Ji bo Merziye Rezazî: 

Stêrka Esmanê Kurdayetî, Rewþenbîrî û Hunera Kurdistanê

Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de

 

Helbestvan û fîlsofê mezinê Kurd Hacî Qadirê Koyî wiha dibêje:

“ Merg û jîn mislî sêber û taw e

Ewey baqî bimînê her naw e “

Salek bi ser wefata hunermenda Kurd Merziye Rezazî da derbas bû. Mirina ku ji niþkave çêbû û hemû kesên ku ji mirovahiyê hez dikirin, sûsretgirtî kirin. Mirina Merziyê ziyaneke mezin li pey bû û kesî bawer nedikir ku Merziye yê rojekê wiha zû xatir ji jiyanê bixwaze.

30ê Adara sala 1995an Med TV bo cara yekê di dîroka Kurdistanê da dest bi weþana xwe ya satalaytî kir. Ez hingî li bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê bûm. Demek derbas bû û her du hunermendên Kurd Merziye û Nasir Rezazî di bernameyeke zindî da derketin pêþberî milyonan kesan û ji rûyê keyfxweþiyê rondik barandin. Hêsirên çavên wan hêsirên rojeke nû û mizgîniyeke mezin bûn. Çimkî ew þahidê rûnêsanseke dîrokî bûn ku cara yekê Kurdan bi kedeke mezin û beriya sê dewletên dagîrkerên Kurdistanê(Sûriye, Îran û Îraqê) deng û rengê xwe ji esmanan derbasî rû erdê axa bav û kalên xwe Kurdistanê dikirin. Êdî wan mîna kur û keçên Med TV bi hemû þêweyan piþtgîrî dan wê saziya Kurdistanî. Bi rêya wê pencerê ku bi yekcarî cîhana Kurda gûherandibû Merziye û Nasir Rezazî ketin nava dilê milyonan û di heman çaxî da jî Med TV li cem Kurdên baþûr û Rojhilatê Kurdistanê xoþtivîtir kirin. Çimkî wan xwe milkê hemû Kurd û Kurdistanê dihesibandin û hemû evîna wan doza bi þan û þerefa Kurdistanê bû.

Çend sal derbas bûn. Ez jî hatim Ewropa û min jî di Med TV da dest bi kar kir. Bi vê re min bêtir û zêdetir mamosta Nasir û Merzye xanima dengxweþ jî naskirin.

Min bixwe ji nêzve di kiryar û liv û lebatên Merziyê da çend taybetmeniyên wê destnîþan kirine:

Berî her tiþtekî Merziye jinek bû ku xwedî bîr û ramanên Kurdistanî bû. Di dîrokê da gelek mamostayên dersbêj dibine serok û rêberên gel. Êca hinek di cîhana siyasetê da, hinek jî di cîhana huner, kar û xebatên civakî da serkêþiya doza gelê xwe dikin. Merziyê derd û elemên netewa xwe di gund û bajarên rojhilatê Kurdistanê da baþ hiss kiribûn. Wê her roj ji zimanê zarokan sedha gotinên xweþ û nexweþ dibihîstin. Diçû nava cîhana bîr û xeyalên zarokên welatê xwe yê dagîrkirî. Hê nûciwan bû ku li ser rewþa welat, bindestî û bextreþiyên gelê Kurd hezar pirs di serê wê da diafirîn. Dema ku bi hunermendê navdare Nasir re zewicî, bi awayekî kûrtir civaka xwe naskir. Ev naskirin û evîna azadiyê gehiþt pileyekê ku piþtre her duyan berê xwe dan çiyayên Kuzrdistanê û bûn pêþmerge. Karestên mezin rewþenbîr, siyasetmedar û hunermendên mezin jî diafirîne. Nasir, Merziye, Necmedîn Xûlamî, Cemal Moftî û gelek kesên din di etmosfêrekî wiha da hatin nava cîhana huner û Kurdayetiyê.

Baweriya Merziyê bi sinorên destçêkirî tunebû. Ji bona wê jî di temenê demkurtê xwe yê hunerî da bi hemû zaravên zimanê Kurdî stran gotin. Di vî karî da jî xwedî armanc bû. Bo nimune: Dema ku dibîne li Hewreman, Kirmaþan û Îlamê dîn û ola îslamê Kurd ji pirsgirêka wan ya bingehîn û netewî dûr û xafil kirine, bi zarava Kurdên wira(Goranî û Kelhûrî) distire û di mesajeke kurt da dibêje:“ Ême le Kurdistan da meseley netewayetîman heye, tikaye ba Kurdgel meseley millî mekene fîday cûdabî mezhebekeyan. Her Kurdêk le Kurdistanî gewre da xawenî çî bîr û ra yan dîn û mezhebêk bêt, þitekî sirûþtiye, belam pêþ hemû þitêk le rûy êtnîkîyewe debî bizanîn ke ême le hemû coxrafiyay Kurdistanî gewreya da her Kurdîn…

Hemû armanca Merziyê ew bû ku li wan herêmên ku dagîrkerên Kurdistanê bi rêya mezheb û xapandkariyên xwe yên dîrokî dixwazin siyaseta xwe ya asîmîlasiyonê ber bi pêþve bibin, Kurd bi nasnameya xwe ya rastîn bihesin û vegerin ser esaleta xwe ya dîrokî. An jî di peyvekê da pirsgirêka xwe ya millî nas bikin û jêre xizmetê bikin.

Merziye li dijî tiradîsyon an jî adet û orfên Kurda yên çewt bû. Ji êþa bindestiyê pir dinalî, êþa bindestiya jin û keçên Kurd dilê wê bêtir xemgîntir dikir.

Merziye jineke qedirnas, adabzan û di nêrîna yêkê da herkes neçar dikir ku hurmeta wê bigirin. Çimkî xanimeke bi þexsiyet û terzê axaftinê jî baþ dizanî.

Peyva Kurdistanê çi cara ji zimanê wê nediket û di hevpeyvîn, stran û nêrên wê da Kurd û Kurdistan xwedî cihekî taybetî bûn. Hemû heza wê ew bû ku Kurd di aliyê xwe yê sosyal da pêþbikevin. Ji adet û orfên paþverû pir bi gilî û gazinde bû.

Merziye emekdareke Med TV, Medya TV û Roj TV bû, çimkî bawer nakem ku di hîç TVyeke Kurdî da arþîveke wiha dewlemend ji stran, hevpeyvîn, axaftinên xweþ û bernameyên wê hebin. Em deyndarên Merziyê ne lê ew jî keçeke bi emek û þêrejinek bû ku bi hissên xwe yên kûr û Kurdistanî malê hemû rêxistinên Kurdistanî bû. Armanca wê ya herî mezin jî yêkîtîya partî û rêxistinên Kurda yên siyasî bû. Hesreta Merziyê ya herî mezin hevgitina partiyên Kurda yên siyasî bû.

Naskirina Merziyê pir hêsan bû: Di rûyê wê da hertim kenek sirûþtî hebû û bi kena xwe ya þirîn di dilê mirovan da liv û lebat û wateya jiyanê diafirand. Rûxweþîya wê esalet û mêvanperweriya jina Kurd ya çend hezar salan careke din zindî dikir. Hezar hîvî û xweziyên Merziyê hebûn û her hezar hîvî jî azadiya Kurd û Kurdistanê bûn.

Hemû felsefeya jiyan û ramanên Merziyê mirovhezî û evîna jiyaneke watedar bû.

Xala herî balkêþ di jiyana Merziyê da ew helwesta wê ya homanîstî bû. Li gor nêrîna min ev taybetmendiya wê ji karê wê yê hunerî û stranbêjiyê gelek mezintir bû. Yanî deng û hunera wê di xizmeta mafê jin û zarokan da bû. Bi dehan cara ji bo piþtgîrî û parastina mafê jin û zarokên Kurd û biyanî ji malbata xwe dûr diket bi bêy ku bikeve pey malê dinyayê an jî kesayetî û hunera xwe ji bo tiþtêm kêm sivik bike. Di piraniya mêtîng û festîvalên Kurdan da amade dibû. Carna li dijî siyaseta Beesîyên Sûriyê, carna li dijî Kemalîstên înkarger û carna jî li dijî meleyên paþverû li Iranê diaxivî û ji Kurdan re wiha digot:” Qêrîna xwe ya li dijî dewletên dagîrker bilind biken, serîhildin û bi sozên dujimin bawer neken…”.

Jiyana wê di çend qunaxan da derbas bû: Zarokatî, salên xwîndinê, mamostatî ya li gundên Kurdistanê, pêþmergayetî, zarok xwedîkirin û di dawiyê da jî jiyana hunerî û awareyîyê li Ewropa. Merziye bi pirensîbên xwe yên exlaqî-civakî çi cara wijdana xwe binpê nedikir. Sala 2000an ez baþtir bi vê xisleta wê hesiyam. Dema ku hat Medya TV û dest bi bernameya Jîlemo kir, carekê ji min re wiha got:“ Ezê çend bernameya tomar bikem, lê ger ji aliyê xelkê ve bernama min nehat pêþwazî kirin, çima ji vê saziya Kurdistanî re xerc û meserefekî zêde durist bikem… heyfe ez karekî wiha nakem“.

Belê xwîþka min Merziya can: Jiyana te kurt bû, lê te carna em birin nava fikir û ramanên kûr, carna te em rexne kirin û carna jî te em kenandin û govenda keç û xortên Kurd li dora te geriya.

Tu qet nayê ji bîrkirin. Çawa ku Meryem Xan, Dayîkî Cemal, Sûsîka Simo, Nesrîn Þêrwan û Ayþe Þan nehatin ji bîra kirin, dengê te jî yê di dilê dîroka Kurdistanê da bimîne. Çimkî heta mirin jî nikare nav û karê te veþêre.“

Merziye bi gel re bû, ji nava gel çû û di oxira dawiyê da jî gel ew bi hurmet sipasrtin axa Kurdistanê. Axa ku Merziye bi hesreta azadî û serxwebûna wê bû. Carekê Merziye wiha axivîbû:“ Zor car le gel minalekanim, le gel dost û refiq danîþtûme û qisem kirdûwe, witûme eger hatû le henderan mirdim, teben ewe arezûy herkesêke ke bigerêtewe naw xak û welat û nîþtimanî xoy, arezûm eweye ke minîþ bitwanin bigeyênnewe bo Kurdistan, belam eger ew îmkane bo min çênebû, witûme wextek ke dên bo ser qebram hîçekim nawê, yek dane goranî heye, þêirî mamosta Kemal Mîrawdelîye, le ser xoþewîstî bo Kurdistane, wûtome ba ewem bo bixwînîtêwe…“

Gelî hevala, mamosta Nasir Rezazî, Dilniya, Kardo, Mardîn, Mesûd û Leyla, hemû mêvanên hêja: Hîvîdarim heya em saxin qedir û qîmeta hev bizanîn. Merziyê dereng dest bi karê hunermê kir, mîna guleke bêhnxweþ zû biþikivî, lê sed heyf û mixabin guleke wiha geþ zû jî çirmisî. Hezar xwezî û hesret bi xwe re birin nava axa sar. Lê bawer biken Merziye bi kar, helwest, mirovhezî û hunera xwe qet nayê ji bîrkirin.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org