|
Qehremanê
Millî: Mazlum Dogan (1955 Dep _ 21.03. 1982 Girtîgeha Amedê) Kakþar Oremar, kakshar_oremar@yahoo.de
Di
mercên dijwar û dîrokî da Mezlum bi çend hevalên weke Kemal Pîr û
Xeyrî Durmoþ jiyaneke nû didn kifþkirin. Rih û mejiyê wî bi îdeyên
nû hatine avdan ku ew jî: avakirina Kurdistaneke demokratîk û serbixwe
ye. Ji ber wê jî ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka
dîrokeke nûne û di dîroka tejî rezalet û bindestiya Kurdan da rûpelekî
nû vediken. Canê þirîn dibexiþînin lê teslîmiyetê napejirînin. Ew
ne heqareta hakim û generalên sitemkar û ne jî serdestiya ala sîstema
serdest û þovenîst dipejiînin. Lewra ew bi dengekî binilin qêriyan:
BERXWEDAN JIYAN E. Di
girtîgeha Amedê da þikenceyên giran, sivkatîya bi netewe û dîroka
Kurdan, lêdan û bêedaletî tev bûn yek, lê Mazlum û hevalên xwe li
ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat þikandin.
Mazlum
piþtî bidawîanîna xwîndina xwe ya destpêk, navîn û lîsê çû
zankoya perwerda mamostatiyê ya binavê Balikkesîrê. Piþtre di sala
1974an da bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beþa aboriyê
da hat pejirandin. Ji
sala 1976an û pêde ku hêdî-hêdî agirê þoreþeke nû li bakurê
Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya þiyarkirinê li ser ciwanên Kurd jî
çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava Apoçiyan. Di dawiya sala 1976an da
M.Dogan xwîndin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezrînerên
PKKê da cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê da jî Mazlum
bêrawestan dixwend û dixebitî.
Derbeya
Leþkerî û Þehadet Sîstema
serdest li bakurê Kurdistanê sîstemeke stemkar û hebûna Kurd û
Kurdistanê jî di manîfestoya wan ya þovînîstî da yasax û xwedî
derketina ji mafên netewî heya roja îro hê jî sûçekî mezin tê
hesibandin. Ji
wan re jin û mêr, keç û xurt û hemû azadîxwaz dijiminên komara
Tirkiyê ne. Sala 1980an Kenan Êvrên bi derbeyeke leþkerî
desthilatdariya Tirkiyê xiste destê xwe û li Kurdistanê rewþa awarte
welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgehek mezin. 21ê
Adara sala 1982'an M.Dogan li girtîgeha leþkeriya Amedê bi sê darikên
þixartê agir berda canê xwe û ji bo protestokirina cinayetên bêsinor
û bilindkirina dengê azadîxwazên Kurd cejina millî ya Newrozê pîroz
kir. Piþtre jî di 18ê Gulana sala 1982an da Eþref Anyik, Ferhat Kurtay,
Necmî Oner û Mahmut Zengîn bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî
ji wê û þûnda di 14ê tîrmeha sala 1982an da her çar endamên komîta
navendiya PKKê: Kemal Pîr, Xeyrî Durmuþ, Alî Çiçek û Akif Yilmaz jî
dest bi girava biçîbûnê kirin û yek bi yek tevlî karwanê þehîdên rêya
azadiyê bûn. Jiyana
ku wan ji nûve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan
vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewamin, berhemê
dilop-dilopên xwîna wan mêrxasanin. Jêrder Hevpeyvîn
bi Nezaket Dogan xwîþka M. Dogan û endamên din yên malbata wan re(
Dayik, bab, bira û xwîþkên wî).
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org