Xwîndevan û çalakvanê mafê mirova: Hebîbulah Letîfî li benda îdamê ye

 

 

Kakþar Oremar ji Navenda Pena Kurd, Email: kakshar_oremar@yahoo.de

 

Hebîbulah Letîfî ciwanekî 27 salî û ji bajarê Sine(Senendec) li rojhelatê Kurdistanê û temenê wî 27 sal e. Ew yek ji çalakvanên parastina mafê mirova yê Kurdistanê ye. Ji xeynî wê ew yek ji çalakvanên sivîl li bajarê Sine û di saziyên çandî yên weke „ Çiya“, „ Þaho“ û „ Jiyanewe“ da xurtekî aktîv bûye.

Hebîbulah Letîfî xwîndevanê para hiqûqê li zanîngeha bajarê Îlamê ye ku berî salekê li bajarê Sine ji aliyê êstixbarata Îranê ve hate girtin. Piþtî zêdetir ji salek ku þikenceyên giran li wî hatin kirin, ji aliyê dadgeha þoreþa islamî ya Îranê ve bi îdamê hat mehkumkirin.

Rayedarên komara îslamî li Îranê demeke ku li dijî bîr û ramanên azadîxwazî û daxwaza mafên wek hev li Îranê bi giþtî û li rojhelatê Kurdistanê bitaybetî dest bi girtin, þikence û îdamkirina ciwanên Kurd kiriye.

Ji roja ku Hebîbulah Letîfî ji aliyê istixbara Îranê ve hatiye girtin li pey þikenceyên giran xwînrêjiya hundirîn di gulçîskên wî da çêbûye, serê wî hatiye þikestin, rûyê wî birîndar û heta çend cara bi hêceta standina êitrafê ew li pêþberî endamên malbata wî û girtiyên din tehqîr û þikenceyên fizîkî-rûhî bi þêweyên giran li dijî wî pêk anîne.

Herwiha niha tenduristiya Hebîbulah Letîfî pir xerab û çend nexweþiyên din yên weke asmayê jî di girtîgehê da ew xistine rewþeke tejî tehlûke. Ji hêla din ve jî ew ji ber êþa giran ya li pey þikestina hestiyên xwe di rewþeke pir xerab da rojên giran derbas dike.

Tawanên ku Hebîbulah Letîfî ji aliyê dadgeha îslamî li Îranê bi wan hatiye tawanbar kirin, evin:

  1.  Çalakî li dijî eminiyeta welat û çêkirina tirs û wehþetê bi rêya peqandin an jî bobedayînê li deverên giþtî.
  2.  Alîgirî û çalakiyek bi bandor di nava partî an jî rêxistineke siyasî ku li dijî komara Îslamî li Kurdistan û Îranê aktîv e.

Lê bi þikenceyên giran ku wan li dijî Hebîbulah Letîfî pêk anîne, ev tawan tev berevajî rastiyê tên xuyanîkirin.

Tevî ku evûqatên Hebîbulah Letîfî û gelek rêxistinên mafên mirovan li cîhanê li dijî biryara îdama wî nerazîbûna xwe dan xuyanîkirin, lê dadgeha komara îslamî li bajarê Sine bo cara duyemîn jî hukimê îdama wî erê kirin.

Em jî daxwaza xwe ya li dijî biryara îdamkirina Hebîbulah Letîfî weke hemû rêxistinên civakî û sivîl li Kurdistan û cîhanê, didin diyarkirin û bi tundî li dijî kuþtina hemû kesekî/ê azadîxwaz in ku di rêya xizmeta ji mirovan ra kar û xebatê dike.

Kakþar Oremar ji Navenda Pena Kurd

 

NOT: Bo zanîna we hemû birêzan:

 

Heya niha li rojhelatê Kurdistanê:

 

A: Niha bi giþtî 8 çalakvanên medenî li Îranê bi îdamê hatine mehkumkirin:

  1. Ednan Hesenpoor (Rojnamevan)
  2.  Hîwa Botîmar (Rojnamevan û çalakvanê medenî)
  3. Ferzad Kemanger(Dersbêj, Çalakvanê mafê mirova û çalak di karên sivîl da)
  4. Enwer Husên Penahî(Mamostayê xwîndingehê)
  5. Ferhad Wekîlî(Çalakvanê medenî)
  6. Elî Heyderyan (Çalakvanê medenî)
  7. Erselan Ûlyayî (Çalakvanê medenî)
  8. Hebîbulah Letîfî(Xwîndevan û çalkavanê medenî)

 

B: Herwiha 4 çalakvanên din yên Kurd bi sizayên giran ra hatine mehkumkirin:

  1. Mihemed Sedîq Kebudvend( Serokê rêxistina mafê mirova li Kurdistanê: 11 sal zindana bi lêdan û þikencê ra)
  2. Hana Ebdî( Çalak di qada parastina mafên jinan: 5 sal zindana bi lêdan û þikencê ra û sirgûnkirina wê bi Gêrmî li Azerbayicana Þerqî)
  3. Zeyneb Bayezîdî ( Çalakvana mafê jinan: 4 sal zindana bi lêdan, þikence û sirgûna wê bo bajarê Zencanê)
  4. Fatime Goftarî (Çalakvana mafê jinan: 18 meh zindana bi lêdan û þikencê ra)

 

C: Û kesên jêr jî di girtîgehên Îranê dane û ji qedera wan tu agehdarî tunene:

Ebbas Celîliyan (Ako)

  1. Kawe Ciwanmerd (Rojnamevan)
  2. Yasir Gulî ( Xwîndevan û çalakvanê medenî)
  3. Hidayet Xezalî ( Xwîndevan û çalakvanê sivîl)
  4. Sebah Nesrî ( Xwîndevan û çalakvanê sivîl)
  5. Ronak Sefazade ( Xwîndevana mafê jinan)
  6. Mesûd Kurdpor ( Rojnamevan û çalakvanê mafê mirova)
  7. Kamran Elayî ( Doktor)
  8. Areþ Elayî ( Doktor)
  9. Mêhdî Hemîdî ( Yek ji ciwanên aktîv li dor ziman û çanda Kurdî li bajarê Kirmaþanê)
  10. Ebbas Celîliyan (Ako): ( Nivîskar û lêkolînvanekî navdar û çalak li dor Kurdiya herêma baþûrê rojhilatê Kurdistanê(zarava Goranî) ku heya niha pirtûkên weke: Ferhenga Baþûr: Kurdî-Farsî, romana Rengame û pirtûka Zerîne û Sîmîne ji hêla wî ve hatine çapkirin.)

Not: Mêhdî Hemîdî û Ebbas Celîliyan zêdetir ji sê mehane ku li Tehran û Îslamaabadê Xerb hatine girtin û sedema girtina wan jî ji evûqat û malbata wan ra nehatiye gotin. Lê hinek jêderên weke radio Zemane girtina wan bi çûyîna wan ya bo tevlîbûna festîvala Gelawêj li baþûrê Kurdistanê ve gîrê didin.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org