Kurdî Hem Hunere Hem Jî Þekire…

 

Kakþar Oremar, Kakshar_oremar@yahoo.de

 

 

Hinek Kurdên nezan an jî ewên ku esila xwe înkar dikin, wisa texmîn dikin ku zimanê Kurdî ji zimanên Tirkî, Farsî û Erebî bêhêztire. Lê tevî ku zimanê me jî mîna axa Kurdistanê weke bostanekî bêpercîn bûye, emma dîsa jî keda bav û kalan, çiyayên bilind, fîdakariya þêre jin û mêrxasên Kurda ziman an jî nîþana herî bihêza nasnama me ya netewî parastine. Ji ber wê jî di bersiva kesên ku hê qîmeta zimanê xwe yê zikmakî nizanin, dibêjim:

Zimanê Kurdî dewlemendiya xwe ji berfirehî û bedewîya sirûþta Kurdistanê, têhnatiya xwe jî ji befra çiyayên Zagros standiye. Ji ber wê jî zimanekî gihiþtî û geþ û di dilê deþtên Kurdistanê yên rengîn da rehên xwe daqûtane. Zimanê Kurdî bi nalîna bilûra þivanên çiya û deþetên welatê Kurdan re razdar û bi awazên koçeran re jî nasyare.

Kurdî zimanê stran, helbest, çîrok û awazên xweþe. zimanê lawjebêj û beytxwanên xweþxwan e. Ziman êl, eþîret, tayfe, xanedan û malmezinên Kurdistanê ye. Hemen zimanê ku kevnariya xwe ya dîrokî ji deng û bilindahiya çiyayên Agirî, Qendîl, Cudî, Þaho, Helgurd, Pîremegrun, Arbaba, Bagok, Ateþga, Kusalan, Abîder, Sîpan û Xelatê standiye. Hemû sirr û razên zimanê Kurdî di dilê van çiyayên navdar da veþartîne.

Kurdî zimanê bêrîvanên bejinbilind û rû bi xal, zimanê keçên çavreþ û çeleng e. Li deþtên bêser û binî zimanê þivanên kepenpoþ, zimanê siwarkarên mêrxas yên dîroka Kurdistana dêrîn e.

Kurdî zimanê stranên dilxweþîyê û þahiya ne. Zimanê Evdalê Zeynikê, Kawîs Axa, Seyîd Elî Esxer Kurdistanî, Meryem Xan, Nesrîn Þêrwan, Eyþe Þan, Þakiro, Elî Merdan, Þivan Perwer, Mezher Xaliqî, Þemdîn û bi dehan hunermendên dengxweþ e. Kurdî zimanê çar demsalên jiyanê, zimanê stranên kilasîk, dengbêjî û gundiyane. Zimanê kar, koç, ger û têkoþanê ye.

Kurdî zimanê mîr û mîrekên: Baban, Botan, Biradost, Colemêrg, Soran, Erdelan, Bitlîs, Mûkriyar, Amêdî bûye ku di hêlîna xwe da nav û navdarên mezin perwerde kirin.

Kurdî di dirêjahiya çend hezar salên jiyana xwe da heya roja îro zimanê: Tenahî, aþitî û hevalîniya rast û durist e. Zimanê xoþewîstî, hez û evînê ye. Mîna herîr nerm û weke germahiya havînê germ û weke bayê sibeha rojên bihara zozanên Kurdistanê jî fênik e. Zimanê me mîna hingivê çiyayên Þehîdan û gulzarên Kurdistanê þirîn û dermanê sed derda ye. Lewma jî: Kurdî huner e, Kurdî þekir e.

Kurdî zimanekî kevnar, esîl, þirîn û zelal, zindî, dewlemend, dilniþîn û melodîk e. Di nava malbata zimanên cîhanê da xwe digehîne þaxa zimanên Hind û Ewropayî. Bi Farsî, Gêlekî, Teberî, Taliþî, Belûçî, Sanskirît, Pehlewî û Awêstayî re hemrîþe û di xanekê da cih digire. Kurdî berevajî gotina gelek nivîskarên þovînîst zimanekî serbixwe û li gor nêrîna gelek zimannas, rojhilatnas û dîrokzanên navdarê yên weke Dr. Spayizar, Prof. Viladmîr Mînorêskî, Prof. Diyakonuf paþmayî yê zimanê Madî ye.

Kurdî hunere lê hunerek dêrîn û kevnar. Zimanê Kurdî gencîneyek bihagirane ji peyvên xweþik, wateya wan kûr û bi bandor e. Deng û peyvên zimanê me teva bandora xwe ji sirûþta bedewa Kurdistanê girtine. Ji ber wê jî mirov pir rihet dikare bêje ku ti zimanek ji zimanên Rojhelatê wiha girêdayî an jî nêzî sirûþt û çiyayên xwe nînin. Bi hezaran Heyran, Qesîde, Hore, Lawje, Payîzok û stranên rengîn û xemgîn ji kaniya zimanê me zane. Gelek efsane, çîrok û destanên bi nav û nîþan serokaniya xwe ji zimanê Kurdî standine. Kurdî zimanê xwezî, felsefe û hesretên: Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mewlewîyê Kurd, Bîsaranî, Nalî, Mehwî, Hacî Qadirê Koyî, Feqiyê Teyran, Wefayî, Ebdula Pêþêw, Erebê Þemo, Casimê Celîl e. Zimanê ku Mem û Zîn, Xusrû û Þirîn pê hatitine nivîsandin. Zimanê ku beytên folklorîk: Kela Dim-Dim, Las û Xezal, Xorþîd û Xawer, Leylî û Mecnûn, Bîjen û Menîje, Behram û Gulendam û bi dehan beytên din yên dîrokî pêre hatine gotin û nivîsandin ku heya roja îro jî li ser zimanê xelkê rewanin. Kurdî zimanê bîranînên tehil û þirînên netewekê ne ku di hemû dirêjahiya dîroka xwe da li dijî dagirkeran serîhilda, li berxweda lê heya îro jî li hemberî zor û zulmê serî netewandiye. Kurdî hunere, Kurdî þekere.

Di hemû Rojhilata Navîn da gelek êl û eþîret, tayfe û malbatên Kurd li gund, bajar, çiya û zozanên xwe bi Kurdî diaxivin. Ji ber wê jî Kurdî zimanekî naskirî, esîl û binirxe ku gelek kes pê diaxivin. Ji xeynî bakur, baþûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê gelek Kurd li Qoçan, Bicnurd, Þêrwan, Quniya, Anadola navîn, Haymana, Istembol, Ankara, Gîlan, Mazenderan, Bexdad, Þam, Qezvîn, Zencan û li komarên Ermenistan, Azerbayican, Qezaqistan û Mexulistanê hene ku bi zaravên cûr bi cûrên zimanê Kurdî diaxivin.

Kurdî zimanê helbestvanên millî û qehremanên netewî: Êhsan Nûrîpaþa, Simkoyê Þikak, Þêx Seîdê Pîran, Pêþewa Qazî Mihemed, Leyla Qasim, Mistefa Barzanî, Mestore Kurdistanî, Hêmin Mûkriyanî, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Þêx Mehmûdê Berzencî, Mezlum Doxan, Necmedîn Buyûkkaya, Egîd û çendîn kesin din e ku ji bo mayîna zimanê Kurdî û hebûna navê Kurdistanê serîhildan û canê xwe fîda kirin.

Kurdî zimanê ol an jî mezhebekî taybetî nîne. Kurdên Sonî, Elewî, Êzdî, Þîie û Yarsan bi Kurdî diaxivin. Ermenî, Yehûdî û Asûriyên Kurdistanê jî bi zimanê Kurdî dizanin û diaxivin. Ji ber wê jî parastin û dewlemendkirina zimanê Kurdî ti peywendiya xwe bi hissên neteweperestiyê, nifþparêziyê, hermêmparêzî û kevneþopiyên olî ve nîne. Hinek Fars, Tirk û Ereb îdayên wiha dikin, lê ev ji rastiyê dûre. Kurd evîndarên ziman û ferhenga xwe ne. Ji ber wê jî bi xwîn, ked û canê xwe ew ji mirinê rizgar kirin. Heya vira bi serferazî hatin û sipartin destê me. Kurd tenê dixwazin hemû nîþanên nasnameya wan ya netewî zindî bimînin û nekevin ber bayê reþ talan û asîmîlasiyonê.

Zimanê Kurdî ji Kurdan re mîratek ferhengî, çandî û yadgarek çend hezar salîye ku ji nifþên me yên berê maye. Ji aliyekî jî zimanê Kurdî weke „zimanê zikmakî“yê Kurda bexþiþek mezine ku li hemberî bayê reþê þûra Erebên wêrankar, Tirkên talanker û înkarger û Persên bêbext û derewîn mîna dareke bihêz nelerizî û xwe gehand sedsala înternet û globalîzimê jî.

Ji ber vê jî parastina zimanê Kurdî ji me Kurdan re ferzek millî û ji hemû mirovên demokrat re jî ku ji çanda xwe hez dikin pêwîste ku ji bo dewama jiyana vî zimanê kevnar wijdana xwe binpê neken.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org