|
|
Mamosta
Aram Dîkran û Gotinên dawiyê
Kakþar
Oremar, Email:
kakshar_oremar@yahoo.de
 |
Îro
sibê saet 11.15an dilê mamosta Aram Dîkran jî li welatê Yunan ji
lêdanê ket. Kurda dengekî
xwe yê herî bilind ji dest da. Ew berevajî xwesteka gelek nationalîstên
Ermenî qet ji Kurda dûr neket. Wesiyeta bavê xwe ji bîr nekir û
ji biratiya gelan ra bi 5-6 zimanan stirî.
Xebera
nexweþiya mamosta A. Dîkran dilê herkesî êþand, lê dilê kesên
ku ew ji nêzve dîtine û wî nas dikin bi vê xeberê ra pir þewitî.
Di nivîseke kurt da mirov nikare emeka vî mirovê mezin beyan bike.
Wefadar û xwedîyê soza xwe, sembola biratiya Kurd û Ermenan, evîndarê
doza Kurd û Kurdistanê û di peyvekê da ew bi hemû wateya xwe
hunermend bû. Hertim rû biken û hîvîdar bû. Bi paþeroja jiyana
Kurda ya siyasî xweziyên wî mezin bûn. Dilê wî bo wê rojê lêdida
ku azadiya Kurda bibîne. |
Roja
înê 31ê mehê bû(31.07 2009). Êvarê min tela wî kir. Weke her carê
þa û ji tona dengê wî hezar hez û hîvî dibarîn. Weke her carê bi
henekekê destpêkir:“ Kakþar ger dinyayê bidene destê te tuyê çi bikî?!“
| Em
pir axivîn û min ji wî pirs dikirin, wî jî her wiha û min
bersiva pirsên wî dida. Li ser rewþa dawiya ya pirtûka xwe pirsî
û min jêra got:“ Mamosta pirtûka te
xelas bûye, tenê notên çend strnên te mane, piþtî bidawî bû,
yê bê weþandin…“
Piþtî ku em pir axivîn, min li ser çûyîna wî ya Amedê pirsî.
Dema xwest li ser Amed û bakurê Kurdistanê biaxive, di dengê wî
da heycanek çêbû. Bi germî û weke evîndarekî li ser Amedê wiha
got:“ Binêr… ji tera rastiyekê bêjim: çûyina Amedê û ew
hemû hurmeta gelê Kurd jiyana min guherand. Dilê min nekarî ewqas
keyfxweþî û heza bira û xwîþkên min tehemul bike. Min dayax
nekir law. Ji ber wê jî dilê min nexweþ ket. Berê min di hevpeyvînekê
da ji tera gotibû ku ger ez rojekê mirim min li Qamîþlo veþêrin,
lê dinyaye hey haye ger ez mirin min li Amedê veþêrin…. Ez
naxwazim ji wî miletê bi hurmet û wefadar dûr bim. Ew axa mêra
ye, axa jiyanê ye ….“.(êdî nekarî biaxive û qirika wî
xetimî)
|

|
Li
vira min jêra got:“ Mamosta çi mirine ketiye ser zimanê te, hele karê
me bi te pire. Kurd
muhtacî tene...”,
wî got:” ne babvê min, gotina bav û kala ye: mirin heqe û kes jêr
xelas nabe. Ez nexweþim û dizanim ku zêde wexta min nemaye. Çendîn
berhemên min amadene, lê dema ez li wira bûm( Almaniya û Belçîka), tevî
ku min li her derekî da, lê kesî bersiv neda. Dernektina van stran û
berhemên min yên nebihîstî wek hesret yê di dilê min da bimînin. Ez
ji we teva razî me, memnonim û qenciyên Kurda qe ji bîr nakem. Ez þame
ku min wesiyeta bavê xwe jî anî cih. Wî hertim ji mera wiha digot:”
qenciyên Kurda qe ji bîra neken. Ger hûn îro hene bi xêra wane û vê
baþiyê biqedirînin law...”
08.
08. 2009 Almaniya
|
|
|