|
Li Îranê Sê Tabloyên Tirajîk… Kakþar
Oremar,
kakshar_oremar@yahoo.de Sal
1988 bû. Þerê Îran û Îraqê digehiþt rojên xwe yên dawiyê. Lîderê
olîyê yê Îranê Ayetulah Xûmêynî bi vexwarina camê jehirê pejirand
ku ew þerê malwêranker, bêencam bigehe dawiyê!!. Bi milyonan kes hatin
kuþtin, birîndar bêsinor bûn û reþ bibû xemla dayik, bûk û keçên
ciwan. Heya roja îro jî kes nizane ka armancên Sedamê cinyetkar û rejîma
Îranê ya paþvero ji wî þerê tejî êþ û elem çi bûn. Gel bi giþtî
û rewþenbîr û siyasetmedarên civakê jî bi taybetî li dijî þer bûn.
Ji ber wê jî dijberên þer ji aliyê her du hikumetan ve dihatin girtin,
þikence kirin û kuþtin. Sedem jî ew bû ku ew bi bîr û ramanên xwe
hem li dijî rejîmên serdest bûn û hem jî dixwestin rojek ji roja din zûtir
þer bi dawî bibe. Li vira ez behsa rejîma Baasî nakem ku wek „komara
wehþetê“ hatibû binav kirin, lê ezê behsa sê dîmenên li Îranê
bikem ku li ser jiyana gel xwedî bandoreke nigatîv in: 1.
Heya
roja îro jî hemû salê xwediyên wan kesan diçine cihê gorên bi komel,
þînê dikin, axa wan gulbaran dikin, lê bi birîndarî û heriþî
vedigerin malên xwe.!! Piþtî 20 salan îsal dîsa jî tabloyekî wiha li
Tehran û bajarên din yên Îranê çêbû. Êstixbarat û pasdarên rejîmê
keç, xurt, dayik, bav, genc û kal dane ber kêran, autoyên wan þikandin
û bi þikence û heqaretê ew li ser tirba ezîzên wan dûr xistin. Belê…
Zimanê îslama ku rayedarên rejîma Xûmêynî pêdiaxivin, tenê lêdan
û þidete. Êdî ez behsa qetilamên li Mirgewer, Qarna, Qelatan, Sine, Neqede, Mako û deverên din yên rojhelatê Kurdistanê nakem ku pasdarên rejîmê bi sedan kes kuþtin û rûyê rejîma Pehlewî spîtir kirin!!. 2.
Ev
di rewþkê de ye ku li gor zagûnên komarê ne navê Zîlan û ne jî dawa
mafê wekheviyê sûç tê hesibandin. Lê xûyaye ku Ehmedînejad û Xaminêyî
li Kurdistanê bi rastiyekê hesiyane: Li
rojhelatê Kurdistanê þoreþeke rewþenbîrî û civakî jî li rex xebata
siyasî û çekdarî demeke ku dest pêkiriye. Bi taybetî jî di nava
keç û jinên Kurd da þoreþeke zêhniyetê reh û rîþên xwe avêtine
herdera Kurdistanê. Jin
û keç, dayik û xwîþkên me bêtir êþa bindestî û evîna azadiyê
hiss dikin. Ji bona wê jî em dibînin ku li kêleka xurt û mêran ew jî
xwe ji çalakiyên siyasî-civakî dûr naxin. Bêgoman ew keçên zana baþ
dizanin ku Kurdbûna wan bûye sedema dayîna biryarên wiha dûr ji hemû
qanûnên mafê mirovan. Li ti dereke cîhanê bêedaletiyeke wiha nayê dîtin.
3.
1.
Hikumeta Îranê nasnameya wan ya medenî-siyasî bi awayekî fêrmî nas
bike û dan û standineke bi hurmet û keramet bi wan re bike. 2.
Rawestandina hukimê îdamê ku heya niha ji heþt girtiyan re hatiye dayîn. 3.
Dawîanîna bi þikence, zext û reftarên dûr ji pirensîpên exlaqê
mirovahiyê bi hemû girtîyan re. 4.
Di navbera girtiyan siyasî û sivîl da ferq û cudahî nemîne û rewþa
girtîgehan jî baþtir bibe. 5.
Hemû girtîgehên Îranê bi bê danîna sinorekî diyarkirî li hundir û
dervey welat bikevin bin kontrola rêxistinên mafên mirovan. 6.
Destgeha dadmendî(qeza)yî ya komara îslamî bi armanca gehiþtina bi zagûnên
rastîn yên mafê mirovan û li ber çavgirtina insafê, bi awayekî bingehîn
reforim têda werin pêkanîn. Belê
êdî zindana bajarê Urmiyê jî mîna girtîgeha Amedê bûye meskenê
berxwedana qehremanên Kurd. Li Sine, Îlam, Kirmaþan, Tebrêz, Þîraz,
Kerec û Tehranê dilên azadîxwaz, xortên jîr û zana, keç û jînên
çeleng li Îran û Kurdistanê dest bi þoreþeke din kirine. Bi vê þoreþê
re elbete textê rejîmên dîktator jî dilerize. Ger di rewþeke wiha da
em mirovên bi wijdan û insaf bi hemû þêweyan piþtgîriyê bidin wan,
hingî ev pêngava wan jî derbasî qûnaxeke din dibe. Êdî rêya bi
destxistina daxwazên ji bo azadiyê jî yê bêtir li ber me vebibe. Dema
mirov ji bo mafê azadîyê girtine, nikarin karekî bikin, hawara wan
nagehe cihekî, hingî daxwaz û hesreta wan ya herî mezin ewe ku kesên
azad ji wan re karekî bikin. Hîvîdarim
em girtîyên azadiyê ji bîr neken.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org