Kîjan duriste: Komara Mehabad an komara Kurdistan?!

 

 

Kakþar Oremar, kasher_oremar@yahoo.de

 

 

Çirayekî ronîye ser rêya dîroka me ya têkoþana siyasî komara Kurdistan û ramanên Pêþewa Qazî Mihemed in.

Salên dûr û dirêj e ku di medya Kurdî da li ser komara sala 1946an li rojhelatê Kurdistanê, babetên cûr bi cûr tên weþandin, xwendin û nivîsandin. Mixabin heya niha jî ji ber berjewendîyên siyasî ji aliyê partiyên sîyasî li Kurdistanê xwîndin an jî lêkolîneke baþ ji bo nasnadina vê bûyerê ku wek girîngtirîn bûyera sedsala derbasbûy di dîroka siyasîya Kurdistanê da hatiye binav kirin, nehatiye çêkirin.

Li gor belge, nivîs û dokumentên ku li ber destê me hene, ez dikarim bêjim ku komarek bi navê „komara Mehabad“ tunebûye, belkî navê dewletê „komara Kurdistan“bûye. Sedem çine gelo:

1.    Çend roje ku ez rûpelên rojnama „Kurdistan“ ya sala 1946an li Mehabadê hildidem. Rojname organa fêrmiya HDK(Hizbî Demokratî Kurdistan) e. HDK heman „komeleye Jiyanewey Kurd (J.K)“ e ku xwedî bernameke dewlemend bû bo serxwebûna Kurdistana mezin. Ji hejmara 8 heya 19an (sala yekem) bi awayekî eþkera di rûpelên rojnama „Kurdistan“ ê da gelek nivîsên balkêþ li ser cejin an jî roja îlankirina komarê hatine amadekirin. Xala herî balkêþ nûçeya li jêr navê: “ Cejinî êstqlalî Kurdistan“ e ku di rojnamê da hatiye weþandin. „Êstqlal“ tê wateya „serxwebûn“ ê. Û navê bajarekê jî nikare bibe navê dewleteke serbixwe.

2.    Hinek foto jî hene ku yên wan salên dîrokî ne. Fotoyek heye ku tabluyê wezareta çandê ye û wiha li ser hatiye nivîsandin: Dewletî Cemhurî Kurdistan- wezaretî Ferheng“.

3.    Li naveroka axaftina Pêþewa Qazî binêrin ku roja îlankirina komara Kurdistanê li qada Çiwar Çira li pêþberî hezaran kesan kiribû: “ Kurd ji kevin de xwediyê hezaran paþa û desthilatdar û rêxistinên xwe yên millî bûne…“ û di dewama axaftina xwe da behsa mîr û lîderên Kurd yên berê dike ka çawa ji bo serxwebûna Kurdistanê canê xwe fîda kirine û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji armanceke wiha ra þer kirin e. Ew li ser erdnigariya axa Kurdistanê diaxive û navên weke: Emîr Seyfeddîn, Sarim Beg, Þêx Heyder, Emîr Beg, Emîr Paþa, Qûbadxan, Þêx Ûbeydulah û Simkoyê Þikak careke din di hafiza guhdarên xwe da zindî dike.

4.    Dawiya rojên temenê Pêþewa an jî dîmenê dadgeha leþkerî ya ku ew û hevalên xwe têda hatin dadgeh kirin, di belgeyên artêþa dewleta Îranê da hê jî mane. Tawaneke herî mezin ku ew Pêþewa pê tawanbar diken, eve:“ we serxwebûna Kurdistanê ragehandiye“. Gelo ma belge ji vê rontir heye ku di dadgeheke leþkerî da û ji aliyê dijminekî dagîrker ve li dijî komara Kurdistanê tê kirin?. Ev tawana herî dawiyê bû û bes bû daku Îranî serokkomar Qazî Mihemed pê îdam biken.

5.    Li wesiyetnamya Qazî Mihemed, belgeyên xweparastina Pêþewa û tawanên ku ew pê mehkeme kirine, temaþa biken. Bi vêra ez bawerim ku rastîyên komareke serbixwe û ramanên Pêþewa Qazî Mihemed yên Kurdistanî yê baþtir ji we re eþkere bibin.

6.    Wêneyekî Pêþewa Qazî heye ku di deftera wî ya kar û xebatê da hatiye kiþandin. Li piþta serê wî xerîta Kurdistana mezin tê dîtîn. Wêne ji aliyê Archibald Roosevelt (1) ve hatiye kiþandin. Herwiha nemir Seîdxan Homayon defterdarê Pêþewa Qazî Mihemed di hevpeyvîna ku min pêr çêkiriye, wiha dibêje: ”... xatreyekê ku pir li ser bîr û hestên min bandoreke taybetî danî û niha jî hê li ber çavên min e, eve: Di rêvîngî (sefer) yekê da ez di xizmeta Pêþewa Qazî û cenabê Hacî Baba þêx ya ji bo bakurê Kurdistana azad ( bo Urmiye, Selmas, Xoy û Mako) de çûbûm û di dirêjahiya hemû wan bajar û gundan da ji aliyê gel û rûniþtvanên wan bajar û gundan ve, pêþwaziyek gerim û bi tên ji serokkomarê Kurd û hevalên wî, hat kirin.

Dema ku em ji bajarê Xoyê ber bi Selmas û ji aliyê din jî ber bi Mako ve diçûn, ji dûr ve çiyayê serbilindê Agirî (Ararat) bi mêzera(21) spî ya befirê derket beriya çavên me, Pêþewa Qazî Mihemed bi dilekî tejî êhsas  du caran wiha kerim kir: " Silav li te ey Agirî, silav li te ey Agirî".

Di wan dem û çaxan de hestên Pêþewayê mezinê Kurd ji dîtina Agirî û silav lêkirina li vî çiyayê navdar, bi eþkerahî bîr û baweriyên Pêþewa Qazî bi dîroka Kurd û daxwaza rewa ji bo standina maf û azadiya xwe û ji bo Îhsan Nurî û ew þehîdên ku di serhildana Agirî da, rolê xwe yê dîrokî lîstbûn û xwîna xwe ya paqij kirin fîdayê azadîya netewa Kurd, hîvî û xweziyên Pêþewa bo azadîya hemû Kurdistan û gelê Kurd, têda dihat dîtin.”

7.    „KDP“ a piþtî têkçûna komara Kurdistan ku xwe wek mîratgirê komara sala 1946an dizane, gelek cara di edbiyata xwe ya siyasî da behsa „dewletî xodmuxtarî (otonomî) Mehabad“ û carna jî „dewletî xudmoxtaraî (otonomî) Kurdistan“ dike(!!?). lê gere em ji bîr neken ku „dewleta otonom“ hingî pêk tê ku dewleteke navendî li welat hebe û xwedî otorîte be, lê di çaxê komara Kurdistan da em ti þûnewarekî  ji hêz û saziyên hikumeta navendîya Îranê li herêmê nabînin. Nizanim sedema vê zulma mezin û dîrokî çiye? Aya rêberên HDK di bin zexta hizba Tudeh da xwe neçar dîtine ku heqareteke wiha mezin bi têkoþana lîderên weke Qazî Mihemed biken? Ma arþîv, wezîr û endamên serdema komara Kurdistanê tev ji holê rabibûn an jî miribûn gelo?

8.    Piþtî têkçûna komara Kurdistan ji aliyê hinek rêxistinên siyasî ve carna jî komar wiha tê pênase kirin: “ Komara Kurdistan li Mehabad “(!!), Gelo ma mumkine ku navê bajarekî li ser hikumeteke serbixwe bê danîn?. Qey bikarên wiha vala ewê bikarîbin xwe li ber dilê dijminê netewe û axa xwe þirîn biken?

9.    ji sala 1977an HDK navê Îranê jî li ser pênasa rêxistina xwe zêde kir. „HDK“  ku komara Kurdistan pêkanîbû, ji niþkave bû HDK. Îran(!!) Wan bi hemû þêweyan rastiyên manîfestoya HDK salên 1945- 46an înkar kirin. Bi ji nûve çapkirina rojnama Kurdistan li sala 2007an li Silêmaniyê, ew siyaseta wan ya çewt an jî siyaseta oportonîstî eþkera bû. KDP.Iran di kongira xwe ya 13an da tê û peyva „Otonomî“ datîne aliyekê û behsa federalîsmê dike. Lê federalîzma ku ji kongira 13an û pêda KDP.Iran li ser diaxive û di bernama xwe da bi cih kiriye jî xwedî naverokeke eþkere nîne.

Li gor min: Medya Kurdî, lêkolînvan, nivîskar û partiyên siyasî li Kurdistanê divê bi van belge û dokumentan êdî bigehin wê qenaetê ku navê komarê“ Komara Kurdistan“  bûye ne „Komara Mehabad“. Bila êdî zulmê li rêbaza Pêþewa Qazî û armancên wî yên pîroz neken.

Çimkî Pêþewa û hevalên xwe serê xwe netewandin, belkî bi serbilindî komar wenda kirin. Yanî durist berevajî komara Azerbayicanê ku bi hezaran kes têda hatin kuþtin, lê li Mehabadê tiþtekî wiha çênebû. Roja 31ê Adara sala 1947an her sê rêber þehîd bûn, lê bi dengekî bilind wiha qêriyan:“Em di mirinê da jî serbilindin“

Elbete ji dokumentasiyonkirina wê dîrokê tejî qehremanî û nejbîrbûyî ra, pêwîste fondeke mezin bê çêkirin. Werin em ji berê bêtir û zêdetir biha û qîmeta dîroka xwe bizanin.

1.    Archibald Bulloch Roosevelt (April 9, 1894October 13, 1979), yek ji wan kesan bû ku di çaxê komara Kurdistanê da hate Mehabadê û li hinek herêmên din yên rojhelatê Kurdistanê geriya. Wî pirtûkek bi navê: “ Heza hînbûnê “ nivîsandiye ku li jêr navê“ Þoqê amuxten“ bi zimanê Farsî jî hatiye wergerandin.

 

25. 01. 2009(Belçîka - Denderleeuw)

  

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org