59MÎN SALROJA DAMEZRANDINA KOMARA KURDISTAN PÎROZ BE

 

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

Roja 22. çileya sala 1946an li rojhilatê Kurdistanê di meydana Çiwar Çira ya bajarê Mehabadê da bi merasimeke taybetî komara Kurdistan ji aliyê Pêþewa Qazî Mihemed ve hat îlan kirin. Di wê roja pîroz da zêdetir ji 20000 kes beþdar bibûn û ji parçên din yên Kurdistanê jî Kurd tevlî pîrozbayî bibûn. Pêþewa Qazî Mihemed piþtî ku bi dûr û dirêjî li ser dîroka Kurdistanê axivî, bi denegkî bilind wiha got:  

 
‘’ Emin be Xuda, be kelamî ezîmî Xuda, be nîþtiman, be þerafetî millî Kurd, be alay muqedesî Kurdistan siwênd dexûm ke ta axir henasey giyanim û rijandinî axirîn qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtinî serbexweyî w berzkirdinewey alay Kurdistan da, têbikûþim û nisbet be cimuhrî Kurdistan û yekitî gelî Kurd û Azerbayicanê, mutî’î û wefdar bimênim.’’  
(’’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi niþtiman, bi þerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyê, bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê Kurd û Azerbayicanê, muti’i û wefadar biminim.’’)  

Piþtre endamên kabîneya wezîrên dewletê bi vî þêweyî hatin diyar kirin:

1. Hacî Babe Þêx: Serokwezîr

2. Mihemed Husên Xanî Sêyfî Qazî: Wezîrê Ceng û parastin û hevkarê serokkomar.

3. Sidîq Heyderî: Wezîrê propagande û ragehandinê.

4. Menaf Kerîmî: Wezîrê Perwerde û hînkariyê.

5. Mihemed Emîn Mo’înî: wezîrê karê hundurîn (Wezîr navxwe).

6. Seyîd Mihemed Eyyûbyan: Wezîrê Tendurustiyê

7. Ehmed Îlahî: Wezîrê Aborî(Êkonomî).

8. Xelîl Xusrewî: Wezîrê Kar

9. Kerîm Ehmedyan: Wezîrê post û têlêgiraf

10. Hacî Mistefa Dawûdî: Wezîrê Bazirganiyê

11. Mela Husên Mecdî: Wezîrê dadperweriyê

12. Mihemed Welîzade: Wezîrê kiþtûkal(çandiniyê).

13. Hacî Ebdulrehman Îlxanîzade: Wezîrê Tegbîr û meþweret pêkirinê

14. Îsmaîl Îlxanîzade: Wezîrê rê û ban.

Di yek sal temenê pirbarê komara Kurdistanê da rewþa aborî û civakiya gelê herêmê hêdî-hêdî rengê guherandinê bi xwe ve didît.

Bi taybetî jî di warê ragehandin û weþandina rojname, kovar û pirtûkan de, xwîndin û nivîsandina bi zimanê Kurdî, rewþa jinan û bilindkirina pileya rewþenbiriya gel, gavên mezin hatin avêtin.

Bi çêbûna komara Kurdistanê re dagirker û welatên din yên cîhanê bi vê rastiyê hesiyan ku Kurd jî dikarin xwedî dewletek serbixwe bin. Di wan 333 rojan da Kurdan liyaqeta xwe îdarekirina welatê xwe ji hemû cîhanê re dan îspatkirin.  

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org