|
Azmonek Dîrokî: Kurd û Kerkûkê...
Kakþar
Oremar
Çiqas ku sala 2007an ber bi dawiyê ve diçe, navê Kerkûkê jî bêtir di masmediya cîhan û Kurdistanê de tê bîhistin. Piraniya belge û pirtûkên dîrokî navê Kerkûkê mîna bajarekî Kurdistanê tomar kirine. Bi hemû têkoþanên ku rejîmên berê ji bo gûherandinên demografî li herêmê encam dane, dîsa jî di nêrîna yekê de Kekrkûk û herêmên derdora wê rûyê xwe yê Kurdistanî ji dest nedane. Berî çend rojan ez li Kerkûkê bûm. Bajarê Kerkûkê ger here bin mîkroskopê û bi hûrbînî bê temaþekirin: bi binerd û sererdê xwe tev zêr û petrol e, gel li ser kanên neftê ye, hemû rojê bi ser wan kan û zêran de dimeþin lê di piyên wan de pêlav(sol) tunene. Niha morala Kurdên Kerkûkê tenê bi tiþtekî ve girêdayîye û tev ji xwe dipirsin: Gelo di dawya îsal da Kerkûk yê vegere ser herêma Kurdistanê an ne?... pirsa herî sereke û rojane tenê eve. Ji ber wê jî bawer nakem li hemû Îraq û baþûrê Kurdistanê kes hebin ku biqasî xelkê Kerkûkê guhdarî nûçêyên radio û Tvyan biken. Di rûyê gel de xemeke giran û dîrokî xûyaye. Xema Teirîb û Enfalê, xema sivkatî û dubarebûna dîrokê ka dîsa yê çi bi serê wan bê!!. Kalekî 80 salî bi dilovanî li min dinêre û dibêje:“ Rolegiyan em nefte bo hemû kes bûte dewa, bo êmey Kurdîþ bûte bela, belam be Xuwa bo þarekem þerî Tirk û Iraq û herçî dagîrkerî Kurdistanîþ e dekem ...“.
Îsal
Kurd bi azmoneke mezin re rû bi rûne. Qedera Kurdên Kurdistana mezin bi
giþtî bi refrandoma dawiya salê ve girêdayîye ku li gor destûra Îraqê
pêwîste bê encamdan. Ger Kurd di vê pêngava dîrokî û pir gîrîng de
biser bikevin, êdî rûpelekî nû di jiyana sisayî, civakî û aborîya
Kurdên her çar parên Kurdistanê de vedibe. Bi vê re Kurd bi her awayî
derbasî pêvajoyek nû dibin. Ger îro em dibînin ku dewleta Tirkiyê û cîranên
din yên Kurdan li ser pirsgirêka Kerkrûkê pir bi hesasiyet
disekinin tenê xala sereke ewe ku ew ji çêbûna dewleta Kurdî di tirseke
mezin de ne. Vegera Kerkûkê bo ser axa dayikê yanî destpêka qûnxeke
din ya xebata Kurdên Kurdistana mezin ji bo avakirina dewletek serbixwe. Bi
çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê re li rojhelat, rojava û bi
taybetî jî li bakurê Kurdistanê bizava rizgarîxwaziya Kurd yê bikeve
liv û lebateke mezintir. Di cîhana siyasetê de komara Tirkiyê jî dikeve
kuncekî tengtir û mîna berê nikare gef û gorên xwe berdewam bike. Yanî
para herî mezina Kurdistanê jî neçar yê ber bi azadiya xwe ve bimeþe.
Ew teqînên ku li Hewlêr û Mexmûr jî çêbûn, peywendiya xwe bi mesela
Kerkûkê re heye. Demokrasiya
Ewropa û Emrîkîyan bi rewþa aborî û peran ve girêdayî ye. Ger Kurdên
xwedî erdekî dewlemend, xwedî dewleteke serbixwe jî bin, hingî keramet
û hurmeta me jî yê di çavê gelên din yên cîhanê da bilindtir be.
Rewþa Kurdan baþûr bi taybetî û Kurdên parên din yên Kurdistanê bi
yekcarî tê gûherandin. Bihayê Kurdan û dagîrkerên welatê wan bi
vegera Kerkûkê re ji her hêlê ve tê gûherandin. Çi goman têde tune
ku berjewendiyên me Kurdên hemû Kurdistan û cîhanê bi çareserkirina
pirsgirêka Kerkûkê ve tê girêdan. Di
rewþ û mercên wiha hesas de li dervey welat pêkhatina lobiyekê ji Kurdên
êkonomîst, siyasetmedar û rewþenbîr pir yê di cihê xwe be. Ew dikarin
bi awayekî þefaftir dîrok û pirsgirêka Kurd bi biyaniyan re bidin
nasandin. Herwiha li ser paþeroj û feydên çêbûna dewleteke Kurdî bi
wan re bikevin nava dan û standinên siyasî û aborî. Çimkî Kurdistan
xwedî axeke dewlemend e û ger dewletek Kurdî di Rojhilata Navîn da bê
çêkirin yê ji dewletên herêmê re bibe dergehê gûherandinên bingehîn
di warên siyasî, demokrasî û aborî da. Heya
niha rayedarên Kurd li baþûrê Kurdistanê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê
pir bi îsrarin. Ji bo vê gotina xwe çi kirine û çi nekirne, karê min pêda
nîne, lê ka em binêrin ewê heya dawiyê yê li ser soz û qirarên xwe
bisekinin an jî dîsa terajêdiya þikesta Kurda yê bê dubarekirin!?. Bi
dîtina min ji destçûyîna Kerkûkê yê ji þikesta þoreþa Eylûlê
mezintir be. Kerkûk ya me tevane, werin ji bo vergera Kerkûkê em tev hevgirtineke dîrokî di navbera xwe de pêkbînin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org