Gelo
Ma Hûn Hê Jî Ji Xewa Giran Þiyar Nebûne?!!
Kakþar OREMAR,
kakshar_oremar@yahoo.de
Pêþkêþ
e ji hemû þehîdên baþûrê Rojavayê Kurdistanê re.
Carna
hinek rûdanên girîng di quncekî
vê cîhana mezin da, dibine sedema guherandinên bingehîn di hemû warên
jiyana mirovên rû erdê.
Li pey wê formolê siyaseta cîhanê û rewþa jiyanê jî derbasî pêvajoyeke
nû dibe. Bi hatina sedsala 21an re, reng û rûyê siyaseta dinê bi awayekî
bingehîn hat gûherandin. Gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî cîhana
Ereb bi salan bû ku nedikarîn xwe ji destê dîktatorên cinayetkar rizgar
biken. Êdî hovîtiyên desthilatdarên mîna Seddam Hussên gehiþtin
astekê ku aþtîya cîhanê jî ket jêr tirs û tevlîhevîyê. Rayedarên
Beisîsimê bi xêra perê petrol û
samanên din yên gelên Kurdistan û Îraqê, sermest bibûn û mîna gurên
har her rojekê li devereke herêmê agirê þer û tevkûjiyan heldikirin(pêdixsitin).
Komara Îslamîya Îranê ji sala 1979an heya roja îro, hê jî mîna
xaneke rengîn e ku terorîst têde tên perwerde kirin. 25 sal in ku li ser
hisaba mal û heyîyê gelên Îranê, mirovkûj û terorîst di xwîndingeha
terorîstperwera komara Îslamî de, tên afirandin. 11ê Siptambra 2001an
rojek tirajêdîk bû ku bi navê”lîstika bi qedera jiyana hemû mirovên
rû erdê” jî tê binavkirin. Li her du welatên Îraq û Sûriyê damezrînerê
partiya Beis Mîþil Efleq bû. Ji bona wê jî em dibînin ku di nava sinorên
her du dewletan da jî, hovîtî, înkar, tevkûjî, hejarî, teirîbkirin
û þovînîsim mîna kulturekê li ser qedera gel bûne mîrasek.
Zêdegavîyên
Seddam Hussên û komara wî ya ku bi navê “Komara Wehþet”ê jî hatibû
naskirin, bûn sedem ku piyê hêzên biyanî li Rojhilata Navîn vebibe.
Sedam piþtî ku bi awayekî rezîlane ji kuneka miþkan hat derxistin,
nasnameya dîktatorên tirsinok bêtir bi raya giþtî ya cîhanê da xuyanîkirin.
Lê nizanim piþtî vê rûdavê çima hê jî rayedarên dewletên mîna Sûriye,
Îran, Erebistana Siûdî û Tirkiyê ji qedera Seddam îbretan ji xwe re
nagirin?!!.
Belkî
agahîyên jêr bikarîbin hinekî mentalîta rastîna rayedarên dewleta Sûriyê,
Îran û Tirkiyê bilivlivînin:
Birêzan:
Biþar Esed serokkomarê Sûriyê, Mihemed Xatemî serokkomarê Îranê û
Nejdet Sezer serokkomarê Tirkiyê:
Di
cîhana îro da demokrasî
eslekî jiyanê yê serke û bingehîn e ku stûnên desthilatdariya
dewletan bihêztir dike. Guherankarîyên
teknolojî û pêþveçûnên bîr û ramanên demokrasiyê, biratiya di
navbera gelên cîhanê de bihêztir
kiriye û
êdî rastî
jî
nayên
veþartin. Cîhana ku em niha têde dijîn, bi navê” Gundê Biçûk” jî hatiye binav kirin û di vê cîhanê de
înkarkirin û binpêkirina mafên netewên ku bi esaleta xwe ji gelên
serdest kevnartir in, tiþtekî dûr ji mentalîta mirovên realîst e.
Birêzan
di nameya xwe da ez bala we dikiþînîn ser Çend xalên jêr:
_
Netewa Kurd bi hizaran salaye ku di Rojhilata Navîn de li ser erdê xwe û
li rex her du netewên Ereb û Faris
dijîn. Tirkên koçer jî piþtre
ji Asiya Navîn hatin û bûn cîranên me her sê netewên Kurd, Ereb û
Faris. Ger hûn li ser dîroka kevnara Rojhilata Navîn agehdar bin, bav û
kalên Kurdan(wate Medan) bi hilweþandina impiratoriya koledara Aþûriyan,
yekemîn impiratoriya xwe di Îranê da damezirandin ku sinorên wê(Impiratoriya
Mad) jî gelek berfireh bûn. Þahên Îranê yên berê û yên herî dawiyê
jî mêjoya salnameya welatê xwe ya fêrmî ji destpêka damezirandina
silsileya Hexameniþiyan (ku piþtî Medan hatibûn), dane diyarkirin. Ev di
halekî da ye, ku ew Medên bi koka xwe Kurd jî, Îranî dihesibînin. Lê
dema ku serxwebûna welatê xwe di bin tirsa hêriþa hêzên bîyanî da
didîtin, êdî Kurd dibûne” Îranîyên herî resen û kevnar, þervan û parazvanên herî bi xîret
û þeref, parastvanên çand û zimanê Îranîyên xwedî hemû taybetmendîyên
xwe yên dêrîn û dîrokî”.
Sed
heyif û mixabin ev siyaseta durûtiyê hê jî li Îranê berdewam e. Ji bîra
neken ku em Kurd xwediyên jiyana destpêka mirovanetiyê ne.
Em
di wê baweriyê de ne, ku êdî dema wê hindê nemaye ku bi van siyasetên
çewit, Kurd bên xapandin. Biratiya rastîn wê demê tê îspatkirin ku
mafên wekheviyê di navbera Kurd û gelên serdest de, bi e´dalet bên
parvekirin û bi çavê hemwilatiyên derce du li netewa Kurd nenêrin.
_
Di dîroka serxwebûn û azadîxwaziya Erebên
Sûriyê de ku li dijî kedxwariya Firansî serîhildan, Kurd xwedî kedeke
dîrokî ne ku navê wan di rûpelên dîroka Ereban da hatiye tomarkirin. “Îbrahîm Henano” yek ji wan rêberên xwedî nav û nîþane
ku xebata wî ya li dijî kedxwariyê, nikare bê ji bîrkirin. Di cîhana
îslamê de jî nav û xizmeta “Selheddîn
Eyyûbîyê Kurd” tiþtek nîne ku gelê Ereb bi hêsanî ji bîr
bike. Herwiha “Fewzî Silo” û “Hussnî Zeîm” du
ji wan kesan bûn ku heryek di çaxekî de serokkomarên dewleta Sûriyê bûn.
Bi rindî li dîroka ywe ya bihûrî binêrin: Mihemmed Elî Al-Abêd, Þukrî
Al-Quwetlî û gelek kesên din yên ku hemû bi eslê xwe Kurd in, hûn çawa
dikarin di parastina sinorên welatê xwe de, keda wan ji bîra biken?!. Bi
dehan jî kesên din hene, wek Muhsin Berazî, Eyûbî, Nîzameddîn, ku yan
serokwezîr yan jî wezîr bûn.
Vê
rastiyê ji bîra neken: Çiqas ku hûn bêedalet jî bin, lê dîrok bêedaletiyan
napejirîne û rastî jî nayên wenda kirin.
_
Li Îranê herçend Kurd mîna Arîyên herî bi esil û neseb jî tên
binav kirin, lê di yasaya Îranê ya bingehîn da ji hemû mafên xwe yên
netewî, çandî û siyasî bêpar in. Ji bo standina mafên siyasî û
netewî tevaya rêberên Kurd bi nemerdî û pirensîpên dûr ji exlaqê
siyaset û mirovanetiyê, ji aliyê desthilatdarên Îranê ve hatine kuþtin.
Ev siyaseta çewt bûye sedema bêîtibarbûna birêveberên dewletên
desthilatdar li ba hemû Kurdên Kurdistanê.
Li
Sûriyê rewþa Kurdan hîn jî xerabtir e. Piþtî ku Kurdên perçên din
yên Kurdistanê ji bo standina mafên xwe yên netewî þer û xebateke bêwestan
kirin, Kurdên di bin desthilatdariya komara Sûriyê de jî ku 16% hejmara
þêniya welat pêktînin, dawa mafên xwe yên bingehîn kirin. Li hemberî
van daxwazên sirûþtî, þovînîsma Ereb ya di bin rêbertiya Beisîyan
de, ji sala 1962an û pêde, dest bi înkarkrina nasnameya zêdetir ji 150
hezar kesan, ji Kurdên wî welatî kirin ku di roja îro da hejmara wan zêdetir
ji 250,000 kesaye. Ji wê demê heya roja îro ev hejmara mezin hîn jî mîna
koçber!! tên binavkirin û ji hemû mafên xwe yên civakî bêpar in. Piþtre
ji sala 1970an û pêde siyaseta “ proja
Kemerbenda Erebî” û çêkirina “Avbenda
Firatê” bû sedem ku Kurd ji wilayetên “Hesekê”
û “ Cizîrê” û herêmên
din li ser axa bav û kalên xwe ya dîrokî bên dûrxistin û Ereb li cihê
wan bên bicihwar kirin!!.
Bi
vî awayî berhemê nasyonalîsma kor û desthilatdar li Sûriyê, ji Kurdan
re tenê bû înkar, teirîb û koncê girtîxaneyên tejî kiryarên hovitî
û bêkerametkirina hissên mirovanetiyê ne.
Birêz
Biþar Esed: Di roja îro da li Kurdistana Sûriyê zêdetir ji du milyon
Kurd dijîn ku ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in. Gelo bersiva
qedirnasiya Kurdan ev bû?!! Elbete ji bîra neken ku îmzakirina “yasayên
reþ” û peyakirina wan li ser gûherandina qedera Kurdan, bêgoman
dawiya wê, rûreþîyê jî bixwe re tîne.
_.
Çawa ku hûn jî dizanin, Rojhilata Navîn mûzayîka êtnîkên cûr bi cûr
e. Ji bona wê jî li ser wî erdî þaristaniyetên cûr bi cûr û dewletên
reng bi reng hatine çêkirin. Lê dîroka vê herêma dêrîn ji me re vê
rastiyê baþtir dide xuyanîkirin, ku her dewletekê zêdetir û bêtir
biha dabe mafê mirov û kêmnetewên millî, mayîna wê zêdetir bûye. Bi
vî awayî jî wan desthilatdaran di sîstema dewleta xwe de binêþeya ji
bo pêþkevtin û pêþdeçûnên bêalî bêtir amade kirine.
_.
Mercên ku îro cihan têde ye û pêþkevtinên vê sedsalê, êdî izinê
nadin, ku mafên demokrasîyê bên binpêkirin. Gel þiyar bûne û li ser
standina mafên xwe yên sirûþtî pir bi îsrar in. Zor û stema di nav sîstema
dewletên Rojhilata Navîn da, êdî nikare mîna berê karê xwe yê tevkujî,
înkar û zordariyê bidomîne.
_.
Di sedsala piloralîsim û gûherankariyên þefaf û vekirî de: netewe, eþîret,
ziman, reng, nivþ, xêl û dîn(ol) li gor nêrîn û zagonên mafê
mirovan, tevaya mirovan endamên laþekê ne. Xuyaye ku bi êþandina
endamekê, tevaya laþê mirovan toþî êþ û eleman dibe. Bi salan e ku
em di civaka Rojhilata Navîn û bi taybetî jî di nava sinorên çar
dewletên( Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê) da bi eþkerahî derd û elemên
vê siyaseta çewta sîstemên serdest dibînin. Gelo pirs di vir de ye: Ma
roja vê siyaseta kevneþopiyê hê jî ava nebûye?!
_.
Bila qedera dîktaor û cinayetkarên mîna Seddam Hussên, ji rayedar û
dewletên cîran re bibe îbreteke dîrokî. Çimkî dîrokê ev rastî bi
me daye selmandin, ku îro dewletên demokratîk, di cîhana moderin da,
parastina mafê mirovan û li ber çavgirtina pirensîpên demokrasiyê,
mercê yekê yê mayîna desthilatdariya xwe dizanin. Gelo
ma nivþkujiyên Seddam Hussên li Helepçe, Kerkûk û Behdînan, ferman û
tevkûjiyên Mistefa Kemal Atatirk li Dêrsim, Gelîyê Zîlan, Koçigirî,
Amed û jenûsîdên padiþahên Sefewî, Qacarî û Pehlewî li
Urmiye, Mihabad, Sine û hemû axa Kurdistanê gehiþtin kû, ku hûn hê
jî ji xewa bêdengiyê þiyar nebûne?!!
_.
Piþtî ku komara hov û weheþtê li
Bexdayê hilweþî, pêvajoyeke nû di Rojhilata Navîn da destpêkiriye.
Bi îmzakirina zagona bingehîn ya Îraqê, welatê Îraqê bûye derwazê
þînbûn û geþbûna demokrasiyê. Ji bo gelên ku hertim di bin
desthilatdariya sîstema dewletên we de ji xeyinî zor, þikence û eþê
tiþtek nebûye para wan, desthilatdariya generalekî Emirîkî hîn jî baþtir
e. Çimkî we hertim di nava sîstema xwe ya desthilatdariyê da li Kurdan
bi çavê “hemwilatiyên derce du” nêrîye. Rewþa aborî û civakiya herêmên
ku Kurd têde dijîn, vê rastiyê baþtir radixe ber çavan. Ya herî baþ
ew e ku em bixwe þemþîr(þûr)a Damoklis hilgirîn û bi mentalîtyek
berfireh bibin alîgirên mafê mirov û gelan.
_
Li bakurê Kurdistanê ev zêdetir ji 80 salaye ku hê hebûna Kurdan tê înkar
kirin, bi karanîna peyva “Kurdistan”ê hê jî di nava medya Tirkiyê
da qedexe ye. Li rex vê siyasetê zimanê Kurdî û navên Kurdî nikarin bên
bikaranîn. Ji sala 1978an û pêde þoreþeke hemû alî bû sedem ku realîteya
Kurd di cîhanê de bêtir ji berê bê naskirin. Xwîna þehîdên þoreþa
bakurê Kurdistanê êdî hemû xewnên hizra Kemalîsimê poç kirine.
Gelî
birêzan: Di dawiya vê nameyê de dixwazim ji we re vê rastiyê jî bibêjim:
Kurd gelekî bindest e, lê li ser axa xwe ya dêrîn, di xebata ji bo
dewama doza xwe, qet þikest nexwariye û hertim li ser standina mafên xwe
bi îsrar in. Çiqas ku rêberên vî gelî bên kuþtin, bi kiryarên terorîstî
bên revandin û partiyên wan yên siyasî bên qedexekirin, berevajî
meremên we, agirê bizava Kurdayetiyê yê gurtir bibe.
Di
Tirkiye, Sûriye û Îranê de Kurd di naziktirîn rewþ da li pey we meþiyane
û li hemberî paþverûtiyê, hevkarên mayîna desthilatdariya we bûne.
Li rex hemû hejarî û cûdatiyên ku ji aliyê dewletên we ve tên kirin,
dema ku we dirûþmên wekheviyê dane, Kurd ji kêleka we nelivîne. Xatemî
divê piþtigîriya Kurdan ya sala 1997an û sozên
ku ji wan re dabûn, ji bîra nekiribin!.
Biþar Esed jî divê destpêka salên 1980an ji bîra neke ku Kurdan çawa
bavê wî li hemberî hêzên antîdemokrat û paþvero parastin. Nejdet
Sezer, Ecewît û generalên Tirk ji mêjdaye pêhesiyane, ku êdî bi
revandin, girtin, wêrankirin û þewtandina gund û bajarên Kurdistanê,
nikarin hebûna Kurd û Kurdistanê mandela bike.
Rastiyên
objektiv ku di herêmê de li berçav in û di vê navê de bi taybetî jî
hilweþîna Beesîyên xwînmij li Bexdayê, xêzeke îbtalkirinê kiþandiye ser desthilatdariya wan hêzên bêbingeh
û rejîmên dij mafê mirovan ku naxwazin rastiyên civaka xwe ya çend
netewî bêxin jêr mîkroskopê û rêyeke çareseriyê jêre peyda biken.
Ji ber ku gel li ser parastin û bi destxistina mafên xwe yên wekheviyê
pir bi îsrar in û êdî dengê kesî jî heta li piþta dîwarên girtîgehên
ku ji hêsin û beton hatine duristkirin, nayê fetisandin. Ji bona wê jî
karekî di cih de ye ku ji bo bi hêzbûna yekitîya netewî û bihêzkirina
çeperê parastin(bergirî)yê û bihêzkirina yekîtî û biratiya olî di
navbera Ereb, Fars, Tirk û Kurdan de, hûn bi awayekî bêalî û mukemel
li gor yasayên mafê mirovan, li ser çareserkirina rûdavên bajarê Qamîþlo,
Merîwan, Efrîn, Mihabad, Sine, Bane û hemû tirajêdiyên ku di van çend
salên dawiyê da li bakurê Kurdistanê qewimîn, bisekinin û nisbet
bi li ber çavgirtina mafê bajarvaniyê yê civaka Kurd li wan welatan û
îbtalkirina hemû yasayên li dijî mafên mirovan, bi awayekî dadmendane
di dadgehek bêalî da tawanbar bên mehkeme kirin û sizadan.
Bi
vê yekê re hûn dikarin di dîroka mirovanetiyê da bibin xwedî navekî
baþ û qenciyên we yê di dîroka de bên tomarkirin.
Tevî
rêz û silavên gerim
23.04.004
Elmanya