Ji
bo bîranîna girîngtirîn bûyera sedsala 20’an di dîroka azadîxwaziya gelê
Kurdistanê de:
Komara
Demokratîka Kurdistan ji kûr heya kûderê?
Kakþar Oremar
Pêkhatina herdu komarên Kurdistan û Azerbayicanê di çaxê þerê cîhanê yê duyemîn de derfetek zêrîn û dîrokî afirand, ku di Rojhilata Navîn de jî kilîla deriyê demokrasî û wekheviyê li dergehê Kurdistanê bikeve destê Kurdan. Pêkhatina komara demokratîka Kurdistan dikarî vê rastyê bi awayekî erênî bi hemû gelên cîhanê bide selmandin, lê dîktator û dijminên azadiyê û berjewendperestan nexwestin, ku temenê vê buhêþta Rojhilata Navîn zêde bidome. Herçend Kurdan di yanzde(11) mehên desthilatdariya xwe de, ev rastî bi awayekî pir pêþveçûyî bi dewletên dagîrkerên Kurdistanê û gelên din yên cîhanê dan îspatkirin, lê hêzên mezin ev dergûþa rihetî û demokrasiyê zû wêrankirin. Wan dizanî, ku ger wiha karê dewleta Kurdan bidome, yê ji hemû gelên azadîxwaz di Rojhilata Navîn de bibe qada xebata li dijberî kedxwariyê.
Di dîroka hemû netewan de hinek bûyer û rojên dîrokî hene, ku ticarî nayên ji bîrkirin. Di sedsala derbasbûyî de gelek netewe, hoz(qebîle) û komên civakî yên biçûk ala xwe ya dewletbûnê bilind kirin. Gelê Kurd jî ji bo ku ala xwe ya rengîn wek neteweyeke serbixwe û azad li ser erdê bav û kalên xwe – Kurdistanê - bilind bike, pir carî xebitî, ku vê xewina xwe ya dîrokî bîne cî. Lê mixabin herçend di vê riyê de Kurdan bihayekî pir giran jî pêþkêþ kirine, heya niha bi ser neketine. Salekê beriya pêkhatina Komara Demokratîk a Kurdistanê, anku sala 1945’an di cîhanê de tenê navê 54 dewletên serbixwe wek endamên UN’ê dihatin dîtin, lê di roja îro de nêzî 200 dewletên serbixwe endamên UN’yê ne. Kurd mezintirîn neteweyê rû erdê ne, ku hên jî nebûne xwedî dewleteke serbixwe. Lê ger bo demek kurt be jî, sala 1946’an Kurd 11 mehan bûn xwedî dewleteke serbixwe, ku bêguman ger heya roja îro dewam bikira yê yek ji dewletên herî demokratîk li rû cîhanê bibûya. Mixabin di roja îro de dewletên ku welatê Kurdan bi zordarî dagîrkirine, ji bo xatirê daxwazên herî kêm kur û keçên Kurdan dikujin û welatê Kurdan bi hêsanî wêran dikin û diþewitînin. Sala 1946’an ji 125000 kîlometrên çar goþe (125000 km²) axa rojhilatê Kurdistanê, tenê parek ji axa wilayeta Urmiyê, ket bin desthilatdariya Kurdan û Kurdan dewleta xwe ya azad damezrandin. Rojhilatê Kurdistanê ji pênc wilayetên Urmiye, Sine, Kirmaþan, Îlam û Loristanê pêktê, ku ji aliyê sirûþtî û kanên bin erd ve mîna perçên din yên Kurdistanê gelek bedew û dewlemend e. Piþtî ku di 25’ê Auta sala 1941’an dewletên yekgirtî, ku li dijî faþîzima Hîtler û hevalbendên wî þer dikirin, hatin Iranê û Iran jî ji herdu aliyên baþûr û bakur dagîrkirin, rejîma Riza þahê Pehlewî bi vê bûyerê weke befira serê biharê li Kurdistanê wenda bû û gelê Kurd ji destê zordariya selteneta Pehlewî nefeseke rihet kiþand. Wek helbestvanê millî Hejar dibêje:
Piþtî
wê artêþa sor ya Yekîtiya Soveyetê hat Iranê û li bakurê rojhilatê
Kurdistanê cîgir bû. Dewleta
Soviyetistanê li bihara sala 1942’an dema serhildan
û bizava siyasî ya Kurdên Urmiyê bêtir bi vê rastiyê hesiya, ku di nava
Kurdan de hêzeke mezin a neteweyî û millî heye û Kurdistan berevajî gelek
herêmên din yên Iranê herêmek e, ku hêzek veþartî ji bo þoreþê têde
heye. Wan xwestin, ku di nava êl û eþîretên Kurdan de hevgirtinekê pêkbînin
û kesek bibe nûnerê hemû Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ku ji aliyê olî
û hurmeta civakî ve di nava Kurdan de xwedî rolekî pozîtîv be. Nûnerên
Kurd çend caran bo komara Azerbayicanê hatin vexwendin. Piþtî van hevdîtinên
dirêj, bi pêþniyara komîserên siyasî û efserên Soviyetî Pêþewa Qazî
Mihemed, ji ber ku him kesayetiyek olî-siyasî û him jî rewþenbîrekî
agehdarî rewþa Kurdistan û cîhanê bû, wek nûnerê bizava Kurdên rojhilatê
Kurdistanê hat hilbijartin.
Wek
tê zanîn, Mihabad navendeke çandî, siyasî û bizava neteweyî di rojhilatê
Kurdistanê
de tê hesibandin. Ez dixwazim, ger bi zimanekî sade be jî, çîroka pêkhatina
vê bûyera dîrokî, ku di nava gelê Kurd de mîna efsaneyekê tê bi bîranîn,
beyan bikim.
Þahiya
damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê:
Rojeke
geþ û dîrokî !
Mihabad
an jî Madabad, navenda herêma Mûkriyan e. Herêma Mûkriyan û navenda wê
bajarê Mihabadê herçend di coxrafiya Kurdistanê de cihekî biçûk bin jî,
lê di dergûþa xwe ya kevnare de gelek qehreman û kesayetiyên mezin
perwerandine. Mihabad ji ber gelek bûyerên siyasî, ferhengî û mêjûyî di
dîroka serhildan û azadixwaziya netewa Kurd de xwedî cihekî taybetî ye. Bi
taybet di warê xebata ramyarî de gelê herêma Mûkriyan xwedî kedeke dîrokî
ne. Zivistana sala 1946’an e. Ev zêdetir ji mehekê ye, ku karbidestên HDK
(Hizbî Dimokratî Kurdistan) bi hevkariya tevaya gelê herêmê ji bo karekî dîrokî
mijûlî amadekariyên berfireh in. Ji Makoyê, Xoy, Selmas û Urmiyê bigire
heya Seqiz, Bane, Sine, Kirmaþan û Îlamê Kurd bûne mêvanên bajarê
Mihabadê. Ji bona wê jî þêniyê (nifosa) bajar di van çend rojên derbasbûyî
de pir zêde bûye û malên hemû xelkê Mihabadê di van rojan de xwedî mêvan
in. Heya roja îro xelkê bajarê Mihabadê evqas mêvan di nava xwe de nedîtine.
Di
roja 26’ê Kanuna duyan ya sala 1946’an de ala Kurdistanê bi merasimeke tejî
heyecan li navenda bajarê Mihabadê hat bilindkirin. Ji kêfa rûdana vê bûyerê,
gelek kesan hêsir barandin û ji dilxweþiyan nedizanîn çi bikin!. Îro 22’ê
Çileya sala 1946’an e. Herçend zivistan e û hewa sar e jî, lê tava rojê,
germî û bedewiya vê roja pîroz zêdetir kiriye. Reng û rûyê bajar hatiye
guherandin û di rûyê herkesî de ken û þadî tê dîtin. Ji zarokên heft
salî bigire heya kalên heftê salî tev dizanin, ku îro yê tiþtekî girîng
di Kurdistanê
de biqewime. Gel hêdî-hêdî li her dera bajar ber bi meydana Çiwar Çira(1)
ve dimeþe.
Li
her dera bajêr alên Kurdistanê tên ditin û hatine hildan(bilind kirin). Ala
Kurdistanê bi sê rengên kesk, spî û sor, ku bi gula genim û þûrekî li
ser, di nîvekê de hatiye çêkirin, bala herkesî dikiþîne ser xwe. Herkes
bi awayekî rengên alê, gula genim û þûrê li ser ala Kurdistanê ji xwe re
þirove dike. Aþtîxwaziya neteweya Kurd, dewlemendî û bedewiya xaka
Kurdistanê û þervanî, mêrxasî û niþtimanperweriya Kurdan di nîþan û
rengên ala wan de dihatin
dîtin.
Bi
hezaran kes di qada Çiwar Çira de li benda destpêkirina merasima þahiyê ne.
Di vê dema çaveraniya gel de, pêþewayê mezin Qazî Mihemed hêdî-hêdî
ber bi cihê xwe yê taybet ve dimeþe. Li dora wî gelek kesayetiyên navdar pêre
dimeþin: Nemir Mela Mistefa Barzanî, Hacî Baba Þêx, Qedrîbegê Diyarbekirî,
helbestvanên millî Hêmin û Hejar Mûkriyanî, Sidiq Heyderî, Menaf Kerîmî,
Seyîdxan Humayon, Mihemed Husênxan Sêyfî Qazî û gelek kesayetiyên nasandî
li herêma Mûkriyan û hemû serokêl û eþîretên Kurd tev bi þahiyeke bêdawî
û bi hurmeteke mezin rû bi rûyê gelê xwe disekinin. Derdora bilindahiya ku
ji bo axaftin û sekinandina pêþewa Qazî Mihemed, hatiye duristkirin, bi ala
sê reng a Kurdistanê hatiye xemilandin.
Pêþewayê
Kurd, bi wî rûyê xwe yê noranî, bi ken û tewazu’eke bênimûne diçe ser
bilindahiyê û piþtî ku bi dûr û dirêji li ser coxrafiya û dîroka
Kurdistan û mezlumiyeta gelê Kurd di hemû pêvajoyên dîrokê de diaxive, bi
dengekî bilind û bi hissek tejî hest û evîn wiha dibêje:
’’Em
in be Xuda, be kelamî ezîmî Xuda, be nîþtiman, be þerafetî millî Kurd,
be alay muqedesî Kurdistan siwênd dexûm, ke ta axir henasey giyanim û rijandinî
axirîn qetrey xiwênim, be giyan û be mal le rêy ragirtinî serbexweyî w
berzkirdinewey alay Kurdistan da, têbikoþim û nisbet be cimuhrî Kurdistan û
yekitî gelî Kurd û Azerbayicanê, mutî’î û wefdar bimênim.’’(2) Piþtre
Pêþewa li ser dîroka Kurdistanê, dewlemendiya çanda Kurdan û yekbûna ax
û welatê Kurdan, ku bi darê zorê hatiye perçekirin, hukimdariya mîr û
malbatên Kurd di herêmên cur bi curên Kurdistanê de, fîdakarî û canfîdayiya
Kurdan ji bo bi destxistina serxwebûn û azadiya Kurdistanê, siyaseta çewt a
dewleta navendî ya Iranê ji bo sazkirina dubendiyan di navbera êl û eþîretên
Kurd de, ku bi rihetî bikarîbin hukmidariya xwe li ser axa Kurdan bidomînin,
û hwd... bi dirêjî ji bo gel axivî. Herwiha wî behsa kar û xebata xwe û
partiya xwe(HDK) ya çend salan di Kurdistanê de jî kir.
Di
tona dengê Pêþewa Qazî Mihemed de bawerî, evîn û paqijî tê bihîstin.
Dengê wî yê bi selabet û þahiya ku di rûyê wî de tê ditin, hêsiran ji
çavên gelek kesan tînin xwarê. Pîrejineke 70 salî bi kelegirî dibêje:’’
O! xweþ! Nemirim û min dewleta Kurdistanê ji dît. Ax û hezar car ax, ku kurê
min þehîd bû û ev roja muqedes nedît, xweziya kurê min niha sax bûya, lê
ew jî þehîdê vê dozê bû û xwîna wî vala neçû.’
’Piþtî
wê Mihemed Husênxanî Sêyfî Qazî diçe ser dikê û Qazî Mihemed weke
serokkomarê Kurdistanê bi gel dide nasandin. Çepik û hawara dengê þahiya
gel digehije esmanan. Ji nava dengê þahiya gel ken, girî û tilîlî tên bihîstin.
Merasim tê domandin û kesayetiyên Kurd heryek bi awayekî rêk û pêk
derdikevin cihê xwe yê taybet û gotarên xwe ji ber vê roja dîrokî dixwînin.
Di
axiftina hemû kesên ku di wê roja dîrokî de axivîn, wefadarî bo
serokkomarê Kurdistan, hissa yekîtî û biratiyê ya hemû Kurdan dihat bihîstin.
Di dîroka Kurdistanê de herçend beriya vê bûyera pîroz komara Ararat bi
serokatiya Îhsan Nûrî Paþa li Agiriyê(bakurê Kurdistan) û komara
Kurdistana Sor li Qefqaziya (paytexta wê Laçin) jî, ji aliyê Kurdan ve pêkhatibûn,
lê komara Kurdistan li Rojhilatê Kurdistanê xwediya hinek taybetmendiyên
cuda bû. Wê rojê, piþtî ku merasima sondxwarina kabîneya dewleta Kurdistanê
bi dawî bû, Mihabad wek paytexta komara Kurdistan hat îlankirin.
Komara
Kurdistan û zêmîneya pêkhatina wê:
Zemîneya
ji bo pêkhatina komara Kurdistan demek dirêj bû, ku hatibû darijandin.
Di sala 1937’an de çend rewþenbîrên herêma Mûkiriyan li dora hev kombûn
û komela (Jiyanewey Kurd) damezirandin û di demek kêm de gelek mirovên ji
malbatên mezin û di nava gel de bi hurmet, bûn endamên (J.K). Ji wan
kesayetiyan: Ebdulrehman Zebîhî, Mihemed Nanîwazade, Qasim Qadirî, Mihemed
Yaho, Husên Firoher, Mela Ebdullah Dawudî, Qadir Muderisî, Ebdulrehman Îmamî
Eqdem, Ebdulrehman Kiyanî, Sidîq Heyderî Faroqî, Hamid Mazuçî, Elî Mehmudî,
Mihemed Selîmî, Mihemed Þahpesendî, Mihemed Eshabî, Necmedîn Tuhîdî û
piþtre Qazî Mihemed jî bi navê nihînî yê (kod) “Bînayî” bû endamê
(J.K). Bi hatina Qazî Mihemed ya di nava vê rixistinê de gelê herêmê bi
dilgerimiyeke zêdetir, di çalakiyên siyasî de beþdarî kirin. Herwiha ji baþûrê
Kurdistanê Mirhac û Mistefa Xoþnaw jî di yekemîn civîna damezrandina (K.J)
Kurd de amedebûn.
Dûroþma
(J.K) serxwebûna Kurdistana mezin bû û hertim li ser bergê kovara Niþtiman
(organa fêrmî ya J.K) dinivîsandin:”Bijî Kurd û Kurdistanî gewre! Bijî
Kurd û Kurdistana mezin.” Di pênc salên desthilatdariya herêmeke girîng
ji axa Rojhilatê Kurdistanê,(ji dawiya 1941’an heya dawiya 1946’an) çi bi
fermî an jî ne bi fermî, ku di destê Kurdan de bû, tenê di van pênc salan
de berdevkê resmî yê gelê Kurd hem li hemû herêmê û hem jî di têkeliyên
bi derve re Pêþewa Qazî Mihemed bû. Komela J.K di temenê çend salên
xebata xwe de, di nava gelê Kurd de cihekî berfireh ji bona xwe vekir û bi çalakiyên
xwe yên hemû alî rewþenbîriya siyasî-civakî di nava gel de bi pêþ xist.
Di nava vê rêxistinê de Kurdên her çar perçên Kurdistanê dikarîn bibin
endam, lê bi mercekî, ku bi çi awayan xiyanetê
li doza xwe nekin. Herkesê
ku di destpêkê de dibû endamê J.K, bi çavgirtina
6 xalên jêr sê caran jî bi Quranê sond dixwar:
Pêkhatina
komara Kurdistan derfeteke zêrîn û dîrokî bû, ku birêveberên dewleta
Kurdistanê dixwestin bi baþtirîn þêwe, ji vê derfeta girîng mifayên herî
baþ ji bo þiyarkirina gel, avedankirina Kurdistan û bilindkirina pileya
xwendewariyê di nava gel de wergirin. Pêþewa Qazî Mihemed mirovekî rewþenbîr
û zana bû ; û bi perspektivên xwe yên pêþverû, dixwest bi hemû þêweyan
ji gel re xizmetê bike. Dema bû serokkomar jî barekî giran li ser milên xwe
hiss dikir û ji bona wê jî di hemû waran de, xwe denydarê(qerzdarê)
xizmeta ji bo gel dihesiband. Berî ragehandin û îlankirina komara Kurdistan
endamên kabîneya wezîrên dewletê hatin
diyar kirin:
Hevpeyvîn:
Kurdên her çar perçe beþdarê kar û
barê komarê bûn. Mamosta Elî di dema avabûna Komara Kurdistanê de hûn çend
salî bûn?
Hûn dikarin li ser wê demê hinekî ji me re biaxivin?
Çaxê
komara Kurdistan pêkhat, ez 12 salî bûm. Gelek mixabin roja ragehandin
û þahiya damezrandina komara Kurdistanê, ez ne li Mihabadê bûm û min li
bajarê Tewrêzê ders dixwend. Çaxê ku welatên yekgirtî (Yekîtî Soviyet,
Amerîka û Inglîstanê) ji heralî ve Iran dagîrkirin û dewleta navendî ji
nav çû, bi taybetî xelkê bajarê Mihabad û herêmên din yên Rojhilatê
Kurdistanê bi xwe birêveberiya welatê xwe girtin dest û demek zêde nekiþand,
ku Komeley Jiyaniwey Kurd (K.J) dest bi xebatê kir. Elbet di serdema
bidestxistin û îdarekirina welat û bizava vê hereketa netewiya Kurd de,
hinek birayên Kurd ji baþûrê Kurdistanê hatin nava rêzên xebata Kurdên
Rojhilatê Kurdistanê. KJ hêzeke çekdar bi navê (gulsor) pêkanî, ku wê hêzê
ji bo temînkirina asayeþ û rihetiya jiyana gel dest bi karê xwe kir. Vê rewþê
bi qasî 4 salan dewamkir û piþtre Komeley Jiyanewey Kurd (J.K) li ser biryara
xwe û bi awayekî demokrasî navê xwe guherand û di 16’ê augusta(tebaxa)
sala 1945´an navê xwe kir (Hizbî Dîmokratî Kurdistan HDK) û piþtere jî
program û manîfestoya xwe jî durist kirin û gelek ji xelkê hemû herêmên
Kurdistanê, ku îdarekirina wan herêman di destê Kurdan de bû, endamên HDK.
Roja 27.12.1945 ala rengîn a Kurdistanê cara yekemîn di dîroka Kurdistanê
de li bajarê Mihabadê hat bilindkirin. Wê rojê Mihabad û hemû heremên
Rojhilatê Kurdistanê di þahî, govend û girînê de bûn. Roja 22-01.1946´an
di meydana Çiwar Çira ya Mihabadê de Komara Demokratîk a Kurdistanê hat îlankirin,
ku Pêþewa Qazî Mihemed di wê rojê de sonda serokkomariya Kurdistanê xwar.
Rewþa gel ya wê demê û hestên
wan bi çi awayî bûn?
Bi bîr û baweriya min, gelê Kurd di wî
çaxî de bi qasî roja îro di bin tesîra çanda bêganeyan de nemabû û gel
di wan salan de zêdetir ji niha xwedî ehlaqekî Kurdewarî bû. Herçend di wê
demê de xelkê Kurd ji sedî 5 (5%) jî xwende nebûn, lê hest û hissên
netewî- û kurdbûnê û kurdayetiyê gelek tûj û tund bûn û Pêþewa Qazî
Mihemed di axftina xwe de got: “Ev xebata ku ez niha dikim berdewama þoreþên
berê ye û bi taybet þoreþa Þêx Seîdê Pîran û Þêx Mehmûdê Berzencî
ye.” Komara Kurdistan xwedî taybetmendiyeke herî mezin bû, ku Kurdên herçar
perçên Kurdistanê di pêkhatin û birêvebirina kar û barên Komarê de beþdar
bûn. Komara Kurdistanê di wî çaxî de, ji bo pêþxistina rewþa aborî,
siyasî û civakî hemû pêngavên pêwîst avêtin. Bo nimûne, cara yekemîn
radiyoya kurdî li Kurdistanê hat damezrandin, sînemayeke gerok (seyar) anîne
nava xelkê herêmê û herwiha gelek þanoyên bi naveroka xwe niþtimanperwerî
bi taybetî li ser þehîdbûna
Þêx Ebdulqadirê Geylanî û þehîdên din yên Kurdistanê hatin nîþandan.
Kurdan karîbû, cara yekê di dîroka xwe de, ew berhemên çandinî li
Kurdistanê (genim, ceh, tutin) bo derve bifiroþin. Ji hemûyan girîngtir
mesela sîstema îdarekirina komara Kurdistanê bû. Di wê demê de kêmneteweyek
olî-netewî ji Yahûdiyan di Kurdistanê de hebûn û komara Kurdistan hemû
mafên çandî, siyasî û hwd ji bo wan temîn kiribûn. Ti kesek ji ber bîr
û rayên siyasî û olî nediket bin teqîbatê û herkes di ramanên xwe de
serbest bû.
Têkiliya
Komara Kurdistan û ya Azerbeycanê wê demê çawa bû?
Di
navbera herdu komaran de peymanek hevalbendiyê hatibû lidarxistin, lê divê
em tiþtekî ji bîr nekin, ku ferqek mezin ji aliyê îdeolojî û rewþa birêveberatiyê
di navbera Komara Kurdistan û Komara Azerbayicanê de hebû. Di çaxekî de, ku
Komara Azerbayicanê bi sîstemek komonîstî û peyrewîkirina ji Yekîtiya
Soviyet dihat îdarekirin, Komara Kurdistan ji orf û adetên kurdayetiyê dûr
neket û ji wan peyrewî dikir, ji kultura gelê Kurd dûr nediket û bi sîstemek
Sosiyal-lîberal dihat îdarekirin. Em dikarin bêjin, ku di gelek waran
de demokrasiya dîrekt (raste-rast) dihat bikaranîn. Cudahiya herdu komaran di
çaxê têkçûna herdu dewletan de baþtir ji hemû cîhanê re eþkera bû. Di
destpêka pêkhatina Komara Azerbayicanê de gelek kes, ku li dijî wê komarê
dihatin hesibandin, hatin kuþtin, lê di hemû çaxê desthilatdariya Komara
Kurdistanê de tenê kesek bi navê Xefur Mehmûdyan hat teror kirin, ku heta
roja îro jî kes nizane çawa û çima hat kuþtin. Girtîgehên Komara
Azerbayican ji wan kesên ku ji ber bîr û ramanên xwe yên siyasî hatibûn
girtin tejî bûn, lê di Komara Kurdistanê de heya kesek jî, ji ber karên
wiha, nehat girtin an jî cezakirin. Çaxê ku artêþa Iranê daxilî nava sînorên
Komara Azerbayicanê bû, hemû karbidest û serokên Komara Azerbayicanê
reviyan û çûn Yekîtiya Soviyetê û ji bona wê jî li Tewrêzê bi hezaran
kes atin kûþtin, lê pêþewa Qazî Mihemed Kurd û Kurdistan bi cih nehiþtin
û xwe fîdayê gelê xwe kir.
Hûn dikarin hinekî qala rêvebirina
Komara Kurdistanê bikin?
Birêveberî bi awayekî demokratîk
dihat birêvebirin û di bersiva pirsa berê de
me behsa sîstema birêvebirina dewleta Kurdistanê kir. Birêveberên Komara
Kurdistanê tev ji nava gelê herêmê bixwe bûn û derdê gelê xwe baþ fam
dikirin. Ji bona wê jî bi can û dil ji gelê xwe re dixebitîn û xwe ji
jiyan û qedera gel cuda nedidîtin.
Di
dema Komarê de rewþa weþan û perwerdehiyê çawa bû?
Yek
ji karên herî sereke, ku komar pê rabû û girîngî dayê, damezrandina çapxaneyeke
mezin li Kurdistanê bû. Di dema Komaa
Kurdistanê de gelek rojname, kovar
û pirtûk hatin weþandin. Xwendina bi zimanê kurdî dest pêkir. Xwendegeh ji
bo mezinan hat damezrandin, ku xwendewarî di nava gel de bi pêþ bikeve. Ji bo
ku zarok hissa dewlemendî û feqîriyê nekin, komarê kincên wekhev ji hemû
zarokan re kirîn û belaþ (bêdirav) pêþkêþî wan kirin. Kesên dewlemend
ji zarokên feqîr û yêtîm re alîkarî kirin, ku bi rihetî bixwînin. Bi pêkanîna
komek þanoyê astê rewþenbîriya gel hat bilindkirin. Bi taybetî þanoya Dayîkî
Niþtiman, ku pir deng veda û hemû rojnameyên Iranî behsa pêþwaziya gelê
Kurd ji vê þanoyê belav dikirin. Cara yekemîn di dîroka xebata Rojhilatê
Kurdistanê de Yekîtiya Jinên Kurdistanê pêkhat û mafê wekheviyê ji jinan
re hat dayîn û xuyakirin. Ji berhemên herî mezin yên çaxê Komara
Kurdistan herdu helbestvanên netewî Hejar û Hêmin in, ku di edebiyata þoreþgerî
ya Kurdistanê de herdem mîna du stêrkan wê geþ bimînin.
Rola
hêza Barzaniyan di avabûn û parastina komarê de û di dema komarê de çi bû?
Di Rojhilatê Kurdistanê de kêm kes hebûn, ku bikaribin bi zimanê kurdî bixwînin û binivîsin, hema di destpêka xebata kurdayetiyê di Rojhilatê Kurdistanê de, çend kes ji baþûrê Kurdistanê hatin û beþdarî xebata Komeley iyanewey Kurd bûn. Çaxê ku nemir Mistefa Barzanî piþtî hêriþa artêþa Inglîzan neçar ma, ku Kurdistana baþûr bi cih bihêle û li bajarê Þinoyê cîgir bû, Pêþewa Qazî Mihemed heyetek þand xizmeta nemir Mistefa Barzanî û ji Barzanî dawet kir, ku bête rêza xebat û xizmetkirina Komara Kurdistanê. Çaxê ku nemir Mistefa Barzanî ev vexwendin pejirand, bi hurmetek herî mezin pêþwazî lê hat kirin. Di wê pêþwaziyê de, ku li dervey bajarê Mihabadê ji Mistefa Barzanî hat kirin, hemû endamên komîteya navendî ya HDK û gelek ji xelkê herêmê çûn pêþwaziya wî û hevalên wî. Roja 22.01.1946´an, ku Komara Kurdistan hat îlankirin, Mele Mistefa Barzanî yek ji wan kesan bû, ku ji herkesî bêtir nêzî Pêþewa Qazî Mihemed sekinîbû.
Ev bixwe viya dide xuyakirin, ku Mistefa
Barzanî li cem serokkomarê Kurdistanê xwedî hurmetek mezin û mîna serokê
þoreþa baþûrê Kurdistanê xwedî rêz û hurmetek mezin e. Piþtre Mele
Mistefa bû yek ji generalên komara Kurdistanê. Barzanîyan û herwiha ew kesên
din, ku hatibûn nava pêþmergeyên Komara Kurdistanê û ji wan çend efserên
artêþa Iraqê, bi awayekî gelek çalakane di parastina Komara Kurdistanê de
beþdarî kirin; çend kes ji wan di þerê bi dewletê re þehîd jî ketin.
Divê li vir ev rastî jî bê gotin, ku li Bakur û Baþûrê Rojavayê
Kurdistanê jî gelek kesayetî û pêþmerge jî hatibûn Mihabadê û di
parastina komarê de beþdarî kirin.
Nêzîkatiya
dewletên cîran û welatên cîhanê ya li hemberî Komara Kurdistanê çawa
bû?
Cîranên Komara Kurdistanê tev ew
dewlet bûn, ku dagîrkerên Kurdistanê bûn. Ew jî Tirkiye, Iraq û Iran bûn
û her sê dewletan pêkhatina Komara Kurdistanê ji xwe re xeter û metirsî
dihesibandin. Ji lewre, ti
peywendiyên Komara Kurdistanê
bi dewletên cîran re tunebûn. Lê bi Komara Azerbayicanê re protokoleke
hevkarî û dostatiyê hebû. Herwiha bi Yekitiya Soviyet re peywendiyên gelek germ hebûn. Dan
û standina Komara Kurdistanê û Inglistanê bi riya konsolxana Inglistanê li
Tewrêzê û herwiha bi dewleta Emerîka re jî dan û standin hebûn û endamên
sifareta Emerîka ji Tehranê seredana komara Kurdistanê kirin, ku yek ji wan
Archibald Rozvêlt bû, ku piþtî vegera xwe bo Emerîka nivîsek gelek baþ
derheqa Komara Kurdistan di kovara Middle East Journal
de di julaya(tîrmeh) sala 1947’an de nivîsand.
Di
encama kîjan polîtîkayan de Komara Kurdistan hat hilweþandin?
Di
dîroka azadîxwazî ya gelê Kurdistanê de herdem dewletên mezin yên cîhanê
Kurd kirine fîdayê berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî. Mîna ku em
dizanin, parek ji Rojhilatê Kurdistanê di destê Yekîtiya Soviyetê de bû.
Yekîtiya Soviyet, ji ber ku piraniya karbidestên wan ji Azerîyan pêkhatibûn,
dixwestin, ku komareke azerî durist bikin û wê para axa rojhilatê Kurdistanê,
ku li gor sîstema parvekirin û îdarekirina dewleta Iranê, parek e ji
wilayeta Azerbayicana Rojava û Rojhilat, di komara Azerbayîcan de bi cih
bikin. Li ser vê bingehê wan dixwestin Kurdistanê jî bikin pareke komara
Azerbayicanê. Lê pêþewa Qazî Mihemed pêþdestî kir û bi îlankirina
Komara Kurdistanê Yekîtiya Soviyet li hemberî karekî encambûyî qirar da.
Dewleta Yekîtiya Soviyetê ji mêj de bû, ku dixwest Iran mafê derxistina
petrolê li bakurê Iranê (derya Xezer) ji dewleta navendî ya Iranê bistîne.
Dewleta Iranê jî ji Yekîtiya Soviyet re got: Ger hûn dev ji hevkarya herdu
komarên Azerbayican û Kurdistanê berdin, em amade ne, ku îmtiyaza derxistina
neftê
li bakurê Iranê bidin we.„Dewleta Soviyet ev soza Iranê pejirand û ji
herdu komaran re da îlankirin, ku divê bi dewleta navendî ya Iranê re çareseriya
pirsgirêkên xwe bikin. Ji ber wê hindê jî, berpirsiyarên dewleta Iranê bi
Komara Azerbayicanê re ketin nava dan û standinan û dewleta Iranê amadebû,
ku otonomiyê bide Azerbayicanê. Di wê protokolê de Kurd mîna kêmneteweyeke
millî hatibûn binav kirin, ku mafê wan hindê hebû, heya kilasa çaran ya
destpêkê mîna Asûrî û Ermeniyan bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin. Lê
Pêþewa Qazî Mihemed bi vê peymanê razî nebû û dawa ji dewleta Iranê
kir, ku Kurd jî li Iranê bibine xwediyê otonomiyê. Dewleta Iranê jî piþtî
hevdîtinên gelek zêde, ev maf ji bo Kurdan jî pejirandin. Piþtî ku di civîneke
mezin de li Mihabadê gel bi piranî ev peymana han pejirandin û komara
Kurdistan qebûlkir, ku artêþa Iranê vegere Kurdistanê, lê weke ku me dît,
dewleta Iranê peymana xwe þikand û desthilatdarên komara Kurdistanê îdamkirin.
Hûn
di warê xwebirêvebirina komara Kurdistan û rewþa îro de guherîneke çawa
dibînin?
Xala
herî berçav ya komara Kurdistanê, kurdistanîbûna wê komarê bû. Beþdarbûna
Kurdên parên din yên Kurdistanê di pêkanîn, îdarekirin û parastina
komara Kurdistanê de vê rastiyê bi herkesî dide selmandin. Heya wê demê
navê rêxistina Kurdan Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran nebû, belkî tenê Hizbî
Demokratî Kurdistan bû. Herwiha li ser pêþniyara Pêþewa Qazî Mihemed sala
1946´an li baþûrê Kurdistanê jî Partî Demokratî Kurdistan hat
damezrandin. Divê em bipejirînin, ku Komara Kurdistanê tenê dewleteke
serbixwe bûye, ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de heya niha pêkhatiye.
Kurd
dikarin encameke çawa ji xwe re ji Komarê û rêvebirina Komarê derxin?
Ez di wê baweriyê de me, ku Komara
Kurdistan ji bo pêkhatina dewleta serbixwe ya Kurdistanê di pêþerojê de bûye
nimûneyeke herî dîrokî. Ji ber ku ew dewletek bû, ku dixwest ji gelê Kurd
re xizmetê bike. Herwiha dixwest bi hemû hêza xwe ji bo baþkirina hemû aliyên
jiyana aborî û ferhengî ji gelê Kurd re bixebite. Ew komarek bû, ku ji bo
gelê xwe dadperwer û bi e´dalet bû û demokrasî di komara Kurdistanê de
hebû. Hurmet ji bo kêmnetwên dinî û millî hebû. Ev avek bû, ku Komara
Kurdistanê ji bo hemû dewletên serbixwe di pêþerojê
de rijand.