Bila qedera Sedam Husênê dîktator ji hemû dîktatoran re bibe şîret û îbret...

                    Kakşar OREMAR

                    navdarenkurd@hotmail.com

·                    Roja çarşembê 9ê Aprîlê(09.04.2003) di dîroka cîhanê de bi giştî û di dîroka Îraq û Kurdistanê de bi taybetî, rojeke ku qet ji bîr naçe.

·                    Çiqas xweş û girîng bûn ew demên ku li navenda Bexdayê heykela cinayetkarê Bexdayê an jî nîşan û sembola dawiyê ya desthilatdariya xwînrêjê herî navdarê Rojhilata Navîn, di demjimêr 17.57´an de(bi wextê Ewropa), sernixûn bû.  

·                    Hemû dîktatorên cîhanê ji Nêron, Çengîz, Hîtlêr, Stalîn û Mosolonî bigire heya Kemal Ataturk, Mihemed Riza Pehlewî û Sedam Husên, xwediyê exlaqekî siyasî û taybetmendiyên wekhev in. Lê Sedam di jiyana sîyasîya xwe de hinek karên dûr ji exlaqê mirovanetiyê kirin, ku bû serokekî dev bi xwîn di nava malbata hemû dîktatorên cîhanê de.

·                    Cîhana sîyasetê û bi taybetî jî welatên Ewropî û Amrîka di van 25 salên derbas bûyî de ji ber protokolên aborî û berjewendiyên xwe, çavê xwe ji hemû cinayet û kiryarên hovane yên Sedam Husên girtin. Di şerê Îran û Îraqê de hemû Ewropa û Emrîka bi hemû îmkanên xwe, hevkariya Sedam kirin. Dema ku hêzên Îranê yên leşkerî hêzên Îraqê ji Xuzistanê derxistin, Sedam zû pêhesiya ku di hisab û pîvanên xwe de xeletiyên mezin kirine. Lê zexta raya giştî û berxwedana gelê Îraqê ya li dijî Îranê, bû sedem ku Xumêynî fincana jehrê vexû û Îran neçar ma ku peymana 598 ya UN bipejirîne. Sedam ji ber sedemên jor di şerê bi Îranê re xwe mîna wê hindê ku di şer de pîroz bûye, dihesiband.

·                    Lê ev ne dawiya çîroka dîktatorekî nexweş bû ku hemû Îraq milk û samanê xwe û malbata xwe dihesiband. Ew mîna marekî çend serî, tenê di fikra wê hindê de bû ku çawa desthilatdariya xwe ya hovane biparêze. Ji bona wê jî bêtirs hemû dijberên xwe dikuştin.

·                     Şaşiyên Sedam yên siyasî ne yek û du-du bûn:

·                    Çêkirina silahên tevkujiyê(kîmiyayî), li ber çavnegirtina zagûnên UNê,  bikaranîna siyaseta çewt ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li başûrê Kurdistanê, dewama bêsînora asîmîlasiyon û  Erebîkirina herêmên kurdnişîn bi taybetî li Kerkûkê, hêrişa li ser Îranê ku bi awayekî xiyalî digo:" em roja sê-sêya li Tehranê ne...", jenûsîda Helbçe û ji hemûyan girîngtir hêriş û dagirkirina welatê Kuwêtê, tev bûn sedem û cîhan bi vê rastiyê hesandin ku ya herî baş ew e, ku şerê vî dîktatorê xwînrêj ji serê gelên cîhanê bi dawî bînin. Nemaze piştî bûyera hovane di 11 Septambirê de ku lîstikek bi tirs bû bi qedera jiyana hemû mirovên rû erdê.

·                    Ti cihê gomanê nîne ku Sedam û rejîma paşverûya komara îslamiya Îranê, bi pere û hemû îmkanên xwe, bi salan e hevkariya kom û komikên terorîstî û misilimanên fenatîk dikin. Ev di rewşekê de ye ku gelên van welatan ji hemû mafên xwe yên siyasî - çandî bêpar in û rewşa debara jiyana wan jî her roj ku diçe ber bi xêza sor ve hildikişe.

·                    Piraniya gelên Rojhilata Navîn bi taybetî ewên di welatên Îran, Îraq, Sûriye, Îran, Erebistana Seûdî de, û...hwd li ser zêrê reş û kanên din jêrerd dimeşin, lê di piyên wan de pêlav(sul) tune ne!!.

·                    Bi vî awayî em dibînin, ku gelek kartên serkeftinê di destê Sedam de hebûn, lê wî ne bi hêza xwe ya leşkerî rehim kir û ne jî dev ji ehmeqkarîyên xwe yên bêsînor kişandin. Herwiha hemû dewlemendiyên binerd û sererd ên welatê Îraqê xercî pîlanên xwe yên xiyalî û dûr ji menitiqa îlimê siyasetê kirin.

·                    Heya dawiya salên 1980an Sedam jî mîna hemû dîkatorên din bû, lê piştî ku silahên kîmyaî li dijî netewa Kurd li Helebçe û herêma Behdînan bikar anîn û di şerê li dijî Îranê de jî çi qîmet neda zagûn û qirarên konvasiyona Jêno û UNê, êdî Sedam bû dîktatorê dîktatorên hemû cîhanê. Bi dagirkirina welatê Kuwêtê êdî ji UN û hêzên serdest li cîhanê xuya bû, ku zêdegaviyên Sedam ti sînoran ji xwe re nasnakin.

·                    Sedam û Beeisîyên xwînrêj, talanker, qesab û hov mîna rovîyên hîlebaz hatin, mîna gur û çeqelekên dev bi xwîn hikumet kirin û mîna marên tirsinok bi yekcarrî wenda bûn.

·                    Êca çûyina Sedam di paşerojeke nêzîk de yê desthilatdariya Îran û welatên din yên herêmê jî bilerzîne. Çimkî:

·                    Bi salan e, ku li Îranê tenê (wilayeta mutleqa Feqîh) desthilatdar e. An jî ya baş ew e, ku bêjim: Meleyên ku tenê karê wan nivîsandina niviştok û giryandina pîrejinan bû, mîna dîktatoran îradeya hemû gelên Îranê xistine destê xwe. Kêmnetewên millî û olî hê jî li Îranê xwediyê ti mafên xwe yên ku hinekî bêhna demokrasiyê ji wan bê, nînin. Qetilamên ku Sadiq Xelxalî û Mela Husêyinê li Kurdistanê çêkirin, hê ji ji bîra gelê Kurd neçûne. Cihada Xumêynî ya di 19.08.1979an de hê jî di bîra Kurdan de maye ku bi fermana wî qesabên mîna Sadiq Xelxalî bi hizaran keç û xortên Kurdan li Urmiyê, Mihabad, Sine, Kirmaşan, Îlam, Bane û hwd... bê mehkeme gulebaran kirin. Hê jî hemû raya cîhanê dizane, ku terorîstên komara îslamî bi hezaran kes ji şoreşger û siyasetvanên Kurd û Faris li dervey sinorên xwe teror kirin.

·                    Herwiha sedema herî sereke ku di roja îro de hê jî şer û xwînrêjandineke germ di navbera Israîlî û Filistîniyan de berdewam e, piştgîriya Îranê ya diravî û çekdarî ji Hemasê ye. Ev di rewşekê de ye ku hemû partî û rêxistinên siyasî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di halê sirgunê de dijîn û tenê hizba (Cimhuriya Îslamî) di Îranê de azad e.

·                    Daxwaza herî mezin ya gelên Îranê ji şoreşa sala 1979an ew bû, ku di hemû Îranê de e´daleteke civakî û azadîyên bîr û ramanê çêbin. Lê komeke taybetî şoreş ji rêya wê ya rastîn derxistin û ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bikar anîn. Di çend hilbijartinên derbasbûyî de gelên Îranê bi awayekî eşkere ji Xaminêyî û Refsencanî re dane diyarkirin ku êdî ew ji qirar û zagûnên wan yên vala, westiyane. Di hilbijartina herî dawiyê li (09.11.1381 şemsî) jî bersivek dan Xatemîyê ku ti soz û qirarên xwe heta roja îro jî bi cih neanîne.

·                    Yanî bi giştî hemû netewên Îranê desthilatdariyeke nû dixwazin.

·                    Di rewşeke wiha de ji bo ku qedera Sedam Husên neyê serê desthilatdarên Îranê, tenê yek rê heye:

·                    Ger ew bi mentiq bin, bila bi refrandomekê desthilatdariyê bispêrine dest gel û bixwe jî hêdî ji sehneya siyasetê derkevin. Ger wiha nebe, di etmosfêra siyaseta îro de baweriya gel piştî têkçûna rejîmên Taliban û Beesîyên Îraqê bi hêza Amerîka mîna wê baweriyê ye ya ku misilmanekî bawermend heye û di rêya îmana bi Xwedê de, xwe dişewitîne. Ger ew roj bê (ku gelek jî nêzîk e), gelên Îranê yê toleyên xwînîn ji cinayetkaarên komara îslamîya Îranê bistînin.

·                    Di her du welatên Tirkiyê û Sûriyê de jî mixabin di vê serdema ku ti rastiyek nayê veşartin, hê jî hebûna Kurd û Kurdistanê tê înkar kirin. Gelo ma ew ji vir û pêde yê bikarîbin vê siyaseta şovênîstî bidomînin?!.

·                    Dewletên Erebî û birêveberên wan di bin siya perê nefta xwe de, bi salan e, ku xwe xwediyê îradeya gelên xwe dihesibînin. Ji bona wê jî gel ji aliyê siyasî û ferhengî pir paşde maye. Ji bona wê jî mirov dikare bêje, rêberên civaka Ereb tev mîna Sedam Husên dîktator in. Bi awayekî ku xwe xwediyê canê gel jî dihesibînin!!.

·                    Peyker an jî heykelên Sedam yên hesinîn ku perê wan ji xwîna dilê gelên Îraqê ye, dawiyê rastî wê qedera heykelên Stalîn li Moskova, Mihemed Riza Pehlewî li Tehran û Çaûçêskoyê xwînrêj hatin. Heykelên ku gel ne ji ber xwesteka dilê xwe durist kiribûn. Dîktator tenê dixwazin bi duristkirina van heykelên hesinîn hêza xwe ya fanî nîşanî dinê bidin.

·                    Ketina wan heykelan derseke dîrokî ye, ku mixabin dîktator di çaxê hêz û desthilatdariya xwe de ji bîr dikin.

·                    Rastî ev e ku desthilatdariya generalekî Amerîkayî yê gelek mirovanetir be ji hikumeta Beesî û Talibanên paşverû.

·                    Hikumetên Tirkiye, Îran, Sûriye, Erebistana Seûdî û...hwd, dereng an zû bi van mêtodên xwe yên nemirovane ku li ser dimeşin, yê rojekê bi hêz û îrada gel bilerizin. Desthilatdariya van dewletên han lerzinok e. Çimkî ji piştgîriya gel bêpar in. Ev dersên dîrokî li Kerkûk(dilê Kurdistanê), Mûsil, Xaneqîn û bajarên din dubare û çendbare bûn.

·                    Bi wê hêviyê ku rojekê cinayetkar û dîktatorên dijberên aştî û xweşiya jiyana gelan li hemû cîhanê binbir bibin.

·                    Gelo ma yê ew roj bê ku hemû dîktator û xwînrêj di dadgehên edaleta netewan de bên mehkeme kirin an jî qedera dîktatorên çûyî yê ji siyasetmedarên paşerojê re bibe pend û îbiret?! 

·                       10.03.003 Almaniya