LEYLA QASIM: Sembola
canfîdayiya keç û jinên Kurdistanê
Kakþar Oremar,
navdarenkurd@hotmail.com
(1952
Xaneqîn 12. 05. 1974 Bexdad)
Destpêkek kurt
Di dîroka Kurdistanê de ji ber rewþa siyasî û jeopolîtîka cihwarê jiyana
Kurdan bi hezaran salaye ku heya radeyekê mafê jina Kurd ji mafê mêran zêdetir
hatiye binpêkirin.
Herwiha mêrên Kurd jî bi navê wê hindê ku qedera jiyana jin û keçên
malbata wan di destê wan de ye, pir mafê jina Kurd binpêkirin e.
Di vê navê de
dewletên dagirker jî bigiþtî nexwestine ku rewþa civakiya gelê Kurdistanê
rengê guherandinê bi xwe ve bibîne û kultur û ferhenga civakîya di nava
gel de pêþbikeve. Ji berku wan dewletan pêþketina kultur û çanda Kurdan li
dijî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dîtine.
Di Kurdistanê de, di serdema feodalîzmê de mêrsalarî û siyaseta çewta
dewletên dagirker rewþa mafê civakî û siyasiyê jina Kurd xistibû nava çemberek
teng ku þûnewarên wê serdema reþ û tejî êþ, hê jî ne tenê li
Kurdistanê belkî li hemû Rojhilata Navîn tên xuyakirin. Ye’nî jiyana
civakî-fikrî ya jinên Kurdistanê bi taybet di nava gundan de zêde rengê
guherandinê bi xweve nedîtiye.
Di rewþek wiha tejî astengî û nalbar de jina Kurd jî hertim li berxwedaye
û têkoþaye ku liyaqet û kesyetiya xwe di warên cur bi curên civakî û
siyasî de bide xuyakirin û heta hin caran liyaqeta wê gihîþtiye radeyeke
wisa bilind ku navê xwe li cîhanê derxistiye pêþ û ji aliyê gelek gerîdok
û lêkolînvanên sosiyolog ve wekî þêrejen û qehreman hatine naskirin.
Li ser kesayetiya cicakî-siyasiya jinên navdarên Kurd pêwîstî bi lêkolînek
berfireh û akademîk heye.
Jiyan û biserhata jiyana þehîd Leyla Qasim
Leyla Qasim yek ji wan keçaye ku di dîroka siyasiya Kurdistanê de weke pêþeng
û qehremanek þoreþger tê bi nav kirin.
Jiyana Leyla Qasimê ya tejî êþ û zehmetî ku bi hovîtî û tirajêdiyek
xemgîn ji aliyê dewleta Beesiyên þovenîst û cinyetkar ve hat bi dawîanîn,
pênaseya kesayetiya siyasiya jina Kurd ku Leylayê bi serfirazî nûneratî jê
re kir, bi eþkerahî dide xuyakirin.
Leyla keça Qasimê kurê Hesen sala 1952’an li kompaniya petrolê ya bi navê
Elwend li nêzî gundê Banmîl yê girêdayî bajarê Xaneqîn li baþûrê
mezinê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê. Xaneqîn
bajarê Leylayê jî weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi
siyaseta te’irîb û enfalkirinê re rû bi rû maye û heta roja îro jî
siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame. Kurdên wilayeta Xaneqînê jî di çaxê
þoreþa Eylolê de bi gerimî di þoreþê de beþdarî kirin û di vê rê de
gelek þehîd pêþkêþî doza Kurdistanê kirin.
Bavê Leylayê Qasim karkerekî palavtin(tesfîye)a neftê li kompaniya Elwend bû
ku piþtî xaneniþîn kirinê li sala 1971’an malbata wan koçî bajarê
Bexdayê kirin. Xwîþk û birayên Leylayê Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî
di karê xwîndinê de xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê
dersxwîndinê bi þêweyên cur bi cur dixebitîn(hewil didan) ku ji bo debara
jiyana malbata xwe hevkariya bavê xwe yê karker û dayika xwe ya zehmetkêþ
biken. Ew herçend malbatek feqîr bûn jî, lê xwe pir bextewer dihesibandin
û bi keda destên xwe jiyanek tejî semîmyet bi hevre didomandin. Bav û
dayika wan þev û rojan dixebitîn ku pêwîstiyên zarokên xwe cîbicî
biken.
Sala 1958’an Leylayê dest bi xwîndina xwe ya dibistanê kir û li bajarê
Xaneqîn xwîndina xwe ya navendî jî bi dawî anî. Ji ber ku Leylayê ji
temenê zarokatiyê tama hejarî û feqîriyê kiþandibû, xewna azadiya
Kurdistanê jî didî û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di mêþik û
ramanên wê de þirîntir û bihêztir dibûn.
Herçend ku Leyla Qasim di temnek kêm û hê jî ciwan bû, lê ji zarokatiyê
pir bi aqil, þareza û têgihiþtî bû û baweriya wê bi wekheviya keç û
kuran hebû. Ev nîþana yekê bû ji bo selmandina vê rastiyê ku Leyla Qasim
dixwaze li ser roya demokrasiyê heta canê xwe jî fîda bike.
Leyla bi riya birayê xwe yê mezin þehîd Selam Qasim ku bi þêweyek nihînî
endamê Partî Demokratî Kurdistana Iraqê bû sala 1970’an bi fêrmî bû
endama wê partiyê û xebata xwe ya ji bo doza netewa xwe di nava xwîndevanên
Kurd de dadestpêkirin. Piþtî wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û dûre
sala 1971’an di para edebyatê beþê sosiyolojî li zanîngeha bajarê Bexdayê
hat pejirandin.
Ji sala 1972’an di nava bajarê Bexdayê de liv û lebata yekitiya xwendevanên
Kurdistanê herçend îstixbara Beesîyên Iraqê her der û hertiþt kontrol
dikirin, roj bi roj zêdetir dibû. Li wan salan piraniya hêz û bizava þoreþ
Kurdan ya di bin rêbertiya P.D.K.I de li çiyayên baþûrê Kurdistanê û herêmên
azadkirî de civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje:”
Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran
û xebata þoreþgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne”, biryar
da ku tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir xebata xwe ya
Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin.
Evîna Leyla Qasim û Cewad Hemewendî
Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew
hertim bi hev re dixebitîn. Leyla bi hevkariya Cewad Yekitiya Xwendevanên
Kurdistan ya di bin serokatiya Adil Murda de naskir û wek endam tevî wan bû
û her bi desteka Cewad, tevî refên pêþmergeyan bû. Lê armanca Leyla Qasimê
ew bû ku bêtir di kar û barên rêkxistinî de û bi taybetî jî di nava
Kurdên rûniþtivanên bajar de bixebite.
Li zanistgeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên
din de pêþverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da
selmandin(îsbatkirin). Ji ber ku Leylayê herçend Cewad xwendevanê zanistgehê
nebû û di fabrîka zeytê de û bi karkeriyê debara jiyana xwe dibihûrand û
herwiha ew û Leyla ji du çînên cudayên civakê bûn jî, wek hevalê xwe yê
jiyana pêþerojê hilbijartibû û ew hertim bi hevre dixebitîn. Xala girîng
ji bo Leylayê hevparbûna bîr û ramanên wê û Cewad bûn ku herdu jî endamên
partyekê û ji bo doza Kurdistanê bi hevre xebat dikirin. Bi wateyek din evîna
wan evîna welatê wan yê bindest Kurdistanê bû. Vê helwesta Leylayê fikir
û ramanên kevnar ku heta di bajarekî weke Bexdayê de jî li ser dan û
standinên civakî hakim bûn, pûçkirin. Leylayê bi wan xebatên xwe îspatkir
ku hem di þoreþê de, hem jî di nav civakê de jin dikarin li rex mêran û
mil bi milên wan têbikoþin û li doza xwe xwedî derkevin.
Biryareke Dîrokî
Leyla Qasim û Cewad Hemewendî yê hevalê dema jiyan û mirina wê di serdemek
wiha girîng de ku Beesîyan hebûna netewa wan înkar dikirin, biryardan ku
heya bi destxistina mafê xwe yê netewî li rex hevalên xwe yên din ji bo çareserkirina
pirsgirêka gelê xwe bixebitin. Ji ber ku di wê serdemê de hereketa siyasiya
gelê Kurd bi taybetî li Baþûrê mezinê Kurdistanê di pêvajoyek pir mezin
û girîng de derbas dibû. Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza
netewa xwe bûn di sala 1974’an de bi hevre li ser rewþa sosyolojiya Kurdan
gotarek nivîsandibûn û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweþînin û
di nava gel de belav biken. Lê destpêkirina þer ji nûve û girtina wan bûn
sedem ku nivîsa wan nekeve destê xwendevanên Kurd û nivîs ji aliyê sîxurên
Bees ve hat wenda kirin. Piþtî xebata salên dijwar û giran di 11’ê Adara
sala 1970’ê de piþtî gotûbêjên dûr û dirêj yên di navbera serokkomarê
Iraqê û nemir Mele Mistefa Barzanî de di çarçoveya Iraqê de otonomî ji
Kurdên baþûrê Kurdistanê re hat diyarkirin. Rewþa þer û aþtiya di nava
Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Siptambira sala 1974’an
domand.
Di wê serdemê de Amrîkayê jî hehkarî dida serhildana Kurdên baþûrê
Kurdistanê, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkarî û destek kirinê
hebû, dewleta Amrîkayê ew bi tenê hiþtin û destûr dan jandarêmê xwe yê
rojhilata navîn (M. Riza Þahê Pehlewî) ku ji bo þikesta þoreþa Kurdan
hevkariya Beesiyan biken.
Piþtî wê dema ku Amrîka û rejîma seltenetiya Iranê destê xwe ji piþtgîriya
Kurdan berdan, rejîma Iraqê li dijî Kurdan þerekî giran û hovane dadestpêkirin
û ji niþkave di civakê de pir tevlîhevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji bajarê
Bexdayê hatin derxistin û rewþa siyasiya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li
bajarê Bexdayê endamên êstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên nîþtimanperwer
girtin û rewþek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirandin. Herwiha
li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24 Aprîla sala
1974’an de bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ku di encamê
de çend xwendevanên Kurd jî li wir þehîd bûn.
Piþtî vê yekê, Beesiyan hêriþî ser bajarê Helebçê kirin û ew bajarê
Kurdistanê jî bi giranî hat bombaran kirin û gelek kesên sivîl û bêguneh
hatin kuþtin û birîndar kirin. Li hemberî van hovatiyên rejîma Iraqê
gelek xwendevan û gelê sivîl ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe
gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêþmergeyan bûn. Lê Leyla
Qasim û Cewad Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên
Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava cergê dijmin de û bi
taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin. Di rewþek wiha de ku roj bi roj
þerê Kurd û dewleta Iraqê dijwartir dibû, êstixbarata Beesîyan jî zext
û zora xwe li ser serê Kurdên rûniþtvanên bajaran zêdetir dikirin.
Roja
28. Aprîla sala 1974’an (28. 04. 1974) Leyla û çar hevalên wê ( Hesen
Heme Reþîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî, hatin
girtin û rejîma Bexdayê di rojnameya Elsewre organa fêrmiya dewletê û di
radiyo û telefzyuna xwe de ew girtî weke terorîst û dijminên dewleta Iraqê
bi xelkê û raya giþtiya cîhanê dan nasandin.
Leyla û hevalên wê ku weke kevokên azadiyê bibûn êxsîrên destên gemarên
karbidestên rejîma Bees, di girtîgehê de rastî þikence û azarek pir mezin
bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma
Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewþenbîr ku piþtgîriya
doza xwe ya netewî dikirin, di demek kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna
dadgehek formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.
Taybetmendiyên Leyla Qasimê û gotina dawiyê
Li gor dîtina ew kesên ku ji nêzve Leylayê nas dikin û ew dîtine Leyla keçek
netirs, zîrek, axiftin xweþ, esmer, bejin bilind û þêrîn bû û di karê rêkxistinî
û hizbayetiyê de jî bi dîsplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan.
Wê di çaxê ku di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret
bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê
Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jêre got:
“ Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuþtina min bi hezaran Kurd
yê ji xewa giran þiyar bin, ez pir kêfxweþim ku bi serfirazî û di riya
azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”.
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê ku li hemberî berxwedana Leylayê
susretgirtî mabûn, baþ dizanin ku ger keçeke wiha xwedî bawerî zindî bimîne
yê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkbîne û
yê bi zanyariyên xwe yên siyasî bêtir ji berê ji bo þiyarkirina jinên
Kurd û tevlî kirina wan ya di nava þoreþê de xebatêbike. Ji bona wê jî
di demek kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û
derbarê wan de biryara dardakirinê wergiritin. Rejîma xwînmij a Iraqê di
roja 12 Mars 05 1974’an de seet 7’ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê
îdamkirin.
Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû þikence kirin, lê ji
bo ku dilê dostan þa û dilê dagirkerên welatê xwe biêþîne, bi rûyekî
xweþ û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meþiya. Di deqîqeyên dawîyê
de wê nehiþt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. Ew bi
xwîndina marþa netwîya Kurd (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza
Kurdistan ji herkesî re da selmandin.
Ey reqîb her mawe qewmî Kurd ziman
Naþikênê danerî topê zeman
Kes melê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe qet naniwê alakeman
….
Piþtî ku Leyla Qasim bi hevalên xwe re hat þehîd kirin, Selamê birayê wê
jî di nava bajarê Bexdayê de ji aliyê Beesîyan ve hat þehîdkirin. Guneha
Selam tenê ew bû ku wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ku
li Ewropa ders dixwîndin û endamên YXK bûn. Li pey van bûyerên tal dayik
û bavê Leylayê jî ji ber ji destdayîna zarokên xwe, bi xembarî wefat
kirin. Bi vî rengî Beesiyan xwestin ku keç û jinên Kurd nekevin nava xebata
siyasî û civakî. Herwiha wan bi vê hovitiya xwe xwestin ku îrade ya malbatên
Kurd ku di nava bajarên Iraqê de bi hemû þêweyan hevkariya þoreþê
dikirin, biþikinin.
Daxwaza Beesiyan ji Leylayê û bersiva wê Berpirsyarên dewleta Iraqê beriya
þehîdkirina Leylayê bi darê zorê jê daxwazkirin ku bi nivîsandina nameyekê
ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bike û bi vî
rengî poþmaniya xwe ji wan re bide diyarkirin ku di riya rizgariya Kurd û
Kurdistanê de xebat kiriye. Lê þêrekeça Kurd Leyla Qasim bi nêrînek hiþik
û tifa ku avêt ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:
“ Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poþiman bibim ewe ku ez zû
dimirim bêy ku bikarîbim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikem û ger
qirar be dawa lêborînê ji kesekî bikem, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd
dikim. Ji ber ku di rastya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm
xebat kirye ”.
Þehîdkirina Leylayê û reaksiyona Kurdan
Îdamkirina Leyla Qasim û hevalên wê li piranya deverên cîhanê bi riya
medya belav bû. Xwendevanên Kurd jî li dervey Kurdistanê dest bi meþên
protestokirinê kirin. Hovtiya Beesiyan ku hemû riyên çareserkirina pirsgirêka
Kurd tenê di þehîd kirin û wêrankirina gund û bajarên Kurdan de didîtin,
bi þehîd kirina Leylayê bêtir ji raya cîhanê re hat xuyakirin. Ji ber ku
di dîroka Iraqê de ew cara yekemîn bû ku keçeke Kurd bi eþkerahî û bi þêweyek
dûr ji exlaqê mirovanetiyê ji ber helwesta wê ya azadîxwazî û
Kurdperweriyê bê þehîdkirin bêy ku li gor zagonên hûqûqî yên cîhanê
tawanek dij mafê mirovanetyê pêkanîbe.
Leyla tenê têhniya jiyanek serbest di etmosfêrekî azad de bû û hemû
guneha wê helwesta wê ya Kurdyetî û niþtimanperweriyê bû.
Þehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sebeb ku gelek ciwan bi taybetî
hevalên wê yên xwendevan û rewþenbîr tevî nava refên pêþmergeyan bibin
û ji bo domandina riya þehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê.
Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêþenga jinên þoreþger û sembola jinên Kurd
li dijî zordarî û çewsandina netewa Kurd. Bi þehadeta Leylayê re baweriya
jina Kurd xurtir bû û di wê demê de þerê di navbera Kurd û dewleta þovînîsta
Iraqê de jî gurtir û berfirehtir bû.
Gelê Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê Leyla Qasima canemerg jî wekî
qehremanek netewî dibînin. Sala 1974’an dema ku Leyla hat þehîdkirin, li
seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên
xwe yên keç re hibijartin û wêneyên Leylayê ketina nava malên hemû Kurdên
ku evîna azadî û serxwebûna Kurdistanê di dilê xwe de diparastin.
Leyla Qasim û ramanên wê
Baweriya Leylayê bi azadiya gelê Kurd pir hebû û ji bona wê jî bi çi
rengan li hemberî dijmin serê xwe netewand. Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina
jina Kurd tenê di çarçovê zilm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû,
belkî wê xebat dikir ji bo guherandineke giþtî. Di vê derbarê de Leyala
dibêje:
” Þêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê de pêwîste guherandinek
siyasî, civakî û aborî be û ger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî
nestîne, mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”
Navê Leyla Qasimê di nava helbes û stranên Kurdî de
Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirine û li ser wê
helbest ristine. Mamosta Hêmin Mûkryanî þaêrê millî yê çaxê komara
demokratîka Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêje:
Ke tu turay le çawim wek xewî min
Le biskit reþtire mangeþewî min
Birû Mecnûn be Leylay xut menaze
Ke nawbangî pitir derkird ewî min
Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!
Be keyfî xut petit bawêje estom
Ewe pet niye mîdalî îftixare
Ke bûme qaremanî mîlletî xom.
Herwiha mamosta Cîgerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser þehîdbûna
Leylayê wiha dibêje:
Leyla keça Mît û Meda
Canê xwe da di ber me da
Bijîn heçî ku canfîda
Xweþ bin ji te jar û geda
Leyla çiraxa þevreþ e
Wê rû li Kurdan kir geþ e
Kuþtin bi me Kurdan xweþ e
Zordarî êdî nameþ e!
Leyla bijî, sed aferîn
Ji bo me bûye ol û dîn
Dîsa li min der hûn birîn
Heta cîgerê min bûye xwîn!
Mamosta Þêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E’reb yên mîna Udunîs
di helbestên xwe de behsa canfîdayiya Leyla Qasimê dikin. Wek dibêjin hinek
helbestvanên Filstînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.
Herwiha hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên
xwe canfîdayîya Leylayê bi bîr tînin:
Hunermendên navdar Þehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M.
Mamlê helbestên þaêrên Kurd ku derheqa Leylayê de vehûnandine bi awazên
xweþ xwendine.
Piþtî salên dûr û dirêj riya Leyla Qasimê bi þêweyek berfirehtir ji
aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û
Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leyla Qasima serbilind û
netirs û îro jî Zîlan, Binefþ, Birîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehþan, Bêrîvan,
Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran þêre keçên çeleng û qehreman li ser riya
Leylayê dimeþin.
Xebat û þehadeta Leyla Qasimê rih û canek nû xiste nava mejî û xwîna
jina Kurd û wê wateya þoreþgerbûna rastîn bêtir bi wan da xuyakirin.
Jêder
_ Hevpeyvîn bi Adil Murad berpirsyarê YXK di çaxê þoreþa nemir Mistefa
Barzaî de.
_ Hevpeyvîn bi Dr. Fuad Husên hevkarê Leyla Qasimê yê rixistina siyasî.
_ Sipas ji bo zanyarîyên E’qîle xanimê û Dr. Cebar Qadir.
Sûhêyil Qazî
SLeyla Qasim weke ku min bihîstiye keçeke pir-pir zîrek bûye. Wê roja ku
Leyla Qasim dibirin ji bo îdamkirinê, wek hatiye bihîstin Leyla Qasimê bi
dirûþman û dev bi ken çûye û dirûþmên wê (Bijî Kurdistan û bijî
serkeftina Kurdistanê) bûne. Leyla Qasim birastî yek ji wan jinên Kurd yên
mezin bûye ku cihê îftixar û serbilindiya netewa Kurd bû û bi taybetî ji
bo jina Kurd.
Dr. Fuad Husên
Min sala 1972 Leyla Qasim naskir ku li zanistgeha Bexdayê xwendevan bû. Min bi
riya hevalekî xwe yê bi navê Cewad Hemewendî Lelya nas kir. Cewad heval û
dostê Leylayê bû. Leyla Qasim hembajêriya min bû û em herdu ji bajarê
Xaneqînê ne. Dema ku min Leyla jî nasdikir min dizanî ku ji kîjan malbatê
ye
Leyla wê demê ku xebata Kurdan li Bexdayê pir hebû û berfireh bû û bi
taybetî di nava xwendevanên Kurd yên di zanistgeha Bexdayê de xebatek mezin
hebû. Leyla yek ji wan xwendevanan bû û wê wisa dizanî ku xebat ji bo
netewa Kurd ferz û wacibe. Ji bona wê jî dawa kir ku bê nava rêza karê rêkxistinî
ku wê demê Partî Demokratî Kurdistan_ Iraq serkêþiya hereketê dikir. Wê
nameya daxwaza xwe ya tevlîbûna nava partiyê ji me re nivîsî û em jî pir
kêfxweþ bûn bi vê helwesta wê ya þoreþgerî. Ew weke endam hat pejirandin
di nava rêkxiraw û rêkxistina me de. Lê peywendiya wê bi partiyê re tenê
bi riya Cewad re hebû. Karê wê ew bû ku di nava xwendevanên zanistgehê de
ji bo pirsgirêka Kurd propagandeyan bike.
Leyla Qasim yekemîn jina siyasî bû ku li Iraqê hat îdam kirin. Yanî beriya
Leyla Qasimê li Iraqê tu jinek ji ber suçek siyasî nehatiye îdamkirin. Yanî
Leyla di nava hemû Ereb, Aûsrî û Kurdan de yekmîn keça Kurd bû ku ji ber
bîrûrayên siyasî hat daleqandin. Girîngiya karê Leyla Qasim di vir de ye.
Giringiyek din ewe ku dema Leyla Qasim li zindanê girtî bû pir îþkence lêkirin
û jêre gotin ku nameyekê binivîse ji serokkomarê Iraqê yê wê demê
(Ehmed Hesen Elbekir) û dawa lêborînê jê bike. Wê jî gotibû:“ Ez nameyê
nanivîsim bo serokkomar. Ger ez kaxezê binivîsim divê ji bo gelê xwe binivîsim,
nameyê ezê ji bo netewa Kurd binivîsim û yê dawa lêborînê ji gelê Kurd
bikem. Çimkî temenê min ciwan bû û temenê min hê pir ciwan bû û min
nekarî zêde xizmetê ji bo gelê xwe bikem. Ez dawa lêborînê ji serokkomarê
Iraqê nakim, ez dawa lêborînê ji gelê xwe dikim.”
Leyla Qasim ji ber ku ciwanek bû, xwendevanek bû, yekemîn jina Kurd bû ku li
Iraqê hat îdamkirin. Piþtre li hemberî îþkencê li berxwe da û li hemberî
rejîma Iraqê li berxweda û xwe nîþan da ku xwe fîda bike ji bo pirsgirêka
netewa Kurd
Li sala 1974’an Iraqê dest bi þerekî xwînîn li dijî Kurdan kir. Di 24ê.
04. 1974’an de rejîma Iraqê bajarê Qeladizê bombaran kir û li wir gelek
xwîndevan û gelê sivîl hatin þehîd kirin. Rojek piþtre li 25’ê 04.
1974’an de Helbçe jî bombaran kirin û pir kes li Helebçe hatin þehîdkirin.
Piþtre di demek kin da dan nîþan dan ku komela xwînedevanan li Bexdayê ji
bo piþtgîrîkirina bizav û pirsgirêka Kurd gelek çalak bûne û gelek ji
wan hatibûn destgîr kirin û girtin. Piþtre ew li telefzyonê nîþan dan û
gotin ji wan pênc kesên ku serokatiya yekitiyê dikirin pênc kes bûn ku
Leyla Qasim yek ji wane. Piþtre wan bixwe dan îlankirin ku her pênc ji wan
hatine îdam kirin.
Ez çend caran bi Leylayê re rabûm û rûniþtim û em bi hevre axivîn û bi
Cewad re jî em li ser karê xwe diaxivîn. Leyla Qasim di wê demê de wisa
difikirî ku jin û mêrên Kurd bi hevre xebatê bikin ji bo çareserkirina
pirsgirêka Kurdistanê û li dijî rejîma Iraqê. Leyla di wê baweriyê de
nebû ku xebata jina Kurd li dijî mêraye. Ew di wê baweriyê de bû ku
pirsgirêka Kurd tiþtekî girînge û divê jin û mêr bi hevre bixebitin li
dijî rejîma Iraqê û ev ramana wê bû sebeb ku Leyla neçû nava rêkxistina
jinan û bi zilaman re xebat dikir û bi Cewad re di nava peywendiyan de bû.
Leyla
di wê baweriyê de bû ku xebata Kurdan tenê nabe di çiyan de be û divê
xebata Kurdan di nava bajaran de be jî. Ji bona wê jî dema ku þerê
1974’an li dijî Kurdan destpêkir hem ew û hem jî Cewad nehatine çiya û
li Bexdayê man. Çimkî ew di wê baweriyê de bûn ku divê di nava Bexdayê
de xebat û livbaziyên Kurdan heben. Wê demê li Bexdayê pir Kurd hebûn û
wan bi pêwîst dizanî ku xebata siyasî di nava bajarên mîna Bexdayê de
berfireh biken. Ji bona vê armancê jî Leyla amade bû ku fîdakariyan bike û
wek me dît jî di dawiyê de wê canê xwe ji bo vê armancê, ji bo ramana
Kurdayetiyê fîda kir. Çimkî wê demê gelek kesan wisa fikir dikir ku xebata
Kurdan tenê li çiyane û li bajaran xebat tine û xebata jinan û mêran ji
hev cudaye. Leylayê digot ku xebata jin û mêran bila bi hevre be û tev bi
hevre bixebitin ji bo pirsgirêka Kurdan.
Leyla keçek bû ku vekirî bû, bi hêsanî dostayetî û hevaletiya mirovan
dikir. Bi taybetî bi Cewad re, ji ber ku hevala Cewad bû û hevalitiya wê û
Cewad li ser wê esasê nebû ku bes ji hev hez dikirin, belkî dildariyek din,
xweþewîstiyek din di nabera wan de hebû ku ew jî xweþewîstiya gelê wan bû.
Hem Cewad û hem jî Leyla ji evîn û xweþewîstiya gelê xwe, hev û din
peyda kirin. Leyla tenê hevala Cewad nebû belkî hevala hemû xwendevanên din
yên Kurd bû û bi tevan re ji bo Kurdistanê dixebitî. Dema ku ew hatin îdamkirin
jî 4 xurt û yek jî Leyla bû. Cewad bi xwe kirêkar bû û her sê yên din
xwendevanên zanistgehê bûn bi Leylayê re dixebitîn ji bo pirsgirêka Kurd.
Leyla Qasim ewa ku li bîra min be di wê baweriyê de nebû ku keça Kurd
nikare xebatê bike. Ew di wê baweriyê de bû ku çawa kur û mêrên Kurdan
dikarin xebatê biken, keçên Kurd jî wiha dikarin ji bo doza netewa xwe
bixebitin. Wê tu ferqek nedidît di navbera xebata jin û mêran. Û ev karê
han ji bo jin û mêran ferz û wacibekî nîþtimanî didî ku xebatê bike ji
bo pirsgirêka Kurd. Leyla amade bû bibe endam di nava rêxistina partioyê de
û bi zilaman re xebatê bike ji bo pirsgirêka Kurd. Yanî bîr û ramanên
Leylayê li ser xebata jina Kurd ew bû ku: Ya yekê wacibe ku jina Kurd ji bo
pirsgirêka Kurd bixebite. Ya duyê jina Kurd dikare bi hemen þêweya ku mêrê
Kurd ji bo pirsgirêka Kurd dixebite ew jî ji bo pirsgirêka netewa Kurd bi
hemen þêweyê bixebitin.
Dewleta Iraqê ew tawanbar kirin bi wê hindê ku wan dixwest kiryarên terorîstî
pêkbînin. Lê ev tiþtekî nerast bû û îhanetek mezin bû ku bi wan hat
kirin ku netewa Kurd bitirsînin. Roja 13.05.1974 Leyla Qasim, Cewad Hemewendî,
Azad Mîran, Nerîman Fuad Mestî û Hesen Hemereþ ku hevalên Leylayê bûn
hatin îdamkirin. Di girtîgehê de Cewad, Leyla û hevalên wê gelek hatibûn
îþkence kirin û pir li wan xistibûn, lê wan tevan li hemberî rejîma
dagirkera Bees li berxwedan. Beesiyan ji Leyla Qasimê dawa kiribûn ku nameyekê
ji serokomarê Iraqê re binivîse û dawa lêborînê ji wî bike. Çimkî
dewleta Iraqê jî ditirsiya û ew yekemîn car bû ku jinek siyasî li Iraqê
dihat idamkirin û ditirsiya ku raya derve zixteke pir zêde bînin ser dewleta
wan. Wan hez dikir ku Leyla nameyekê binivîse ji bo dewleta Iraqê ku vê namê
li hemeberî Leylayê bikarbînin. Lê Leylayê ji wan re got:” Ez nameyekê
nanivîsim ji dewleta ku gelê min dikuje. Nameyê bo serokkomarekê nanivîsim
ku bi dengê gel nehatiye ser desthilatdariyê, ez nameyê nanivîsim bo kesekî
ku Kurd û E’reban bi hevre dikuje. Ger nameyekê binivîsim ezê ji bo gelê
xwe binivîsim, ji berku min nekarî bo demeke dirêj ji gelê xwe re xizmetê
bikem
Çima dewleta Iraqê Leyla Qasim îdamkir?
Ji ber ku yekemîn car bû ku bi wî þêweyî jina Kurd dihate meydana xebatê
û jina Kurd ku li Bexdayê bi hevalên xwe re rêxistinek nêhînî durist
biken, ji bo ku xizmeta gelê Kurd biken. Leyla
genc û xwîndevan bû. Di nava xwendevanan de bizavek mezin hebû, herwiha di
nava Kurdên Bexdayê de û wan piþtgîrî ji hereketa Kurdan dikir.
Dewleta Iraqê ji wê hindê ditirsiya ku ger Leyla sax bimîne yê di nava
xwendevanên Kurd li Bexdayê teisîrek mezin çêbike. Ew yekemîn car bû ku
jinên Kurd bi þêweyek tund hatibûne pêþ û bi taybetî di nava rêxistineke
nêhînî de li Bexdayê xwe organîze kiribûn
Ewa ku tê bîra min, ewe ku ne tenê Leyla belkî hevalên wê jî di telefzyonê
de nîþan dan. Ji ber ku ew tev ciwan û xwendevanên zanisgehê(ji bilî
Cewad) bûn. Li TV’yê derketin û dewleta Iraqê biryar da ku wan bikuje.
Idamkirina wan teisîreke mezin bi taybetî li ser ciwan û jinên Kurd hebû.
Leyla bû sembol û niha jî sembole. Ew sembola wê hindê ye ku jina Kurd jî
amadeye ji bo gelê Kurd xizmetê bike, ew sembola wê hindê bû ku xwe fîda
bike ji bo pirsgirêka Kurd. Ew bû sembola wê hindê ku li hemberî dujimin li
berxweda. Teisîra karê Leylayê pir mezin bû û heta niha jî teisîra wê li
ser gel û hereketa Kurdan maye. Piþtî þehîdkirina Leylayê gelek Kurdan navê
zarokên xwe yên keç kirin Leyla. Ji bona wê jî niha Leyla di nava Kurdan de
navekî e’zîz e. Ji ber ku navê Leylayê semboleke ku peywendî bi xebat û
navê wê keçê ve heye ku li Bexdayê hat îdamkirin
Tabî di wê demê de xeberê îdamkirina wê li her derê belav bû. Çimkî
dewleta Iraqê bi xwe jî ew anîne ser kanala telefzyonê û di rojnameya Iraqê
ya wê demê(Sewre) de jî hat belav kirin ku ew îdam kirine. Tabî xelk li
derve agehdar bûn ku hinek ciwanên Kurd hatine îdamkirin ê yek ji wan jî
Leyla Qasim e. Li wê demê teisîra xebata Kurdan li dervey welat wiha û weke
roja îro mezin nebû, lê teisîreke wiha hebû û ewên ku pirsgirêka Kurdî
bi girîng dizanin, zanîn ku cara yekêye dewleta Iraqê li hemberî Kurdan
sekiniye û heta ew ciwanên ku li Bexdayê dersê dixwînin(xwîndevanin) û bîrûrayên
wan yên cuda hene ji îdeolojiya dewleta Iraqê û li ser esasê ramanên xwe yên
Kurdayetiyê tên îdamkirin. Lê bi dîtina min teisîra Leylayê ku heya roja
îro jî navê wê li hemû pêrçên Kurdistanê maye ewe ku navê wê bûye
sembol û navekî muqedese.
Tabî
bi îdamkirina Leylayê û hevalên wê xebata xwîndevanên Kurd nesekinî. Ji
ber ku dewleta Iraqê di wê baweriyê de bû û niha jî di wê baweriyê de ye
ku bi kuþtina Kurdan, ewên din ji xebatê bisekinîn. Lê berevajî wê me dît
ku piþtî îdamkirina Leyla û hevalên wê xebata Kurdan li Bexda û bajarên
din hertim berdewam bû. Herwiha xebata kirêkar û jin û mêrên Kurd li Iraqê
berdewam bû. Çimkî mesela îdamkirina Leylayê teisîrek pir mezin xiste ser
bîr û rayên jina Kurd li hemû Iraq û Kurdistanê. Þehîdkirina Leyla û
hevalên wê teisîrek pir mezin li ser ciwanên Kurd danî ku zêdetir xebatê
biken.
Piþtî sala 1975’an dema ku þoreþê careke din destpêkir em dibînin ku
navê Leylayê herkes bikar tîne û navê wê wek sembolekê tê bihîstin. Navê
wê bûye weke dînamoyekê ku jina Kurd bi berdewamî bikar tîne ji bo ku li
ser kar û xebata xwe berdewam be. Weke ku xwîndevanên Kurd bikar tînin ku ji
bo xebatkirinê berdewam bin. Navê wê bûye sembolek û pirî caran dema civîn
çêdibin, navê Leylayê li ser datînin. Yanî Leyla ji bîr neçûye.
Leyla Qasim keçeke Kurd, genc, xwîndevan li bajarekî Kurdistanê (Xaneqîn)
mezin bibû, li Bexdayê dijî, lê amade bû ku jiyan û xwîndina xwe û her
tiþtê xwe fîdayê bîr û ramanên xwe bike. Ew amade bû jiyana xwe fîda
bike ji bo pirsgirêka Kurd. Dildariya Leyla Qasim bi Cewad re ku dostê wê bû,
di çarçove û girêdayî pirsgirêka Kurd bû. Hem Cewad û hem jî Leyla
peywendiya wan bi hevre hebû, lê peywendiya wan bi pirsgirêka Kurd re zêdetir
bû. Û wan herduyan canê xwe fîda kir ji bo pirsgirêka Kurd. Tiþtekî
taybetî heye li ser Cewad û Leylayê: Ew ne tenê sembola du ciwanan bûn ku
xebat dikirin ji bo gelê Kurd û canê xwe ji bo Kurdistanê fîda kirin,
herwiha ew du dildar jî bûn ku ji jiyanê hezdikirin û ji mirinê hez
nedikirin. Lê amade bûn bimirin ji bo mesela Kurd.
Hezkirina wan hezkirina jin û mêratiyê bû lê herwiha hezkirina welat û bîr
û ramanê jî bû. Ji ber ku Cewad û Leyla ku bihevre bûn, bi berdewamî li
ser pirsgirêka Kurd difikirîn. Dema ew bûn dost û heval, Leyla amade bû ku
xebatê bike mîna ku Cewad xebat dikir ji bo pirsgirêka Kurd. Hezkirin û
dildariya wan dildariya du mirovan bû, lê dildariya du mirovan bi milletê wan
re jî bû
Adil Murad
( Berpirsyarê giþtiyê Yekitiya xwendevanên Kurdistan di çaxê þoreþa
Ilonê de )
Leyla Qasim li zankoya Bexdayê xwendevan bû. Di roja þehîdbûna wê de di
sinifa sêyemîn ya sosyolojî de bû. Wê demê ew ji aliyê KDP hatin wezîfedar
kirin ku kar û xebatê rêxistinê bikin di nava Kurdên Bexdayê de. Ji berku
piþtî gotûbêjên sala 1974’an serokatiya þoreþê bi dewleta Iraqê li
ser pirsgirêka Kurd lihev nehatin û rêkxistin û lika partiyê ya 5’mîn û
xelk tev çûn bo serê çiyan. Komak xwendevanên þoreþger ji bo karê rêkxistînî
li Bexdayê man. Leyla Qasim yek ji wan bû. Herwiha þehîd Cewad Muradê dezgîranê
wê bû, Nerîma Fuad Mestî û 6-7 kesên din ku karê rêkxistinî li Bexdayê
dikirin. Pênc ji wan li Bexdayê hatin girtin û dewletê jî piþtî mehkemekê
di dadgayeke 4 seetî de ew bi îdamê mehkum kirin
Cihê serenckiþanê di vir deye ku Leyla Qasimê berxwedan kir û qet ji bo
dewletê xwe kêm nekir. Heta piþtre me li Libnanê fîlma mehkemekirinê dît
û wê axftinek gelek baþkir. Dewleta Iraqê cara yekemîn bû ku ne tenê li
Iraqê belkî li hemû herêmê jineke Kurd îdam bike, ew jî ne bi nihînî
belkî bi þêweyek eþkera. Dewleta Iraqê li rojname, radyo û TV’iyên xwe
de xeber weþandin û li hemû cîhanê belav kirin û gotin ev keçe hat îdamkirin,
çimkî dijî dewleta Iraqê ye û karê terorîstî kirine.
Leyla Qasim terorîst nebû û ew karê ku Leyla pê mehkumkirin dirû bû. Wan
gotibûn ku Leyla Qasimê bombe birine ku li Bexdayê di sînemayê de biteqîne.
Lê ev ne rastbû û Leyla Qasimê tu peywendiyek bi karê terorîstî ve nebû.
Ew keçeke têkoþer bû. Ji Xaneqînê û ji malbatek hejar bû. Leyla di nava
yekitîya xwendevanên Kurd de jî li Bexdayê keçek aktîv bû ku wê demê ez
serokê rêkxistina xwendevanên Kurd bûm.
Leyla
Qasim ji bo me du tiþtên mezin dide îspatkirin:
1. Berxwedana wê li hember rejîma Iraqê û di çaxê lêkolîn û tehqîqê
de.
2. Wê bi berxwedana xwe da îspatkirin ku ew rijîmên dagîrkerên Kurdistanê
(çi Iraq an Tirkiye) feriq nake û ew kesên ku xwedî raman bin, þoreþger
bin, çi kur û çi keç bin, tevan îdam dikin Wî çaxî me yekitiya xwendevanên
Kurd damezrandibû. Me jêre digot: Yekitî Qutabyanî Kurdistanî Iraq. Me li
Iraq û Kurdistanê kar dikir û para rêxistina me li Silêmanî, Hewlêr,
Dihukê, Besra û li hemû bajarên Iraqê hebû. Yanî li her dera ku Kurdek
hebû rêxistin hebû. Weke niha nebû û tenê yek rêkxistin hebû ji bo hemû
xwîndevanên Kurd. Di vê rêxistinê de hemû xwendevanên Kurd têde dixebitîn
û fikir, bîr û ramanên wan ji hev cuda bûn. Bo nimune kek þehîd Cewad
Murad ku bi wêre þehîd bû bi esilê xwe kumunîst bû. Li sala 1971-72’an
hêdî-hêdî hat nava me û hizbî kumunîst berda û di nava partiyê de bi me
re xebitî û palpiþtê dezgîrana xwe Leylayê bû. Wan di nava xwendevanan de
evînek taybetî hebûn û hemû xwîndevanên Kurd dizanîn. Ji berku Cewad
karkerê fabrîka zeytê bû û Leyla li zankoyê bû. Lê xelkê tev dizanîn
ku evane bi hevre di nava peywendiyan de ne, evîndarî di navbera wan de heye
û di pêþerojê de ew û Cewad bi hevre bizewicin.
Tiþtê dawiyê ku berpirsyarên îstixbarata Iraqê ji Leylayê xwestibûn(li
gor ew kesên ku di mehkemê de amade bûn), berpirsên mehkemê beriya îdamkirinê
jêre gotibûn tu çi dixwazî? Wê jî gotibû:” Min tenê tiþtek nekir. We
nehiþt ku ez û Cewad bi hevre bizewicîn û waye hûn me îdam dikin”. Sirûþtiye
ku ewên di mehkemê de amadebûn bi bihîstina vê bûyerê pir xemgîn bibûn.
Ji bona wê jî ez dibêjim xelkê Leyla Qasim piþtî þehîd bûnê zêdetir
naskirin û di stran û helbestên xwe pir behsa wê kirin. Bo nimune Cîgerxwîn,
Þêrko Bêkes, gelek helbestvanê Ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de
behsa wê kirin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filstîn jî behsa Leylayê
kirine.
Sala 1974’an du roj piþtî îdamkirina wê û hevalên wê em li kongiriya cîhanî
ya AUS bûn û me di hevdîtinên xwe de behsa Leylayê kir.
Dewleta Iraqê (bi þehîd kirina xwendevanên Kurd) dixwest Kurdan bitirsîne.
Ji ber ku Kurd piþtî destpêkirina þerê di navbera Kurd û rijîma Iraqê li
sala 1974’an de dixwest xelkê bitirsîne. Bo?
Çimkî di 24. 04.
1974’an de bajarê Qeladizê bombaran kir. Zankoya Silêmaniyê çû bo
Qeladizê, wan Qeladizê bombaran kirin û nêzî 20-30 xwîndevanên Kurd li
wir hatin þehîd kirin. Piþtî wê bi du-sê rojan Leyla Qasim îdamkirin. Yanî
hukmeta Iraqê dixwest xelkê bitirsîne.
Piþtî wê dewletê dest kir bi bombaran kirina Kurdistanê: Gelale, herêma
Behdînan, Zaxo û li hemû Kurdistanê þerê giran dest pêkir. Wan dixwest bi
vî karê hovane Kurdên Bexda û nava bajaran bitirsînin û bêje herkesê ku
hereketekê û karekî siyasî bike emê îdam bikin. Vaye keremken em keçan jî
îdam dikin, êca ji me re îdamkirina mêran pir hêsantire. Yanî ev tehdîd bû
ji bo gelê Kurd li Bexda û bajarên din. Û bi kiryar(piratîk) jî piþtî îdamkirina
Leylayê þerekî pir giran li dijî Kurdan di hemû bajar û çiyayên
Kurdistan ji Xaneqîn heta Zaxo û tevaya Iraqê de, destpêkirin.
Leyla Qasim beriya îdamkirinê keçeke aktîv bû, mîna ku gelek keçên me li
Bexdayê aktîv bûn. Çimkî wê li Bexdayê dixwend û li kolêja Adab li para
Sosiyologî ders dixwend. Lê girîng ewe ku li girtîgehê çawa bû?!. Dema ew
hat girtin qet neditirsya. Yanî ew kesên ku ew li TV’yê dîtibûn û me jî
piþtî du-sê salan fîlm li Libnanê dît û me kopiya fîlmê da (Emnisty
International). Leyla qet neditirsya û ew pir îþkence kiribûn û þûnewarên
îþkencê jî li ser rûyê wê dihatin dîtin. Lê ew gelek rihet bû. Zilamê
mehkemê pirsyar jê dikir ku te çima wisa kiriye? Wê jî got:“ Ez ne poþmanim”.
Wê ev hêza xwe ji bizava Kurdan û ji hêza xwe girtibû û ew di wê baweriyê
de bû ku Kurd yê hetmî biser bikevin. Sebeb jî ew bû ku wê bawerî û îman
bi wî xeta siyasî hebû û îman bi vê hindê hebû ku dewleta Iraqê ti çaxî
li kuþtina Kurdan dirîxê nake û îmana wê hebû ku gelê Kurd yê rojekê
bi ser bikeve
Bi îdam kirina xwendevanên Kurd wan dixwestin ku xelkê bitirsînin. Dema ku
þoreþ û þerê di navbera Kurd û dewleta Iraqê de dest pêkir Kurd û rêkxistinên
wan li wir aktîv bûn. Me
berê li11’ê Adara sala 1970’an bi dewleta Iraqê re peyman aþtiyê hebû.
Li sala 1974’an dewleta Iraqê li aliyekî got em mafê Kurdan yê otonomî
didin, lê ev otonomî derew bû û tenê li ser kaxezê bû û derew dikirin û
dewletê dixwest otonomîyê bide cehþên Kurd yên xwefiroþ. Yanî hinek Kurd
li Bexdayê hebûn û dewletê ji wan re got em otonomiyê didin we û nadim bi
hereketa Kurdî ku wê demê serok Barzanî serokê hereketa Kurdan bû. Dixwest
Kurdan bitirsîne û Kurd li bajaran hereket neken. Ji bona wê jî xwendevanên
Kurd girtin û gotin evane terorîstin û ew û hevalên wê þehîd kirin.
Herwiha Beesiyan dixwestin ji hereketa Kurd re bêjin ku em natirsim û em
herkesî îdam dikin û ne tenê di dîroka Iraqê de belkî di dîroka cîhanê
de keç nehatine îdamkirin. Heta di çaxê Hîtler de pir keç di berxwedana
Firansa û yên din hatin îdamkirin lê ne bi eþkerahî belkî kuþtina wan veþartî
bû. Mesela gelek kes li Poloniya û li Mecaristanê di berxwedana dij Nazîsmê
de hatin îdamkirin. Hatin îdamkirin lê ne bi eþkerahî, lê rejîma Iraqê
ev karê xwe li TV û radyoyê de îlan kir û got ez vê keçê îdam dikim da
ku xelk bitirse. Lê xelk netirsya û berevajî daxwaza wan ew bû sembol û
remz ji bo jina Kurd.
Leyla
Qasim ji malbateke hejar ya li herêma Xaneqînê bû. Wê digot ku divê jin
azad be û beriya hertiþtî Kurd azad be. Bi bîr û raya wê azadiya jinê ew
bû ku hertim digot ez ji hevalê jiyana xwe (Cewad Hemewendî ku xwendevan nebû,
karker bû) hez dikim û dixwazim jiyaneke taze li Kurdistanê bi vî xurtî re
durist bikem. Bi dîtina min ev bixwe tiþtekî girîng û nûye. Hûn dizanin
ku a’dete û dewlemend bi dewlemendan re dizewicin û keçeke xwîndevan naçe
bi xurtekî karker re bizewice. Bi taybetî di nava civata me de û li Ewropa
dibe ku normal be, lê wê ev kare kir. Nizanim ku kes û karên wê muwafiq bûn
an ne, lê wê got ez ji vî xurtî hez dikim û Cewad jî xurtekî gelek zîrek
û aza û pir rewþenbîr bû, di e’slê xwe de Marksîst-Lênînst bû. Baþ
tê bîra min ku ew xurtekî pir rewþenbîr bû û îmana wî bi azadiya jinê
hebû. Ez texmîn dikim ku teisîrek mezin li ser bîrûrayên Leylayê danîbû.
Çimkî min rojekê Leyla dît û em axivîn û komek keçên din jî li wir bûn,
min dît ku keçeke rewþenbîr û zana bû. Min
fikir nedikir ku wiha zana be. Di dawiyê de min pir kir ku ev keçe çi dike,
çi nake? Wan jî gotin Leyla dezgîrana filan kesî ye, ku Marksîst bûye û
niha hatiye nava me. Min bi xwe ji vî karî hezdikir ku keçeke wiha bi helwest
be.
Þeva ku Leyla hat îdamkirin, ez bi xwe li wir nebûm û ez ji Kurdistanê çûm
bo Budapêst ji bo kongireya cîhanî ya xwîndevan. Çimkî em hatibûn
vexwendin û em çûn wê derê. Piþtre dewleta Iraqê xelk ji Bexda û bajarên
din derxistin û dema ew heval li TV’yê derketin wek dibêjin di nava Kurdên
Bexdayê de te’izîye çêbû. Hinek tirsyan û hinek jî netirsyan. Heta di
nava E’reban de jî tiþtekî wiha nehatibû dîtin ku keçek bê îdamkirin.
Yanî ewên ku Kurd bûn îman û baweriya wan zêdetir û E’reban jî ji vî
karê dewletê hez nedikir. Çimkî ne di terîqeta Islamê de û ne jî di ti
oleke din de jin nayê îdam kirin.
Li derve di kongireya AUS de ku kongira 11’mîn bû di rojnameyê de wêneyên
wan derkeftibûn. Hevalê me li sefareta Iraqê rojnameya ku nû derketibû ji
mere anî û roja rojname gehiþt me roja duyê ya karê kongire bû. Min ew
rojname bir bo kongirê û min ji wan re got ha bibînin li Iraqê jin û keçên
Kurd îdam dikin û ev jî rojnameya Iraqî ye. Ez nabêjim lê vaye rojnameya
Iraqî dibêje:” ev Leyla Qasim e û em wê îdam dikin. “
Jina Alênde ku wê demê serokkomarê Þîlî bû û zerbeya eskerî (kudeta)
li dijî wî hatibû kirin û dîktator Pînuþe hat ser kar û li sala
1973’an Alinde kuþtin. Êca jina Alinde hatibû ji bo kongirê û li pêþê
rûniþtibû û wê vekirina kongirê ragehand, ku tiþtekî herî girîng e. êca
em çûn û me hevdîtin pêre çêkir û me jêre got: “ Em netewek
belengazin ” Wê heta Kurd jî nas nedikirin û ji mere got:“ Hûn kîne û
çine?” Me jî jêre got:“ Em Kurdin û Kurdistan jî welatekî wiha ye ”.
Jinek bi mere bû û navê wê Þirîn bû(niha li Elmaniya ye), wê bi zimanê
Ispanî pêre axivî ku Kurd mezlum û belengazin û kermke ew jinên Kurd li
Bexdayê îdam dikin. Li wir wê em teîd kirin û ji kongirê daxwaz kir ku em
jî wek nûnerên Kurdan biaxivîn û ji wan re got çima hûn nahêlin milletê
Kurd di kongirê de biaxivin. Nûnerên Iraqê jî li wir bûn û xanima Alindê
ji wan re got:” Heqê we tune hûn devê Kurdan daxin(bigirin) û nehêlin ew
biaxivin, bila Kurd jî biaxivin û xuyaye ku rejîma Iraqê rejîmek faþîstî
ye û vaye jinên Kurd îdam dikin. Çwa dibe ku jin bê îdamkirin? ”
Baþ tê bîra min ku wê heta ev jî got ku xuyaye ferq di navbera rejîma Pînuþê
û Iraqê de tuneye.
Piþtî þehîdkirina Leylayê gelek xwîndevan ji Bexdayê derketin û bi keç
û kur reviyan û hatin bo çiyan. Heta hinek ji xizim û hevalên Leylayê
reviyan û hatin nava þoreþê. Li Bexdayê çend caran li ser dîwaran dirûþme
hatin nivîsandin ku li ser þehîdkirina Leyla Qasimê bûn. Çimkî xelkê qet
bawer nedikir ku jin an keç bê îdamkirin û digotin jin çawa tê îdamkirin?
Ji berku ew cara yekemîn bû ku di dîroka herêmê û Iraqê de tiþtekî wiha
dihat kirin. Tê bîra min gelek caran xwendevanên ku hatibûn çiyan pir
kiryarên ku li dijî dewletê dikirin bi navê firqe û girup, dost, xweþewîst
û hevalên Leyla Qasimê encam didan. Tê bîra min li Kurdistanê pêþangeha
zarokên resam(þêwekar) hat çêkirin ku bi navê Leyla Qasimê bû. Xwîndingehek
hebû bi navê Leyla Qasimê û li derve jî hereketên bi navê Leyla Qasimê
hebûn. Elbet sala 1977’an wêneyê Leyla Qasimê ket destê (Emnisty
International) û bi riya birayê wê Selam wêne þandibû bo London. Dewleta
Iraqê bi vî karê Selam hesiya û çûn hemû endamên malbata wan girtin û
Selam îdamkirin. Yanî ew ji ber derxistina wêneyê Leylayê îdamkirin û li
London jî berpirsyarên Emnisty International) wêneyê wê li herderê belav
kirin û dewleta Iraqê gotin ev çawa bû ku wêneyê Leyla Qasimê gehiþt
dervey Iraqê?
Leyla Qasim keçeke Kurd ya têkoþer bû ku baweriya wê hebû bi riya
Kurdayetiyê, rêya Kurdayetiya paqij û pak. Çimkî xwîndevan bû li Bexdayê
û gemeyên siyasiyên berpirsyarên Kurd nedizanin û keçeke pak bû û bi pakî
jî þehîd bû. Bi hezaran jinên Kurd dimirin lê kes behsa wan nake.