve hat girtin û ji ber çalakiyên siyasî mafê mamostatiyê jê hat standin.
| Wê û Nasir hêlîneke germ ji xwe re durist kiribûn. Êdî bi Nasir re hizr û ramanên wê yên siyasî û hunerî bêtir ji berê biþkivîn. Li Sine û bajarên din yên Kurdistanê wan komeke hunerî damezrandin û xwestin bi stranên xwe yên siyasî pileya rewþenbîriyê di nava gel da bilind bikin: N. Rezazî, Necmeddîn Xûlamî, Merziye Rezazî û çend hevalên din li dora hev kombûn û dest bi karê kolectîv kirin. | ![]() |
Huner û Siyaset Di Nava Çiyayên Kurdistanê Da
Sala 1980an rejîma Xûmêynî piþtî ku cihê piyê xwe peyt kir, kete serkûtkirina þoreþgêrên Kurd. Nasir pêþmergê Komeley Þoreþgêrî Zehmetkêþanî Kurdistanî Îran(Komel)ê bû. Ber bi çiya meþiya, lê Merziye di nava bajar û gundan da mijûlî dersbêjiyê bû.
![]() |
Dujmin zû bi kar û çalakiyên wê jî hesiya. Êdî li gor zagûnên komara îslamî mafê jinê yê strangotinê jî tunebû. Ev di rewþekê da bû ku Merziyê him xebata siyasî dikir û him dixwest di cîhana hunerê da jî þiyanên xwe bide xuyanîkirin. Neçar ew jî ber bi çiyayên Kurdistanê çû û çeka pêþmergatiyê da milê xwe. Di jiyana pêþmergatiyê da Merziye him dayik, him hunermend û him jî þoreþgereke bi pirensîp bû. Di nava þer û þoreþê da ew bûn xwediyê keç û kurekî bi navên Dilniya û Mardîn. Wan hemûyan li çiyayên Kurdistanê xwestin ku qeb-qeba deng û awazên xwe bigehînin her dera Kurdistanê. Wan bi hevre di nava çiya û newalên Kurdistanê da komek bi navê Korî Bangewaz damezrandin. Di nava “Korî Bangewaz” da gelek stran û marþên millî tomar kirin û bi rêya radioyê bi xelkê dan bihîstin. Êdî ti pêþmerge nebû ku hemû rojê bi stranên wan zêdetir ji rojên berê hez li welatê xwe neke. |
Cara yekê ku dengê Merziye li her derê belav bû, ew hê
li çiyê û pêþmerge bû. Marþa bi navê “ Silaw bo Pêþmerge”
bi dengê Merziyê li herdera Kurdistanê belav bû:
Silawî germî dilî pir hûmêdî met pêþkêþ
Pilingî herdî wilat ey hevalî Pêþmerge
Le dewrî dest û tifengit gerêm ke rojî xebat
Le astî helmetî tîjit çi agirê berge
Ewêste tuy le þewî tar momî helgîrsaw
Le nêw dilî þewezenga weku girêk rasaw
Ke ratþekanduwe ala be destî xarawit
Degey le kosp û bowaran be hestî parawit
Silawî germî dilî pir hûmêdî met pêþkêþ
Pilingî herdî wilat ey hevalî Pêþmerge
![]() |
Merziye di rojhilatê Kurdistanê da yekemîn jina Kurd e ku marþ an jî sirûda bi navê (Silaw bo Pêþmerge) tomar kiriye. Piþtî wê stranên:” Giyanekem be asmanî þîn( ku straneke mamosta Ezîz Þarox e û Merziyê bi hinek gûherandinên ku di helbesta wê da çêkirine, ew xistiye qalibê marþeke þoreþgerî), Maçî Xudayî û Payîz” tev stranên serdema pêþmergayetiyê ne ku bi îmkanên herî kêm di çaxê þoreþgeriyê da xwindibûn. |
Jiyana Li Ewropa
Sal derbas bûn. Êdî ji ber nebûna îmkanên hunerî
li çiya û þaxên Kurdistanê, Merziye û Nasir sala 1985an dest ji
karê Pêþmergatiyê berdidin û mîna penaber hatin welatê Siwêdê.
Li Ewropa Merziye xebitî ku bi awayekî profesyonal
dest bi kar û xebata xwe ya hunerî bike. Lê zarokê malê yê biçûk(Kardo)
bû sedem ku ew çend salên din jî bêçalakî bimîne. Sala 1994an bi
mamosta Nasir Rezazî re Cdyeke hevpar belav kirin ku bi germî ji aliyê
muzîkhezên Kurd ve hat pêþwazîkirin. Piþtre geþteke hunerî li
Amirîka, Ustraliya û piraniya welatên Ewropa dan destpêkirin. Bi vî
awayî Merziyê di huner û evîna xwe ya ji strana Kurd re pêngaveke
din ber bi pêþve avêt. Dema Med TV dest bi weþanê kir, deng û dîmenên
Merziyê û Nasir li her çar perçên Kurdistanê belav bûn.
| Li rex karê huner, Merziye ji bo mafê jinan û zarokan jî xebat dida meþandin. Wê xwe ji partî û rêxistinên Kurdistanê dûr nedixit. Bîr û ramanên Merziyê Kurdistanî bûn. Di hemû civînên ku li ser mafên jinan dihatin çêkirin, Merziye amade bû. Ew li welatê Swêdê endama komela parastina mafê zarokan bû. Herwiha di Parlmana Kurdistanê û Kongra netweyî da jî endam bû. | ![]() |
Mamosta Nasir Rezazî ku ji xeynî hunermendîyê nivîskar
û rewþenbîrekî hêjaye jî, hertim ji Merziyê dawa dikir ku di kar
û hunera xwe da hemû perçên Kurdistana mezin û diyalêktên zimanê
Kurdî li ber çav bigire. Ji ber wê jî Merziyê stranên xwe ji hemû
zaravan zimanê Kurdî hildibijartin. Demekê li Medya Tv bernameyek bi
navê Jîlemo ku li ser pirsgirêk û parastina mafên jinan bû,
pêþkêþ dikir. Di merasimên taybetî û þahîyên netewî da li kêleka
Gulistan Perwer û Beser Þahîn bi awayekî herî hêja bername
pêþkêþ dikirin. Ew her sê xanimên hunermend mîna sefîrên çand
û her sê zaravên zimanê Kurdî, bibûn sembola hevgirtina netewî li
her çar parçên Kurdistanê. Merziye di þînkirina fikreke wiha da
xwedî rolekî gelek bi bandor bû.
Taybetmendiyeke din ya herî berçav û balkêþ ew bû
ku Merziye Rezazî jineke rexnegir bû. Pir bixwe bawer bû û di nava
sedhizar kesan da axaftina xwe dikir. Ji kesî neditirsî û þerm
nedikir ku di nava hizar mêran da rabe ser piyan û bi dengekî bilind
biaxive. Hertim ji bo serketina mirovan karê wê teþwîqkirin bû. Ken
û heza Merziyê çaxê ku digot:” Qûrbanî tu....” qet li
ber çava naçe. Dema diaxivî bihîstina dengê wê dengê dayikên
Kurd bi bîra mirov dianî. Çimkî jineke xêrxwaz bû û ji pêþkevftina
mirovan hez dikir. Armanca wê ya herî mezin ew bû ku rojekê
Kurdistaneke serbixwe bibîne. Ji ber wê jî berî du salan wê û
Nasir biryar dan ku vegerin Kurdistana azad û li Silêmaniyê bi cîhwar
bûn. Wê dixwest di nava gelê xwe da be û di warekî da xizmeta wan
bike.
Em Kurd îro xwedî xemeke giranin. Me dengekî xwe yê
herî bilind ji dest da. Projên Merziyê di nîva rê da man. Ew di rêvîngiya
xwe da negehiþt qûnaxa dawiyê.
Belê Merziye can di dawiyê da tenê dibêjim: Rêya te
ya jiyanê çi zû û çiqas bi awayekî tirajîk bi dawî bû!! çima?
Ma qey hêvîyên te kêm bûn?...
Xweziya qedera jiyana mirova wiha bi hêsanî bi dawî
nebûya...
20.09.05
Almaniya
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org