Me bi kûraniya evîna te zanîbû...

Kakþar Oremar

Ev sala ku em têde ne û niha rojên wê êdî ber bi dawiyê ve diçin, ji me re saleke bi hemû wateya xwe xemgîn bû. Yanî ev du-sê salên derbasbûyî, ji qedera neteweya me, salên reþ, nexweþ û tejî derd û xem bûn. Xeberên dilþewat yek li pey yekê canê me þewitandin û hestên me hatin birîndar kirin.

Me ji ber derd û kovana jidestdayîna hunermendê mêrxas Ahmad Kaya hê hêsirên çavên xwe zuha nekiribûn, xemên dilê me hê venereviyabûn êdî xemeke din hat ser barê xemên me yên giran. Mamosta Mahmud Baksî bi wî giyanê xwe yê mezin, piþtî demeke dûr û dirêj, li cîhaneke bi hesret û daxwazên nedîtî xatir ji me xwest û di êvariyeke xemnak de, li welatê biyaniyê, ew jî gehiþt nava kerwanê nemir û evîndarên hesret nedîtî. Dilê Baksî di çax û demekê de ji lêdanê sekinî, ku xebata rizgariya neteweya Kurdistan ber bi qonaxên nû ve dimeþe û hêviyên nû hatine afirandin. Elbet mamostayê me bi xwe jî di vî warî de xwedî ked û zehmeteke mezin e. Ji ber ku di dem û çaxên herî giring û hessas de, herçende ew bi giranî nexweþ bû jî, lê bi wê vîna xwe ya hesinîn û bi pênûsa xwe þerê dijwar li hemberî dagîrker û sextekarên xwefiroþ domand. Pênûsa wî çeka wî bû; û bi rastî ji bo parastina maf û berjewendiyên neteweya xwe pênûsa xwe baþ bikar anî.

Nemir Baksî, ku bi eslê xwe ji Bedlîsê ye, sala 1944an li gundê Suphî, yê girêdayî bajarê Batmanê, di malbeteke xanedan de hatiye dinê. Wî zaroktiya xwe di gund de derbas kir û xwendina xwe ya lîsê jî li bajarê Batmanê bi dawî anî. Di çaxê xortaniyê de bi siyaseta çewt û ji exleqê mirovayetiyê dûr, ya komara Tirkiyê, ku bi zordariyeke bê eman li ser serê Kurdan dihate meþandin hesiya û piþtre, bi kar û xebata xwe, helwesta xwe ya Kurdperweriyê da diyar kirin.

Nemir Baksî, ji çaxê ku di sala 1964an de di artêþa Tirkiyê de bû leþker, bêtir pêhesiya, ku kemalîst çawa û bi çi terhî hemû taybetmendiyên Kurdan yên ziman, çand û dîrok înkar dikin, sivikatî, lêdan, bi çavê biyaniyan li ciwanekî Kurd nêrîn û hesibandina neteweya wî weke wehþ û hov û tevan tevnê evîna Kurdayetiyê di dil û mejiyê Mehmudê xort de reçandin. Lê çi evîn? Belê... Evîneke bê sînor û hisab, ku serekaniya raçandina wê vedigeriya dîrokeke sê-çar hezar salî û Baksî ji wir meþa xwe da destpêkirin. Hestên wî yên neteweyî þiyar bûbûn û ji bona xwe-îspatkirinê, di demeke kêm de, wî di gelek kar û barên civakî û siyasî de þiyan û hêza xwe ji her kesî re da îspatkirin. Di sala 1966an de PDK û PKT (Partiya Karkerên Tirkiyê) nas kirin û di sala 1968an de, di Þaxê Batmanê de, wek serokê PKT yê herêmê hat hilbijartin û di hemen salê de jî bi zimanê Tirkî dest bi nivîsandinê kir. Ji bo debara jiyanê di tesisên petrolê de li Batmanê wek karmend dest bi kar kir û di nava karkerên Kurd de karê xwe yê organîzasiyonî bi rengekî çalaktir domand. Lê di atmosfêreke tejî stem û zordarî de, ku komara Tirkiyê afirandibû Baksî nekarî xebata xwe ya þiyarkirinê bidomîne. Berî herkesî berpirisyarên komara Tirkiyê bi hez û armancên Baksî hesiyan û ji bona wê jî ew ji karê petrola Batmanê derxistin; ji wir û pêde jiyana Baksî ya dûrî Kurdistanê dest pêkir. Herçend Baksî ji aliyê MIT?ê ve hat girtin, îþkence û tehdîd kirin, lê ew hat Stenbolê û li wir jî di Konfedarasiyona Karkarên Þoreþger (DISK) de dest bi kar û xebata xwe ya ji bo gelê xwe kir.

Nemir Baksî li Stenbolê bi rastiyeke din ya gelê xwe û pilanên faþîzma Tirkiyê dihese: Wî dît ku hinek nivîskar û stranbêjên bi esilê xwe Kurd bi zimanê Tirkî dibêjin û dinivîsin û kemalîst jî zimanê Kurdî wek ziman napejirînin û Kurdan jî netewe nahejmêrin. Ev karê wan dilê Baksî pir diêþîne û ji bo yekemîn car romana xwe ya bi navê ?Mezra Botan? li Stenbolê dide weþandin. Ev karê wî mîna bombeyekê di nava Kurd û Tirkan de deng vedide, çimkî siyaseta reþ a asîmîlasiyonê bi giranî li hemû deverên Bakûrê Kurdistanê dimeþe û siyasetmedarên Tirkiyê ev karê Baksî ji sedî sed berevajî siyaset û berjewendiyên xwe dîtin. Di Mezra Botan de derd û bextreþiyên gelê Kurd bi þêweyekî aþkere hatibûn diyarkirin û siyaseta komara Tirkiyê ya hovane hatibû rexne kirin. Baksî ji bona vî karê xwe careke din jî hat girtin, ew îþkence û tehdîd kirin; lê êdî wî rêya xwe ya xizmet ji bo mirovayetiyê peyda kiribû qet jî ji vê hilbijartinê poþman nebû.

Di nava çepên Tirk de Baksî Mahir Çayan jî ji nêz ve nas dike û li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi Mihri Belli re - yek ji serokên çepên Tirkiye - gotûbejeke berfireh di rojnameyeke çepên Tirkiyê de dide weþandin. MIT?ê dîsan ew girt û bi giranî îþkence kir. Lê îcar ew bi mirinê jî tehdîd kir. Heval û dostên wî jêre pêþniyar kirin, ku ji Tirkiyê derkeve, ji ber ku dibe ji aliyê MIT?ê ve bi rengekî veþartî bê wenda kirin. Wê demê gelek kes bi awayekî veþartî dihatin kuþtin. Ji rûyê neçariyê, Baksî sala 1970î bi perîþanî xwe gehand Elmaniya û piþtî nêzî salekê bi yek carî çû Swêdê, lê li jiyana xerîbiyê jî bê çalakî nesekinî û dest bi nivîsandina roman û nivîsên xwe di kovar û rojnameyên kurdî û Ewropî de kir. Ji xwe armanca wî jî ew bû, ku li derve bêtir dengê xwe bide bihîstin. Wî bi nivîsên xwe yên li ser pirsgirêka Kurdan li welatê biyaniyê dengê xwe bilindtir kir û bi rêya pênûsa wî ya bihêz  biyaniyan hên bêtir Kurd û Kurdistan naskir.

Di dirêjahiya 30 salî ji jiyana li Swêdê, Baksî gelek pirtûk û romanên bi cewherê xwe dewlemend nivîsandin; wek Hêlîn, Gundikê Dono, Buka Vediyoyê, Teyrê Baz, Bi çavê Kurdan Yilmaz Güney, Her teyrek bi refê xwe re difire, Meþa Romayê, Evîna Þivan, Lawikê Xerzî, Doza Þadi Alqýlýç û bi dehan pirtûkên din ji wan berhemên bi nirx, ku ji bo dewlemendkirina pirtûkxaneya Kurdî xelatên herî baþ in.

Baksî di hemû jiyana xwe de pir xebitî, ku rêxistin û partiyên Kurdan nêzî hev bike, daku li hemberî dagîrkerên Kurdistanê bi yek bin. Ji bona wê jî, bi hemû serokên Kurdan re hevdîtin pêkanîn. Dr. Qasimlo, Mesud Barzanî, Abdullah Öcalan, Celal Talabanî... Tevan ji nêz ve Baksî nas dikirin û hurmeta wî li cem wan tevan pir zêde bû. Baksî gelek serokwezîr û parlementerên ewropî jî nas dikirin. Ew dostê nêzîk yê Olaf Palme bû û piþtî kuþtina wî bi nivîs û reportajên xwe ji raya giþtî re da îspat kirin, ku Olaf Palme ne bi destê Kurdan hatiye kuþtin û Kurd ne terorîst in.

Mamosta Baksî di tevaya temenê xwe de xwedî jiyaneke rengîn bû; xweþî û nexweþî, ken û girî, ger, siyaset û kar, nivîsîn û rojnamevanî, îþkence û zîndan tev di jiyana xwe de dîtin û bi her tiþtî jî razî bû, lê mixabin tenê tiþtê ku herî mereqdarê dîtina wê azadiya Kurdistanê bû ku nedît. Wî dixwest mizgîniya azadiya axa bav û kalên xwe ji hemû þehîdên Kurdistanê re bibe. Lê mixabin û sed hefy, Baksî jî çû û azadiya Mem û Zînê ji destê Beko û Ewanan nedît. Di dawiyê de ez jî viya dibêjim: Mamosteyê can! Soz be, ku emê tev rêya evîna te ya dilsoz û bêdawî bidomînin, ji ber ku evîna te evîna azadî, wekhevî û eþqa mirovayetiyê ye, qet xembar mebe, emê li ser rêya te, rêya Mazlum Doðan, Dr. Qasimlo, Ahmed Kaya, Yýlmaz Güney, Dr. Þivan û hemû þehîdên doza bi þan û þerefa Kurdistanê bimeþin. Oxira te ya xêrê be ey lawikê Xerzan... Amed, Batman, Bedlîs û hemû Kurdistan li benda te ne.